(oxirbe bira Mihemmed Uzûn….)
Ji vê qerebalix û xirecirê, ji van gotin û
derew û zariyan,
Tu xilas bûyî!
Ji cadûgeran, xwefiroşan, sêrûyan û
sexteçiyan!
Ji siyasetmedaran, fêlbazan, têkçûyan,
qehpik û dolarvanan,
Tu xilas bûyî.
Ji jimêryaran: emê çiqas pereyan sibe bidin
hev?
Çend nêçîran nêçîr bikin?
Ji penaberiyê, sar û seqema wê.
Ji rojnama, kovar, xerîbiyan, bajar, welatan.
Ji şîretên şîretkaran.
Lêbelê, te nikaribû Ameda xwe bi xwe re bibe…
Destên te bê hêz bûn û Ameda te a dûrî nêzîk
Ji nav tiliyên te diherikî….
Dicle diherikî……hawar dikir: ax lo Mihemmedo
lawo!
Firat diherikî…..
Amed ey Amed,
Îşev tê bê Mihemmedê xwe raze!
Mihemmedo Lawo!
Îşev tê bê Ameda xwe raze!
Mihemmdo!
Ziravo!
Dev li keno!
Teniko!
Ey Mihemmedo!
De raze bira!
Sibê tê zû rabe
Rûpel li benda te ne
Defter û pênûs bang li te dikin
Hêviyên jar û belengazan
Amed bê çavên te kor dibe:
Kê wê hûnik hûnik, hêdî hêdî di pencera
Zivistanê de lê binere?
Kê wê partiyên wê di landikê de bihejîne?
Kê wê bi dizî bigirî, da tu bikene?
…………….
………………
Tu dikene,
Aniha,
Tu dikene:
Şofêrên Hewlêrê delodînin
Te dibin Amedê eger tu bixwazî!
Û welatê min û te di nav pêlên evîn û tozê
de pêçayî ye.
Çend şehîd li vir ketin
Çend Evdal bi pey Zeyinkên xwe ketin
Çend hêvî berbi jorve ketin
Çend stêrk wekû te ji ezmanê welatê min
ketin!
…….
Tu dikene
Aniha,
Tu dikene.
Te mala xwe dît,
Xewek bê veqetîn.
Li ber dergehên Mêrdînê,
Li ber lingên Toros, tu tevlû vê ax û van
çiyayan bûyî!
……….
Ax!
Me ev ax li xwe mehir bikirana
Me têr têr ew biramûsana
Em têr ser sing û berên wê bigeriyana
Li çiyayên wê, gir û bajar robar û deşt û
kaniyên wê!
Me çavên zarokên wê geş bikira
Paş evînek û şehîdekî,
Em bimirana!
Erê…
Ez li ser kê bigirîm niha
Ser te
Anjî ser Ameda te ya şewitî?