Di van salên dawî de,
bi taybet ji destpêka çerxên bist û yekan ve,
kurd û bi taybet kurdên Êzidî ketine nav
munaqeşeyeke piralî, mirovên me ji pir
aliyan de, pir tiştan û pirsan bi awayekî
tevlîhev bi hev re munaqeşe dikin. Car-caran
munaqeşa mirovên me ne bi hev re ye, lê di
ber hev re ye. Li şûna diyalogê monolog pêş
ketiye. Heger komunikasiyon di navbera me de
tunebe, wê çaxê mirov nikare bibêje ku
danûstandin heye. Ji bona komunikasiyonek
baş azadiya fikrî pêwîste.
Sohbet û gotûbêjên me, bi piralî li ser
tiştên pûç û biçûk kom dibin. Di warê
edebiyatê de ev biçûkbûn û pûçbûn piraniya
caran piroblêman bêtir tevlîhev dike. Li
şûna ku em pêşde biçin, em di eynî warî de
dizîvirin. Li şûna ku em bedewbûna daristanê
bibînin(Êzdiyatiyê) em yeko yeko li ser
bedewbûna darekê diaxivin.
Di warê zaniyarî û gotûbêjiyê de piroblemên
ne yên metodîk hene. Gotûbêjên me weke
zlindarê tehl in. Ev rastiya pir zelale jibo
me.
Di civata me kurdan de, hindek mirov hene ji
peşkê baranê ferên Aşan digerînin!...Di vê
civata me kurdan bi hemû awayî hewl bide ku,
ew bibe xwediyê kulturek e avakirina
zaniyarîyê. Dema ku avakirina zaniyarî bi
metodên hostan û materiyalên rast bimeşe, wê
çaxê civata kurdan dibe xwediyê bingeheke
kambax. Di warê zaniyariyê de dive roj bi
roj zanyarî di warê kurdan de zêdetir bibe.
Bi kurtî heger kurdan di warê zaniyarê de
kevirek danîn derekê, divê kurd daxwaz bikin
ku ew jî kevirekî deyînin ser vî kevirî. Lê
mixabin, piraniya caran kevirê ku li ser
hevin jî, ji aliyê hinek kesan de têne
hilweşandin û li şûna wê hilweşandinê
tiştekî din nayê avakirinê
Heger em bixwazin çend hevokan li ser
pirsgirêkên ramanî jî lêkin, bi rastî ew pir
erzan bûne!!...Gelek tiştên girîng hatine
qurmiçandin. Klîta ramanî û îdeolojî baş
ketiye xwarê. Kî çi tê ber devê wî dibêje.
Peyva pûç û vala zêde bûye, lê raman qels e.
Heger di nav ramanên mirovan de, carina
gotinên nû û biyanî jî hebin, wê çaxê tê
gotin ku zanîne te gihîştiye ezmanê heftan.
Lê em baş dizanin ku zanîn û zaniyarî ne di
van sixletan de ye. Zaniyarî dive ji hemû
alî de li ser zanebûna ilmî,li ser
helwestgirtina ramanî û durustiya şexsî ava
bibe. Divê kesê zanyar zanîbin çi dibêjin.
Zelaliya ramanî,yek ji sixletê zaniyariyê yê
herî başe.
Di ware ramanî de îro hinek gotin hene ku
bûne mode. Mirovên me fikir û raman û heta
bê gêrdanek zanistî ji aliyê dîrokî ve ,behsa
ronahiyekê dike. Belê behsa ronahiyeke
kurdî-kurdî bi hev re dikin. Helbet gotinên
weha xweş in û gelek mirovên me bi gotinên
weha dilxweş dibin. Em dîsa bêjin ku pêwîst
e mirovên zaniyar ji xwe bipirsin; Gelo çawa
civata Kurdistanê bikarîbe behsa dema
ronahiyê bike. Hîne gelek tişt jibo me
pêwîstin, hîne gelek tenûrên nanpêjanê jibo
me pêwîstin. Dema ronahî bi hemû awayî
demeke nû ye ilmî, kulturî, ramanî ikonomîk,
poletîk û sosyal, belê mirovî ye. Em dikarin
bi serbilindî bêjin ku dem dema aqilmendiyê
û zanyariyê ye. Ma gelo di navbera kurdan de
, ji aliyê zanyariyê mirovantiyê,belê ji
aliyê sosyal û poletîkê de,aqil îro roj
çiqasî rola xwe dilîze.Nimûne; Ji bo kurdên
me yên rojperest (Êzîdî) Ma civateke xwekujî
dikare behsa ronahiyê bike!?... Weke tê
zanîn mirovên ku di civata me de tişan jiber
xwe dibêjin pir in. Ev rastî hanê bi
ronahiyê re dikeve nakokiyê. Zanbûn ew e ku
zanebûneke ilmî û praktîke…Başe… Dem-dema
ronahiyê çawa bû!?...Mirovên ji ronahiyê çi
digêhjin?!...Lê ez pêwîst dibînim ku em jibo
xatirê gotina rast jibo xwendevanên hêja re
birjînin ser kaxezê pêwîst dibînin ku bêjin,
bi rastî jî zaniyar û zanebûn di nav kurdan
de bi nisbake ne kêm êdî peyde dibe. Helbet
her weha jî kurdên Êzidî. Îro roj zanyar,
zanebûn û zanistî di nav kurdên Êzîdî heye.
Ez wekî keseyetî ji wan zaniyar in zanistiye
xwe hildigirim.
Bi kurtî ronahî tê wataye ku mirov karîbe li
ser pirsgirêkên mirovatiyê û jiyanê
reaksiyonên aqilmendî nîşan dide. Ronahî
bingeha xwe ji şoreşa tebîetê (xwezayî) ya
ilmî digirt.
Dema ronahiyê ji aliyê ziman de hinek tiştên
nû bi xwe re tine, nimûne; berî niha li
Europayê zimanê Ferensî bûbû zimanê sereke.
Pir kesan zû dev ji zimanê dayîka xwe berdan
û bi zimanê Ferensî nivîsandin. Dîrokzanê bi
nav û deng Gibbon ewî dîroka Swîsra bi
zimanê Ferensî nivîsî. Dema ji Gibbon hate
pirsîn çima zimanê ferensî neyê dayîkê ew jî
weha gotibû: “Ji berk u ez bi Ferensî
difikirim, çiqasî ecêb be jî, zehmet e ku ez
bi zimanê dayîka xwe binvîsim” Mirov bi
kîjan zimanî bifikire,ew ziman bi hêsanî
dibe zimanê nivîsandinê, lewma ez ji cîlên
kurdên yê ku îro hewldide bikeve nav refê
nivîkaran û nivîsandinê ku ew bi kurdî
bifikirin ta ku bi zimanê dayîka xwe
binvîsînin.
Mirov dikare dema ronahiyê bi pir nav û
bûyeran ve girêde. Tiştekî pir eşkereye ku
pêşketina kapîtalîzmê,belê civata Europayê
zor da ser avaniya jorî ku ideolojiya xwe li
gora felsefa kapîtalîzmê biguherîne. Encamê
maddî yê bingeha civatê guherandinên sosyal
û kulturî bi xwe re tannin. Di îdolojî û
felsefa kapîtalîzmê de zaniyarî dikete şûna
bahweriyê, demokartî dikete şûna
arîstokratiyê.
Ronahî ,belê tevgera ronahîyê dikare bi çend
xalan de were komkirin. Yek ji van xalên
herî berz xala, xebata li ser ilmê xwezayê
ye. Ji ber ku ilmê xwezayê, di rastiya xwe
de zanyariyek pir bi rêk û pêk efirandibû.
Daxawzên objektif deriket pêş. Ji xwe civata
kapital jî hewcedarê zaniyariyeke piraktîk
bû.