rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Li bajarê Hesekê, Berzo Mehmûd
di şevbuhêrkek taybet de li ser rênivîsa peyva kurdî

Amadekirin: Mehmûd Badilî


Di roja pêncşemê 18 / 5 / 2006 an de, li bajarê Hesekê, şevbuhêrkek taybet ji layê hin nivîser û helbestvan û xemxurê zimanê kurdî, ji bo lêkolîner Berzo Mehmûd, li ser zimanê kurdî û bi taybetî pertûka wî " Rênivîsa peyva kurdî ", hat lidarxistin.

Di sala bûrî, 2005an de, mamosta Berzo Mehmûd cara yekem pertûkek bi navê «Rênivîsa Peyva Kurdî navbera liken û nelikanê» belav kiriye, ku ew jî bi bergekî xweşik û naverokeke nû hatiye çapkirin. Ev berhemê han, wek nivîser di pêşgotinê de da xuya kirin, encama karê wî yê gelek salan e: “Ji sala 1984-an ve ta roja îro ez karê nivîsîn û serperiştiyê di warê rojnamegeriya kurdî de dikim, nemaze di çend govarên kurdî de, ku destpêkê govara Gelawêj bû, paşê ez çûme nav karê govara Pirsê û vê dawiyê govara Hevind.”

Ev pertûk zevîyek e baş ji masmêdiya kurdî û erebî vegirt. Nivîserên kurd jî li ser rawestiyan wek: Lêkoler Xalis Misewer û rojnamenivîs Farûq Hecî Mistefe û helbestvan û nivîser Birahîm Yûsyif, yên ku mamosta Berzo sipasiya wan û hemû rojname û malperan kir, yên ku pertûk bi awakî berfere dan naskirin û rêklam jêre çêkirin.

Di despêka şevbuhêrkê de, em kêlîkê li ser rewanê pakrewanên Kurdistan û pakrewanên 12 avdarê rawestiyan, piştre helbestvan Meşel Osman “bavê Nisrîn” bi vê peyvê beşdarî kir:

" Zimanê kurdî ev zimanê ku di gelek gêdûkan re di gelek astengan re derbasbûye û derbasdibe û di dîrokê de qet nebûye zimanê fermî zimanê perwerde û fêrebûnê.
Em tev dizanin ku ev ziman çiqas hatiye dorpêçkirin ji layê dijminê derdorê, çiqas ev ziman daxbar bûye bi zimanê biyanî di gel wisa jî hebûna xwe parastiye .
Hin ji rew‏şenbîrên kurd yên ku bi zimanê biyanî dinivîsin baweriya wan bi zengîniya ziman - rewşenbîrî - hinera kurdî nayê û hin dibêjin zimanê kurdî zimanekî paş‏vemaye lê eger her yek ji me li berhemên kevnar vegere û vekole hingê emê zanibin ku çiqasî ev ziman gencîneyeke pirr mezin e û ev jî maye ku zimanzanên me yên xurt yên ku ji nav me derbûne xebateke zanistî bikin ji bo berhevkirina zarên kurdî (kurmancî ' jêr û jor '-kermen‏şahî, goranî, zazakî) da ku em bibin xwedî zimanekî fermî -gelemperî hevpar.

Piştre Mehmûd Badilî bi vê peyvê mamosta Berzo Mehmûd pêşkêşî civatê kir:

" Bê guman hûn tevde rola ziman di pêşxistina tore û filiklor û pêmayên miletan de xweş zanin, hemû millet bi zimanên xwe xuyadibin, bi zimanê xwe pêşve diçin, bi zimanê xwe di dîroka mirovantiyê de cihê xwe çêdikin û digirin û şaristanî û dîroka mirovantiyê, tev serkeftinên zanistî û teknolocî û ragihandinê jî li ser ziman avabûne û ta niha jî avahî û pêşveçûn berdewam e.
Ji ber vê yekê, ziman bû nasnameya miletan, hebûn û nebûn bêtir bi ziman ve girêdayî ne, gerdûn bi tevayî li ser peyvê avabûye û peyvê bi xwe mirov cudakiriye ji hemû afirînandinên dunyayê, lewra hemû millet di rêya dezgeh û desthilatên xwe re hewldidin ku zimanê xwe biparêzin û li pêşbixin û her desthilatek dixwaze û bizavê dike ku zimanê miletê xwe biserbixe da bibe zimanê sereke li gerdûnê, nemaze di vê dema ku globalîzmê bandora xwe li her tiştî kiriye û sînor ji gelek aliyan ve di navbera welatan de nehiştiye.
Vêca emê çi bêjin, em kurd, ev miletê ku hejmara me di ser çel milyonî re heye, ta niha em bê dezgeh û bê desthilat in – ji bilî Kurdistana Başûr - tev zext û rencên ku li me û li hebûna me û li zimanê me dibin ji layê desthilatên ku hiş û ziman û hebûn û welatê me dagîrkirine.
Tiştê ku em dixwazim bêjin di vê şevbuhêrkê de, divê em her yek ji hêla xwe ve bi rola xwe rabin, em şoreşekê di warê fêrbûna ziman de lidarxin û ev bar bêtirî her kesî rewşenbîr kare pê rabe û hilgire, çimkî karîn û hêz û çet û zanebûna ku li ba wan li cem kesên dîtir peydanabe.
Weha giringiya van şevbuhêrkên ku em saz dikin ji vir tê, ne ku em xwe bidin nasîn, belê armanca me ew e ku em jî ji hêla xwe ve, bi rola xwe rabin û bizava xwe bikin ku em derîkî vekin, ew deriyê ku kêm vedibû û bi sistbûn lê diket, deriyê guftûgoyê, danûstandinê, deriyê mejî û bi mejîkî zana di navbera rewşenbîrên xwe de, mebesta me ji vekirina vî deriyî ku em zimanê xwe biparêzin û li pêşbixin.
Em ji hêla xwe ve, spasiya mamosta Berzo Mehmûd dikin ku vexwendina me hilbijart û xwe westand ji Qamişlo ta Hesekê ku vê şevbuhêrkê li ser zimanê kurdî bi hest û helwestên xwe zengîn bike.
Mamosta Berzo Mehmûd, xwediyê pertûka ' Rênivîsa peyva kurdî ' ya ku di sala 2005an de hatiye weşandin, ji sala 1984an ve ta roja îro karê nivîsîn û serperiştiyê di warê rojnamegeriya kurdî de dike, nemaze di çend govarên kurdî de, ku despêkê govara Gelawêj bû, paşê çûye nav karê govara Pirsê û vê dawiyê ta niha jî govara Hevind. Gelek gotarên wî di warê ziman de çi rênivîsî û çi rêzimanî li nav rûpelên wan govaran û hin govarên dîtir û li ser rûpelên malperên internêtî yên kurdî jî bi zaravê kurmancî û soranî û bi zimanê erebî jî belabûne.
Mamosta Berzo wek lêkolîner û zimanzan di warê pêşxistina zimanê kurdî de dixebite, xwendina xwe li zankoya Helebê tewaw kiriye, di sala 1980ê de bawernameya lêsans di wêjeya ingilîzî de standiye û di vî zimanî jî de pispore".


Piştre mamosta Berzo Mehmûd, di despêka peyva xwe de hinekî li ser kurtjiyana xwe di warê nivîsandinê de axivî û li ser hewaya malbatê nemaza rola bavûdê di perwerdeya zarokan de, ku çawa dihêlin zarokên wan ji zimanê xwe hez bikin û xwe pê fêr bikin û got:
" Bavê min û hin kesên dîtir di malbata me de, baş guhdidan ziman û stiran û çîrokên kurdî yên kevin yên filklorî û gelêrî û min sûdeyek pirr mezin ji wan kir û dibin bandora wan de ez fêrî zimanê kurdî bûm û min xwe li pêşxist, ya na ezê jî wek hin kesan min ê xwendina xwe, tenê mamostayatiya xwe bikira û min xwe mandû bi ziman û lêkolîn û nivîsandinê nedikir ".
Piştre mamosta Berzo, bi gelemperî li ser rewşa zimanê kurdî peyivî û bi taybetî li ser giriftar û dijwariyên ku zimanê kurdî pê diêşe û dibin kelem û astengî di warê pêşxistin û yekîtîkirina zimên de.

Û li vir derbasbû naveroka pirtûka xwe " Rênivîsa peyva kurdî " û li ser gelek babetên giring peyivî. Ji babetên ku mamosta li ser rawestiya mijara:

1. Herweha dixwazim awayên rast, û awayên nerast ligor bîrubaweriya xwe berçav bikim, bo nimûne, gelek caran hin peyvên kurdî bi şêweyeke çewt û nerast têne nivîsîn, wek: (di bêjim) ku parçê (di) ji parçê (bêjim) vediqetandin, her ev jî şaş e. Şêweya rast jêre ku herdû parçe pev ve bêne nivîsandin, wek: (dibêjim), ango divê kertên peyvê bihev ve bêne nivîsîn.

2. rêbazeke zanistî:
Lewre jî min xwest di vê pertûkê de hin xalên ku di baweriya min de giring in, danim ber çavê nivîser û zimanzan û xwêneran û raya xwe jî bi ronî têde hişkere bikim. Bo vê yekê jî, min pişt bi lêkolînên zimanvanî girê da, jibo bikarim li ser rêbazeke zanistî di şîrovekirina hoyên hebûna diyardeyên zimanî de bixebitim û têde kêşeyên zimanê kurdî berçav bikim. Herweha peywendiyên destûrên rêzimanî bi rênivsê re bidim xuyanî kirin, ligor ku zimanzanên cîhanê bi şêweyeke rast û drust têde çûne.
3.Peyv di şêweya ferhengî û şêweya ristesazî de:
Weha diyar e ku rênûsa zimanê kurdî navbera piroseya likanê û nelikanê de diçê û tê. Ev likan û nelikan di rênivîsa kurdî de şêweya standard li ber nivîseran winda dike, ku îroroj ji hemî çaxan pirtir, me pêwîstî bi şêweyeke standard heye, ku bikare rayên zimanê kurdî li ser cihekî xurt biçêne. Bo vê yekê jî, min xwest ez li ser hin alozî û ciyawaziyên rêzimanê kurdî rawestim û min jî rêbaza xwe li ser yasayeke giştî di rênivîsê de kişandiye ku ew jî bûna peyva kurdî di du şêweyan de: şêweya ferhengî û şêweya ristesazî, wilo jî berên peyvê wek (nav û kar û hevalnav û jimar...) dikevin ber herdû şêweyan de û ka çilo di warê rênivîsê de tên. Herweha ev lêkolîn li ser rêbazeke zimanvanî, ku xelekên pertûkê bi hev ve di çarçêweyeke taybetî de tê çareserkirin û bîrûraya xwe têde didim xuya kirin, bihêvîme bikarim xizmetekê ji vî zimanî re bikim.
Di vê pertûkê de dixwazim hin kêşeyên rênivîsê bi şêweyeke nû û bi nerîneke zimanvanî bidim ber lêkolînê, neku em bi vê destûrê yan wê destûrê bigirin, ne tenê çima filan zimanzanî wilo daniye, yan wilo xwestiye, inca her waye û nabe dîtineke dîtir were meydanê. Ya dîtir jî ew e ku ev bîrûra di çarçêweya nerîneke teyorî de dimêne, ne dûr e di paşerojê de ev nerîn, ya hin nerîn ji wan bêne guhartin.

4. Danîna zarawe û zarawesazî di zimanê kurdî de:

zarawe dibêjin ne tenê roleke giring di danîn û nivîsîna babetên zanistî de heye, lêbelê têgehiştina babet hesanîtir dike. Jiber ku her zaraweyek têgehekî taybetî di buwara zanyarî de hildigire. Inca ya pêwîst ew e ku xwêner xwe di naskirina van têgehan de hinekî mandû bike, da ku bikare bigihê mebesta nivîser û naveroka têkist li pêka zimanvanî.
Di aliyê forma pertûkê de min pişt bi dezgeheke kurdî di zarawesazî de girêda ku ji zaraweyên Bedirxan û Reşîdê Kurd û Qenatê Kurdo ciyawaz be. Eva han jî havilê xwendinê min e di berhemên zanyarî yên Mes'ûd Mihemed û korrê Zanyarî kurd de ji alîkî ve û hin zaraweyên berhemên zimanzanên zarê kurmancî ji alîkî din ve….

5. Nivîsîna paşkokan di zimanê kurdî de:
Paşkok im, î, e, in
( ez kurd im, tu kurd î , ew kurd e, em kurd in).

Ez weha dibînim ku şêweya cudakirinê ( nelikanê) werê hilanîn û ji dêvla wilo, şêweya bihev ve (likanê) bikar were, weha bi vê şêweya xwarê bê nivîsîn:
(ez kurdim, tu kurdî , ew kurde, em kurdin)

6. Morfêma (-e) yan (-ê)
Morfêma (- ê ) piraniya kurdên me yên bi zarê kurmancî diaxivin wê bikartînin, lê morfêma ( - e ) beşek biçûk wê bilêvdikin, hin dibêjin : -e , - i , - ê
û morfêma ( -ê ) li nav soran bi nivîsîn û lêvkirinê jî tê bikaranîn, lewra min ( -ê ) di rênivîsîna xwe de bikaraniye.

7. Şêweya standard û şêweya navçeyî
nimûne peyvên ( ku, ko, kû, ke )
yan ( wa, weha, werrê, wulo, halo, wilo, wanîko, welê..)

Ev hemerengiya şêwe ji van peyvan re dibe astengî li pêşiya xwênerê zimanê kurdî, lewre ya baş ew e ku yekbêje wek şêweya standard ji wan peyvan bê hilbijartin.
Ez dibînim ku ( ku ) û ( weha û wilo ) wek şêweya standard ji yên dîtir libartir e, çiku piraniya kurdan wan nas dikin.

8. Herweha li ser nûbûna naverka pertûkê û cudayiya navbera pertûkê û pertûkên dîtir de çin e.

Hêjaye gotinê, ku ev şevbuhêrk bi gengeşiyeke berfireh çû serî û gelek pirs û beşdarî li ser gelek xalan bûn. Mamosta Berzo bi sîngeke vekirî bersivên xwe didan û pirr dilşad bû bi wê danûstandina ku li darket.



 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE