rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

                                                         15
24Ê GULANÊ


Hemî tişt ji xemgîniya xwe berbi bendergehên xemgîn ve vedigeriyan
min rexên vegerê û bîna şewatan li xwe dikirin û berbi salvegera te ve vedigeriyam..

Ferhengan xwe li pêşberî çavên mirinê rût dikirin, rêzên peyebilind ên rêzdaran û hemî dînbûnên me berbi welatên berfê ve dibeziyan.

Erê
Tiştekî wek şevgerê ye!
Erê li wir bûm
Min cêwiyên xwe nas nedikirin..
Min têkçûnên xwe bi zimanê poşmaniyê dihejmartin..
Min diranên kuştarên xwe ji goştê bendemanê paqij dikirin..
Min keriyê xwe yê sermest dida pey xwe û berbi çêregehên nenas ên hebûna xwe ve diçûm..

Ez jî li wir bûm,
wek morîkên sor ên nexşeyê dilerizîm.
Wek reşebayekî di ewrên stiranê de wenda dibûm,
û mista min li cihê xwe dima...

Şeveke pir tarî û bêwijdan bû,
xwe hînî zemawend û sînorên welatan û germahiya nermika lêbûrînan dikim.

Stêrkan nabînim,
sirûdan dixapînim,
û bi qederê, valahiya hemî qederan dadigirim…

Hûn jî li wir bin
daku navên we hînî êşê bikim
û çavên we hînî bendemanê
û gavên we di nemanê de biçînim.

Min ji dayikên Şewata Sînemeya Amûdê re digot,
Ji bûkên sîngvekirî yên Helpçeyê re digot,
ji govendgerên Çarçirayê re digot,
û ji siwarên felekê û bazên Cûdî û Deşta Heranê re digot:
gewriyên xwe yên ji beybûnan li pey qehremanan neêşînin û lawikên xwe gîroyî serdemên zuha yên dîlanên xwêdayî bikin, buxçikên xwe di asoyên bêrîkirinê de veşêrin û qehremanên xwe di nav keskê bendemanê de hilînin.
Dergehên bajaran li pey xewna xwe bi singên gumanê asê bikin û alên xwe bi tayên xwîna pîroz a Şêxan bineqişînin.
Li ser wan girkokên bêhedan peykerên xatirxwestinê bi destên heshesûk û pûngê bilind bikin û bîna termên xwe, di hêlînên bagerê de bi darçînê bişon û li Şêxê xwe miqate bin!



Berdewam dike ....

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE