Wednesday, 27 June 2007 23:39


 

Jin xanimeke efsaneyî
ye di tabloyên Kelhoyî de.

 




Fehmî Balayî

Shêwekarê kurd Abdulrehman Wehîd Kalho
Sala 1954an li Duhokê li başûrê kurdistanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya akademîk sala 1980 li Akademiya Bexda bidawî kiriye. Ew ji bo xwendina hunerî berê hemûyan ji Dihukê çûbû Bexdayê. Paşî weke mamosteyê waneyên hunerî li bajarê Dihukê li ser astekî zanistî xwendekar perwerde dikirin. Heta wê demê hin giringî bi waneya resmî nedihate dîtin.
Li damezrandina Peymangeha hunerên ciwan li Duhokê weke rêvebirê wê hate destnîshankirin.nihajî li bajarê Duhokê li Bashurê kurdistanê dijî û liser kar û xebatên hunerî berdewam e.

Cîhana taybet a hunermendê shêwekar ê kurd A. Kalho

Di cîhana wî ya taybetî de taybetmendiyeke tabloyên Kalho heye. Tablo di boşayîyeke rêkxistî de reng, estetîk û rûyekî nû pêktîne. Ev jî digel ruyê ji derve yê jiyanê ji afrandin û hestên hunermendî tê. Her hunermendek vê yekê bi awayekî dibîne, jiberku hunermend dixwaze bi berhemên xwe yên hunerî hin ruyên hêşta tîrojkên rojê, xemla jiyanê û hestên mirovan nenaskirîn bide jiyandin. Ev jî dibe felsefeya demê û her yek bi nêrînekê tevlî dibe. Tablo; ruyê herî xemlandiye, li berçavan pir tiştan bi xwe ve digire. Hunermend, xwe hostayekî pir şareza dinava vî karî de dibîne. Ji berku hest bi berpirsiyarî dike. Kalho ; bûye beşek ji tabloyê. Carnan dikeve hevrikiyê digel xwe bi xwe, di egerê de kesayetiyeke din ya hunerî diafrîne. Hin caran jî ew bi xwe hest bi vê yekê nake. Carnan jî mirov di nava tabloyê de kesayetiya wî dibîne û bi aşkerayî tê xwiyakirin. Hin caran jî di nava rengan de xwe vedişêre û naxwaze mirov bi asanî wî bibîne. Mirov dikare di nava tabloyan de xweşî û hestên ciwaniyê bibîne. Weke nexşeyên maforan di xemla siruştî de dêmekî xemilî ji tiliyên nazik yên huriyan û xanimên dilnerm, vê tevnê bi eşqeke xwezayî di vehîne û dibe havênê tabloyê. Hunermend di cîhana xwe de hestên nediyar pêşçavdike. Peywendiyên cîhana hunermendî bi xemla jiyanê ve girêdide. Resenatiya neteweyetî di motîv, reng û babetan de nîşan dike. Jin li ba hunermend, ruyê geş ê jiyanê ye, di tabloyan de babetê serene ye. Peywendiyên jinê bi jiyanê ve di nava siruştekî bêdeng de mirov dibe daristanên derûdora Parîsê ji bo hunermendên mîna Cezanne. Renoir û manî tine bîra me. Weke zêrevanên davên rojê digel helatina rojê hemû deman di reng dike. Di hin tabloyan de bi şevê, rojê dibîne û li hemû kêşwerên cîhanê xwe bi tavên rojê ve girêdide, di xeyala xwe de dûr diçe taku digihîje armanca xwe. Tîna welatekî nû ji rengên tabloyên wî tê. Ew dixwaze ji xwînrêtinê ji kuştinê û ji bin pêkirina mirovatiyê dûr, di hestên nazik de, di ciwaniyê de welatekî ava bike. Jin hin caran mijûlî siruştî ye, caran jî çaverê ne mîna hunermendî dixwazin bigihin armanca xwe. Lê hêşta di qonaxên navê de ne. Çend qonaxan dibirin armanc xwe dûr dike, hunermend xwe di çavên çaverêyan de dibîne, dixwaze tîrên wan çavan van qonaxan bibirin û armanc nêzîk bibe. Hunermend; bêhtir xwe di nava rengên sar de dibîne, carnan di germahiya dilê xwe de rûberê tabloyê jî germ dike. Lê di hin tabloyan de hevrikiyek heye, reng hevûdû digirin û ji hevûdû diqetin, jiberku fîgûrek xwe di navberê de dibîne û bala mirov dikşîne. Dilovaniya hunermendî li hember mirovatiyê û nexweşiyên jiyanê di vê cîhanê de dorgehekî bixeml di nava deryayê de resim dike, tîrojkên rojê û pêlên avê baxekî rengîn in, dengê avê û awazên teyran di xemla siruştî de dêmê keçan digirnijînin. Di hemû tabloyan de ev dêmê girnijî heye weke mêvan û weke hûriyên efsaneyî xwe wenda dikin. Mirov van hemûyan di nava serhatiyên dîrokî de dibîne. Li vir evîndara hunermendî wenda dibe û bi lêdanên firşeyê û hestên xwe lêgerînên xwe datêla derya, daristana û li ezmanan, nêrîna wî li ser hunerê li dorgehê jiyanê bi dûrbînê lê dinêre, bi rengan dixemlîne, hemû kirasên nexşandî li bejna wê dike. Di nava gulistanan de, di nava daristanan de, di hizran de, carnan jî di xeyalan de pêktîne. Hunermend; jin mîna welat dayîk û evîndar bikaraniye. Gelek caran jî şirove û rastiya jiyanê di kesayetiya jinê de bikaraniye. Dike xanima textê jiyanê, ji berku ew dixwaze di welatekî nû de jin cîhaneke nû biafrîne, daku jiyan careke din vegere ser rastiya xwe ya dîrokî. Bi şêweyekî zanistî qûnaxên jiyanê bi dîrokê ve girêbide û hertişt nû bibe. Sîstem nû bibe, xweza nû bibe, mirovekî nû ji dayîk bibe û civakeke nû jî peyda bibe. Bi vî awayî hemû bi hev re di cîhana rastiyê de ciwanî û dilovaniyê di tabloyê de pêkbînin. Di hevrikiya jîyanê de hunermend xeyala xwe serbest dike, jiyan û ciwaniyê pêşkeşî mirovayetiyê dike.





 

 




 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE