Xelat Ehmed:
Li wir
ku berbang ji mijê heta bi mijê ne,
her tişt, mezin diçe zayînê
Hoşeng Broka
Li wir ku „berbangên
Xelat“, ji ser şopa navê wê yê ku haha diçe pencereyan, diqetin, ew,
ji wî yê „mîna ku êş be“(R.21) ku li seranserî wexta „bajarên
xerîb“(R.20), beşdarî wexta wê dibe, dest bi çinîna xwe ya gom, wî yê gom
û wan yên gom dike.
Li wir ku „bajar
xerîb in“,
ku „dem di kathejmêra dêrîn de, diçe halîwaliyê “,
ku „kathejmêr di endîşeya bê de, ji perçebûnê re dimîne“,
wan „bajarên xerîb“,
wê kathejmêra dêrîn,
wê halîwaliya demê
û wê endîşeya
wî bayî, Xelat Ehmed ji wî yê beşdar diçe xwe ya gom û nediyar û „di
beşdarbûna wî de, xwe hînî gombûnê dike“(R.20).
Di „berbangên
Xelat“ de, ku ji mijê heta bi mijê ne û ji mijê diçin mijê, bi qasî
ku beşdarbûn mezin dibe, ewqasî gombûn jî mezin dibe;
bi qasî ku ew
“yê mîna ku êş be“, mezin, beşdar dibe, ewqasî Xelat jî/aliyê din yê
„êşa wî“, mezin û gom dibe û bi qasî ku ew,yê/ya /yên „ku bi
tembîknameyan, bejna êşê dipîvin“(R.8), mezin, „bi nazenîniyeke
tekûz, derbasî gombûnê dibin“(R.8), ewqasî Xelat jî bi êşeke tekûz,
giriyekî tekûz, „wexta nimêjeke tekûz“(R.8), „dilekî tekûz ku hîn
li bîra kewên tekûz tê“(R.8), „dîlokine tekûz ku tekûz xwe davêjin
hembêza seferê“(R.9), û „sebreke tekûz“(R.9), beşdarî bêrîkirineke
tekûz û bendemaneke tekûz, dibe.
Li wir ku ew
gom e û „jê re ewrine ku nîvrê diçin baranê û tiliyin ku bi aliyan
diwerivin hene“(R.8), Xelat beşdar e û jê re, qefdek bêrîkirin ya
ji pêjna „guhstêrkine westiyayî ku naçin firînê“(R.8) heye.
Li wir ku cih
gom e, ku dem gom e, ku alî gom in, ew ya/yê gom, „rûkê xwe, di
hembêza destên ku „Xelat û Xelat“, beşdar in ji bîr dike“(R.8), û
Xelat jî mîna „guhstêrkine ku ji westanê bifirin westanê“, bêriya „şînekêşana
wê/wî, ku tê de, hîn têra tozeke din heye“(R.8) dike.
Lê daku ew, ku
aliyê din yê navê Xelat e, bi tenê, li tanê piştê, neçe gombûnê, ew
her bêrîkirin, bazdide „odeya sersom, ku di bendemana wê/wî, de, li
tanê piştê diçe vekirinê“;
ew bazdide
cilên xwe ku bi pistepista wê/wî, hîn sebra xwe ditînin û bazdide
wêneyan ku hîn ji wan rê diçe êşan:
Odeya te,
li tanê piştê, sersom vekiriye,
her bêrîkirin,
ez ber bi wê ve, dimeşim.
Bi dirûzeyan, ez bêdengiya wê dinijinînim.
Wêneyan, ji êşên wan, yên li ber derbûnê, dadiweşînim.
Ji te re, dawîtirîn dîlokên rêwingiyê, distirînim,
û pala xwe didim neqşên tûyên dêrîn.(R.8,9)
Ma “dîlokên li
ber seferê” wê ji “odeyên li ber seferê”, “bêdengiya li ber seferê”,
“cilên li ber seferê”, “pistepistên li ber seferê” û “wêneyên li ber
seferê” û pê ve, çi li şûn xwe ku li ber tozê diçin û li ber tozê
jî tên bihêlin?
Lewra dema ku
her tişt(tiştên ku ji kesûkarên helbestvên mayîn), li ber navê Xelat,
yê “li ber tozê” û “li ber bêrîkirinê”, ji seferê diçe seferê, û ji
gombûnê diçe gombûnê, ew helbest û helbest, dibe ya “sebra mezin” û
xwe li cih ku hîn bazdide gavên wan, xatir bi xatir, dest bi dest
û destmalk bi destmalk belav dike:
Qar, di
bêdengiyê de, diçim xwar,
ez sebra xwe li cih parve dikim,
di
min de, çavlixewiyeke ciwan,
û di odeya te de, xemgîniyeke belawela, heye.
Ronakî ji çavên min direve,
panvek deng e,
mizgîna navê hatina te,
yê berî gombûnê.(R.9)
Di
dema ku Xelat Ehmed hewl dide ku bi xwîna xwe ya ji helbestê heta
bi helbestê beşdarî “kêfxwşiya sivik” û “beşdarbûna keskane”(R.52) ya aliyê dîtir yê heskirina xwe bibe; di dema ku ew hewl dide di
“himbizbûna wî ya bi westan”(R.52) de, were xwar; di dema ku ew
beşdarî “siwarên ku di ber wê re derbas dibûn û hay ji sorê kirasê
wê nediman”(R.52) dibe; di dema ku ew hewl dide ”di lêvên wî de,
wek jineke din ku di wî de kara bendemana xwe bike gul bide”(R.52);
di dema ku wê bi wî re, li hev kirin ku “wê bispêrin êşandinê”(R.57);
di dema ku ew “nema dikare xwe li ber himbizbûna xwe ku ew(şeydayê
wê) xwe jê vedikişîne ragire”(R.59) û di dema ku perîkên wê şil
in û nema dizane ku ew dê çawa wê bifirînin destpêka ewrî”(R.59),
di heman demê de, helbestvana me ji bîra nake ku gombûn qedera
wexta “himbizbûna siwarê eşqa wê û keskahiya beşdarbûna wî”; qedera
wexta sorê kirasê wê” û qedera wexta pirbûna wê “ku dibe jineke din”
e.
Di
wê demê de ku gombûn ji wê diçe wê, ew, li xwe, li wî, li me û li
gombûnê ku her diçe mezintir dibe, eşkere mîna “Cûdî” û mezin mîna
“ketina wê di wî de”(R.52), mikur tê:
pir roj derbas bûn
û
ez hîn têra hînbûna gombûnê nakim.(R.59)
*Amaje:
Pirtûka helbestvana Kurd Xelat Ehmed ya li jêr navê “çarikên
berbangê/Tiryaq” ku bi zimanê erebî (cih û dema weşanê ne diyar e)
derçûye, wek çavkanî, ji bo deqê vê xwendinê hatiye bikaranîn.