|
Bîranîna Zanyarê kurdê mezin, mamosteyê min
Şakiroyê Xudo Mihoyî
Stûneke stûr (qalind ) û bilind a avahiya
Kurdzaniyê hate xwar!
Dr. Ibrahîmê Mehmûd
Bêgoman nûçeya koçberiya ji nişka ve, a zaniyarê
kurd ê mezin, profêsor, Akadêmîk (endamê
akadêmiya zanistî a Ermrnistanê û Rûssyayê )
Şakiroyê Xudo ji nav me ber bi dilovaniya xwe ve,
şên û naxweşî xiste dilê milyonan de, û bi
hezaran heval, hogir û şagirtên wî jî matmayî û
di sergêjekê de man!!
yek ji wana jî ez im, ên ku di baweriya min de
bi dehan pirs di mêjiyê wan de di geriyan: Gelo
ev nûçe raste an jî derewe? Ma dibe ku Şakiroyê
bi qilafetê ( bi bejna ) xwe ve piçûk, lê bi
qedir û ma’rîfeta xwe ve, bi zarxweşî û
devlikeniya xwe ve, bi mervanî û Kurdperweriya
xwe ve, bi nefispiçûkî û mirovantiya xwe ve, bi
zanebûn û ronakbîriya xwe ve pir bilind, wise zû
û sipîsax ji nav me bar bike???
Ma gelo li vê dûriyê mirov dikare çi bike? Û her
weha bi dehan pirsên bê bersiv! Lê mixabin
bersiva herî sereke û nexweş ewe, ku bi rastî
mamoste Şakiro ji nav me barkir.. Çiqas ta’l û
dilêş be jî, êdî nema em sehbeta wî a xweş, rûyê
wî ê geş, lêvên wî yên li ken, şîretên wî yên bi
nirx, dûrbîna wî a pêşerojê dibênin û di bihêsin…Ez
bê tirs û bi dengekî bilind dikarim bêjim, ku wî
mîratekî zanistî û dîrokî pir dewlemend û bi
nirx ji bo miletê xwe bi cî hiştiye; navekî
mezin, qedrekî bilind û bi hezaran bîranînên
xweş li şûn xwe hiştine, Loma jî ewê hertim di
dil û hişê xizim, heval, dost û miletê xwe de
bijî…Beramberî bûyereke wise bi êş û şewat de û
di derheqa mirovekî weha qedirbilind de, pir
çetine ku mirov bikaribe hemû tiştên di dil û
hiş de bênê ser ziman û kaxezan, lê tevî wê jî
ezê hewil bidim pir bi kûrtî be jî, şêweyê
naskirina min û Mamoste Şakiro ji xwendevanên
kurd re bênim ser kaxezê…
Weke her xwendevanekî kurd ê gênc ( xort ),
xemxur û hezkiriyê çand, dîrok û doza gelê xwe,
ez jî bi hesret bûm, ku rojekî ji rojan herim
nav kurdên Yekîtiya Soviyêt (Y.S.) a berê û
gelek kesayetiyên kurd ên navdar binasim…
Sala 1982 an, di çarçoveya xwendina xwe a
praktîk de li zanîngeha Mosko yê, kolêja
Rojnamegeriyê, beşê Radiyo û Televizyonê ( R&TV
), min weke mirovekî bê paytext û welatekî azad
( Her xwendevanekî biyanî mafê wî hebû salê du
heyvan beşê praktîk li R& TV welatê xwe derbas
bike ) ji xwe re paytexta Ermenistan ê, Yêrîvan,
motka wêje, ziman û rojnamegeriya kurdî a azad,
cî û „meskenê“ kurdên Qafqaz ê helbijart…Demsal
havîn bû, li gorî şert û mercên xwendinê, karê
min li R&TV Yerîvanê bû, di nav de jî beşê kurdî;
min gelek rewşenbîr, rojnamevan,kurdperwer û
navdarên kurdan naskirin, bûme mêvanê wan, ew
mêvandariya ku mirov qet jê têr nebibû...
Birastî pir çetine (zehmete) mirov mazûlvanî û
qedirzanîna wan ji miletê xwe re, bi gotinan
pesend bikê!! Di vî warî de bi sedan bûyer û
serpêhatiyên xweş, ku qet nayên jibîr kirin ê
hene… Da ku ez ji babeta xwe bi dûr nekevim, yek
ji ciyê ku min dixwest ez binasim beşê dîrok û
kurdzaniyê bû… Berî ku ez herim min hin tişt di
derheqa wî beşî, serok û xebatkarên wê de
komkiribûn û bihîstibûn…
Bi alîkariya dostekî em çûne wî beşê, bi rêve wî
dostî ji min pirsî: ma ti Şakiro yê Xudo dinasî?
Na. Min got…Peyîî ( ev gotin kurdên Qafqazê weke
nîşana ecêbmayînê nîşan didin! ) ew lawikekî
meyî z`aff jêhatî û li ser xwe ye, ewledekî (
kurekî, xortekî ) C`imeta ( miletê ) meyî lape
mezin e ( herî mezin ).. Ew tarîxzanekî e`yan e
( xwiyayî ye ) û qedrê miletê xwe nasdikê,
hezkiriyê kurd û Kurdistan ê ye...! Bi gotin û
berdewamiya pesindana dostê xwe re em ketin
avahiya Instîtûta Rojhelatnasiyê a Ermenistanê,
me berê xwe da beşê kurdzaniyê otaxa ( kurdên me
yên Y.S. ji odê re dibêjin ) serokê beş…Tu kes
ji xebatkaran li wir ne bûn, tenê sekretêr ê beş
rûniştî bû; piştî silav û bi xêrhatin ê, wî got
bi bexşin ( bi buhrin ) Şakiro Xudoyevîç ( li
gorî qeydên rûsî mirovên mezin bi navê xwe û ê
bavê dihatin bi navkirin ê ) di civîna giştî a
serokatiya Akadêmiyê de ye, ewê z`aff dom bikê…!
Mixabin ji ber karê min li R&TV û çûn û hatina
gundên kurdan, min ev serdana xwe xistibû roja
dawî de, loma min û dostê xwe bi lav lav û
kotekî sekretêr razî kiriye, da ku bi gêmasî
here jê re bêjê, wekî wa kurdekî dereke (biyanî)
li hêviya te ye û dema wî li Rewanê ( Yêrîvan )
kêm maye, heger îmkan hebê dixwaze te bibênê …!
Piştî qasek ê (kêliyek ê) Mamoste Şakiro hate
bîroya xwe û bi ma`dekî ( bîçimekî, rû yekî )
sar, wek ku hezar pirs di mêjiyê wî de di çûn û
di hatin, bi xêrhatina me kir û yekser bi nîv
henekî, rexne girt û go:
`` .. Bavo win kurdên dereke, ne me ji vî halî
xelas dikin, û ne jî me bi rehetî dihêlin…``.
Dema wise got, weke ti cêrekî ava sar bi serê
min de dakê; bi rastî min xwest erd bi qelişê û
ez tê de winda bibim…Ez têgihîştim, ku min
gunehekî mezin kiriye, heme, hema û bi dengekî
nizim di berxwede min got: Mamoste tê qisûra min
gelekî efû bikê, welahî ev du heftîn e ez li
virim, ha îro ha sibê min dixwest ez bême ba we,
lê ti dizanê, ji vê malê here wê malê û ji vî
gundê here wî gundî…Hîn gotina min di devê min
de; min dî rûyê wî geş bû, gotin ji devê min
revand û pirsî: Ti çûyî Alagez ê jî û ti çû
filan û bêvan gundî?? Min her serê xwe di hejand…Ma
te lawik gişk naskirin? Min got erê. Min dî
keniya û ew mirov ê berî kêliyekê bû yekî din;
dev li ken, xwînşêrîn, nefispiçûk û zane…Ji
nişkave kenî û bi rûgeşî got: kuro weleh tu
ecêvî ( ecêbî), ti li nav Cime`tê gişkî geriyayî
teze ez ketime bîra te…!
Dema min ev yek dît, min jî hêdî hêdî ciyê xwe
xweş kir û ez hinekî bi ser xwe ve hatim û
qederê 15-20 deqîqan min tenê bersiva pirsên wî
da…Gelkî kêyfa xwe ji min re anî û got ez za`ff
şa me ( şadim, dilxeşim ) wekî cihêlêd ( gênc )
wekî we têne vî welatî dixênin; pispor û şareza
gerekî miletê me ne; êd welathiz û miletperwer,
nek ê xizmetkarê dijmin…Birê min - gotina xwe
domand - ti min bi bexşîne, ez gerekî vegerime
civînê ( di ber xwe de kire mine, min û çend
xeber jî gotin; ji gotinên wî hate xwiyan ku
daxwazên wî di civînê de, ne hatine qebûlkirin
ê, êdî bi hûrgilî çibûn, ez nizanim, lê xwya bû
li ser dîroka kurdan bû, wê gavê ez têgihêştim
çima bi sarî bi xêrhatina min kir?! I.M. ) ka
emê çi bi hev bikin…Zû zû were, bera
e`leqedariya ( pêwendiyên ) me hebe..Oxir be ji
te re û silava li lawikan gişka bike…
Min jî careke din qisûra xwe jê xwest, û her
wise xatirê xwe jî… Bawer bikin te di got qeyî
ev deh salin , ku em hev û du dinasin…
Sala piştre, careke din min ciyê xebata xwe a
praktîk Yerîvan û Radiyo a kurdî helbjart û min
ji nêzîk ve Mamoste Şakiro û xebata wan naskir…
ji min re eşkira bû, ku ew ne tenê ronakbîrekî
mezin e, belê her wise miletperwer û mirovhezekî
nefispiçûkî civat xweşe jî…
Min pilanê karê dipolma xwe a zanko : ``
Filîmekî dekûmêntal li ser jiyan û xebatên
kurdên Ermenistan ê `` jê re got. Ew gelkî
kêfxweş bû û piştgiriya min kir…Di sala 1984 an
de min dest bi kişandina Filîmê xwe li gelek
cihan kir û di nav wan de jî beşê Kurdzaniyê, ku
wê çaxê ew serokê wê bû. Bi rastî bexteweriyeke
mezin bû ji min re, dema wî got: ``..Eva cara
yekeme, ku kurdekî dereke bi kamêra sînemê beşê
me dide nasîn û hevpeyvînê bi min re çê dike..``.
Ji wê çaxê de dan û standina me berdewam bû, ew
ji min re bû weke Mamostekî û çavkaniya
şêwirdanê, loma jî min çar sala şûnde, ew yek ji
du Profêsoran, weke rexnegirê nama xwe a dektora
`` Tevgera kurd di filîmên dekûmêntal de û
Yelmaz Gûney `` destnîşankir û wî jî bi dilgermî
qebûl kir û alîkariya xwe bi hemû rengî diyar
kir… Di payîza sala 1989 an de, roja parastina
Nama min, Mamoste ji Yerîvan ê hatibû û li
pêşiya Komîsyona Zanîngeha Mosko a nirxandina
xebata min, wî jî rexne û pesindana xwe li ser
karê min xwend…
Herçiqas kurtiya vê gotarê ne ciyê nivisandina
hemû xeysetên Mamoste Şakiro ye jî; lê ez weke
erk ji xwe re dibênim, ku mêrxasiya vî
kurdperwerî di bûyrek ê de ji bûyerên wê rojê
eşkira bikim!
Dema dengdana Komîsyona nirxandina Nama min; li
vir pêwiste ez bidim nasîn, ku Komîsyon ji 15
zaniyar û akadêmîkerên Zanîngeha Mosko pêk
hatibû; yek ji wan, bi navê A.A.Ibragîmof,
Profêsorê kolêja me bû, ew bi netewa xwe Azerî
bû… Ji her 15 eh Endaman, ew tenê û bi xwirtî
dijî xebata min derket... Ewî têzek ( encamek )
ji têzên Nama min `` ..min nivisandibû, ku di
demeke nêzîk de, wê televizyonên kurdî jî bêne
avakirinê û wê sîneme û rojnamegeriya kurdî
bikevê astekî berz û nû de…`` kire behane (
biyanu, hincet ) û got: ``.. Ev Name, nameyeke
siyasî neteweyî ye, ew zêdetir xeyalên
nivîskarin…`` . Hîn gotina xwe bi dawî ne anî bû,
ji nişkave û bi hêrs mamoste Şakiro ( bi
amadebûna zêdetir ji 50î xwendevan û Mamostên
kurd û biyanî ) destê xwe hilda, îzna axavtinê
xwest û wise got: ``.. Ev tiştê, ku kolegê min (
hevpîşe yê min ) dibêje; tiştekî xelet û
kelevacî ye.. Vî xwendevanî ne ji xeyala xwe
aniyê, duniya wise zû bi pêşve diçe, û rewşa
miletan wise zû tê guhertin ê, wekî wê di demeke
nêzîk de ne tenê televizyona kurdî çê bi be, lê
belê wê dewleta wî jî bê avakirinê, ev tiştekî
dîrokî ye…Ez dikarim bi pirsim: çima wê
televizyonên miletêd main hebin? Lê çire wê mafê
kurdan tune be, ku televizyona wî bê avakirin
ê…``.
Bê pesindan, ew wê kêliyê di çavên beşdaran de,
nexasime yên kurd de, bû qehremanekî milî û hema
ji nişkave û bê pîlan, hemiyan bi hev re jê re
li çepikan xistin…
Piştî wê û di êvarîna pîrozkirina serketinê de,
li xwaringehê, ku nêzîkî 50 kesî hazir bûn,
Mamoste Şakiro, weke li her cihê ku lê bû ya,
dîsan bû bi rêvebir û xweşkerê civatê…Serê
gotina wî – binê gotina wî dîroka kurdan bû,
azadiya gelê kurd bû, geşbîniya ( tevî keseran
jî ) pêşeroja me bû…
Bi vî hawî ( wise ) ez jî bûme yek ji hezaran,
şagirt û dostê wî zaniyar ê çelemg û jêhatî, rû
li ken û qiseşêrîn…
Êdî felek ê weha kir, ku ez di Elemaniya de
derketim, lê têkilyên me berdewam man.. Min jî,
weke gelek kes û dezgehan du caran: sala 1993
yan û 1998 an bi taybetî ji bo 100 saliya
Rojnamegeriya kurdî ( wê çaxê, ez berpirsyar ê
Kombenda KAWA, bo çanda kurdî bûm. Li elemaniya
) vexwendî Elemaniya kir, ew her du caran jî bi
dilxweşî û bê şert û şirûtan, hazir bû û gelek
rojên serketî û xweş, qet nayên ji bîr kirin ê,
me bi hev re derbas kirin, êdî ew dibe babetekî
din…Min gelek hevpeyvîn pê re çê kirine, hin ji
wana di wextê xwe de hatine belavkirin ê, lê hin
jî mane, ji ber wê ezê hewil bidim di pêş de wan
jî bidme sre hev û bidme nasîn ê; bi dîtina min
ev erkê her dostekî wî ye. Loma jî, baştirîn
bîranîna Mamosta Şakiro ewe, ku her dilsozekî
kurdayetiyê, her xemxwirekî dîroka miletê xwe û
pêşeroja wî, li mîrata Akadêmîkvan, Profêsor
Şakiro yê Xudo, a dewlemend xwedî derkeve, bide
serhev û bide nasandinê!
|