|
Nameyek di ser
Oqyanûsan re
Cankurd
Gulêcan, hey Gulêcan
Dermanê dil û can…
Ez bi çavan li te guhdariyê dikim
Bi guhan te dibînim
Bi dilê xwe lêvên te yên curî diramûsim…
…û bi hişê xwe yê hezarsalî
ji rêya te ya lîsk û dîlanan
histiriyan hildikim
kevir û tozê vedimalim
û di ber pesindana te re…
Ez dinalim…ez dinalim. Gulêcan, hey Gulêcan…
Ma Ez te û zireyê pan û fireh bidim ber hev,
ne tu ji wê bi pêltir î?
Ez te û pilingên Asiya bidim ber hev?
ne tu ji pilingan bi hêztir î…?
Ez te û stêrka sibê bidim ber hev?
ne tu ji wê balatir û geştir î…?
Ez wilo nakim
û dema xwe bi pîvan û jimaryariyê winda nakim
Ez Şakespeare û Goethe li xwe hişyar nakim
Cezîrî û Ehmedê Xanî bi rewşt û pêjiniyên xwe
gêro nakim…
Ezê tenha du rêzikên evîndariyê
Bi Kurmanciyek çiyayî
li ser sîng û berê te,
li ser birhên te yên kevanî
û li ser lêvên te yên ji gupikên henarê
rengvedane…
di deftera pesindana te de binivîsim
bila ew bigere bi sedan sal
li ser lêvên dengbêjê Kurdistan…
Gulêcan, hey Gulêcan…
Dermanê dil û can.
Rêya di navbera me de
tijî ye bi berma ya çerx û deman
Bi cengên gelan
û bi xewn û pêjiniyan…
Wan mirovên di navbera me de,
Wan dil bi dexsîn û nezanan
milgiranin bi nevîn û gumanan…
De were ba min
Ho dîlbera min
…û nehêle ez niha jî li ser reşiya jînê
binivîsim.
Gulêcan, Gulêcan
dermanê dil û can…
|