| |
HRKRD jî, ya ku „eger Xwedê hez bike“ hîn ez
Kurdê wê me, kêm-zêde, ji vê „Kurdistana
komplêks û komplêks“, ku haha li jêr „alên mezin“,
„navên mezin“, „rûmetên mezin“, „bijî, rabe û
rûne, yên mezin“, „bangeşiyên mezin“, „programên
mezin“ û „kongireyên mezin“, diçe çinînê, ne
bêrî ye.
Li gora pêdaçûna mentiqê vê xwendinê, ji hin
rabûn û rûniştin, hin çûyîn û hatin, hin kar û
bar, hin navlidarxistin, hin gêwil û
helwestlidarxistin, hin dergeh û
pencerelidarxistin, hin şêwederbirîn,
şêwebikaranîn û şêwelihevanîn û hin cure-mentalîteyên
HRKRD-eyî re, ez dê hewl bidim, ku hinekî ji wê
„Kurdistana komplêks û komplêks“, ya „xal û
xwarziyên mezin“, di navê HRKRD de, wek ku berê
jî, min bi HRKRD-eyîyên xwe re(û nav jî pirrin),
biribû guftûgokirinê, careke din, ji „guftûgoyên
navxweyî“ û wêdetir, bibim eşkerekirinê.
Çanda „bi dizî“
Mebest ji zarawê „çanada bi dizî“, ne
dadgehekirin ne jî gunehbarkirina navan e, ku bi
xwe ji mentiqê vê xwendinê zêde ye.
Ev tenê lixwemikurhatineke, ku ez dê hewl bidim,
bi wê, hin aliyên vê „çanda 1001 rû“, wek
bareyeke „rewşenbîrane“ a serdest, li xwendinê
bidim.
Bê guman „pirrbûn“ wek çandeke vekirî, eşkere û
hêjayî mirovê pirr, yê vê dinyaya pirr, tiştekî
xweşik e.
Lê wexta ku rûyek, destek, çavek, guhek, gavek,
yan jî navek, bi dizî, 1001 carî, bi qasî navê
Xwedê, biçe pirbûnê,
1001 carî, bi dizî, biçe navê xwe;
û 1001 carî, dîsa bi dizî, biçe rû, dest, çav,
guh, gav û navên din, wê çaxê ancix kirêtiyeke
1001 carî pirr, têra wî rûyê bi dizî, pirr û wî
dest, çav, guh, nav û wê gava bi dizî, pirr,
bike.
Ev rû û ev dest,
ev çav, ev guh, ev nav û ev gav,
yên nehênî, bê guman, serencama aliyê dîtir, yê
„pirrbûna bi dizî“ ne/“pirbûna nehênî“.
Li gora xwendina min ji rû, dest, çav, guh, nav
û gavên HRKRD-eyîyên min re, HRKRD-eya me jî,
wek saziyek rewşenbîrane, kêm-zêde, bi dizî,
pirr bûye:
Endam e, û bi dizî, pirr e.
Civîne, û bi dizî, pirr e.
Kongire ye, û bi dizî, pirr e.
Biryar e, û bi dizî, pirr e.
Rûmet e, û bi dizî, pirr e.
Xalûxwarzêtî ye, û bi dizî, pirr e.
„kewiyatî“ ye, û bi dizî, pirr e.
„Beko-hewanî“ ye, û bi dizî, pirr e.
Û serok e, û bi dizî, pirr e.
Li ser asta vê HRKRD-eya bi dizî, pirr,
her kes, bi dizî, gazindeyan ji her kesî, dike;
her kes, bi dizî, „rexneyan“ li her kesî , dike;
her kes, bi dizî, nîqan di stuhê her kesî, dike;
her kes, bi dizî, ehd û gefan li her kesî,
dixwîn e;
her kes, bi dizî, stiryan bi destên her kesî,
diçine;
her kes, bi dizî, navan ji her kesî, distîne û
bi dizî jî, li her kesî, dike;
û her kes, dîsa bi dizî, ji hev nefret û ji hev
hez jî, dike……htd.
Lewre, li ser asta vê komplêksa “Kurdistana bi
dizî“ û „Kurdê wê, yê bi dizî, pirr“, mirov
dikare weha biçe, ku bi qasî ku HRKRD û „sêva“
wê ya „rewşenbîrane“ dikarin eşkere, ewqasî jî
dikarin, ne eşkere, biçin xwendinê.
Û bi qasî ku hin ademîzadên wê HRKRD û wê „sêvê“
dikarin yên wexta wan, yên „eşkere“ bin, ewqasî
jî „hinên“ din dikarin yên wexta wan, yên „bi
dizî“ bin.
Bi vî awayî, sêva „Rojavayê eşkere“ bi qasî sêva
„Rojavayê bi dizî“, dikare wek sêveke „rewşenbîrane“,
ya ji HRKRD-eya „eşkere“ heta bi HRKRD-eya „bi
dizî“, û ji „şêxên“ kongireyên wê, yên „eşkere“
heta bi „şêxên“ kongireyên wê, yên „bi dizî“,
biçe xwendin û guftûgokirinê.
Wek ku min berê jî, amaje pê kiribû, mebesta vê
„lixwemikurhatinnameyê“, ji xwendina nav û
numereyên HRKRD-eyî bihtir, xwendina „çanda bi
dizî“ ye, ku HRKRD-eya wan, wek bareyeke „rewşenbîrane“,
ji wê çandê heta bi wê çandê ye.
„HRKRD-eya navxweyî“, ya bi dizî, pirr, bi qasî
ku navê min(ji kêmanî), wek „numereyeke
HRKRD-eyî“, li wê û li xwe mikur hat/tê, wisa
dibêje:
têkiliyên HRKRD-eyî, yên „navxweyî“, „navên
navxweyî“, „telefonên navxweyî“, „danûstandinên
navxweyî“, „şevbuhêrkên navxweyî“, „qehwexane û
vodkaxaneyên navxweyî“, „sêvên navxweyî“, û heta
bi dawîtirîn „civîna wê, ya navxweyî“, ya ku
nizanim çend caran, çû bextê gîrokirinê, wisa
didin xwendin, ku HRKRD jî, wek her saziyeke „Kurdên
din“, yên xwedêgiravî „ne-rewşenbîr“,
komplêkseke „Em-perestane“, a xurû bi kurdiya li
jor û bi Kurdistana li jor, destnîşankirî ye.
Dibe ku ev wek xwendineke „zêdekar“, ji „tiştên
navxweyî“ re, were liqelemdanê.
Dibe ku ev wek xwendineke „zêde û ne lazim“ ji
tiştên HRKRD, yên „giring û hestyarane“ re, were
rexnekirin ya jî gunehbarkirinê.
Dibe ku „derengî vê lixwemikurhatinê“, hin dest
herin çepikan û hin destên din jî herin girî.
Dibe ku „derengî van kewan“, hin xwîn bi kewan
bimînin, hin xwîn di kewan de bimînin, hin xwîn
ji kewan bimînin, û xwînên din jî, ji wan û
wêdetir, werin vedan û alîyin pirrtir li dar
bixînin.
Dibe ku, dibe û dibe…………yan jî dibe ku nebe………
Lê bi ya min, „Em“ a rewşenbîrane dikare ji wisa
mezintir, eşkere, hêjayî navên nişteciyên xwe
be.
Nişteciyên wê, dikarin ji wisa bilindtir, eşkere,
hêjayî lidarxistina navên hev bin;
ji wisa ferehtir, eşkere, hêjayî ferehkirina
navên hev bin;
û ji wisa xweşiktir jî, dikarin, dîsa eşkere,
hêjayî rexnekirin û birin û anîna navên hev bin.
Em eşkere çûn „Sandvîkin“, û hêjayî wê „Sandvîkinê“
ye, ku em eşkere jî, ji wir, ku nebû, vegerin.
Em eşkere çûn „12 adarê“, û hêjayî Rojavayê wê
ye, ku em eşkere jî, ji wî, ku nebû, vegerin.
Em eşkere çûn hev, û hêjayî me ye, ku em eşkere
jî, ji xwe, yên ku nebûn, vegerin.
Em eşkere, bûn, û hêjayî wê bûyînê ye, daku em
pirrtir, bibin, dîsa eşkere, li xwe û li hev,
vegerin.
Serokê li hewa
Yek ji komplêksên sazîbûyîna bi Kurdî, yên herî
mezin, „komplêksa kongireyan“ e; kongireyên ku
„bi zorê“ diçin temamkirina endaman û „bi zorê“
diçin lidarxistin, „serkeftin“ û „mezinkirinê“.
Kongireyên rewşenbîriya bi kurdî jî(rewşenbîriya
li derve, bi Kurdî, wek nimûne), li gora
agahdariyên vê xwendinê, heta bi vê kêlîka pirr,
hîn wek kongireyên „bi zorê“, yên „saziyên bi
zorê“, tên lidarxistinê:
Ji kongireyên „PEN“ a Kurd bigre, ku di
hetîketiya xwe ya herî dawî de(21.04-23.04.
2006, li Leipzig/Elmanya), li ser rastiya „çinîna
nanê xwe“, yê ji „rûmeta“ Hewlêra paytext heta
bi Hewlêra paytext, diyar bû;
ji Kongireyên „Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan“,
ku ji nişka ve hatin, û ji nişka ve jî neman;
ji kongireyên „Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Rojava-
li Elmanya“, ku ji derxistina du hejmarên „Kovara
Pêl“, yên „bi zorê“, dûrtir neçûn;
ji kongireyê „sêwî“, yê „Yekîtiya Hunermendên
Kurdistana Rojava“, ku wek „dîlokeke bilez“ hat,
û bileztir jî çû;
û ji „Yekîtiya Hiqûqnasên Kurdistan“, „Yekîtiya
Hunermendên Kurdistan“, „Yekîtiya Mamostayên
Kurdistan“, Yekîtiya Rojnamegerên Kurdistan“, „Yekîtiya
Textorên Kurdistan“, „Yekîtiya Ciwanên
Kurdistan“, „Yekîtiya Jinên Kurdistan“ û „Yekîtiya
mêr, nîvmêr û nemêrên Kurdistan“ bigre, yên ku
wek kongireyên „Yekîtiyên ezbenîtiyê“, ku bi
gêwilekî kurt û Kurmancî, hatin û wenda bûn û
hîn jî tên û wenda dibin,
heta bi „kongireyê şêxê şehîdan“, yê HRKRD,
ku „bi zorê“ endamên wî çûn „bertemamkirinê“ (Jixwe
HRKRD di daxwiyaniya xwe, ya di derbreyê vî
kongireyê 2. de
http://www.rojava.net/26.10.2005daxuyanikongir2.htm
, hejmara endaman diyar nake!!!),
û bi „lêbuhartin“ „serokê bi dizî“, yê berî
Kongire, bi qudreta Xwedayekî bi „dizî“, bû „serokê
eşkere“, yê piştî Kongire.
Ev kongireyên „Em-ên“ rewşenbîriya bi Kurdî, tev
didin eşkerekirin, ku saziya bi Kurdî, rewşenbîr,
hîn bi qasî saziya, bi kurdî, ne rewşenbîr, „bi
zorê“ bi nav dibe, û hesan jî, hincaran ji navê
xwe dikeve, û hincarên din jî, di heman navî wer
dibe.
Di vî kongireyê HRKRD, yê ku „şêx û şêx“ û „şehîd
û şehîd“, çû navê xwe de, ez numereyeke herî
pasîv, ji gelek numere, endam û nîv-endamên din,
yên HRKRD-eyî bûm, ku serokê „bi dizî“, berî
kongire, „belkî“ bi hêviya ku bimîne serokê
eşkere, yê piştî kongire, xwe bi „vexwendinnameyeke
li hewa“ bo „Kurdistana li hewa“, bi min
ragihand.
Jixwe, ji Xwedê tê veşartin, lê ji „serok“ nayê
veşartin, ku „kampanya belavkirina vexwendinên
belaş û „li hewa“, bo rûmeta „Hewlêra li hewa“,
ya ku wî(berî wek serok here eşkerekirinê), ji „paytexta
li hewa“ heta bi „Bad Salzuflen“ê, dabû
propagandakirinê(û nav jî pirr û hîn sax in),
hîn jî, ji „hewa“ heta bi „hewa“ ye:
Bi qasî ku serok, bi dizî, wek eşkere, serok ma,
vexwendin û vexwendiyên wî „yên berî kongire“ jî,
bi dizî, wek eşkere, li hewa man.
Paş civîna ku „serok“ bi „kerameta“ wê, ji „serokê
berî kongire“, bû „serokê piştî kongire“, wî
HRKRD, wek „Vîsa-nameyeke rewşenbîrane“, di
çenteyê xwe de, kir û berê xwe û wî çenteyê, bi
Kurdî, „vîzakirî“, da „rûmeta“ Hewlêra paytext,
daku xwedêgiravî, hindek dergeh û pencereyên „bi
rûmet“, li ber HRKRD-eyîyên xwe vebike.
Ji wê civîna sêwî, ku navê wî, bi Kurdî, danî „serok“
û vir de:
Ew serok e, û li hewa, beşdarî civînên HRKRD-eya
xwe dibe.
Ew serok e, û li hewa, beşdarî „kampanya zimanê
Kurdî“, yê li hewa, dibe.
Ew serok e, û li hewa, bi navê HRKRD-eya xwe, ya
li hewa, beşdarî pencere û dergehên, li hewa,
yên Hewlêra li hewa, dibe.
Ew serok e, û li hewa, bi peyv û semînarên li
hewa, bi navê endamên HRKRD-eya xwe, yên bi
piranî, li hewa, beşdarî, konferensên li hewa,
dibe.
Ew serok e, li hewa, û destên li hewa, di
pencereyên li hewa re, bi navê HRKRD, dibe „Kurdistana
çinîna li hewa“
Pirsa mezin:
ji şêwra mezin,
heta bi nebeşdariya navê mezin
Insiyatîv, wek ku ez jê agahdar bûm û hîn jî li
vir û li dera han, tê agahdarkirinê, „xwedêgiravî“
li jêr şêwirdariya mezin ya „Selîm Berekat“, yê
bê guman mezin, çû „12 ê adarê“.
Bê guman e jî, ku ev şêwirdariya mezin, li ser
asta rewşenbîriya Rojavayê bi Kurdî, ciyê
şanaziyeke mezin û berpirsyariyeke hîn mezintir
e.
Lê pirsa mezin, ku hîn ne biçûk, ne jî mezin,
neçûye wexta bersivdanê, ev e:
Insiyatîv bû HRKRD. HRKRD wek „sêveke
rewşenbîrane“ ji „Sandvîkin heta bi Bad
Salzuflen“ û ji wir heta bi „Brûksel“ çû
lidarxistina „64“ endamên bingehîn û rêzgirtina
„10“ navên rûmeta bi Kurdî, û navê Selîm Berekat,
çi wek endamekî adara bingehîn, çi jî wek
endamekî adara rûmetê, hîn bêrî ye.
Wate, wek beşdarbûyîn, ne haya „sêva şêwra wî“
ji „numerekirina“ nav û dengê wî heye, û ne jî
haya navê wî, yê teqz mezin, ku hîn jî şêwr şêwr,
tê lidarxistin, ji heyteholên wê, heye.
Û ha li vir, wek pirseke dirinde ji HRKRD bo
HRKRD, û ji „64+10“ Kurdên wê bo heman „64+10“ên
wê, aya çawa „Selîm Berekat, wek Kurdekî mezin,
şêwra mezin da, lê pêjna wî, wek beşdarekî mezin,
hîn ji wê „sêva“ wê şêwra wî navê wî, bêrî ye???
Dîsa dûbare û dehbare, mebest ji vê pirsa mezin,
ne guman bi navê „Selîm Berekat“, yê bê guman,
mezin e.
Lê mebest xwendina komplêksa „derbaskirina ne
rewa“ ye, ku saziyeke wek HRKRD, her ku keys lê
hat, li jêr navekî mezin (û ne beşdarî wê), wek
navê „Berekat“, diçe derbaskirinê.
Mebest xwendina komplêksa „mezinnîşandana ne
rewa“ ye, ku her ku li hev hat, hundirê HRKRD,
bi derveyeyekî ne beşdarî navê wê(çiqasî mezin
bibe, bila bibe), biçe nepixandinê.
Mebest xwendina komplêksa „weqî û mîzêna ne rewa“
ye, ku her ku pîvan hat, HRKRD-eyî, bi „weqî û
mîzênên“ giran, yên li derveyî hundirê „Em“ a
xwe, ya saziyane, dibin girankirinê.
|
|