Dewleta tirk bi hemû hêza xwe
bi ser kurdan ve tê. Piştî hilbijartinên
dawiyê, ku AKP gelek dengên kurdan wergirt û
li Bakurê Kurdistanê bi riya sozên sexte û
siyaseta kirîna dengan û “perwerdekirina bi
birçîbûnê” wek Serokê Tevgera Azadîxwa
Abdulah Ocalan carekê gotibû, niha konsepta
li dij kurd xistiye warê praktîkê û bi
artêşê re, mil bi mil, dixwaze vîna kurdan
bişkênî û bi yek car koledariyê li ser wan
ferz bike.
Armanca AKP ê niha tunekirina Tevgera
Azadiya Gelê Kurd e. Niha oprasyon û şerê
giştî xistiye dewrê. Hewl dide hêzên artêşê
dewrî Başûr bike û li wir 2 çûkan bi
kevirekî bikujie. PKK xelas bike û statûya
Başûr biroxîne. Li himberî hevkariya AKP û
artêşê ya li dijî kurdan, gelê kurd û hêzên
wî yên sereke jî xwe dane ser hev. Helwesta
ku Mesûd Berzanî Serokê Herema Başûr û Celal
Telebanî Serokê Iraqa Federal derbirîn baş û
giranbiha bû. Ew helwest li gorî hêviya
kurdan bû. Jixwe berê jî PKK gotiye ewê li
himberî her coreyê êrîşê li dijî
destkeftiyên Başûr û Kerkûkê berxwedanek
bêhempa nîşan bide. Li himberî dijiminên
Başûr dê PKK hêza xwe têxe dewrê. Ji ber
hindê dewleta tirk har û dîn bûye.
Dewleta tirk ditrse ku çanda PKK li tevahiya
Kurdistana mezin û Rojhilata Navîn belav
bibe. Çanda berxwedan û tekoşînê li dijî
inkar û imhayê. Niha jî gelê Başûr hemû
piştigrtiya tekoşîna Bakur dikin. Başûrî bi
dengekî bilind serhildana Bakur destek dikin
û rewa dibînin. Gel weha û rêveberî jî weha…
Pêwîst e ev helwest bêtir bi hêz bibe û tu
carî bi paşvekişandinê nefikire. Dijimnên
kurdan çavê wan li Başûr e. Ew dixwazin
hebûna Başûr xerab bikin. Dîsa talan û wêran
bikin. Dixwazin hêza serhildan û tekoşîna
hêzdar ya Tevgera Azadiya Kurdistana Bakur
jî bixin û bêbandor bikin.
Naxwazin bi sedhezaran şervanên kurdan
bibînin. Vê yeke wek “xeter li ser hebûna”
xwe dibînin. Dixwazin ciwanên kurdan karker
û xezan û xizmetçiyên wan bin. Naxwazin wan
wek şervan û hêza kurdistanê bibînin. Kurdan
ya xwe gotin. Bi yek gotin û peyv û bi
mêranî diyar kirin, ku ewê serê xwe li
himberî tu şêweyê gefxarinê netewînin. Ewê
şer bikin û şer belav bikin, eger êrîş bête
ser wan. Mesûd Berzanî û Murad Kariylan yek
helwest gotin..
Niha gelê kurd kêfxweş e. Kurd ji vê
yekpeyvê û yekhelwestê kêfxweş û serbilind
in. Te diçe ku, axaftin li ser helwesta
mêranî ya rêveberên kurdan e.
Hemû cîhan dizane, ku dewleta tirk sûcdar e.
Hemû cîhan dizane ku dewleta tirk dixwaze
kurdan tune bike. ji ber hindê kurd xwedî
maf û pişt gerim in. Eger DYA bi ya tirkan
bike û êrîşî Tevgera Azaidya Kurdistanê bike,
ewê çewtiyek mezin bike. Ewê destekê bide
hêzên terorîst li tevahya herema Rojhilata
Navîn.
Qeliskirina Tevgera Azaidya Kurdan,
xurtkirina hêzên terora cîhanî ye. Pêwîste
DYA zextê li tirkan bike, da ku pirsgrêk bi
şêweyekî aşîtyane çareser bibe. Rewşenbîrên
kurdan hîna bêdeng in. Hêzên kurdan nêzî hev
dibin û rewşenbîr hîna ji ber berjewendiyên
xwe yên teng û vala bêdeng û bê helwest in.
Rewşenbîr û hunermendên tirkan di dewrê de
ne. Yên me bêdeng û temaşe dikin. Helbestan
li ser gulan dinvsînin û bi şerê hev û din,
mijûl in.
Niha pêwîstya kurdan bi seferberlikekê heye,
ku li dijî kampaniya lênckirin û
dijminayetiya kurdan, ya ku tirk bi hemû
hunermend û rewşenbîrên xwe dimeşînin, rabe
ser piyan û xwe bi mêranî nîşan bide…
tariqhemo@hotmail.com