Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

24 November 2007 13:49

 

 

 

14 ê Tebaxê, Sîmfoniya Şîniya Êzidiyan

Dilgeş Îsa

Piştî 22 ê Nîsanê û 14 ê Tebaxa 2007an: nêzîkî 500 Kuştî, 500 birîndar û bihtir ji 3000 Penaber[1]!

Paşeroja Êzidiyan di Îraqê federal de, yan di Kurdistana serbixwe de?!

Sala 2007 an, ji kê re xweş be, ji Êzidiyan re reş e, yekemîn mizgîniya nexêrê di 15 ê Sebatê de, roja Cejna Xidirliyas, bi ser wan de hat. Garanek islamîstên tundrew devên tivingên xwe weke gurên har vekirin û gotin Êzidîno, "Gawirno", hun kanîn?

Pirsgirêkek Civakî di naverba du malabatan de, malbateke "Kurdên resen" û yeke "Kurdên tundrew", dijminatiyeka bêsînor vekir. Piştî qêrîn, gazî û keft û leftê, "Hukumeta Herêmê", bi Hawra Êzidiyên bindest ve, ( Kurdên xwe yê resen ve ) hat, lê piştî çi? Piştî derbaskirina sînorên rêzgirtinê, piştî talankirina wargehên pîroz yên "Kurdên Resen", ku di vê bûyerê de, wek rojnamevanê Kurd Tariq Hemo[2] gotî, bûne "Kurdên Reben.!" Û man Kurdên Reben!?

Hêj xweliya parêstgeh û wargehên şewitî li Êsifna çarqurn nehatî maliştin, hêj xwepêşandanên revenda Êzidiyan li Dervey Welat nehatîn rawsetandin, dîsa qêrîniya dayik û xwîşkên Êzidiyan bi Ezmanê jorîn ve ket, "geha cem Xwedê"; dîsa neyarên Mirovantiyê, dîsa hovên dev bi xwîn, dîsa di rojên pîroz de, di meha aramî û aşîtiyê de, di meha Nîsanê de, (bûka salê),  bîst û du çirayên geş ji nava bajarên Hoste û Qewlbêjan, ji bajarên dara Zeytûnê, ji Başîqa û Bahzanê, vemirandin.

Bîst û du karker bûn, Bîst û du bav bûn,  Bîst û du belengaz bûn, Bîst û du birçî bûn... hatin kuştin... Bîst û du Jin man bê Mêr, bîst û du malbat man bê Semiyan, "sed Zarok" ma bê Bav, Çima???

Ji ber ( Diwaya ) bi kevrna kuştî,  yan ji ber dubendî, sêbendî, çarbendî û pêncbendiya Êzidiyên bê serî, yan jî, ji ber Xwedênenasî û olperestiya çewt?

Û dibe jî ku bûbin qurbanî ji bo Projeya Dîmokrasiyê ya  Mîster Bush!

Ev Fermana 73 bû!? Yan Fermana 74 bû!? Fermana dawî bû yan ya destpêkê bû; dîsa vedestpêkirina Fermana ye? Dîsa dem û dewranên Fermanên Hevalên "Allah" li dijî "Gawiran" destpêkir?

Piştî zivistaneke kelî û behareke bi xwîn, kî behwer dikir ku havîneka bi gurmîn dê bi ser Êzidiyan de bê?

Êzidiyan behwer dikir.!

Lê bi kur de birevin, mane ew di Kurdistana Azad û serbixwe de ne? Kurdistana Aştiyane!?

Şerê birçîkirina Êzidiyên li çolê hiştî dest pê kir, ne av, ne xwarin, ne gaz, ne mazot û ne Çek?! Teroristên biyanî û belkî yên hemwelatî jî, Şûrên xwe, Tivingên xwe, belkî Bombeyên xwe jî, ji qirkirina Êzidiyên Şingalê re, baş amade dikin, û Hukumet? Di germa havînî de, razaya/razayî ne? Û Çekdarên Mîster Bush çi dikin? Li Terorîstan digerin? Li kuderê? Di binê erdê de?!

14 ê Tebaxê, li Gir Îzêr û sîba Şêx Xidir, rojeka wekî hemî roja ye, çol e, xanî ji herî û kelpîçan e, diniya germ e, pereng ji Ezmên dibarin û Elektrîk nîn e, av nîn e, xwarin nîn e, Gaz nîn e, Mazot nîne, û Çek jî, bi zêrê zer in? Û heke Çek jî hebin, ji çi re ne? Kurdistan bê tirs e?!

Lê xelkê gund hêj sax in, ne mirî ne!?

Û ji nişkê ve!

Gaz hat, Gaz hat!

Na na, ne Gaz e,

xwarin e, na na, ne xwarina jî,

av e, na na, ne ava jî,

pa çî  ye?!

 TNT ye!? TNT çi ye?

Hêj axiftina wê di devê wê de bû... dema pê zanî ku TNT çi ye,... lê nema geha, ji kurê xwe re bibêjê!

Ber bi TNT ve bazde,

ber bi mirinê ve bazde,

nizanî bû mirin li pêşiya wê ye. Û kurê wê, û keça wê, û mêrê wê, ew kanî in? Xanî kanî? Mirin? Bazdan? Yan wan jî ji TNT xwar?

Hawar bi Gund daket. Hawara, hawara Bombe bi gundiyan ve teqiyan!

Kanî kurê min?

Kanî Keça min?

Kanî Pîreke min?

Kanî zilamê min?

Kanî cîranê min?

Kanî.....?

Gelo ew jî .....?

Wey Xweda, ta ez xwe bighînim cihê Hawarê? Serqot, pêxwas û piştevala bi cihê Hawarê ve bazda. Wey agir bi mala neyara ketiyo...

çi çêbûya?

Ev destê kê ye,

û ev lingê kê ne,

û ev gewda ê kê ye?!

Û ev çi Terembêla ji wê ve tê?

Ew jî hatiya bi Hawara me ve?!

Çima weha ji kel tê?

Bazdin! Bazdin! Bazdin! Bombe ye, Bombe ye!

Çiiiiiiiiiiiii?

Dîsa Laş û serî ji hev hatin birîn, dest û ling ber bi Ezmên ve firîn. Û Dîsa daiykan-dayikên mayîn sax- kirin qêrîn û nalîn...Û hêj bi ser halê xwe de digirîn, qêrîna dayikên Sîba Şêx Xidir geha Gir Izêrê di nava Gola Xwînê de mayî!

Hawara! Hawara! Hawara! Hawara!

Erê Hawara! Lê kî dengê we dike?

Êzidî? Kurdên desthiladar? Kurdên Cîran? Erebên Îraqî? Amerîka? Europa!

Yan hemî kerr in?! Yan xwe kerr dikin?

Lê kî kerr be û kî bi guh be, ev nema pirsgirêk e, rastî ew e, ku Êzîdî hatin kuştin, û ev bû Fermana hefê û ...?

Piştî kuştina Helal[3], koçberiya beha dest pê kir. Bi hezaran, rêjeya bêtir xortên nûhatî, pişta xwe dan Welatê şîniyê, Îraqê, û berê xwe dan Welatê xweşiyê, Europayê.

Û Sîmfoniya Şîniya Êzidiyan berdewam dike!?

Li Welat û li Dervey Welat! Li Îraqa federal û Kurdistana Serbixwe! 

 Goettingen/Almaniya, 20.11.2007


 

[1] www.bamf.de

[2] Gotara Rojnamevan û Nivîskar Tariq Hemo, " Kurdên resen an kurdên reben?. ", 3 ê Temûza 2006 an. çavkanî: www.yeniozgurpolitika.org

[3] Gotara Nivîskar û Helbestvanê Kurd, Hoşeng Broka bi zimanê erebî: "Şingal, destpêka Holokawst", 18.08.2007. Çavkanî:www.elaph.com



 

                                                      

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1