Şevdavên te
hêviyên min vehandin,
pêngavên şengestêran in,
li xewnên guldankan..
mêvan in.
Çavên te,
li kevîzinaran,
kevot,
kevok û
kanî, kizirandin,
pirşeng,
rewneq didan
Stran,
xwîneke zarokî ye.
Çiya li xemla xwe digere.
Rêkê
bi tinê nehêlin.
Agir,
gul,
sîvanoka lêvên te
koçka darhinarê
ji befra lêvên te ariyan
Av e destê te.
Bestika agirî
darûberê te ne
Bajaro..!
Kîjan êş maye..
hîna te ne nehwirandiye?
Kîjan şev,
kîjan roj,
kîjan xewn,
hîna landika te nehejandiye?
Kîjan buhar,
kîjan ezman,
kîjan şewat,
hîna tu nedaqutandiye?
Bajaro:
Kî ji te nemaye?
Kî dest ji te bernedaye?
Kevirekî li min bixe,
eger ne wesa be!?
Şev..
aheng kerneval mirinê ye,
Bayê
sebata awirên te,
paşerojên xendiqî ne,
Di dirêjahiya bendemanê de!
Helbestttttttt..
di paxila demê de
ji goristana leylanê
diherike
diherriike
diherrriiikkkkeee
…
NY, 1-11-2006