PIRS :
ez pêşwaziya te dikim , û kêfxweşim ku ez
hevpeyvînek dirêj bi tere bikm , pirsa minî
yekemîn eve , Zagros kiye û kengî derbasî
cîhana nivîsandinê bûye .
ZAGROS:
ji bilî şêlûpêla qederê tiştekî min tune ye
,cîhana ku ez jê hatime tune ye , dîroka
ku min jê destpêkiriya tune ye .
ev tiştê ku tu jêre dibêje Zagros , wek
zarokekî gundî bêyî wî bi darê zorê ew anîn
hebûnê , xweda ez afirandim bê ku raya min
bistîne , ku xweda ji min bipirsiya , min
xwe ne davêtê jibo min çêke , ez jidaykbûm
birîndar di hebûn û nasnama xwe de , vêca
taya nivîsandinê bi min ket , min bi
abêceya ( elifebêtika ) xeyal a bê ziman, li
qiraxa hestê xwe dest bi nivîsandinê kir
berya ku ez fêrî ziman bibim , piştî vê yekê
nivîsandina li ser xeyalê min zîvirî
qonaxek din , jibo bi xweliya darikê şewitî
li ser dîwarê male ê bi kilsê û hejariyê
seyandîbûn ez binivîsim , dayika min bi min
re de xeyidî jibo wan xêzikê ku kilsa dîwarê
mala wê reşdikirin , ez çûm dibistanê li wê
derê tiştin nûh bo min xuyakirin navê wan
pênus û dafêr , bi pênusa xweyî darikî a ku
min serê wê bi guzanê Kevin tujdikir , li
ser dafêra xweyî a ku temenê wê 1 L.S bû ,
min gelek tiştê di hayê xwe de dinivîsandin,
piraniya wan jibo jiyana sewalê gund bûn ,
bi vî hawî rojekê hevalekê di zanîngehê de
ez mujde kirim , ku wê mijarek min pêyî min
weşandiye bi navekî veşartî di kovarek
filestînî de , ev di destbêka sala heştê
de bû ji sedsala rabirdû de , piştî min
xwendina xwe bi dumahîkir , min dest bi
nivîsandinê kir di çapemeniyê filestînî û ê
kurdistana başur de , hêviya min ew bû ku
ez rojekê karibim berhmê xwe ê ku betilîbûn
ji toza li ser wan kom bibû di pirtukxana
min de çapbikim,lê hêviya min nehat , dema
ku serhildana 12 adarê hat , dayika min jibo
min tirsiya rabû karê minî bêtirî 20 sala
şewitand û li ber ba çû , ziyaniyeke mirov
bi çi şêweyî be nikare wê vegerîne , ez bê
hêvî mam û min biryar da ku durî pênusê
bikevim , lê dîsa ew li min vegeriya , ez
mijarê xwe di malpera de di weşînim û yek
carna di rojnamê kurdî de , vê carê ku her
berhemekî xwe ez bi dumahî dikim ez wî di
şewitînim , jibo ez nivîsandina xwe ji êşa
bendewariyê biflitînim
PIRS :
jibo çi tu derbasî gastîna nivîsandina çand
û siyasetê bû ye
ZAGROS:jibo
ez di tora siyasetmedaran û rewşenbîran wer
ne bim , ê min berekî taybet bo min heye ,
ku babet siyasî be an rewşenbêrî be ,şeytanê
minî hundurû jibo min babetê tîne û dide
min , çi helbest be çi mijar be , ê ku
dinivîsîne ne ezim , belê ew şeytanê minî
diruniye ê ku di giyanê min de rûniştiye ,
di zarokiya min de wî ez dinivîsandim û hîn
ew min dinivîsîne , ez û wî li hevin û ez
pêre kêfxweşim û min xwe sipartiye wî ,
çimkî ew pêbilya yê perwerdekirina mirova
ye, hêviya wî ku gerdon bê guhertin û
firehiyek di wêde peyda bibe jibo xweşiya
mirovatiyê , şeytanê min azadiyê li ser lêva
kola dinivîse , şahiyê li ser dilê xembar ,
dildariyê dinivîse jibo mirov bîra regezê
xwe bibe , rewşa miletekî ku deriya êşa
hilgirtiye dinivîse , siyasetê dinivîse jibo
poxê siyasetmedaran der xe û riya wanî xwar
rast bike , piştî ku şeytan dinivîse , ez
berhemên wî ji xwe re dişînim , jibo sibeha
di çend malpera de ez wan weşandî bibînim
PIRS :
tu ji kîjan malpera hezdike û jibo çi te ji
wan pêve ne hilbijartin
ZAGROS:kêm
kêm ez serdana malpera dikim , çimkî ji bilî
yek carna ew tiştekî ku ez nizanibim nadin
min, tev wilo hinek malperê kurdî û erebî
hene ez ji wan hezdikim û navê wan bo te
nabêjim , jibo nebe reklam ji van malpera re
PIRS:tu
helbestê xwe bi kurdî û erebî dinivîsîne ,
te serbûriya nivîsandina helbestê bi dû
zimana çilo dibîne ,û tu jibo kê helbesta
xwe dinivîse .
ZAGROS :li
gorî rewşa em têde ,piraniya çanda ku bi
dest min ket çanda erebî bû , a ku bi darê
zorê hiş û zimanê min dagir kiriye , jibo
wilo min bêtirî 20 sala bi zimanê erebî di
nivîsand , min tiştek bo zimanê xweyî
zikmakî ê kurdî nizanîbû , ji bilî zimanê
rojane ê kolanê , lê ta ev zimanê rojane
jî qurmiçî û nema mezinbû , dema temenê
min bû 6 sal û derbasî dibistanê bûm , mîna
hemo zarokê kurda ez çûme dibistanê , jibo
ez rewşek kelovajî bibînim , jêre dibêjin
feleqe (lêdana şiva li paniya lingê mirov )
jibo her zarokê ku bi zimanê xweyî zikmakî
bi peyive ,yê ku me ji bilî wî nizanîbû bi
tu zimana bi axivin , di gel feleqê de
êşek dijwartir hebû dema wan bi darê zorê
barê zimanekî dîtir davêtin ser milê me
, ew zimanê ku me tiştek jê nizanîbû , jibo
wilo bi zimanê kurdî ez ne xwende derketim ,
min nikarîbû bi kurdî ne bixwînim ne
binivîsim , lê dilê min pir hebû ku ez fêrî
zimanê xweyî şêrîn bibim , jibo ez karibim
bi wî binivîsim wek ku ez di karim bi zimanê
erebî binivîsim , lê dibin nîrê ku di wî de
şerê zimanê kurdî dikin ,û wî bi şêweyekî
fermî qedexe dikin di hêla fêrbûn û medya û
çapemenî de, ew nahêlin ku mirov fêrî zimanê
kurdî bibe li dibistanê sîvîl ,van nîrê
xerab nehiştin ku ez daxwaza xwe pêkbînim
jibo fêrî zimanê xwe bibim , ta ku di dawî
de û bi derengî hêviya min bicîbû de sala
2006 n de ez derbasî xula fêrbûna zimanê
kurdî bûme bi şêweyekî veşartî , bi saya
mamosetê hêja arşekê baravî , min dest bi
xwendin û nivîsandina kurdî kir , ez pir
kêfxweşbûm ku ez bi zimanê kurdî bûme xwende
, wek mirovekî ku ji nûvre ji nexwendinê
rizgar bûye , ji min werê ku ez fêrî ziman
bibim di warê nivîsandin û xwendinê de besî
mine jibo ez karibim bi kurdî helbesta bi
hunim û wêjan bi karbînim , lê serê min li
dîwarekî stur ket , ez bi erebî mijûl di bûm
û min bi kurdî dinivîsand , jibo wilo tişit
li himber min nediyar û şêlûpêl dibûn , vêca
nivîsandina minî kurdî derdiket holê wek
wergerandinek herî pîs ji zimanê erebî , min
di helbest û mijarê xweyî kurdî de hay û
hest û can û raman kurdî ne di dît , ew
nivîsandina hesane û xuristî ku dabêja
toreyî û wêjeyî a li xurû kurdî be min
peyda nekir , ev merc giringin jibo bi
serketina çi berhemê wêjayî be, de ka ezê
çilo can û ramanê xwe bi kurdî bêjim ezê
çilo hestê xwe kurdî li xurû derînim ,wek
helbest û torîn ,çilo ezê hiş û bîr û pênusa
xwe bikim kurdî , ta ku ramana xwe rizgar
bikm ji bandora zimanekî ku30 salî ez dagir
kiribûm , bi wî zimanî min bi seda deqê
erebî xwendin û nivîsandin û bihîstin , min
pirtukê pirtukxana Al esed û ya Kolîja
toreyî di xwarin , û himberî wan min deqekî
kurdî bi xweşkayî ne dîtiye û ne bîna ye, ji
pêvî ew tiştên ku di bîr û baweriya minî
serete de mabûn ê ku min bê hemdî xwe ji
devê gundiya girtibûn, ev rakişandinek mezin
bû li himber min derket , min jî piryar de
ku ez giyanê xweyî kurdî vegerînim jibo ez
karibim wêjaya kurdî li xuru binivîsim , di
demekî kurt de , bi dest min ket ku ez
karibim deqê kurdî ê ku xwêner ji wan
razîbin pêşkêş bikim, jibo îro helbestê min
dakevin pêşberkê mihrecana helbesta kurdî û
di kovar û malpera de bi weşin , serburiyek
bêbevile û rinde û bi êşe ku mirov dû zimana
xwedî bike , çimkî mirov dû cîhana himber
hevdike , lê mirov li gorî reweştiya xwe
diçe , û li cîhana ku ji malzaroka wê der
bûye vedgere, peyva min jibo tîpa T ya
mê ye a bi tebat û a bê tebat û jibo koma
nêra ê durust û ne durust, û berya gişa jibo
Zagros ez dinivîsînim
PIRS :
di warê piroseya çandê de , tu rewşa
rewşenbîrê kurd li suriyê,di vê qonaxê de
çawa di bîne
ZAGROS:rewşa
wan ji rewşa xelkê ye , her tişt seroqunkî
bûye û berqoqanî diçe , rewşenbîr stembarin
ji aliyê rêcima desthilatdar û civakê û
siyasetmedara ve , dema ku jan bela dibe
,tu kesî berna de , rewşenbîr li suriyê
çi kurd çi ereb be , nema rewşenbîrin , ew
jî mîna xelkê ketine bin bandora fakterê
paşketinê û nizaniyê û sertbûnê û çwetitiyê
,ew nîrê ku zorê li mirov dikin , wêneya
mirovatiya xelkê xerakir , jibo wilo nema tu
kes di kare bi rola xwe rabe , di vî warî de
rewşenbîr ne tiştekî ewarte ye wî jî rola
xwe winda kiriye , nivîskar pirin lê
rewşenbîr nînin , ez ne rewşenbîrim û ne tu
û ne xwêner , dayika min bi tenha rewşenbîre
, çimkî ew ne xwende ye , nizanim çima di vê
navê re rehmetiyê E.A. ELkewakibî hat bîra
min .
PIRS :
di raya te de , kurdê bin xetê ê ku nasnama
suriyê ji wan hatiye stendin û ji mafê
hevwelatiya mane bêpar, gelo wê nasnama
suriyê bi dest wan bikeve û li wan vegere ,
an wê bendewarê vî mafî bin , çend sal an
çend sedsalê dîtir .
ZAGROS:te
di qirdê min yo ,ez ne berpirsyarê hikumetê
me , û ne lîderekî siyasî me , jibo tu vê
pirsê ji min bike , ev pirs ji xwedî biryar
dibin , tev wilo li gorî raya minî kesayetî
, her tişt bi paşde vedgere , jibo wilo ez
gûman nakim ku doseya van rebenê bê nasname
çareser bikin .
PIRS:di
havîna burî de me gelek mijar xwendin ,jibo
rewşa rêxistina siyasî a kurdî li suriyê , a
herî balkêş bi navê Z. Osman bû , başe tu
rexnê siyasî di hêla tevgera kurdî de çawa
dibî ne
ZAGROS:gelek
caran rexnê siyasî dibin, jibo zaro heyfa
ji hevdû hilînin , heyfê kesayetî an ê
altaxî an ê partîtiçiyê , wekî din jibo
tomar kirina helwesta , ta ku mirov hevalê
xwe li aliyê dîtir birîn û pîsbike, û jibo
gotina lihev vegerînin , jibo wilo rexne
karmendiya xwe yî serete winda dike ,qaşo
jibo xêzka xwar rast bike, û şaşityê durust
bike , çimkî sîstematîka zanyarî a rast li
cem me peyda nebûye ta ku di rexna de mirov
bi karbîne , mijra min balkêş bû û ciyê
hirmetê bû , jiber min di wê de berê xwe
neda tu partiya an lîdera an kesa jibo ez
wan birîn bikim , belê min hewldan dikir
ku rewşa çivaka kurdî û tevgera wê a siyasî
bi şêweyekî zanistî bê alî enalayz û şîrove
bikim , armanca min jibo em şaşityê
siyasetmedarê kurda diyar bikin û sedema ku
wan di şaşityê wer dike nasbikin , jibo
mirov karibe kuka şaşityê çareser bike .
PIRS :li
gorî dîtina te , ti aso ji te ve xuya ne
jibo yekitiya tevgera kurdî li suriyê .
ZAGROS :
yek carî aso jibo vê hêviyê nema ye , nej
berjewendiyê kesê ku di partiyê kurdî de
destdirêjin jibo berê xwe bidin asoyê
yekitiyê , ew di karin bikin , lê tu cara vê
yekê nakin .
PIRS:piştî
derketina biryara 49 n a ku di civaka kurdê
suriyê de ,erd hejand , te dîmenê siyasî ê
kurdî çawa dît , gelo perseva karê partiya
gihişt asta berpirsyariyê .
ZAGROS:vî
biryarî barê hevwelatya giran kir , çimkî ew
kar û çalekiyê beşekî aburî giring qedex
dike li devera ku biryar ew nişan kiriye
jibo lê bicî bibe , bazirganiya erda ê jibo
çandiniyê an yên jibo avakirina mal û dikana
karekî aburî serete ye , jibo hevwelatiyê
kurd û ereb ê ku ferzendê kar bi dest geleka
ji wan diket di riya vî beşê aburî re , û
her weha ji vî alî de barê hikumetê sivik
dikir jibo ferzendê kar ji bêkara re peyda
bike , û ji aliyekî din ve ,ji dûv van
çalekiyê aburî gelek pere dihatin qasa
dewletê wek perê paç û qoçan û deramet ,
lewra ziyanî li hemî aliya bûye , lê jibo
kurda ziyanî dûbare ye , vî biryarî
hevwelatiyê kurd gihand birayê wî ê
bênasname , wan dset û lingê mirovê kurd
girêdan û çavê wî girtin , û jêre gotin de
karê xwe bike.
partiyê kurda kar nakin ta ku bûyer bibe ,
jibo wilo ew ne amede ne ku pilana jibo
bûyera peyda bikin , ku bûyer çêdibe partîçî
neçarin ku tiştekî bikin vêca jêhatî dibin û
pîlanekê di wê kêlîkê de datînin bi
şêweyekî çeqoberî , armancê xwe bêknay ne ,
belê encama wê kelovajî dertê , bi vî şêweyî
patrîçiya biryara 49 n çareser kirin , me tu
alî himber bûyerê nedît , tev ku em rûmetê
didin ew aliyên ku rabûn bi şêweyekî aştyane
biryar pirotesto kirin , tevgera kurdî fêr
nebû ji pûyerê berê , jibo kongrisê kurdî
damezrîne û senterê lêkolîn û xwendina ava
bike, di hêla polîtîk û stratîjîk de , ta ku
karbie aynde parzûn bike , û salox û nuçeya
jê bikşîne û bide serokatiya kurda , jibo
karibe li bûyrê gûman bike berya ku bibe ,
ta ku ji wêre amede be , ramyariya siyasî a
kurdî hîn ne giya ye, jibo wilo me bîr
nebiriye ser giringiya zanyariya ayinde ,
lêkolîner û zanyar û remyarê kurd hene , lê
siyasetmedar hayjênekirin , ez bêhêvî me
bigiştî rewş xera be .
PIRS :
wek mirov di zane her kurdek li suriyê
piştgiriyê dide partiyekê , eger ev ne
nehêne be, tu dilxwazê kîjan partiyê ye.
ZAGROS :kuro
îro çi bi te hatiye jibo wek vê pirsê tu
bipirse , xem nîne , min partiya kerê rast
yên orte damezrand , lê ciwamêrekî xwe di
ber min rakir û di ciyê sekretêr de rûnişt û
ranebû , jibo wilo ez ji partiyê ve kişyam ,
ta ku yekitiya kera biparêzim .
PIRS :
mijra te jibo Mereh Buqaî M.B , di hêla
rewşenbîrê kurd û ereb de , firtone rakir ,
her weha di hêla medya de vedeng jibo vê
mijarê pir fireh bû bi şîweyekî nayê
salixdan , ji bilî xwetêwerkirin bi gotinê
re a te bikar anî , çiyî nûh te di vê miarê
de gotibû , ta ku wilo balkêş be , ev
serburî çawa hat dema ku te gotin di deqekî
werkir , canê wî helbest bû ,û gewdê wî
wêjan bû , û kirasê wî pîtolî bû , gelo
pirojeyê çand di neqeba te û M.B wê hebin.
ZAGROS:
xoşewîstê min , nivîsandin dû astê wê hene ,
asta dûdiyan karê hosta ye , bi rotîna hojîn
şiyatokî dikin, û bi kevneşop dipêçin ,û bi
mejiyê şeytanekî nehtoriyê jêre dikin , jibo
hacetê xwe ji terqi reqa destekên wêjeyî ê
nûjen di tirsin , lewra deq di vê astê de
çiqasî çeleng be neqşê wî zivir û beloqî
dimînin , ez naxwazim di vê astê de bimînim
, vêca asta yekemîn ew asta nepen û nediyare
a ku şeytanê gûmana dûrtir têde winda bûye ,
ev asta hanê seyrangeha mine , di wêde
cenawerekî zimanî har mexel hatiye , dev
li min dike û ez dev lê dikim , em bi navê
dileyizin ta ku her yek ji me di
bînçikandina xwe werdibe , ez bêhiş dibim ,
di pey re şiyar dibim jibo ez li dora xwe
bibînim nivîsandinê kurdî û erebî li ser
pela belawela bûye , nayê bîra min ku ez
mijûlî wan bû me an min ew nivîsandine , lê
ez zanim ku xêzik xêzka destê mine , ev
mozayîka bêcir a ku ji dibistana baweriya
veşartî revya ye ,ez wê dicvînim , dema wê
dixwînim berya teva matmayî dibim , bi
gûmanim ku cin ji min re dinivîsin .
Jibo M.B ,her ku ez helbestek wê dixwînim ,pêlek
karebayî cenawer û har min kontak dike û min
davêje cîhanên wêyî dûr, û biroskek nepen
min di guheze pişta asta yekemîn a nediyar ,
jibo rû bi rû li himber şeytanê gûmana
mezintirîn ez rawestim , li wê derê ziman
çariya xwe davêje û ji fediyê rizgar dibe ,
jibo min xwe tazî dike wek cadu û dabêj ,
vêca dema şeytanê min jibo M.B nivîsand
firtona gengeşe rabû , wekî din M.B
perefîsore û ji kumçika antilcînisya erebî
ye, jibo lêborîn vekiriye be ser aliyê dîtir
ve yên netewî û siyasî û şehristanî , û
ekadîmîyek bilinde li zanîngehê waşington
ne, ev ji bilî helbestê wê yên çeleng ê ku
mirov di nûjeniya wan de taybetmendiyê dibî
ne ,di van helbesta de felsefa M.B jibo
jiyanê xuya dike , perefîsorek wisa
giranbuha ciyê wê di qada torîn û wêjan û
siyasetê de herî bilinde , ku min destê xwe
têdakir bi zimanekî fantazya li xurû û tazî
û berdayî , ji aliyê min de ev têwerbûnek
herî bi çeger û bê serî bû ,çimkî min serî
ji goteyên xwe re berdabû , jibo wilo hinek
behetîn an veciniqîn an mujde bûn , kesekî
gûman nekir ku ez xwe di M.B re derxim û wê
bînim ser ziman bi vî şêweyî bejî û kuvî ,
ev sedem bûn ku mijara min jibo M.B evqasî
balkêşbû , û gelek gûman û piropogend bi bûv
min û M.B vekirin, ku ev mijar jibo henekî
din ba wê kêmî wilo qerebalex bi bûv keta ,
a giring mijara min erd hejand û di vê
têwerbûnê de , raste ku çend şofînist û
nijadperest ê paşketî bûn dijmnê min , lê
ez bi serketim dema ku M.B ramana xwe
diyarî min kir û ev tiştkî ku bi dest
herkesî nakeve .
ti kar di navbira min û wê de nîne , em
nerînê xwe bi hevdu re di guherin , de
ayinde de hebe ku ez li gorî daxwza wê
helbestê wê wergerînim kurdî
Di vî warî de daxuyaniyek min heye , dema ku
min mijara xwe bo M.B weşand , min û wê bi
hevdû nizanîbûn , ji bilî riya medya re ,
wek ku mirov tevde hevdû nasdikin , wate
têkilyê zindî û pêwendî di neqeba me de tune
bûn , ew li waşington ne û ez li qamişlo me
, min jiber xwe ve bo wê nivîsand bê ku kes
ji min re bêje , bawer nakim ku M.B pêwîstî
tiştê wilo be , ew bi asta xweyî zanyarî û
torînî beloye di gastîna cîhanî û erebî de ,
kenalê esmanî lê digerin jibo li wan bibe
mêvan wek T.V Rûsya û B.B.C û TV-
FRANCE24 û V.O.A beşê farisî , vêça jibo çi
kirî ew van riyên çwet big re , ev kar ê
lewasê biçukin , em çi bikin çivaka me wilo
ye ciyê qerwelek û piropogenda ye .
PIRS:hinek
ji rewşenbîrê kurda li emerîka dilmaniya xwe
ji te kirin , çimkî te di mijara xwe de
gotibû em kurd bûne peyî M.B , wan di xwest
ku te darêjek din bida gotina xwe ji bilî
darêja komê a te da dabû wê goteyê
ZAGROS:
raste jibo wilo ew bi min re şitexilîn , min
bo wan mebesta xwe jibo peyv û wateya peye
da xuyanê , min ne got kurd bi tevayî bûne
peyê M.B lê dabêj wesa hat wek mînak ,bi
dehan rewşenbîrê kurd hene ê ku dilxwazê M.B
ne di hêla çand û raman û polîtîk de ,
mirovê kurd rûmetê digre jibo aliyê dîtir ê
ku piştgiriyê dide pirsgirêka kurdî ,
vêca ku ê dîtir yek weke M.B be a ku bi
meznahiya xwe ciyekî bilind distîne di
navbira bijartê erebî de û li her devera
navdare , pêwîste ku mirov bejna xw jêre bi
tewîne , ji vê hêlê gotina min wisa bi kar
hat , ew perefîsore û helbestvanek di ser
xwere ye û di qada medya de perefîşonale ,
vêca çi pêve heye ku şagirtî bibe peyê
mamostê xwe ,ev nabe kêmanî belê qenciye ,
mebesta gotina min wilo bû , goteya peye a
li xuru tê naskirin wek ku mirov xwe bike
zilamê kesekî û xwe jêre daxe û wî pîroz
bike, lê mebesta min dûrî vê yekê bû ,
ramana M.B ji kuka xwede rabû ye li ser
bingeha azadî û srexwebûn û hevwelatiyê , lê
babet jibo xortê me nediyar bû , piştî ku
min raya xwe bo wan da xuyanê razîbûn û
rêzdarî bêtir dan xanim M.B .
PIRS:tu
wateyê van goteya çilo dibîne
ZAGROS:
Dîmokrasî
: min ew ne dîtiye ne bînaye ne destê dayê
ne xwariye ne vexwariye ne kuta yê , jibo
wilo tu wata jêre li ba min nîne , tiştê ku
wêneya wî di hayê min de tune be wê ew jî bê
wate be
Zelalbûn
: gerek tu mêr be jibo ti kêmasiyê xwe diyar
bike , berya ku tu ji xelkê bixawze ku li
ber te xwe tazî bikin
Diyalog
: diyalog bi zimanê erebî dibe tebaşor û
çavê reş û çêlîka deva , ku tu ciyê E – I –
U di goteya diyalog bi erebî bi guhere wê
gelek wateya bide , yek ji wan mirov xwe pê
nasdike ku ew ji kur amê xweyî meymona
cihêwaz bûye û nema pêwîstî qeramuşk û penca
dibe jibo danûstndinê bi curê xwere bike ,
qaşo hiş û ziman li cem te peydabûne , gerek
tu zanibe ku xweda zimanekî dirêj da te jibo
ti wî bikar bîne di warê çareserkirina
aloziya di neqeba te û xelkê de, ne jibo bi
wî zimanê tu xûna wan balêse
Mafê mirova
: bi soz ku kengî min xwe dît ez bûme mirov
ezê bersevê bidme te , piştî temenekî dirêj
.
Ray û raya ê dîtir
: hahew her ji kenala Alcezîre bipirs
Hevgirtin
: tovê xêrê ye û tovê şer re , herdû jî di
pirêza siyasî a kurdî peyda nabin û kirîna
wê ji derve qedexeye
Yekbûn
: te go çi bavê mino , yek çi canê mino ,
jiber ku ev gotin gelekî tê ser ziman madê
min jê xeliya , jibre ku bazirganiyê bi
wateyê wêyî xweşik dikin ew xerakirin,
serburiyek min bi tenha bi yekbûnê re heye ,
dema ku ez û yara xwe dibin yek ,50 î bumbe
ê otonomî di dilê min de kom dibin , wata vê
jî dibe ku ez xurtim û bi sawim , ev jî têra
min dike jibo xelk rumetê bidine min .
PIRS:helbestvnê
nûjen xwe dispêrin afsane û wê bikar tînin
jibo hunandina helbestên xwe , jibo çi
helbestvnê amûdî pala xwe didin a şermola û
bi ser de digrîn .
ZAGROS:bîr
û baweriya tevahî dibîne ku bajarek ji girê
şermola çêbûye , ev tiştekî raste ne efsane
ye , lê bûyerê li ser zimanê xelkê me nifş
bi nifş berê xwe da efsane û destane , babet
nîşanek dîrokiye bi afirandin û şiyarbûn û
berxwedan û berdewamê ve girêdayî ye , tev
bobelatê ku bi ser bajar û şermola de hatine
, lê herdû man , ev jî tê bi wata vîn û hêz
jibo mabûna bajar , di vir de helbestvan
hatin û şermola kirin efsane , çimkî bezima
wê ya taybet di hay û hestê wan de heye ,
nemz ku goristana amûdê li tenişta şermola
ye , di goristanê de gwedê zarokê ê
qurbaniyê sînema şewitî hene vê bobelatê
pencemora xwe di baweriya amûdê de zindî
hiştiye , jibo nîşanek din bavêje ser nîşanê
şermola vê carê kul û derd û tirajîdya têde
heye , amûdê dîroka şermloa ye û şermola
dîroka amûdê ye .
PIRS:tu
çawa amûdê dixwîne ji hêla
ZAGROS:
tore
: Pirbûnek bêyî ku kes bikire
siyaset
: li bazara Şemê heye , lê ez jê
nakirim ji tirsa gurîbûnê ji kincên
kevn .
huner
: min tiştek nedîtiye ji pêvî hunera
pêkenînê , û dîmenê telefonê mobayl, û
opêra qazîmazî .
mirov
: li ku derê be , ew lawirekî bizdoke .
dînbûn
: rastî di kirasê xweyî herî xweşik de ye
PIRS :
biburîne min li ser te dirêj kir … gotina
dumahî a te çiye
ZAGROS :
piştî van pirsa gişa derewek di turikê
min de nema ye ku ez biservekim
Wergerandina ji zimanê erebî : zagros osman