|
ciwannebi@hotmail.com
Min tu dîtî
û tiliyên te şor
di nav destên wê de
tebaxeke pêketîbûn
toza bendewariya
wa nerînên zuha
di çavên te de xuya bû
e r ê
min tu dîtî
û hînde ew kêlîkên demûşgirtî
di biyanbana rojên te de
diherikîn
ezmanên te
nizim dibûn'
gotin bi te re nedibû
ne tenê
ma ne sîka te tev
ne weke te bû
û
porê te yê westiyayî
jehiriya armancên te dibirî
yaw
birastî
evînî
pêxembereke ha!
tu ê stêran vemir.n, !
tu ê heyv.
di şeva sersalê de
diyarî
wê
bikî!
tu ê çi bikî
û çi nekî
wilo te bi tayek xewn
kiras
û
xiftanekî
kurmancî
ji pêşerojê
re didirût
lê te nizanîbû ku pêşeroj
bi çakûçê (kawa)ve girêdayî ye
min tu dîtî
û kolanên tazî
tu ji min ne parastin
li bîra min tê
çawa destên te
bi dara porê wê ve
hildikişiyan
hingê
bîranînên min
yên pîr / razayî
weke ku tu ji nişkave
qîrekê
li wan kî
veciniqîn
û sîka min
ew sîka dal serxweş ket
tu bi xwedê k,
te çawa ji newqa wê demê
rextên tije tirs qetandin @!
yan tu çawa
bi lingên xwe vegeriyayî @!
ê min dema tirî
li ser lêvên min
şîndihat
min
riya
malê
nasnedikir ]
|