Apê hêja, li destpêkê, bi navê
weşana NEWROZ ya ku bi zimanê
kurdî li Sûriyê tê weşandin, em
hêviya saxlemî, tendurustiyeke
baş û temenekî dirêj ji we re
dikin.
Di baweriya me de, gelê kurd,
miletekî wefadar e, tucarî ew
xebatkar û têkoşerên xwe ji bîr
nake, rêz û rûmeta wan bilind
diparêze, ji ber ku nifşê me yê
îro, bi saya Xwedê û serê wan
xebatkaran îro xwe kurd nas
dike, li zimanê dayika xwe xwedî
derdikeve, xwîna kurdayetiyê di
damarên wî de digere.
Pirsa me ya pêşîn ew e ku hun ji
kerema xwe re, kurtejiyana xwe
ji xwendevanên Newrozê re pêşkêş
bikin?
Ez Dihamê Mîro yê Mîro,
ji êla Hesina me, sala
1921an, li gundê Sêgira Mîro
ji dayik bûme, vêga, temenê min
86 sal e. Eve bêtirî 500 salî ye
ku êla me li vê derê cîwar bûye.
Bavê min, di komîta danîna
sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê
de endam bû. Niha, ez bê nasname
me, ji ber ku di sala 1968an de,
ew ji min hatiye kişandin,
mixabin, niha, di welatê bav û
kalên xwe de, ez biyanî me!!
Li gor em dizanin, di sala 1965
an de, Partî bûye du parçe,
kongirek li Kurdistana Iraqê ji
bo yekîtiya partiyê hatiye li
darxistin.
Hûn dikarin li ser vê babetê ji
me re biaxivin?
Ev kongirê ku hûn dibêjin, di
dawiya avdara sala 1970an de, bi
serperiştiya seydayê Barzanî
li Nawperdanê hate li darxistin.
Rêzdar Derwêşê Mele Silêman
wê demê li Kurdistanê bû, weke
mirovekî welatparêzî xweser, ji
bo pêkanîna girêdana vî kongirî
xebitî ye.
Endamên kongir, ji herdu
aliyên Partî (Çep, Rast) digel
beşdariya hin kesayetiyên xweser
ku ji Kurdistanê em hatin
vexwendin hate li darxistin.
Rêvebiriya demkî (Qiyada Merhelî)
çawa hate damezirandin, endamên
wê kî bûn?
Rêvebiriya demkî ji 13 kesan pêk
hatibû, stubarê wê ew bû ku
herdu aliyên Partî (Çep û Rast)
bikin yek. Endamên wê, 4 endam
ji ber aliyê Çep ve, 4 endam ji
ber aliyê rast ve, digel 5
kesayetiyên xweser. Li gora tê
bîra min, navê wan rêzdaran ev
bûn:
* Ji aliyê Çep ve: Ismetê Seyda,
Ûsivê Dîbo, Behcet, Şefîqê Elo
bûn.
* Ji aliyê Rast ve: Temirê Mistê,
Ibrahîmê Sebrî, Fêselê Hadî Axa,
Restemê Mele Şehmo bûn.
* Kesayetiyê xweser jî: Şêx
Mihemedê Îsa, Selîmê Ûsivê Haco,
Derwêşê Mele Silêman, Sadiq,
Dihamê Mîro bûn.
Komîteke şêwirdar jî hate bi
navkirin, endamên wê jî ev
rêzdar bûn: Mihemedê Mele Fexrî,
Ebdela yê Mele Elî, Xalidê
Meşayix, Kenanê Egîd, Mecîdê
Haco.
Piştî vegera me ji Kurdistanê,
me hewil da ku em serkirdayetiya
Partî bidin ser hev û li gor ji
me tê xwestin, em yekîtiya Partî
vegerînin, lê, sed mixabin, her
layekî endamên xwe yên berê
vegerandin kar, yên rûniştî bûn
vegerandin rêxistina xwe, da her
layek ji me re bide xuyakirin ku
hejmara endamên wan ji ya layê
din pirtir e…Me kir, ne kir, wan
li hev ne kir û hewildanên me ji
bo yekîtiya Partî têk çûn.
Di payiza sala 1972an de,
kongireyeke din li Bamernê
hate damezirandin, komîta
navendî ji van rêzdaran dihate
pê:
Dihamê Mîro (Sekreter), Kenanê
Egîd, Nezîrê Mustefa, Hemîdê
Sîno, Ilyasê Remiko, Şêxmûsê
Baqî, Mehmûdê Sebrî, Mustfayê
Ibrahîm, Hûrîk, Zekeriya, Şêx
Emîn Gulîn.
Di 1-ê Tebaxa sala 1973-an de,
ji ber hilwesta PARTÎ ya dij
pilana Kembera Erebî, dezgehên
ewlekariyê êrîş birin ser gundê
Mozelanê ji bo girtina we, bi
hovîtî gule berdane xelkê,
mirovek hate birîndarkirin, ew
bûyer çawa çê bû, kî hate girtin,
kî li derve ma?
Di wê şevê de, civînek li gundê
me Mozelanê pêk hat, tevî
ku li ba me biryar hebû, gundên
endamên komîta navendî tê de
hebin, ji bo parastina wan û ya
Partiyê, divê ti komcivîn di wan
de çê nebin, ji ber ew gund di
bin çavdêriya dezgehên asayişê
de bûn. Herdu nobedarên min jî
çûne wê civînê. Rezekî me nêzîkî
gund hebû, ez çûme nav rêz, li
wir, rûniştim, çavên min çûne
ser hev û ez xilmaş bûm, rabû ez
çûme malê, derî li xwe girt û
razam. Asayişa dewletê bi ser
gund de girtin, ji birayê min
Mihemed xwestin ku mala min
şanî wan bide. Ji birayê min we
ye ku ez ne li malê me, ji ber
wî birayara komîta navendî
zanîbû divê endamên komîta
navendî li malên xwe ranezin. Li
derî xistin, min bi xwe derî ji
wan re vekir, min dît ku asayiş
e. Min hewil da ku ez xwe nedim
dest wan, lê, derfet nema bû, ez
û kurê min î piçûk Kenan
girtin, bi hovîtî destên min
kelemçe kirin û dest bi berdana
guleyan kirin, di encam de,
mirovekî gundî bi navê Emerê
Hecî Mihemed hate
birîndarkirin. Wê şevê, em ji
Dêrikê birin Qamişlo, min dît ku
vaye hevalên min jî girtî ne,
pişt re, em rakirin Şamê.
Piştî girtina rêvebiriya Partî,
çawa kar û barê rêxistinê birêve
diçû?
Piştî girtina me, rêzdar Hemîdê
Sîno û rêzdar Ilyasê Remiko kar
û barê rêxistinê bi rêve dibirin.
Çend salan hûn di zindanê de
man?
Em ne bi hev re hatin berdan. Yê
min bi xwe, ez 6 sal û 8 mehan
di zindanê de mam. Dema şerê
çekdarî di navbera rêcîmê û
rêxistina (Ixwan al muslimîn) de
derkete holê, em berdan.
Têkiliya we di zindanê de bi hev
re çawa bû, çi ji hundirê
zindanê tê bîra we?
Bi rastî, li destpêkê, em ne li
cem hev bûn, em di zindanên
tekane de bûn, haya me ji hev
tune bû, lê, di payiza sala
1973an de, piştî şerê bi
Israyîlê re, gelek Cihû hatin
zindankirin, rê di zindanên
tekane de nema, rabû em kurd
anîn cem hev. Têkiliyên me bi
hev re biratî û dostane bûn.
Piştî 3 salan di zindana
parastina hudirîn de, em
guhestin zindana Al Qela,
ji nû ve, rê dane me ku di bin
çavdêriya berpirsiyarê zindanê
de em pêşwaziya xwedî û malbata
xwe bikin, lê, divabû em bi
zimanê erebî bi merivên xwe re
bipeyivin.
Di nerîna we de, ew hilwesta we
ya wê demê ji pilana Kembera
Erebî rast bû ?
Di baweriya min de, ew
daxuyaniya ku me wê hingê da
weşandin rast û durust bû,
mêranî û wêrekî li gora wê demê
têde hebû. Bi gelemperî, em li
kar û xebata xwe ne poşman in,
çimku, li gor zanebûn û karîna
xwe, me di ber mafên gelê xwe de
kar dikir.
Hûn dixwazin çi ji tevgera gelê
xwe re bibêjin apê hêja?
Partiyên me yên kurdî îro li ser
rêya xebatê li ber xwe didin,
lê, hêviya min ew e ku ew
lêvegerekê ji xwe re ava bikin,
ew lêveger, nûnertiya gelê kurd
ser û ber bike. Ya din, ez
avakirina ragihandina Şamê
gaveke li pêş dibînim, gereke em
destên xwe têxin destên hêzên
erebî yên demokrat û bi hev re
em kar û xebatê ji bo welatê me
hemiyan Sûriyê û ji bo gelê xwe
yê kurd bikin. Di baweriya min
de, bi vî karê hevbeş, em ê
karibin guhertineke demokrat a
aştiyane di welêt de peyda bikin.
Ji keç û lawên kurdan re, hûn
dixwazin çi bibêjin, çi şîretên
we ji wan re hene?
Şîreta min a pîşîn ji wan re ew
e ku ew li zimanê dayika xwe
xwedî derkevin, xwe hînî xwendin
û nivîsandina pê bikin, ji ber
ku ew zimanekî şêrîn û delal e,
gereke em ji nijad û zimanê xwe
fedî nekin, çimku ew jî mîna
zimanê gelên cîhanê ye, ya din,
ez dixwazim ew guh bidin xwendin,
rewşenbîrî û zanistiyê, ji ber
ku dema me ya îro, dema xwendin
û zanebûnê ye. Ya dawî, ez ji
wan re dibêjim, ji hevdu hez
bikin, destên hev bigrin, rûmeta
hev nas bikin, bera kîn û
berberî û nezanî di civaka me de
nemîne.
Gotina we ya dawî ji xwendevanên
NEWROZ ê re çi ye?
Ez sipasiya desteya Newrozê
dikim ku îro ez hatime bîra wan,
dilxweş im ku we silavek daye
kalemêrekî xwe, yê ku rojekê di
ciwaniya xwe de, di ber doza
gelê xwe de girftar bûye,
silavên min, ji xwendevanên wê
re hene, dilê min bi dîtina we
geş bûye, ez bi hêvî me ku rojên
bên, rojên aştî û wekheviyê bin.
Gelek sipas apê hêja.
------------------------------------
Têbînî:
Ev hevpeyvîn bi erêkirina weşana
Newroz di rojava.netê de tê
weşandin. Desteya rojava.net