Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

24 July 2007 22:09

 

Gabar Çiyan

 

Demeke nû li Kurdistanê:
Serkevtina Partiya AK ê û rewşa DTP ê

Gabar Çiyan

Partiya AK ê ne tenê li Tirkiyê, lê li Kurdistanê jî hejmara dengên xwe bilind kir û li gelek deveran DTP ê li dawiya xwe hişt. Li Tirkiyê, sedema serkevtina partiya AK ê piralî tê niqaşkirin. Lê li Kurdistanê ev alî cihê niqaşên nû ye. Ji bo pirsê bersivek têr nake. Cewabên ilmî ku pişta xwe bidin lêkolînên civakî, aborî û polîtîk pêwîst in.

Partiya AK ê
Partiya AK ê weke partî ne kevin e. Lê serokê wê di nava îdelojiya turkî-îslamî de bi dirêjî xebitî ye. Recep Tayip Erdogan li ser nakokiyên civakî yê Tirkiyê ne mirovekî vala ye. Ew di nava partiya Refahê de mezin bûye. Ji ber dîtinên xwe hatiye dadgehkirin û cezekirin. Di dema birêvebiriya Talîbanan de, têkiliyên xwe bi wan re ( http://www.youtube.com/watch?v=f6dmgJz_2Tk ) çêbûye. "Bikaranîna îslamê mîna navgîneke polîtîk" jê re ne dijwar e. Li ser xeletiyên sîstema dewleta Tirkiyê, weke pirsa olî, Pirsa Kurd û dizîya di dezgehên fermî de, pirsa bijîjkiyê û bûrokrasiya giran ne bê fikir û program e. Avakirên partiya AK ê di destpêkê de xwe li ser hinek ji van pirsan kur kirin û ji bo çareseriyan xebitîn. Dema hatin ser hikûm, li ser pirsa olî, aborî û bijîjkiyê rawestiyan. Buhayê diravên welêt ji nû ve xurtkirin û enflasyona bilind xistin bin kontrolê. Di polîtîka derve de hinek gavên realîst avêtin û li hundir qala çareseriya Pirsa Kurd kirin.
Pirsa olî, şerê li hemberî hejartiyê û qala çareseriya Pirsa Kurd bala Gelê Kurda kişand...

Dezgehên olî li Kurdistanê
Birêvebirên tirka ji bo kurda bixapînin herdem li ser navê "biratiya olî" nêzî kurda bûne. Ji vî aliyê kurda ku lawaz e, wan gelek caran bi xwe ve girê dane û li gorî armanca xwe bikar anîne.
Li Kurdistanê bi destpêka avakirina partiya AK ê re, ji aliyê kes û dezgehên turkî-islamî û niwêneriya partiya AK ê ve xebatek bê westan tê meşandin. Li wir dibistan, motelên xwendevanan (yurt) û dersxaneyan vedikin, kursên cewaz tên dayîn. Ciwanên kurdan bi dizî an jî vekirî di wan de dixwînin, dijîn. Bi mîlyonan pere ji bo vê yekê terxan dibe. Di wan de zaniyariyên "îslamiyek e berevajiyê medreseyên kurda" tê belavkirin. Beşek ji ciwanên me dibin xerîbê Ehmedê Xanî, Seydayê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Melayê Batê. Ji ilmê wan ku ji rastiya îslamê pêk tê, dur dikevin. Dibin evîndarê turkî-îslamiya Fatih, Kanunî, Evdilhemîd û hwd. Islamê li gorî berjewendiyên xwe şirove dikin û herku diçe piştgirên wan di nav kurdan de zêde dibin.
Partiya AK ê li Kurdistanê bi şêweyeke sîstematîk xwe organîze dike. Hevalbendên xwe xurt dike. "Neyartiya polîtîka îslamî" ku li cîhanê û Tirkiyê heye, ji xwe re dike navgîn û polîtîka xwe ya turkî-îslamî gav bi gav li Kurdistanê pêş ve dixe.

Programa DTP ê di pratîkê de li ser polîtîkayên nû yê cîhanê ne têr û tije ye. Pirsên "peydekirin û çêkirina neyartiya îslamê û organîzekirina hêzên îslamî" û "îslama bêalî û mirovhez" zêde nexistiye rojeva xwe. Li ser propogandeya "terora oliya polîtîk û organîzekirina wê ji aliyê kes, dezgeh û dewletan" ve jê re ne pirsek e balkêş e. Xetera "polîtîka îslamiya sexte ya turkî-îslamî" li Kurdistanê, li ser ziman, çand û olên din bi xurtî nehatiye rojeva DTP ê.

Aborî
Îro li Kurdistanê bi sedan fabrîke devê xwe girtî ne. Bazar ji bo yên vekirî peyde nabe. Malên ku ji febrîkeyan derdikeve, di ambaran de dimîne. Bêkarî zêde dibe. Hejartiya li Kurdistanê heye her ku diçe dijwartir dibe. Tenê li Amed ê 3000 zarok li ser sergûyan kar dikin. Li Rihayê mirov nanê ser zibilxanê didin hev û dixwin. Li aliyê Hekariyê malbatek di axuran de dijî. Li Kurdistanê ji ber nebûna mecalên aborî fuhuş, laşfirotina jinan zêde dibe...

Partiya AK ê li Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî gavên serkevtî avêt. Kurd vê yekê dişopînin û hêvî li cem wan jî çêdibe ku gavên wisan li aliyê Kurdistanê jî bên avêtin.

DTP bi programekî alternatîf di pratîkê de derneket pêşberî xelkê. Girêdanê DTP ê bi kurdên derveyî welêt û başûrê welêt baş e. Girêdanên wir ji bo dewlemendiya fikir û herêmê organîze nekir. Pirekê ji bo pêşxistina aboriyê li Kurdistanê di navbêra kurda de ava nekir, li nik wan helwestek wisan xuyanî nekir. Programek aboriyê ku ji aliyê aborîzanên kurda ve hatibe çêkirin û pirsgirêkên ku ji aliyê DTP ê ve karîbe bê çareserkirin ji xwe re nekir pirsek e giring. Ji bilî xebatên çend belediyan pê ve gavek e ciddî nehate dîtin.

Pirsa Kurd
Di demek wisan de ku serokê partiya AK ê qala Pirsa Kurd kir, piştî wê bi demekê ji birêvebiriya DTP ê Aysel Tuğluk derket pêşiya çapemeniyê. Wê bi erênî qala îdeolojiya Kemalîzmê kir û li dijî statûya başûrê Kurdistanê beyan belav kir. Serokê partiyê Ahmet Türk di hevpeyvîneki xwe de bi serbilindî kala rola pêşiyên xwe di nava Siwariyên Sultan Evdilhemîdî de dikir. Xwe bi Siwariyên Sultan Evdilhemîd ku qatilê bi hezaran kurd, ermenî û asuriyan e bilind kir. Türk, wesfê navê meta/xaltika xwe da ku kirine Tirkiyê...

Partiya AK ê li Amed ê namzetên xwe ji kesên kurdîzan hilbijart. Mercên partiya AK ê li Amedê ew bû ku berendamên wan bi kurdî zanîbin da ku ji derdê xelkê fêm bikin.

DTP, mîna ku "xela kurdên zana" çêbûye, "kurdên xwende û siyasetmedar qeliyane", hinek ji namzetên xwe ji Tirkiyê îxracatî Kurdistanê kir. DTP di meclîsê de, hejmara tirkan, bi saya serê kurdan bilind kir. Mirov ji Amed ê anîn Mêrdînê û yê Mêrdînê birin Sêrtê û ew kirin namzetên xwe. Hejmarek namzetên xwe di saeta dawî kişand. Parlementerên kevin û hejmarek kesên nasdar ji bo garantîkirina kursiyê meclîsê ketin xebatên şexsî. Beşek ji namzetên wan kurdînezan bûn...

Encam
Di hilbijartinên 2002 an de Dehap ê li Kurdistanê û li Tirkiyê ji % 6.22 deng wergirt. Encama dengên 2007 an diyar e. Namzetên serbixwe li tevayê Tirkiyê (Muhsin Yazicioğlu, Mesut Yılmaz, Kamer Genç jî di nav de) ji % 5.20 deng wergirtine. DTP li Kurdistanê li gorî hilbijartinên 2002 an têk çûye. Programa wê û sloganên wê bersiva hêviyên xelkê nade. Nakokiyên di nava partiyê de ji aliyê xelkê ve tê dîtin. Beyanên wan xelkê hêrs dike. Programek xwe ya alternatîf li hemberî bêkariyê û pirsên bijîjkî ûhwd. di pratîkê de tune ye.

Xelkê, bersiva xwe bi dengên xwe da. Ji paşveçûyina DTP ê Ahmet Türk û Aysel Tuğluk, birêvebiriya partiyê ya niha di dereca yekem de berpirsiyar in. Pêwîst e DTP xwe nû bike. Programa xwe tekuztir bike. Li hemberî hejartiyê û pirsên bijîjkî bê helwest nemîne. Şelafiya li hemberî birêvebirên dewletê ji xwe re neke kar. Bi hêzên kurdan re rûne û li ser payvekirinekî demokratîk gavan bavêje. Prensîba ku parlementeriya wan ji bav derbasî law, ji bira derbasî bira bibe li dawî bihêlin. Piştî demekê bibin aqilmend û rê ji kesên nû re vekin...

Helwesta xelkê li hember partiya Kemalîst CHP ê û ya neteweperest MHP ê vekirî ye. Li gelek deverên Kurdistanê ew partî têk çûne. Lê partiya AK ê bi progarama xwe ya aborî, gavên çareserkirina pirsên bijîjkî, lawaz jî be qalkirina Pirsa Kurd bala kurda kişandiye û hêviyek li cem kurda, ji DTP ê bêhtir çêkiriye.

Serokê DP ê Mehmet Ağar helwesta xwe ji bo têkçûnê partiya DP ê diyar kir û ji serokatiya partiyê îstîfa kir, xwe kişand. Ew ji nuha pêve bi îhtîmalek mezin dê di partiyê de bêhtir aqilmendiyê bike. Ew ê rê ji siyasetvanên nû re veke, wan perwerde bike û ji bo serkevtina partiya xwe dê bavitiyê bike.
Lê serokatiya DTP ê ji bo têkçûna xwe heta niha helwestek diyar nekiriye?!

Fermo li encamên hilbijartinên salên 2002 û 2007 an binêrin. Serkevtin an îflaskirina partiyan li Kurdistanê temaşe bikin. Encama herdu hilbijartinan şiroveyek eşkere ye ku têkçûna partiyên polîtîk ji birêvebirên wan bersivekî aqilane û helwestekê dixwaze...


Amed
2002 - 2007
Hejmara dengan: 615 103 - 674 136
Hejmara dengên hate bikaranîn: 437 595 - 471 006

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap-DTP  56. 13 - 43. 5 236 689 - 200 747
partiya AK  15. 96 - 41. 23 67 298- 190 313
Chp  5. 92 - 1. 92 24 963 - 8 884
Mhp  1, 52- 2, 86 6 415 - 13 186


Hekarî
2002 - 2007
Hejmara dengan: 95 937 - 103 150
Hejmara dengên hate bikaranîn: 77 662 - 89 284

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap-DTP  45. 10 - 50.11 33 881 - 43 830
partiya AK  6. 81 - 33. 08 5 115 - 28 937
Chp  8.15 - 3. 52 6 121- 3 080
Mhp  3. 99 - 1. 90 2 994 - 1 658


Mêrdîn
2002 - 2007
Hejmara dengan: 312 132 - 311 655
Hejmara dengên hate bikaranîn: 236 836 - 244 355

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap-DTP  39. 58 - 34. 86 89 113 - 84 021
partiya AK  15. 43- 43. 78 34 716 - 105 535
Chp  11. 62 - 6. 86 26 151 - 16 535
Mhp  2. 77 - 1. 32 6 241 - 3 179


Agirî
2002 - 2007
Hejmara dengan: 210 094 - 218 439
Hejmara dengên hate bikaranîn: 153 636 - 165 516

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap-DTP  35. 06 - 22. 86 51 947 - 37 316
partiya AK  17.70 - 63. 34 26 219 - 103 362
Chp  9. 61 - 2. 59 14 230 - 4 231
Mhp  5. 29 - 3. 67 7 835- 5 988


Bîngol
2002 - 2007
Hejmara dengan: 119 040 - 133 561
Hejmara dengên hate bikaranîn: 94 211 - 113 454

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap-DTP  22. 18 - 13. 76 19 709 - 15 330
partiya AK  31. 73 - 71. 57 28 198 - 79. 738
Chp  7. 88 - 4. 20 6 998 - 4 684
Mhp  8. 78 - 2. 49 7 801- 2 779


Erzirom
2002 - 2007
Hejmara dengan: 458 895 - 451 506
Hejmara dengên hate bikaranîn: 346 146- 373 909

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap-DTP  9. 84 - 4. 56 33 291 - 16 878
partiya AK  54. 65 - 68. 09 184 870 - 251 939
Chp  5. 76 - 4.68 19 495 - 17 311
Mhp  10. 86 - 13. 58 36 749 - 50 231


Qers
2002 - 2007
Hejmara dengan: 176 648 - 170 527
Hejmara dengên hate bikaranîn: 126 085 - 125 503

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap-DTP  19. 58 - 12. 94 23 659 - 16 014
partiya AK  17. 24 - 41. 72 20 831 - 51 625
Chp  16. 74 - 13. 46 20 227- 16 655
Mhp  11. 80 - 19. 79 14 257 - 24 493


Mûş
2002 - 2007
Hejmara dengan: 168 085 - 181 137
Hejmara dengên hate bikaranîn: 133 873 - 143 003

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap-DTP  38. 09 - 33. 67 49 302 - 47 248
partiya AK  16. 90 - 38. 51 21 876 - 54 041
Chp  6. 23 - 3. 13 8 067 - 4 395
Mhp  3. 09- 2. 30 3 999 - 3 230


Riha
2002 - 2007
Hejmara dengan: 570 168 - 553 032
Hejmara dengên hate bikaranîn: 444 163 - 451 796

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap-DTP  19. 28 - 6. 10 83 600 - 27 125
partiya AK  22. 90 - 59. 86 98 331 - 266 408
Chp  9. 90 - 4. 83 42 946 - 21 502
Mhp  7. 94 - 5. 49 34 442 - 24 436


Wan
2002 - 2007
Hejmara dengan: 341 562 -414 681
Hejmara dengên hate bikaranîn: 268 840 - 313 227

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap -DTP  41. 05 - 30. 21 105 320 - 92 443
partiya AK  25. 86 - 53. 31 66 797 - 163 142
Chp  5. 21 - 4. 13 13 371 - 12 646
Mhp 3. 21 - 3. 24 8 297- 9 918


Batman
2002 - 2007
Hejmara dengan: 201 528 - 213 033
Hejmara dengên hate bikaranîn: 152 854 - 161 207

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap-DTP  47. 10 - 39. 01 70 027 - 61 694
partiya AK  20. 62 - 46. 25 30 654 - 73 137
Chp  6. 88 -3. 83 10 229 - 6 059
Mhp  1.98 - 0. 94 2 942 - 1 481


Şirnex
2002 - 2007
Hejmara dengan: 142 173 - 151 874
Hejmara dengên hate bikaranîn: 108 530 - 129 040

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap-DTP  45. 94 - 53. 57 47 567 - 68 198
partiya AK  14. 02 - 27.90 14 512 -35 520
Chp  4. 71 - 6. 41 4 876 - 8 159
Mhp  2. 88 - 2.00 2 979 - 2 549


Dersim
2002 - 2007
Hejmara dengan: 57 002- 55 351
Hejmara dengên hate bikaranîn: 42 420 - 43 013

Partî Paya dengan (%) 2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007

Dehap-DTP  32. 58 - 27. 11 13 437 - 11 515
partiya AK  6. 61- 12. 42 2 727 - 5 275
Chp  24. 59 - 16. 60 10 144 - 7 052
Mhp  9.84 - 6. 51 4 057 - 2 767

Çavkanî: Belge net-kurtuluscephesi.org, hha (Zarathustra News)






 

                                                              

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1