Hüseyin Kartal
1.
Destpêk
1.1.
Berîdema nivîs û derketina wê
1.2.
Cûrenivîs û Alfabe
2.
Pêşemîn nivîsên Kurdî
2.1.
Zaravên Kurdî û nivîs
2.2.
Wêje û pêşketina wî
3.
Wêje mîna huner
3.1.
Beriya Ehmedê Xanî
3.2.
Ehmedê Xanî
3.3.
Mane û girîngiya E. Xanî
3.3.
Piştîdema E. Xanî Wêje
4.
Nûjendem û wêje
4.1.
Wêje, nivîskarî û pirsa Kurd
4.2.
Hin bîr û pêşniyaz
5.
Encam
1. Destpêk
Mirovahî bi derketina nivîsê gavên bilind
avêt. Jiyan beriya nivîsê jî, dîroka
şaristanî bê nivîs jî, xwe berepêş kiribû.
Lê encam nedigîşt nivşên duwaroj. Kîjan
civak çi bikira, mirov dikare bêje di tariya
dîrokê de dima. Bê şik pêşveçûna mirovahî
hin çareserî anî holê ku mirov karibû ji
tiştemanên pêşecivakan li ser jiyana wan
xwedî raman bibe. Lê derketina nivîs ramanên
pêşenivşan jî, ji bo paşerojê ronî kir.
Piştî derketina nivîsê awayên bikaranîna
civakên pêşerojê gihîştin rojên paş, her
nivşe berjewendî ji serpêhatiyên(tecrube)
nivşên pêş, ji xwe re derxist û bi vî awayî
civaka tê de dijî, hîn jî, pêş ve bir.
1.1. Berîdema nivîs û derketina wê
Beriya derketina nivîsê mirov bi deng û
livnan(tevger/hereket) hevdu fam dikir. Bi
hin îşaretên livnane û dengan bi hevdu
gihîştin ji bo dema tê de mirov dikaribû
rewş bi rê ve bimeşîne. Lê gava têkiliya dan
û stan, kirîn û firotin bê nivîs gelek zor
dibû. Bê şik rê ji vî tiştî re jî, ne heta
dawî girtî bû, lê zor bû. Mirov tiştna dida
û distand; gava mirov bixwasta bihayên
tiştan bide berhev, nediviya ku mirov
bigihîşta rastiyeke mafdarî. Mînak, Inka
Vampûm[1]
(qalikên qulkirî), Aztek jî, kîpû (qurdelegirêk)
pêk tanîn, daku xwe di hejmaran de şaş nekin.
Li ba Kurdan mînakên wiha gelek zêde ne.
Kurd piştî derketina nivîsê jî, pêşxûyên(edet)
xwe bernedan; heta roja me jî, baweriya wan
bi hêza nivîsê ne xurt e. Gelek Kurdên me
hene, gava biçin ciyekî navnîşan nagrin, li
nexşê mêze nakin. Reng û bilindiya xaniyan,
firehî û dirêjiya kolanan, kendal û newalan
ji xwe re mîna rêber û bîranok digrin[2]
Nivîsa herî pêşemîn ya ideografîk[3]
e, yanî wergera dengan bi wêne. Nivîsa wêne
nikaribû pir tiştan zelal, ziman bi beşên
rêziman îfade bike. Ji bo zelalanîna hin
beşan bi ziman wêne têr nakin. Ji ber vê
yekê jî, nivîs nikaribû hertim tenê bi wêne
bimîne, pêwîst bû ku bihata pêşvebirinê.
Nivîs ji ideografîk derbasî nivîsa fonetîk
bû. Ideografîk tenê hin şeklan pêk tanî, hîn
jî, nivîsên wiha hene; mîna sînî[4].
Nivîsa fonetîk kîte û dengên biçûk jî,
dikare pêk bîne. Nivîsa pêşemîn beriya
zayînê nêzîkê 4 hezar salan[5]
hatiye dîtinê. Bi derketina nivîsê rewşa
beşeriyetê xwe guherand û dîrok hîn jî,
ronahîtir bû. Nivîs pêpelûka pêşebûyerên
dîrokî digîjîne roja me. Nivîsa pêşemîn ya
mirovahiyê bi pêş ve bir ya Sumerî ye. Piştî
wê nivîsê bingeh ji nivîsên Asûr-Babîl re jî,
çêbû. Beşek ji giringiya dîtina nivîsê jî,
nivîsa Misirê ya hîeroglîf[6]
e. Asan têgihîştin û anîna ziman rê ji
derketina nivîsa fonetîk re vekiriye. Bi hin
kêmasiyan be jî, mirov dikare bi nivîsa
fonetîk (nivîsa tîpdeng) hemû dengan bide[7].
1.2. Cûrenivîs û Alfabe
Piştî derketina tîpan[8],
di cîhanê de, li gelek ciyan cûrbecûr nivîs
pêş ve hatin. Zêdetîp bi serê xwe rê dan ku
alfabeyên fonetîk çêbibin. Alfabeyên fonetîk
ji hêla pêşketina mirovahiyê gavine mezin
bûn, ji derketina nivîsa pêşemîn ne kêmtir
bûn. Bi alfabeyên fonetîk ziman û raman pêş
ve çûn, beşên pîşeyî ji her aliyê ve bûn
nivîs. Dîroknivîs dest pê kir. Rêziman
gihîşt rêşopên bingehîn. Bûyerên devkî li
ser kevir û dîwaran, li ser çerm û kaxizan
hatin nivîsandinê. Bi vî awayî em dikarin li
ser rojên borî agahdariyên ramanî, wêjeyî,
hunerî bînin ber çavan[9].
Alfabe ji sîstema ideografîk û kîte cûdatir
e. Ber bi nivîsê ve alfabe zelal dibû.
Alfabe piranî di dema xwe ya destpêk de ji
tîpên dengdar[10]
(Konsonant) pêk dihat. Dengdar rêz dibûn,
dibûn nivîs. Dengdêr (Vokal) di dema
pêşketinê de lê zêde bûn. Sîstema kîte jî,
ne asan e, ji ber ku zor zêde îşaret pê
divên. Sîstema alfabeya kîte ji hêla
Fenîkiyan belav bûye; mixnivîs jî, bingeha
xwe jê girtiye, lê pêşketîtir e. Kîtesîstema
herî kevn ev e, 1500 sal b.z. pê hatiye
nivîsandinê. Alfabeya Etrusk-Italîk jî, ji
Latînî re bingeh daniye[11].
Îraniyên kevn 39 îşaret mîna tîp kirine
mixnivîs û mîna alfabeyê bi kar anîne. Mirov
karibûye ji îdeogram[12](nivîsandina
raman), bi asanî derbasî fonografî (nivîsandina
deng) bibe.
Sûmer pîktogram (yanî ideografî), Misir
hiyeratîk-demotîk, Asûr û Babîl mix, Hîtît
hîerografî mîna nivîs bi kar anîne[13].
Li cîhanê 2500 heta 3500 ziman hebûne û hene.
Ev hejmar hemû zimanên mirî jî, dide[14].
2. Pêşemîn nivîsên Kurdî[15]
Gava mirov li dîroka Kurdistanê mêze dike,
dibîne ku di ser re çend hezar sal derbas
bûne. Kurd, yek ji kevnegelên rojhilata
navîn in. Bê guman gelekî xwedî dîrokeke
wiha kevn wê di warê nivîsê de jî, xwe
livandibe; ji bo xwe birêvebirinê hin xet û
xêz kişandibe. Kurd, bi cûrbecûr navan
jiyane, cûrbecûr nav di nav xwe de hewandine,
dihewînin. Em dikarin bibêjin ku pêşenivşên
Kurd ne tenê bi navekî lê bi gelek navan xwe
livandine.
Li anegora lêkolînên ku em digîjinê, yanî ji
me re diyar in, nivîsên ku mirov rasterast
bide ser beşekî civakê, ser gelekî bi tena
serê xwe ji bo gelên din jî, ne pir zelal
diyar in. Hin gel xwedî li borîdemên pêş
derdikevin, xwe li ser wan, çand û dîroka
wan pahn dikin û ji hêla beşeriyetê jî, tê
pejirandinê. Mafê her netewek, her gelek
heye ku xwedî pêşeroj be û bi serbilindî
xwedî li xwe û borîdema xwe derkeve, lê vê
xwedîbûnê bi awayekî bike ku nekeve nav
beroşa nijadperestiyê. Em bi vê rewşê
binêrin, emê bikaribin bipejirînin ku
borîndem, borîndîrokeke Kurdan jî, bi çi
navî dibe bila be, hebûye; him ji hêla nivîs,
him ji hêla çand û huner. Em çend
nivîsbûyerên[16]
ku hîn bi bingehîn zelal nebûne ji rûpelên
kevn derxin, yan jî, dev ji wan berdin, emê
ji hêla wêje hin nivîs û destkevtiyan bînin
holê.
Li anegora hin Lêkolînan[17]
nivîsa pêşemîn ji hêla wêje bi zaravayê
Hewramî bi navê „Marfet-u Pîr şaleyarî“ ye.
Tê gotin ku Pîr şalyer Moxekî(rahîb)
Zerdeştî bûye. Kengê jiyaye ne diyar e.
Nivîsên wî bi awayê helbest in û li ser
zanistî, fêrbûn û nesîhet in. Dawiya her
beşî wiha tê nivîsandinê:
„Goşit ca wate-i Pîr Şalyar bo
Hoşit ca kiyasta-i dana-i Simyar bo“[18]
Bi Kurmancî:
Guh bide gotinên Pîr Şalyar
Ramanên xwe bihêle ba pêxamê zanayê Sîmyar
Tê gotin ku „Marfet-u Pîr şalyarî“ ji
Qur`anê kevintir e.
„Daran giyan-daren cerg u dil bergen
Gahê pir bergen, gahê bê bergen
Kerg ce hêlên, hêlê ce kergen
Ruwas ce ruwas, wergen ce wergen“[19]
Bi Kurmancî:
Dar bi giyan in, dil û cîger pel in
Carna pir in pel, carna bê pel in
Dîk ji hêkê ye, hêk ji dîkan
Rovî ji roviyan, gur jî, ji guran
Helbestek şînî li ser hêrîşa Ereban e. Gava
Ereb ketine Kurdistanê pir xwîn rijandine û
her derê talan kirine. Ev helbest, tê gotin
ku li ser çermek hatiye nivîsandinê, lê çerm
winda ye, nehatiyê dîtinê.
„Hurmuzgan riman, etran kujan,
Wêşan şerdewe gewrey-i gewrekan,
Zûrkar ereb kerdine xapûr,
Gina-i pale yî heta şarezûr,
şîn û kenîkan we dîl bişîna,
Mêr aza tilê we rû-i hiwîna,
Rewişt Zerduştre manewe bê-kes
Bezêka nîka Hurmuz we hüç-kes“[20]
Bi Kurmancî:
Cîpanehên hurmuz xira kirin, agirê wî
vekuştin
Xwe veşartin yên herî gewre ji gewreyan
Zorkarê Ereb kirin her ciyê wêran
Heta şarezûr gundên paleyan
Girtin hemû keç û jinan
Mêrên mêrxas man di nav xwînan
Siwarên Zerdeşt man bêkes
Hurmuz nehat rehmê li hîçkes
2.1. Zaravên[21]
Kurdî û nivîs
Zaravên Kurdî hemû nebûne zimanê wêje[22].
Hin zarav jî, dem bi dem bûne zimanê nivîs û
wêje. Piştî Hewramî ji hêla wêje zaravê herî
kevn Kurmancî ye. Mirov dikare bêje di
wêjeyê klasîk de Kurmancî zaravê herî
dewlemend e. Hemû zaravên Kurdî bi wêjeyê
devkî gelek xurt in, lê ne bi nivîs. Bi
Kurmancî wêjeyê herî kevn li anegora
zanebûna hin lêkolînvanan helbestên
Babe-raxê[23]
ji eşîra Hemzanî ne, ji sedsala 8 an mane.
Helbestvan Babe-rax di şerê li dijî Erebên
Ebasî de li ba mîrê Kurd Cafer bin Mihr
Hesen el-Kurdî cî digre û bi helbestên xwe
bang li hemû Kurdan ji bo alîkariyê dike:
„Mîr im Cafer bizane
Dema me çend hizan e
Êla mayî nezan e
Barê mayî giran e“
Dubare:
„Kalîn werin bi hev ra
Lawîn werin bi tev ra
Dest xencerên sedef ra
Bi saz û maz û def ra“
Di helbesteke din de:
„Kumêtê xwe li meydanî bezîne
Debanê xwe tu jor da daweşîne
Bi dengê zincawî li dijmin bike qîr
Bê bakî xwe linav wanda bihejîne“[24]
Zimanê nivîs, bi taybetî wêje, bi rewşa
siyasî ji nêzîk ve girêdayiye. Li Kurdistanê
dem bi dem hin mîr desthilat bûne û zaravê
wan, di dema desthilatiya wan de bûye zaravê
nivîs û wêje. Mînak, di dema mîrîtiya
Erdelan de zaravê Hewramî zaravê nivîs û
wêje ye. Di dema mîrîtiya Badînan û Botan de
zaravê Kurmancî zaravê nivîs û wêje ye.
Mîrîtiya Soran û Baban zaravê Soranî[25]
(devokê Silêmanî) ûwd. bi kar anîne. Zaravê
Kurmancî devokê Cizîrî bi tesîra devokên
Botî û Hekarî ve bûye zaravê nivîs.
Hin helbestvanên klasîk yên zaravê Kurmancî:[26]
Elî Herîrî (1009/10-1078)[27],
Ehmed Mele Batê (1417-1491)[28],
Feqê Teyran (1375/6?)[29],
Meleyê Cizîrî (1101-1169)[30],
Elî Termukî (1590-1653)[31],
Selîm Sulêman (XVI-XVII), Ahmedê Xanî
(1651-1707)[32],
Xaris Bîtlîsî (1758- ?), Pertw Begê Hekarî,
Sêx Xalid, Siyahpûş, Cigerxwîn (1903-1985),
Osman Sebrî (1905-1993), Qedrîcan
(1914-1972)[33],
Ismailê Bazîdê (1654-1709), Serîfxanê Hekarî
(1689-1748), Muradxanê Bazîdî (1737-1784),
Seydayê Hawramî (1784-1852)[34].
Hin helbestvanên zaravê Soranî:[35]
Nalî (1797-1855)[36],
Kurdî (1809-1849)[37],
Hacî Qadir Koyî (1815-1898), Sêx Riza
Telebanî (1842-1910)[38],
Edeb Ebdila Misbah (1852-1912)[39],
Mela Mihemed Koyî (1876-1945), Wefayî
(1838-1902), Xerîq[40]
(1851-1957), Bêhûd (1878-1955)[41],
Zîver (1875-1948)[42],
Sebrî (1875-1944), Selam (1892-1959), Salîm
(1805-1869)[43],
Qane Muzher (1894-1960), Ahmed Muxtar Beg
(1896-1935), Pîremêr (1868-1950)[44],
Ebdula Goran (1904-1962), Dildar
(1918-1948), Bêkes (1905-1949)[45],
Remzî Mela Marif (1902), Hejar (1902- ),
Emîn Axayê Koyî (1839-1887), Keyfî
(1814-1883), Tahir Begê Cafî (1875-1917),
Mele Marûfê Kokaî (1837-1906), Mewlana
Xalidê Kurdî (1779-1827).
Zaravê Goranî/Hawramî:[46]
Mele Perîşan (1398- ?), Mistefayê Mele
Ehmedê Bîsaranî (1641-1702), Xanayê Qûbadî
(1700-1759), Mewlew Ebdurehîmê Tawaqûzî
(1806-1882), Ahmed Begê Komasî (1793-1876),
Melayê Jabarî (1806-1876), Mele Wasman Hacî
Ismaîl (1796-1889), Mîrza Qadir (1266-1328
koçî).
Hin Helbestvanên jin û yên din:
Heyran Xanima Keça Kerîmxanê Dimbilî, Siriyê
Xanim (Sirê Xanim) (1814- ?), Mah Seref
Xanim (Mestûre) (1219-1264 koçî, 1847), Baba
Tahirê Hemedanî (935-1010)[47].
2.2. Wêje û pêşketina wî
Wêje, heta mîna huner pêk neyê, nikare di
zimanê pê tê nivîsandinê de, bingeha xwe
bigre. Zimanê nivîs bi wêje xurt dibe û pêş
ve diçe. Ger ziman û zarav ne xwedî
wêjenivîsên hunerî bin, jar dimînin. Bê
wêjehuner ziman teng dimîne. Li ser bingeha
xurtbûna wêje, ziman xwe bilind dike û
digîjîne pir kesan. Bi zimanekî ve çiqas
zêde bê nivîsandinê, ewqas kesên xwende zêde
dibin. Bi tenê nivîsandina wêje, hunerwêje
ziman pêş ve naxîne. Pêwîstî bi çavekî
rexnegir xwendin û nirxandina wan heye.
Rexne rê li ber nivîskariyê vedike, dibe
sedem ku ew ber bi aliyê çê û rastiyê ve hîn
zor bidin xwe.
Em pir caran ji xwe dipirsin, gelo çima
wêjeyê Kurdî di nûjendem de pêş nakeve? Pir
caran kesin li ser tunebûna wêjeyê Kurdî
dipeyivin hene, bi xwe wêjeyê Kurdî naxwînin,
nas nakin. Kurdî ji hêla klasîkwêje bi
giranî poem gelek pêş ketiye. Klasîkên me
zor zêde ne. Em ji cûrbecûr sedeman nikarin
bixwînin, jê bêpar in. Wêjeyek neyê xwendinê,
rexneyên pisporî lê neyên girtinê xwe bi
nûjenî pêş ve nabe. Gava em li sedsala 13 û
14 an dinêrin, helbestvanên bi nirx dibînin.
Di sedsalên 14 û 15 û heta destpêka 16 an jî,
klasîkên me yên pêşketî hene, lê bi tiliyan
tên jimartin; piranî ji wan ne bi kurdî, bi
zimanên farisî, erebî, tirkî dinivîsin. Dema
Ehmedê Xanî Mem û Zin dinivîse, ji hêla bi
zimanê kurdî nivîsîn ve tarîbûneke xurt heye.
Ew tariyê diqelişîne, bi kurdî dinivîse. Bi
destpêka sedsala 16 an heta dawiya wê hin
awêrte hene, lê heta sedsala 17 an
bêdengiyeke zor di wêjenivîsa kurdî de peyda
dibe. Bi kurdî nivîs, di vê sedsalê de ji
hêla klasîkan jî, tişt xwe nadin xuyakirinê.
Tu dibêjî qey mirovek bi navê Ehmedê Xanî
nejiyaye û berhemek mîna Mem û Zînnehatiye
nivîsandinê. Berhemên Ehmedê Xanî di hin
quncikên kûr û dûr, di medreseyên Kurdistanê
de tên xwendinê, lê tu bandora wan di van
sedsalan de, ji bo pêşvebirina wêje tune. Tu
helbestvan bi agirê Mem û Zînê nahesin, tu
helbestvan naxuyê di holê de. Rewşeke temirî,
giyaneke vekuştî, ronahiyeke vemirî, ji hêla
wêje û raman ve, hukum ferma ye li
Kurdistanê.
Rewşa polîtîk di wê demê de roleke mezin
dilîze. Piştî gihîştina mîrîtiyên Kurd ber
bi yekîtiyekê di bin serokatiya Îdrîsî
Bidlîsî de, encama xebata wan ji bo
Imparatoriya Osmanî birêzgirtina Sultanê
Osmanî ve ji aliyê mal û milk tên
fetisandinê. Êdî bi rewşa xwe xweş in û
kurdayetî ji bo wan pêwîst nabe. Ev „yekîtî“
dibe sedemê pirperçebûn û belavbûna
mîrîtiyan jî. Mîr ji xwe re mîr in lê ne bi
navê xwe, ne ji bo gelê xwe. Ber bi
bêdengiyê dimeşin, demeke tarî tê.
Ehmedê Xanî çîrûskek e ku vê bêdengiyê ber
bi roja me ve digîjîne. Ronîkirina demê
dikare ji roja me re diyar bike. Agahdariya
wî nagîje dema wî. Dengê wî wisa bilind e ku
yên di dema wî de dijîn, nikarin bibihîsin;
deng ji wan dibuhure, tê digîje dema me.
Xizmeta wî, ked û gazinên wî, qêrinên wî ji
bo ronahiya dema me ye. Mirov dikare ji hêla
civak û polîtîka jî, di dem û piştîdema
Ehmedê Xanî de bêdengiyek bibîne. Ev bêdengî
heta dawiya sedsala 18 an dajo.
Di sedsala 18 an de ber bi wêje hin liv hene,
lê ji hêla klasîkwêje coşeke berz di sedsala
19 an de dest pê dike. Sedsala 19 û 20 an ne
tenê ji aliyê civak û polîtîka, ji aliyê
wêje û huner, çand û ziman û netewetî jî,
sedsalên pêşketî ne. Bi sedsala 19 an heta
roja me agirê serhildan û şoreşên Kurdistanê
tucaran venemirî, her tim geş bû.
Li cûdatirîn quncikan be jî, her tim deng
bilind bû. Ji hêla polîtîk daxwazên Ehmedê
Xanî dîsa di van sedsalan de zêde goşt
negirtin. Tijîbûna naveroka daxwazên Ehmedê
Xanî ji aliyê polîtîk ve, di pêvajoka me ya
nûjendem de dest pê kir, ber bi dawiya
sedsala 20 an şûn ve. Daxwazên Ehmedê Xanî
ji hêla wêje heta roja me, bi taybetî jî, li
bakûrê Kurdistanê bê bersiv mane. Divê,
bersiva Ehmedê Xanî, di destpêka sedsala 21
an, di 20 salên pêşemîn de hêdî hêdî bê
dayînê. Jinûvezana(ronesans) çandî ji hêla
xurtbûnê dest bi avasaziya bingeha xwe
pêwîst e, bike.
3. Wêje mîna huner
Wêje beşek ji bingeha çand e. Çand û huner
bi hev re teng girêdayî ne. Mirovahî çi li
xwezayê (suruşt) zêde kiribe, ew çand e. Ji
çand, çi ji bo guh, çav û hîs be ew jî,
huner e. Wêje bi xweza xwe huner e, lê
gotina huner em li vê derê di maneya
xweşafirandinê de dibînin; ji ber vê jî, ne
her wêje ji bo me hunerwêje ye. Wêje, divê
bikaribe çav binexşîne, aheng bide guh, dil
bixweşîne û bitepîne. Bi vî awayî em dikarin
çav bavêjin hunerwêjeyê kurdî. Klasîkên me
poem in, bi awayê helbest hatine nivîsandinê.
Helbestên klasîk jî, mîna tê zanîn, ne
serbest in, bi pîvan (wezn) in.
Em dikarin di klasîkên xwe de beriya Ehmedê
Xanî be, piştî wî be, hunereke tund û xurt
bibînin. Mijarên wan xurt in. Zimanê wan
xweşrêz in. Maneyên wan kûr in[48].
Ehmedê Xanî bi wêjehuner li ser hemû
klasîkan e, taca farnakîn[49]
e. Bi mijarê xwe ji roja me hîn pêş ve tir
e. Mem û Zînbi berziya xwe
fonksiyoneke mîtolojîk girtiye ser xwe. Em
dikarin bi serbilindî Mem û Zîndanin
nav klasîkên gelên cîhanê, yên ku awêrte ne.
3.1. Beriya Ehmedê Xanî[50]
Beriya Ehmedê Xanî 3 helbestvanên Kurd[51]
yên mezin hene: Elî Herîrî, Melayê Cizîrî û
Feqiyê Teyra. Dîsa mîna wan ne bi nav û deng
bin jî, Melayê Batê û Elî Termukî hene.
Beriya Ehmedê Xanî, nivîskarên navên wan li
jor rêzkirî berhemên gelek hêja dane. Piranî
helbestên êvînî, heza xwezayê, dîn û
destanên kevn anîne ziman. Zimanê wan xurt
e, naveroka berhemên wan jî, xurt e. Bi
kurdî ve zimanên din jî, di berhemên xwe de
bi kar anîne. Biryara tund bi kurdî nivîsîn
pêşemîncar di Ehmedê Xanî de xwe şanî dide.
Tesîrên helbestvanên Kurd yên beriya Ehmedê
Xanî li ser wî gelek in. Ev tesîr ji
naverokî bêtir, nirxandin û rêzgirtina wan
ji hêla Ehmedê Xanî ye. Ehmedê Xanî, navên
wan tîne ziman, dixwaze ew di dîroka çand û
wêje de meziniya wan şanî bide. Ehmedê Xanî
sê helbestvanên[52]
beriya xwe pir tîne ziman.
3.2. Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî helbestvanê Kurd yê netewî ye.
Bingeha fîlozofiya netewa Kurd daniye. Bîr û
raman ji bo pêşerojên Kurdan afirandiye.
Destana Mem û Zîn bi pênûsa wî
digihîje nemiriyê. Mem û Zîn, mîna
pir kes dixwazin naverokasan bigrin li ser
êvîna du kesan tenê nîne, ew bingeh ji êvîna
welat re datîne.
Kurdistan di sedsala 17 an de, di navbera
Imparatoriya Osmanî û Imparatoriya Farisan
de herêma şer bû. Di vê sedsalê de Faris û
Tirk Kurdistan di nav xwe de par ve kirin,
kirin du perçe[53].Encama
rawestandina şerê, perçekirina Kurdistan bû.
Sînor hatin kişandina di nav xaka Kurdistanê
û bêdengiyek dest pê kir. Di wê demê de
(1650) Ehmedê Xanî[54]
hat dinyê.Di nav êşa perçebûn û felişîna
Kurdan û mîrîtiya wan de mezin bû. Berhema
xwe ya herî girîng Mem û Zîn di sala
1695 an de tewa kir. Mem û Zîn ji
2655 beyt pêk tên û 26 beş in[55].
3.2.1. Mane û girîngiya Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî, ne tenê mîna helbestvan taca
farnakîn e, ew zanyarekî gelemper e. Ji
aliyekî ve fîlozof e, ji aliyê din ve bîr û
ramana netewî yekemîncar di wî de bi kurahî
dest pê kiriye. Ehmedê Xanî, hunermendê
dilêvînê ye, dîndarekî firehzan e. Di
dîndariya xwe de ewqas kûr e ku bê hemdê xwe
şîreta li xwedê dike carnan:
“Îblîsê feqîr ê bêcînayet[56]
hindî te hebû digel înayet
her roj-i dikir hezar îtaet
lewra ku te da wî îstîtaet
Wî secde nekir li xeyrê Mabûd
Gêra te ji ber derê xwe merdûd
Wî secde nebir li pêşê exyar
Qehra te kire mixelledunnar
Elqisse, ji hîkmeta te agah
Ferdek me nedî, tebarekellah“
[57]
Ehmedê Xanî, nefsbiçûk e, tucar xwe mezin û
li ser kesî nabîne. Karê xwe dilopek ji avê,
tiştekî gelek biçûk dibîne, lê dîsa jî,
dikare karê xwe pir baş biparêze. Ehmedê
Xanî, ji zanayên dema xwe ne bêhay bûye. Ji
helbestvanên Ereb, Faris heta ji fîlozofên
Yonan[58]
haydar bûye. Behsa Platon û Hîpokrates dike.
Agahdarî û zanyariya wî li ser çand û hunera
gelên rojhilata navîn kûr e; ji alemê din jî,
bi xeber e. Li dinyê çi dibe, zane. Mirovên
kurd baş dinase, li ser çand û huner,
folklor û ziman, dîn û gerdûn pir zana ye.
Agahdariya wî li ser kul û êşa Kurdan gelek
e. Derdê Kurdan çi ye, çima çareser nabe,
baş dizane. Perçe û belavbûna Kurdan di dilê
xwe de hîs dike. Zehmetiya dema xwe dibîne,
lê tenê bi ditînê namîne, tîne ziman jî.
Bersiva pirsan dide, pêşniyazên çareseriyê
dike. >areserî di pêşveçûna zanistî, yekîtî
û hebûna otorîteyekê de dibîne. Bêxwedîbûna
Kurdan di tunebûna serokatiyeke giştî de
dibîne. Perçebûna mîrîtiyên Kurdan qelsî û
nezanî qebûl dike. Mirovekî zana, xurt û
xwedîzewq ji bo serokatî daxwaz dike[59].
Daxwaza Ehmedê Xanî ya serokatî yekbûn û
dewletbûn e. Mîna pircaran tê nirxandinê,
daxwaza Ehmedê Xanî, ne ew e ku padîşahekî
Kurdan hebe çi dibe bila bibe. Ew yekî
dixwaze ku bi xurtî, zanistî Kurdan bigijîne
hev. Gazina wî li nezaniya, nebûna bîr û
ramana netewî ye. Dide xuyakirinê ku Kurd „ji
Ereb heta Gurcan“ mîna bircan bûne[60].
Ehmedê Xanî, di Mem û Zîna xwe de, her tim
pirsgirêkan dicivîne hev, li ser wan
dinivîse û paşê jî, ji bo çareseriya wan
kilîlan dide destê mirov:
Hem ehlê nezer nebên ku: „Kurmanc
işqê nekirin jibo xwe amanc
têkda ne talibin, ne metlûb
vêkra ne muhibb in ew, ne mehbûb
bêbehre ne ew ji işqebazî
farix ji heqîqî û mecazî“[61]
Ji êvînê mebest çi ye li vê derê zelal diyar
dike. Evîn êvîna welat e, xwedîderketina
ziman e, çand e. Bingeha nivîsandina
berhemên xwe bi kurdî ji me re diyar dike ku
ew êvîna welat nivîsandiye. Zîn welat e. Mem
Kurd e. Welatparêzî çawa be, êvîna welat di
dilê mirov de çawa bi êş be, di kesanetiya
Mem de şanî me dide. Welat ji bo me çiqas
girîng e, ji me çiqas hez dike û her tim li
hêviya xwedîderketina me sekiniye, di
kesanetiya Zînê de bi me dide dîtinê.
Lehengî û safiya Kurdan em di Tajdîn de,
îxanetê di Beko de dibînin. Di kesanetiya
Mîrê Cizîra Botan bi me dide xuyakirinê ku
Kurd xwedî li welatê xwe dernakevin, serok û
rêber ji nav xwe dernaxin, xulamtî ji
biyaniyan re dikin: Mîro Botan Zeynelabîdîn
bi koka xwe Ereb e, ne Kurd e.
Ehmedê Xanî, li ser nivîsandina berhemên xwe
bi kurdî, ji rexne û nirxandinan re rê
vekirî dihêle. Beriya herkesî ew bi xwe li
ser disekine û pir mutewazî dibêje, baş
xirab malê me ev e. Me ne diziye, çi hebûye
wê aniye[62].
Ehmedê Xanî, Kurd û hevdu nepejirandina wan
baş dizane, rewşa helbestvaniya di wê demê
de dizane, ji klasîkên beriya xwe haydar e.
Ji ber vê yekê jî, dixwaze ber li rexneyên
vala bigre, dibêje, ya ji destê min hat ev
bû, neçe xweşa we ya çêtir hun binivîsin[63].
Nirxandina Ehmedê Xanî, bi salan e çêdibe[64].
Maneya Ehmedê Xanî, di roja me de hîn nû, bi
pêşniyazên Tevgera Azadî di nav gel de belav
dibe. Rojên pêş me wê li ser mane û
girîngiya wî, helbestvanî û fîlozofiya wî,
zanyariya wî gelek xebatên zanistî çêbin.
Pireke 300 salan di navbera dema me û dema
Ehmedê Xanî ava bûye. Emê bi rawestaneke kûr
û berfireh vê pirehê hîn ji nêzîk ve binasin,
dûriya di navbera xwe û Ehmedê Xanî de kurt
bikin. Mercên têgîştina Ehmedê Xanî, ne tenê
afirandina berhemên di mistewa Mem û Zînê de
ne. Têgiştina wî, xwedîderketina nirxên ku
datîne pêş me ne. Divê em bigîjin dilberzî û
welatêvîniya wî.
3.3. Piştîdema Ehmedê Xanî
Piştî Ehmedê Xanî, heta dawiya sedsala 18 an
bêdengî heye. Sedsal bêdengî. Herçiqas hin
nav mîna Serîfxanê Hekarî, Muradxanê Bazîdî,
Xarisê Bîdlisî, Seydayê Hewramî[65]
hebin jî, sedsal di wêjeyê kurdî de
valahiyeke mezin e. Tijîkirina wê zor e. Ji
hêla zaravê Kurmancî heta nîvê sedsala 19 an
bêdengiyek heye, berhem hema hema tune. Die
destpêka sedsala 19 an de, bi zaravê „Soranî“
coşek ji hêla helbestvanan heye ku heta roja
me didomîne. Piştîdema Ehmedê Xanî, gelek
helbestvanên hêja derketin lê yên ku bi
rastî nêzîkê riya wî bûn, kêm in. Mirov kêm
navan dikare bîne ziman[66].
Helbestvanên Kurd yên xurt bi hemû zaravan
(bi taybetî: Kurmancî û Soranî) xwe
digîjînin roja me, lê dîsa jî, ciyê Ehmedê
Xanî hîn tijî nebûye. Tesîra helbest û
helbestvanên piştîdema Ehmedê Xanî li ser
wêjeyê kurdî gelek e. Ji ber ku bingeha
wêjeyê kurdî poem e, tesîra wî li ser
berhemên paşerojê gelek zêde ye. Di roja me
de jî, ev rewş xwe hîn zêde neguhertiye. Hîn
jî, di wêjevaniya kurdî de poem yanî
helbestvanî ji pexşan(nesîr) xurtir e,
nivîsên pexşan ne xurt in. >îrokên gelerî di
van salên dawî de dibin nivîs. Destan nû
dikevin nivîsê. Hînbûna nivîsê di nav Kurdan
de bi gelemperî ne xurt e, ne pir kevn e jî.
Nivîs hebû, lê herdem kêm bû. Wêjevaniya
devkî li ba me li pêş nivîsê bû. Di roja me
de Kurd zimanê xwe hîn jî, kêm bi kar tînin.
Li anegora asaniyê xwe dilivînin, piranî bi
zimanên biyanî dinivîsin.
Divê em wesiyeta Ehmedê Xanî bînin cî. Zor
be jî, jar be jî, emê pêvajoka xwendin û
nivîsandina zimanê kurdî[67]
bilezînin û pêş ve bixînin! Pêwîst e em gav
ber bi Ehmedê Xanî, lê ne paş berepêş
bavêjin.
4. Nûjendem û wêje
Wêjeyê kurdî di dema me de hîn jar e.
Herçiqas berhem bi cûrbecûr zaravên kurdî
hebin jî, têr nakin. Mirov dikare bibêje ku
pêvajoka nivîsandina wêjeziman ji mêj ve
dest pê kiriye, lê mirov nikare pêşketinek
fireh û kûr, bi taybetî di zaravê Kurmancî
de bibîne. Wêjenivîs têr nake, divê ew ji
hêla çap û belavbûn û xwendinê ve jî, bên
piştgirîkirinê. Ne tenê bi kurdî nivîs,
qelîte divê bê xwestinê. Bi nûjendemê em di
nav xebata wêje de ne, lê heta niha em hîn
negihîştine tenga wêjeyekî ku balkêşî be ji
hêla cîhanê, yan jî, ji hêla seranserê
Kurdistanê. Wêje ne tenê helbest û
çîroknivîs, roman û novelnivîs e; pêwîstî bi
berhevkirin û nirxandina giranbihayên devkî
yên gelerî heye. Pêwîstî bi rexne û
rêzgirtinê heye ûwd.
4.1. Wêje, nivîskarî û pirsa Kurd
Pêvajoka me ji nivîskarên Kurd ji nivîskarî
bêtir tiştan dixwaze. Kurdbûn zor e.
Nivîskarê Kurdan bûn hîn zortir e.
Nivîskarên Kurd li hember pirs û pirsgirêkên
Kurd jî, xwedîberpirsiyar in. Em bi berbûna
neteweyeke yekgirtî, dewletê ve diçin. Dema
me demeke dijwar e. Rewşa gelê me rewşeke
awêrte ye. Hêviyên gel zêde ne. Gel daxwazên
mezin dide pêş nivîskariyê. Nivîskar divê
beriya hertiştî nivîskariya xwe bike, lê
nivîskariya gelê xwe bike. Rast e ku hin
taybetiyên rewşa nivîskarî, helbestvanî hene;
lê divê neyê jibîrkirinê ku hin taybetiyên
jiyana gelan jî hene, hin taybetiyên welat û
netewetî jî, hene.
Ger mirov giş rewşan bide ber çav, bi serekî
zelal binirxîne, dikare nîrê zorê bitewîne,
bişkîne. Di roja me de, mirov nikare bêje ku
nivîskarî xwe mîna biyaniya pirsê dilivîne.
Nivîskar bi pênûsa xwe nebe berdevkê gelê
xwe, gel pirsgirêkên xwe di pênûsa nivîskar
de nebîne, nêzîkê wî/wê nabe: Bi vî awayî wê
herdu hevdu nepejirînin. Divê mirov valahiya
Ehmedê Xanî tijî bike. Di dema Ehmedê Xanî
de serokatî û yekîtiya Kurdan tunebû, di
dema me de jî, ew hene, Ehmedê Xanî nîn in
ku vê rewşê binirxînin. Pirkirin û
pêşketîtirbûn ji Ehmedê Xanî û klasîkwêje
armanceke çiqas zor be dîsa jî, divê di warê
wêjeyê nûjen de bernama me be.
4.2. Hin bîr û pêşniyaz
- Ji bo pêşveçûna nivîskarî pêwîstî bi
saziyên fêrkirinê hene. Ji dibistanê heta
zanîngehê li kuderê derfet hebin, mirov
dikare bixe xizmeta gelê xwe, xizmeta çand û
zimanê kurdî.
- Bi zimanê kurdî hemû zaravan mamoste,
perwerdevan û komikên xebatê ji bo
pêşvebirina materyalan divên. Xebatên
pîşerêxistin gerek in.
- Ji bo pirbûna nivîskar, xwendekar û
xwendevanan di saziyên heyî de mirov dikare
„nivîsdezgeh“ an veke.
- Kurd dikarin li ser riya Ehmedê Xanî,
nûjenwêjeyekî kurdî bivejînin û bersiva demê
bi berhemên naveroktijî, mijarxurt, risterêz
û awazxweş bidin. Sedsala 21 an sedsala
Kurdan e. Em ji îro ve amadeyî ji bingeha
wêjeyekî xurt re bikin. Tovên şitil û
fîdanên pêşerojê dikarin di dema me de bên
avêtinê.
- Hewldana bingehîn perwerdeya nivşên
pêşerojên me ne. Mafê wan e ku bi êvîna
welat, dilberziya şoreşa Kurdistanê bigihin,
di nav çand û zimanê xwe de mezin bibin.
- Mirov dikare saziyên pêşerojê ji bo
Kurdistanê ji îro ve ava bike. Ji bo
avakirina saziyan[68]
pêwîstî bi raman û xebatên giş mejûkedrêjên
Kurdan heye. Bingeha muzeyek, bingeha
muzeyek ji bo nirxên şoreşê, pirtûkxane û
civandina nirx û rûmetên netewî ji îro ve
dikare xwe deyne ser pêşexebatên cûrbecûr.
- Ji bo pêşveçûna wêje û nivîskarî
rexnegirên pîşeyî pêwîst in. Mirov hewl bide
ku hin Kurd rexnegîrî mîna pîşe hilbijêrin.
Rexne û rexnegîriyeke objektîf dikare
nivîskarî û wêje çê pêş ve bibe.
5. Encam
Ehmedê Xanî, di dîroka Kurdistanê de
yekemîncar bi konferans û civînên fireh tê
bîranînê. 300 sal in ku Ehmedê Xanî gotinên
xwe anîbûn ziman. Jiyan, Ehmedê Xanî, di
daxwaz û pêşniyazên wî de rast derdixe. Bê
yekîtî û tacperwerî ji hêla êvîna welat, bê
şer û neteweperwerî Kurdistan serfiraz nabe.
Ji bo serfiraziyê pêwîstî bi zanyarî û
daxwazên kûr divê. Ez dixwazim gotara xwe bi
çend risterêzên Mamoste Evdirehman Durre
bigîjînim encamê:
„Li we wesyet dikim Kurdno! Li Kurdistanê
min hildin
Bi wî axa mubarek hûn di gorê da me çav
kildin
Kefen rakin ji ser çava, ku lê danî we min
gava
tijî kin jê ber û nava, li zava hesreta
dildin
Li zava gerdeka Zînê, bidin can daye mizgînê
Memê bînin li ba Zînê, serî tê de li
paxildin
Li şûna `Devr û Yasîn´ê bixwînin hûn Memo
Zînê
Bi kurmancî ku telqîne, bidin awazê bilbil
din“[69]
Çavkanî
BEDIRXAN, Celadet Ali, Bingehên Gramera
Kurdmancî, Stockholm, 1994.
BENDER, Cemşid, Kürt Tarihi ve Uygarlıgı, 3.
Baskı, Istanbul, 1991.
BLAU, Joyce, Die Wissensçaft von der
kurdisçen Spraçe, in: Kurden Azadi, Freiheit
in den Bergen, Sçallaburg 1992.
BLAU, Joyce, Kurdisçe Literatur, in: Kurden
Azadi, Freiheit in den Bergen, Sçallaburg
1992.
BUDGE, E.A. Wallis, An Egyptian Hieroglyphic
Dictionary, Vol.I, New York, 1920.
DURRE, Abdurrahman, Dengê Kurdistanê Evîna
Welat I, Istanbul, 1992.
FUAD, Kemal, Kurdisçe Handsçriften,
Wiesbaden, 1970.
GREEN, M.W., NISSEN, Hans J., Zeiçenliste
der arçaisçen Texte aus Uruk, Berlin, 1987.
KURDO, Qanatê, Tarîxa Edebyeta Kurdî Bd.1,
Stockholm, 1983.
KURDO, Qanatê, Tarîxa Edebyeta Kurdî Bd.2,
Stockholm, 1985.
LEXIKON spraçwissensçaftliçer Termini, Hrsg.
von Rudî Conrad, Leipzig, 1988.
MELÎK, Fêrgîn, Guhertinên Ziman û Zaravan,
di: LÊKOLÎN Kovara Înstîtuta Kurdî ji bo
Lêkolîn û Zanistî, r.27-49, Berlin, 1995.
MEYDAN LAROUSSE, Büyük Lügat ve
Ansiklopedisi, Band 1, Istanbul, 1969.
MEYDAN LAROUSSE, Büyük Lügat ve
Ansiklopedisi, Band 12, Istanbul, 1973.
MEYERS Grosses Universal Lexikon, Bd.12,
Mannheim, 1984.
MEYERS Grosses Universal Lexikon, Bd.13,
Mannheim, 1985
MINOROSKY, V.F., 1927, Kurden, di:
Enzyklopaedie des Islam, Bd.II,
Leiden-Leipzig.
MUKRIYANÎ, Kurdistan, Berawêrdkirina hinek
taybetiyên Diyalektolojî li Navbera Zaravên
Kurmanciya jorîn û Kurmanciya navîn, di:
LÊKOLÎN Kovara Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn
û Zanistî, r. 50-55, Berlin, 1995.
NEBEZ, Cemal, Zimanî Yekgirtûy Kurdî, Amberg,
1976.
XANÎ, Ehmedê, Mem û Zîn, (w. M.Emin
Bozarslan), çapa 2, Istanbul, 1975.
XANÎ, Ehmedê, Nûbar, (w. Zeynelabidin Kaya),
Stockholm, 1986.
QOXÎ, Mele Ehmedê, Rêberê Sanî, şerha
Eqîdeya Ehmedê Xanî, (w. Z.Zinar),
Düsseldorf, 1990. şçığ
UZUN, Mehmed, Destpêka Edebiyata Kurdî,
Ankara, 1992.
YUSUFOVA, Zerê, Die derheqê Rewşa
Zaravzaniya Kurdî de, di: LÊKOLÎN Kovara
Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist, r.
56-64, Berlin, 1995.