|
Dîlan Zêbo
Evîndarên Tîrêjkên Rojê
Hiss…,
Bi sinatî
wê şiyar bê
Hêdî...Hêdî
Bi pêjnê pêrçemkên şevê re
Nêzîkî firahiya Giyanê te dibim,û
Bi tikiniya dilê xwe re
Li ber pêpelûkên Sînga te radiwestim
Hêzê didim xwe
Êê...,Xweda yê Rojê, Xweda ya Evînê
(Afrozîtîîîîîî...)?
Hildikşim
Yek
Du
Sipî
Reş
Tarî
Mîna dapîra xwe
Tenê !!
bi seriyên tiliyan
navên Peyxemberan dêjmêrim
Û
Bi helkehelka dawiyê re
Dighênim Ezîmanê bihişta dilê te, ya
Bi Kulîlkên berberoyan xemlandî
Ewên !
bi lêvên Evîndaran tîrêjkên Rojê dimijin
Û, ez
bi tirxane basikên xwe vedikim
Û
Ber ve asoyên keskesorê da difirim.
14.02.2007
|