|
(Qurbanên bihana çandî)
Cegersoz
Cegersoz@hotmail.de
Piştî 72 fermana, piştî hezar qîrînên waweyîlên
reş, piştî darbestên di nav kefenê sipî de, û li
gel cangoriyên li ser rengê Kesk, Sor û Zer, û
hebûna Kurdewariyê, piştî azadiya hilbijartinên
tevaya rengên mirinê, ku di hinek bareyan de, ew
hilbijartin jî, bi dest tu kesî ve ne dihat, û
qedexe bû, piştî çespandina dilreqî, ku di şûna
„Xwedê mezina“ wergerandin „Alah û Akber“
û piştî çend salên hêmin.
Agirvejîna kevneperestiyê li hev giha hev,
agirvejîna bihinvedanê dîsa serê xwe rakir,
rûbarên bê binî, bi ser keda wan de berdan, çend
xewnên tirsonek diyarî biçûkên wan kirin, erkê
xwe î Kurdewarî bi cih ve anîn, bergiraniya
hebûna Êzîdiyatiyê bi kiryar û dirûşmeyên
azadiyê arasteyî wan kirin, û mizgîniya serdemê
nakokiya Olî nîşanî wan dan.
Çi lî Şêxan bû? Bobelateke dîrokî li ser destê
Êzîdiyan, di roja 14, 02, 07an li herêma Şêxan
hate afirandin.
Bi dehan mizkeftên Misilmanan, ji hêla Êzîdiyan
ve, hetine şewtandin, bi dehan tabloyên
perestgehî, hatine dirandin, bi dehan simbolên
Olî, hatine binpêkirin, malê wan talan kirin û
şewtandin, çekên tijî, vala vegerandin, şûr û
xencerên zuha û şûştî, sor vegerandin, û di
heman rojê de, birayên wan î Misilman tola xwe
hilandin, wek ku rojhilata navîn hînî tolhildanê
bûye, !!(Ancex bûyereke wisa biqewimiye ta ku
qaşo ew tolhildan di cihê xwe de bûye)!!
Tenê ew tiştê ku di roja 14, 02, 07an li Şêxan
qewimye, ew bû ku keçikeke Misilman î Kurd, ku
beriya çend rojan, ji ber sitemkariya zilamê xwe,
ji mala xwe reviya ye, û raste-rast pêrgî du
xortên Êzîdî bûye, ku ew jî polîsin, di asayîşa
bajêr de, û daxwaza alîkariyê ji herdu xortan
kiriye, ku wê ji malbata zilamê wê biparêzin.
Gelek propokanda jî hene, û dibêjin ku ew keçik
ji hêla hedu xortan ve hatiye revandin, herçiqas
ku dûrî reyalîteyê ye.
Lê ez dê ji bo xatirê analîzekirinê, wê
propokendayê bipejrînim.
Ku ev ne bihana çandî bûye, wê çawa yekser
hijmareke bê sînor li hev kom bibûna û têketina
nav taybetmendiyên Êzîdiyan, û dagîr bikrana,
herçiqas ku xwedî qaşo asayîş bûn, û nemaze xwe
li tiştên pir pîroz girtin.
Çawe ku malbatek tenê bûye, wê ew bobelat bi cih
banîne. Bê guman ew hizrê ku xwe li ramanê min
dipêçe, û vê bûyerê şîrove dike, ku pişgiriya
gelek kes, malbat, êl, û yên xwedî peyvên werimî,
roleke mezin dilîst û xemsariyek matmayî ji hêla
desthilatdaran ve çê bû.
Belê ew bûyera ku li Şêxan rûda, teqez ew ne
dabaşa revandina keçekê bû, û heger ew bûyera wê
keçikê rû ne daye, wê teqez carnin din jî xefk
li ber Êzîdyan vedane. Tu kes ji Êzîdiyan bê
qurban ne maye û çend qewl, û çend nedir li meha
04, 03an dane, û piştî wê rojê û pêve, gihan
ermancên xwe. Lê mixabin ew xewn jî, xudanê xwe
xapandin, ew xewnên ku Êzîdî bi hezarên salan li
bendê westiya bûn û dema gihan qonaxa reyalîteyê
bi gelemperî berûvajî hêviyên wekheviyê bûm .
Me ne dixwest rastiya xwe bibînin, herçiqas ku
pêşberî me ve dihat, û em jê direviyan.
Belê em li Şêxan pêrgî azadiyê bûn, em vexwendî
dîlana azadiyê kirin, û çend xelatên cangoriyê,
li me vegerandin, gulên sor, ku bihna barûdê ji
wan tê, diyarî me kirin, û çend wêne, bi ximava
reş û sor li ser dîwarên perestgehên me, nîgar
kirin, û çend fîşekên serxwebûnê, di ser serê
simbolên me ve avêtin.
Bê guman ev bûyer signaleke kevneperstî,
regezperestî, metirsî, û xwedîtina yekalî, li
ser asta Olî, ji Êzîdiyan re tê xwiya kirin, û
di wê kêlîkê de jî, ne ji bo berjewendiyên
birayên me î Misilman î Kurd ne.
19, 02, 07an min di nûçeyên Aljazîra de, dît ku
keçikek bi navê „Sabrîn Alcenabî“ ji hêla hinek
asayîşan ve, hatibû revandin, û li wir tecawizî
wê kiribûn,. Ev nûçe, wê keçikê bi wêne û
xeberdana xwe ji Aljazîrê re ragihand, ta radeya
ku wê ji hêrzên rondikên xemgîniyê û girî,
nikarîbû xeberdana xwe bi dawî bîne, (zelalkirinek
pêwist, Sabrîn Alcenabî, ne ew keçika ku ji hêla
qaşo du xortên Êzîdî ve hatibû revandin, çiku ew
keçik di wê rojê de hatibû kujtin)
Lê ka me tu leheng ne dîtin, piştî revandin û bê
rêziya bê sînor, me tu şewtandin ne dîtin, me tu
vejenînên hovane mîna yên Şêxan, ne dîtin.
Pêdiviye tu kes bawer neke, ku ew bûyera Şêxan,
tenê ji bo xatirê namûsê rûda. Ew proseza ku li
Şêxan tevlîhev bû, li ser destên parek ji
paşgirên berhingariya Olî, û ew kiryarên wan ji
rewanbêjiyê û wêdetir bûn, ew çeteya ji şer, gef,
û xwînê hatibû avakirin, û xwe wek efsan û
parastmendên Olî binav kirin, û comerdiya
baroveyên xwe li ser wan de weşandin, ne tenê ji
bo xatirê navê malbatê bû.
Aya tê wê wateyê ku ji bo revandina keçikeke
Misilman, bibe sedemên binpêkirina pîroziyên Olî,
li ser destê birayên wan î kurd ?
Aya tê wê wateyê, ku revandina keçikeke Misilman,
ji hêla „tenê“ du xortên Êzîdî, bibe sedemên
tolhildana ji navenda Laliş ya fermî ?
Aya tê wê wateyê, ku kesên wek Babê Şêx, ku
simboleke giranbuha ye ji bo Êzîdiyan,
berpirsyarê du xortên Êzîdî bibînin ?
Aya tê wê wateyê, ku kesên wek Mîr Tehsîn Sehîd
beg, bikin berpirsyarê du xortên Êzîdî ? Û bi
rengekî hovane, û bi bişgiriya hinek Kurdistanên
xwedî biryar, xwedî qaşo asayîş, xwedî maf,
berpirsyarên Kurdên xwe î resen, serû-binî hev
bikin ?
Ew tiştê ji min re balkêş, metirsî û xemgîn bû,
û helçûneke deronî bi meriv re çê dike, ku meriv
bi rengekî automatîkî, dikeve dudiliya çanda
baweriyê. Berî bûyerê, berpirsyarekî mezin di wê
herêmê de, gelek asayîş agahdar kiribûn, û ji
wan re bi rengekî eşkere axivtibû, ku bûyereke
wisa wê li dar bikeve. Lê kî dizane ka wê demê
dûvelankên desthilatdariyê, bi kîjan projeyên
avakirina peykelan ve mijûl bûn, bi kîjan
projeyên avakirina supermarktên herêma xwe ve
mijûl bûn, bi kîjan cadeyên ku ji malê ta
parlemant ve mijûl bûn, û bi kîjan rêklamên mîna
rêklama LG ve mijûl bûn.
Kanî ew asayîşa Kurdên ku birêz Meshûd Berzanî
wan Kurdtrîn ji Kurdan dibîne.
Kanî ew asayîşa perestgehên kurdtrînên wan ,
mîna asayîşa kolanên Kerkûkê, ku bi yek
bihîstokê/telefonê bibhîzin ku dengek li wir
hat, wê dinavbera çend xulekan de, bi tevayî
dorpêrç bikin, û firîna balindeyekî qedexe bikin,
û bi hezaran pêşmerge li hev kom bikin.
Kanîn hûn dema dagîrkerên malên xwedê, ku ta vê
kêlîkê, Êzîdiyan navê xwedê bi Kurdî parastin, û
dagîrkeran di bûyerê de digotin, em in,
desthilatdar, em in asayîş, em in berpirsyar, em
in xwedê, serok, û xwedî biryar. Hûn li kuderê
bûn?
Lê vê carê ew soz û peyman bi ximava bêbextiyê,
di rûpelên zagonan de, ji komelgeha me re, hevok
li dûv hevok hate şîrove kirin.
Ew bihana çandî, ew bihana hovane, bihana
kevneperest, bihana bi peyman û pilanên xwedê
dizane beriya çend rojan, mehan, salan ku di
ramanê wan de hatibû çespandin, gelek peyv û
sozên di nav peqpeqonkên avê de eşkere bûn û bi
ser ketin.
Serencama bûyerê
Ez bawer nakim ku êdî cîhana piştrastiyê li ba
Êzîdiyan, li ser asta hevjînbûnê, pêşkeve û
zengîntir bibe. Ji bilî vê bûyerê ve jî,
pirsgirêkên Êzîdiyan li wir bê hejmarin, hinek
malbat ta niha bê aletrîkin, û ta radeya ku di
dibistanan de mase û kursî peyda nabin, ta ku
şagirt waneyên xwe bi rêk-û pêk ve bibin. Lê li
herêmên di her tişt pêş dikeve, li ser asta
abûrî û, û û …..
Ez bawer nakim ku piraniya komelgeha me, bi çend
hevokan, bi çend drûşman, bi pesindanên
Kurd-resenî, û çend serî-mezinkirinên „hebûna
reseniyê hebûna Kurdewariyê ye“ di nav çend
wênegiran de, li gel berpirsyaran ve, bi
diyarkirina perçeyek ji tîpa maf wergirtinê,
bêne xapandin.
Ez bawer nakim ku hisabê derziya tevzînok û sûkê
li hev derkeve.
Xwedê tenê dizane ka çend bîranîn li ba Êzîdiyan,
bi hestbirîndarkirinê av dan, û çend birînên
qamûş girtî, dîsa vekirin.
Xwedê tenê dizane ka komelgeha Êzîdiyan çend
qîrînên waweyîlê, spartin hêviyên windayî, û
çend hêvî hatine bidarvekirin.
Xwedê tenê dizane paş vê bûyerê çend ked û çend
golên xwêdanê, bi hinek xalên poşmaniyê ve
hatine girêdan, û çend xelekên matmayînê, bi
alîkariya belgeyên darîçav, ketin destê wan.
Vê carê, qurbanên bihana çandî, ew xort û ew
keçik bû.
Lê em dê li benda demê bimînin, û pêşeroj wê ji
re bibêj, ka kî wê bibe tovê çandinînê û bibe
qurbanê bihana çandî….
Elmanya 22, 02, 07
|