Wek em dizanin ku Cegerxwîn yek ji wan
nivîserên nifşê govara Hawarê bû, ya
zimanzanê hêja Celadet Bedirxan, yê ku
şoreşek di cîhana rewşenbîriya kurdî di
zarê kurmancî de di wê serdemê de pêxist.
Helbestvanê meyê hêja, Cegerxwîn di wê
serdemê de serê xwe hilda. Em vê yekê
dibêjin da ku hin fakterên pêkhênerane
bêne xuya kirin.
Bi rastî tevgera nivîsînê di warê
rêzimanê kurdî de ji nik Celadet despê
kir. Bi dû de, rêzimana Reşîdê Kurd di
sala 1957-an de belav bû. Di sala 1961-ê
de Cegerxwîn pirtûkek di rêzimana Kurdî
de, bi tîpên Latînî, bi zarî Kurmancî li
Bexdê belav kiriye. Navûnmîşana pirtûkê
((awa û destûra Zimanê Kurdî))ye. Di vê
xelekê de ezê zaraweyên Cegerxwîn ji
xwendevanan re hem bidim xuyakirin, û
hem jî di riya wan de bîr ûebaweriyên
zimanwanî yên wî dest nîşan bikim û raya
xwe têde bidim.
Piştî ku min pirtûka wî xwend hin têbînî
min danîn, ew jî evin:
Yekem:
Di baweriya min de rêbaza ravekirina
rêziman di her zimanekî de dibe hokareke
serekî di destnîşankirina zaraweyên wî
yên rêzimanî de. Li ser vê bingehê em
hişkere dibînin ku piraniya girûpa
zarweyên Cegerxwîn li pêka bîrûbaweriya
rêzimana wî hatine hûnandin, ya ku di
gelek movikan de li ser rêbaza rêzimana
Erebî çûye. Cegerxwîn di şirovekirina
xwe de wa diçê û dibêje ((di peyvê de du
perçê binyadî hene ko bê wan peyv tekûz
nabe
1.
despêkiraw
المبتدأ
2.
salox
الخبر
Helbet ev gote di bingeha xwe de rast û
drust e, lê awayê ku zarawe pê hatine
drustkirin wek Erebî hatiye, lewre em
dibînin ku dest avêtiye karê (despêkirin)
û li gor dariştina zarê Soranî zaraweya
(despêkiraw) daniye, ji ber ku em tev
dizanin ku forma (kiraw) rêjeyeke Soranî
ye. Inca gelo wî zaraweya xwe her ji
Soranî aniye, yan jî gelo wilo pê xweş
hatiye û daniye. Ya dîtir jî dema ku
ristê dike du parçe, wek:
((Şêrgo bi mêranî deng daye.))
Di şirovekirina wî de di rûpelê (6)an de
weha hatiye, ku beşê yekê (Şêrgo)
despêkiraw e, û beşê duwa (bi mêranî
deng daye) salox e. Ev jî ne xem e, lê
bi dû de tê ser destewajeya (bi mêranî)
û wek çilo zimanzanên Ereba şirove dikin,
ew jî wilo dikê dema dibêjê (bi mêranî)
rakêş û rakêşraw in, wek em bêjin (car û
mecrûr in –
جار و مجرور
). Dîsa danîna (rakêş û rakêşraw)
herçende bi şêweya Soranî hatiye, lê ya
ku cihê rexnê ye di bin kartêkirina
rêzimanê Erebî de zimanê Kurdî tê şirove
kirin. Eva han di piraniya movikên
pirtûkê de diyar dibe.
Duwem:
Ji alîkê din ve jî, Cegerxwîn, heçku
pirtûka rêzimana Soranî di rexekî de, û
pirtûka rêzimana Erebî di rexekî de
daniye ber xwe û li pey wan rêzimana
kurmancî daniye. Ez vê yekê dibêjim neku
mirov ji awa û destûra rêzimanên dîtir
sûd negire, lê ya pêwîst taybetiya
zimanê kurdî biserkeve. Ez vê yekê
dibêjim ji ber ku eva han di du aliyan
de diyar e:
1.
ji hin zaraweyên wî ku soranî wergirtine,
wek despêkiraw, kiraw(object), …htd.
2.
Naveroka pirtûkê li pêka rêbaza şîkariya
zarê Soranî yên wê serdemê hatiye, ku
Cegerxwîn li Kurdisatana Iraqê dijî. Û
li wê derê fêrî zarê Soranî bû.
Sêyem:
Hin ji zaraweyên Cegerxwîn lawaz û bêkêr
in, wek:
(peyv) beramberî hevok û riste (sentenceجملة
) hatiye.
Wergêrana (peyvê) bi wataya (sentence
جملة)
gelek lawaz e, herçende di zarawesazî de
tiştekî wa dibe, lê divê bi hûrbînî lê
were meyzekirin. Berê Kurda gotiye
mirovê kurmanc cihê peyvekê tenê di serê
wî de heye, ê ku hat berî xelkê peyva
xwe xiste serê wî de, ji xwe cih ji ti
peyvên dîtir re nema, ji ber ku her
peyvek tenê dikeviyê de. Lewre mirovê
Kurd, çi xwenda û çi nexwenda jî ji ya
xwe ber nadê, ji ya xwe nayê xwar,
herçende şaş be.
(kirok = kir+ok) hemberî (subject
فاعل
).
Ev jî ligor peyvên (mêjok yan mîjok,
gerok, tirsok) ku beşê kar di van peyvan
de regê karê nihaye, lêbelê beşê kar di
peyva (kirok) de karê rabirdû ye (buhêrkê).
Inca dariştin bi xwe jî li nik Cegerxwîn
ne hewqas sazkar e.
(devxwarî) hemberî (tewang
الإمالة),
jiber ku devxwarî wek ew rave dike
wataya tewangê bi wataya rêzimanî ya
Celadet nade. Ya dîtir jî peyva (devxwarî)
wek zaraweyekî rêzimanî ne cihgirtî ye
(pesin) hemberî (adjective
الصفة
hin ji wan bi şêweyekî giştî, herçende
libin çak hene, ku her ev jî yan berê
hebûn, yan jî li gor wergêranê rast
hatiye. Ya dîtir di dariştina xwe de,
gelek zarawe, wek:
(teknav, bêşnav, sadenav, parçîmnav,
komnav, demnav, cînav, alavnav, biçûknav,
jimarnav, jêdernav, kiroknav, riknav,
cêwînav …htd.)
Çarem
Têgeyên rêzimanî li nik Cegerxwîn di
rêbazeke zanistî de û li gor taybetiyeke
zimanewanî taybet bi rêzimana Kurdî
nayên, ku ev jî dibe cihê kêmanî û
rexnelêgirtinê. Lewre, wa tê dîtin ku
Cegerxwîn qalibekî rêzimanî bi du
têgeyan şîrove dike, wek vê rista jêrî[1]
1. Şêrîna xebatker baş e
2. Fehadê gernas mêr e
Cegerxwîn
di qalibê (Şêrîna xebatker) û
(Fehadê gernas) peyvên
xebatker û gernas
wek (xwepêgirê despêkiraw) dibîne. Belê
di rûpelê 29an de heman qalib bi du
têgeyên dîtir de: (pesin û pesindiraw
الصفة والموصوف
tê şîrovekirin. Her ne tenê wilo ye jî,
di rûpelê bi dû de heman qalib dikeve
bin du têgeyên rêzimanî yên dîtir de ku
jêre (palivdar û palivdêr –
المضاف والمضاف اليه
dibêje. Inca wa diyar e ku rêzimannivîs
di avakirina têgeyên rêzimanî de pala
xwe dide rêzimana Erebî, bi ser ku ev
piroseya han di hin aliyan de ne karekî
ziyankar e, eger zimanvan awa û destûra
zimanê Kurdî di rêbazeke taybetî de
şîrove bike û bikarê tiyoriya rêziman bi
şêweyeke giştî bixê bin xizmeta danîna
rêzimanê Kurdî de, ne ku qalibek bi sê
têgeyên taybet bi zimanekî dîtir, wek
Erebî, werê nav zimanê şîrovekirinê[2].
Herweha ev wê yêkê dupat dikê ku nivîser
zaraweyên xwe li ber roniya têgeyên
rêzimanê Erebî ava dikê.
Pêncem
Cegerxwîn di pênaseyên[3]
xwe de wa hûrbîn neçûye, lewre xwênerê
normal tênagihê, û xwênerê zimanvan jî
pişt pê girê nadê, eva han dibê
kêmasiyek ji petûkê re, bo nimûne di
pênaseya zaraweya (xwepêgir -
المتعلق)
de wa dide naskirin:
((xwepêgir ew perçeye ko di peyvê de yan
xwepêgirê destpêkiraw e yan xwepêgirê
salox e. ))[4]
Têbîniyên min evin:
1. Cegerxwîn di wergerandina xwe de ku (peyv)
beramber sentence –
الجملةdaniye,
di baweriya min de, şaş çûye.
2. Ya dîtir jî (xwepêgir) ne tenê
di ristê de tê, lêbelê di destewaje –
phrase -
العبارة
de jî tê, wek:
Lawê Pîrê; Pira Bafit; dilê birîndar,
gula sor
3. Dema ku Cegerxwîn dibêjê:
((xwepêgir ew perçe ye)
mebesta rast û yekser ji gotina (parçe/perçe)
nayê xuyakirin. Başe ev çi parçe ye? Ya
dîtir jî, têgeya (perçe) têgeyeke giştî
ye, û bi vî awayî pênase nayê
naskirin, ji ber ku (kert û kîte) jî
perçeye, û yek dikarê peyvê bi hemî
parçên xwe ve wek yek parçe bibîne. Weha
xwêner di nav van têgeyan de wê wunda
bibe.
Şeşem
Sînorên morfolojî û dengsazî di têgeyên
rêzimanê Cegerxwîn de ne diyar in, û
hincar tevlîhev dibin, bo nimûne, dema
ku tê ser şîrovekirina binyada peyvê,
weha dibêjê[5]:
((Gotin jî yan ji kartekê pêktê wek: aw,
ard, aş, ax, al…
Yan ji du karta pêktê wek: bajar,
baran, barzan, bala.
Yan ji sê karta pêktê: birîva, silîva,
(re – wan – duz)
Yan ji çar karta pêktê wek:
rahejandin, raqetandin, rakişandin,
hilfirandin, hilqetandin.
Yan ji pênc karta pêktê wek: bidarve
kirin, bijorve birin.
Yan ji şeş karta pêktê wek: bihev
guherandin.
Wa diyare ku kertkirina wî ligor sînorên
dengsazî hatiye, ne yên morfolojî. Lê
Cegerxwîn wek zimanvan vê kertkirinê
destnîşan nakê, ango bi nav nakê, çi ji
aliyê morfolojî ve, û çi ji aliyê
dengsazî ve. Tenê dibêjê gotin ango peyv
ji karta pêktê.
Bi dû de tê ser nasandina zaraweya
(kart) û dibêje: ((ji her dengekî re
kartek tê gotin. Ew jî:
-
carna ji yek tîpê pêktê wek : a
-
carna ji du tîpa pêktê wek: ba
-
carna ji sê tîpa pêktê wek: bar
-
carna ji çar tîpa pêktê wek: kuşt))
Wek hişkere ye ku Cegerxwîn dixwaze
kertkirina peyvê bi awayê piroseya (kît)an
wek Celadet nav lêkiriye, yan jî li gor
şîrovekirina zimanvanî zaraweya
(syllable) jêre tê gotin. Lê Cegerxwîn
di zimanê şîrovekirinê (metalanguage)
لغة الشرح
de
ne tenê ser neketiye, lêbelê dikevê wan
şaşiyên ku dibine nîşana hejariya tiyorî
di warê zanista rêziman de, lewre sînor
navbera têgeyên rêzimanî de di hin rûwên
giring de ne zelal tê, û dibe egera
tevlîheviyekê di hişê xwêner û rêziman
de, bo nimûne, em dibînin zaraweya
(kart) li nik Cegerxwîn
((ji her dengekî re kartek tê gotin))
((carna ji yek tîpê pêktê))
Inca kart carekê deng e û carekê tîp e.
Eger eva han hin car li hev suwar tê,
belê bi awakî giştî nayê peyrewkirin,
lewre nabe destûrekê rêzimanî di vî warî
bê dariştin. Ji ber ku ya herî giring ew
e zimanzan sînorên astê şîkariyê ji hev
cuda bike, û astên dengsazî(deng) û
girafêmsaziyê(tîp) li bin guhê hev nede.
Heftem
Cegerxwîn, wek me berî niha jî got, li
pêka rêzimanê Erebî çûye û dibêjê: gotin
sê parçeye: (nav û kirin û tîp) wekçawe
Ereb jêre dibêjin: (الاسم
والفعل والحرف
).
Wa diyare ku Cegerxwîn zarweyên Erebî bi
awakî mîkanîkî werdigerênê ser Kurdî,
lewre, eger nav û kirin beramber
اسم و فعل
rast hatiye, lê (tîp)a Kurdî beramber
(الحرف)a
Erebî di vê têvajoyê de nayê. Ji ber ku
zaraweya (elherf) di vir de mebest jê ne
ew (herf)a elfebê ye, ango (letter, tîp/pît),
belê mebesta wê dawiya tiştekî yan
kevîka tiştekî, wek em jêre bi Kurdî
dibêjin (pîk)[6]
.
Heştem
Di rêbaza polênkirin (polpolkirin)a
peyvan de wek em bêjin ev peyv (kar)e, û
ew peyv (nav)e yan (daçek)e …tad.
Cegerxwîn, ne wek Celadet û Qenat û
Reşîdê Kurd, çûye, tenê li ser rêbaza
Rêzimanê Erebî çûye, ya ku peyvên zimanê
Erebî di çarçêweya sê beran de têne
levakirin, ew jî (nav, kirin, tîp) ango
(الاسم،
الفعل، الحرف)
lewre jî pirtûka Cegerxwîn li ser van
hersê beşan pêktê:
1.
Perçê yekê Nav (rûpel 13 _ 125)
2.
Perçê duwa: kirin (rûpel 126 _ 188)
3.
Perçê sêya: Tîp (rûpel 189- 206)
Nihem
Di rêzimanê Erebî de zaraweya (el-hereke
الحركة
) heye ku dengdêrekî kurt (short vowel)
di dawiya peyvê de tê dema ku ew peyv
dikevê barê ristesazî de, ango di riste
û axaftinê de tê. Raste morfolojiya
ziman di hin aliyan de û bi şêweyekî wa
dibê ku nêzîkî hev bibin, lê dive ku ew
nêzîkayî I hev suwar were da ku em heman
navlêkirinê bikarbênin, bo nimûne forma
(gerund)a Ingilîzî di Erebî de nîne,
lewre zaraweyekî Erebî u bikarê vî barî
wesf bide nine, lewre di wergêranê de em
naçar dibin heman bêjeya Ingilîzî bikar
bênin. Cegerxwîn hatiye zaraweyeke Erebî
bi bêjeyên Kurdî bikar aniye ku ew jî
eve:
Rewş û tevgerên dawiya kirinê
الحالة وحركات نهايات الفعل
Inca dibêje çawa hatiye xuyakirin heft
rewş û şeş tevger dikevin dawiya (kirin)ê,,
…………………… di rûpelê 186an de li ser
têgeya tevgerê taxêve. Bi rastî ez
naxwazim têbîniya dûvdirêj bikim, ez
dibê heme têbîniyên me dan wek nimûne
bes in. Ji ber vê yekê jî zaraweyên ku
Cegerxwîn danîne piraniya wan cihê xwe
nagirin
Li ber roniya xwendina min ji pitûka
Cegerxwîn ya bi navê ((awa û destûra
rêzimanê Kurdî)) weha diyar dibe ku
nakevê rêza rêzimanvanan de ji ber ku
zimanvanî ne tenê zanîna mirov di
zimanekî de xurt û zîrek be, lê belê ya
rast drust ew e ku zanîna mirov di
rêziman de gelek be. Cegerxwîn zimanzan
e di awayê çilo peyva kurdî bihûne, lê
ne zimanzan e çilo rêziman rave bikê.
Paşgotin
Eger Cegerxwîn di pirtûka xweyî rêziman
de bi ser neketiye, ev jêre nabê
kêmasiyek ji ber ku vî mirovî di gelek
cihên dîtir de biserketiye, û gelek
helbest û gotinên pir hêja ji me re rêj
kirine û nivîsandine, û rûpelên dîroka
wêjeya kurdî bi gul û nêrgiz û kulîlkên
wî hatine xemilandin, wek nimûne:
Meyger tu were em qedehek mey bifirînin
Ez bi xwe yek ji wan sedê kesên ku li
ber dengê helbesta wî mezin bûme. Bi
rastî nerxandina helbesta Kurdî li nik
Cegerxwîn pêwîstî bi têvajoya serdemê
heye, ango ew dema taybet bi hatina
Cegerxwîn ve bend e. nemaze ev ku
cuwamêr di demeke weha de hat ku
piraniya miletê Kurd nexwendewar bû, û
hestê millet pirtir di pêvajoya wêjeya
gelêrî de serê xwe hildida.