Te ez bi hinek dostan dame
nasîn,
ku min ewana ne dinasîn
..û ez di hin malan da dame rûniştandin,
ku ewana ne malên min bûn
..û ji min va yê dûr nêz kir
..û yê dûr kire birayê min…
Lê ez di kûraniya dilê xwe da
bi tengiyê dihesim
Gava ez dev ji warê xwe yê berê berdidim
..û ji bîr dikim, ku warê kevin di yê nû da
ye…
Li dera ku tu bi xwe lê dijî
Di nav zayîn û mirinê ra
Di vê jîhanê an yeke dî da ye
…û li her derekê, ku tu min dajo wir
Tuyî, tenha tuyî, hevjînê jîna min a bê
serhed
Tu bi xweşiyariyê
Navbera dilê min
…û wan tiştên nenas,
hevgirêdanê pêda dikî,
ku kesek ji wî ra nenas namîne
û çi derî di rûyê wî da nayên girtin…
Ax…!
Diraza min bipejirîne,
ku ez nazdariya (ê tenha),
di lîska gişan da winda nekim….