Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

24 July 2007 14:25

 

Gulnar Elî

 

Tîrmeh

Gulnar Elî

Qêrîna xwe, agirîn,
belav diketin
Dirêjahiya herdû kişweran
koratiya herdû oqyanosan
bi dara bîranînan,
xwe vedihûnim,
derbasî bajarê xewnan dibim,
Di paxila te de, biyabanên beyar
Bi yek awirê ji çavên te
şşşîn dibin.
Li çiyayên te,
dil aska ye
Serbest hêvî çinîn.
Di gel te,
Di gel te bitinê,
Bibû.....m
Periyek afsanewî
Hevsiwarê rehwan,
bi tiliyên maçkirî
diçû berev buhara dil
Payîza kul, li pişt xwe hêla
Xewna berbend,
hêlîna sîbera min e
Li ser vê axê, çi genim şîn deng neda?
Di yek kêşê tête singandin.
Ya xweştir ji ya din nexoştir e
Bi destê min ne bi hestê te
Bi bizava min ne bi gava te
Bi kulên min ne bi gulên te
Bi kuştina min,
bi şûştina hastên te

Tirmeh e
Tirmeh
Qêrîna xwe li asman
belav dike, dike doz
dem hat roj sot
ji germa bêriya
şerma hêviya
di mista destên te de
xuh melavaniyê dike
li çi dinalî ?!
çi ne, rondikin çavên te mişt kirîn !
li kêlîkên xweş digerî..!
Zarokê ser destên min, dilivit
ev mindala di çavên te de nivistî
nedixwast hişyar bibe
ser xewnek nexweş
ji wê rastiyê hez kir
maçên dizî naznaz kir
girnijîna çavan diyar bû,
zarokek nûjen e,
mirin nedîtiye
xerîbî tenê peyvek e
Hêvî
Xewn,
Xwezî,
sê keçikên kezî zer in
yariya li hewşa cîranan diken.
tinê te diniyasê
xudan dikey
ji nişka ve
hozîn
destên evîn
helandin tiblên nermîn
lêvên peyvîn
çavên şermîn..
Neynika te bû
te xwe dît
tu bûy tu !
ji mêj were tu li xwe digeriyayî.
evîn evîn e,
tiştekî ji evînê zedetir nizanê
dibê tu tiştekî ji hêza evînê mezintir divêyî.
dibê tu tiştekî ji wê xweşiyê pitir divêyî
dilberê xweştir nedîtibû
perînaz bû
di lotka rastiyê de
te hişyar kir ser xewnek nexweş .
bedaxewe!
Dem hat.
Te jibîr nekir
gotinek nexweş bilîlê li guhê te lêdet
çi dînatî bû koçkirina min
Nemayî şengebêrî
Yadgar werar bûn
Kêlbên dijwar
Dirêjin şevên biyaniya
Bi direjahiya heft zeriya
Belgên dara bîrhatina
di nav çeqên xwe de veşartim
Rojek ji rengê axê
Dilberek ji dengê axê
Hevokên te
Kêlîkên te
Kenê te
Kevnebêrî nehêlan nivistî
baran barî
li ser rêya veşartî
dest bi dest
awerên şîn
şînên min
kesk kirin
keskên min
ser pesara digel kevoka firîn.
şineba
ser dêm re dibure
ji stêrka neberhoz xewna dibîne
dibaweşa rastiyê de
mişt kirin henes ji hêlma te
kenê çavan
lerzîna tiblan
xendiqandina peyvan
kozîrkek xuya ye
hevdîtina me piştî dem hat
duratîya me berî dem hat
bûyn
qedexe şêteba werzek
dinav werzên jiyanê.
Dîsan Bedaxewe.


7- 8- 2006
Boston









 

                                                              

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1