Di şkeftên giyana xwe de,
mîna ferişteyekî nerm î zelal, ku ji esmanê
bajarekî bi mij dakeve, şerma min li rewana
te rast hat.
Ne biyan bû..! Xweş tê bîra min, li ser
kenarê Dicleyê, di demeke nêzik de, di
çîrokeke dirêj de, li gel Biroyê dengbêj û
stranin dîrokî de em li hev rûniştibûn.
Biroyê dengbêj, tu bû, ez bûm, kurdekî
serxetî bû; binxetî bû; pêşmergeyek,
gerîlayek wek te bû… Bi dengê xwe şer dikir,
li ber xwe de dida.
Eger em bipirsin: ‘Çima gola mijûliya dilê
me di ser re çûye û êşa te xwe li hestiyan
pêçaye?’ Bêguman, giyanên me bersiva ku di
vê pîvana biçuk de pêk nayê û kin jî nabe,
zanin.
Ji ber ku tu razî nebû ku elfebeya romana
tenê, ji miletê xwe yê di derya tor û hunerê
de dest dipeland, diyar bike, elfebeya
jiyanê jî.
Te em fêr kirin ku wêjeya kurdî xezneyeke
hêjaye ger û lêkolînê û çiqas em bi ser lîre
û pûlikên wê vebin, em wilo bi ser duruvê
kesatiya xwe vedibin!
Lê îro… bejna tîpên te qurmiçî ne, bê deng
in, dîmenên wan li ser rûpelên ku reş bûne,
diperpitin, bê reng in. Rêsiyê hevokên te yî
hûnandî, xav bûne, li hev geriyayî ne, li
xewleyî pertûkan bêçare mane.
Ziyana wêjeyê giran e, pir giran e, mezin e;
ji gotinan, helbestan, pesindariyê mestir e.
Birîna wêjeya kurdî – tevî bêdengiya wê –
kûr e. Kulîlk, çivîk, çiya, heval, şagirtê
dibistanan û hemû bêjeyan xwe reş girêdane,
bi çol û deviyan ketine.
Erê, ey stûna perwerdeyê, bingeha tîpên
şermok, cihoka peyvên şêrîn..!?
Her hevok di her romanê de bi şîn e, laşê
xwe li ser te dicû.
Her zikak, kolan, çem, newal, çiya, dengbêj
di wan romanan de, pirsa hilm û bêhna
pêçeyên te dikin.
Zengilê dibistana mamoste Sefo piştî te, li
ser masê bê deng ma ye.
Zarokên ku li qorzîkan, xwe li hêviya te
dane hev, navê te li ser dîwaran dinivîsînin,
bi kurtepistin dîl.
Çivîkên ku her sibeh li ser milê Dîcleyê
vediniştin, baskên wan li asîmana ji
çûnûhatinê û gerîna li te qerimî ne, qet
nikarin li ser milên tu çeman deynin.
Dicleya te di dêra mişextiyê de dinale,
dimale, dilê wê bêyî dilê xwe lêdixe,
dimiçiqe, dike hawaaaar; lê dengê wê li hev
vedigere, wenda dibe, mîna hilma te...!?
Çiqas gurzên tîpan li ser rewanê te bêne
belavkirin, civandin, daleqandin, şewitandin,
heyv ji perestgeha şîna xwe qet dernayê.
Welatekî bê bend, tifing, leşker û bombe ava
nabe; herweha av di çemê Dicleyê û giyana te
de careke din naherike.
Êşeke nû.. rundikin nû..wateyin nû... û
matbûneke nû...!!!??
.