21.05.2005 Sebrî Silêvanî
Ez + Tu = ?
( Tikaye, nehêlin ku bar bigehe ser şaxên gayî!)
( Sala 2005ê ye û hêj rêjeya bêhtir dibêje : ez yan tu, ez û tu!
Hêj kes nabêje em, hêj kes nabêje tu û ez, yan tu û paşî ez. Ev
pirsek felsefî, saykolojî ye hêj bi şêweyek saz û durist
nehatiye serderkirin.)
Heyamek e û Kurdistanî bi lav û veperyan ji herdû partiyên
sereke li başûrê Kurdistanê dixwazin ku bilezînin, cextê li ser
pêwîstiya kardariyên perlemanî dikin hem ji bo ku rewa û
rasteqîniya dengdanê biselmînin hem jî ji bo ku damezrîngehên
kurdistanî li bin sîha yasa û destûrek pesendkirî dest bi karê
xwe bikin.
Her kurdperwerek ji kangeha dilê xwe, ji hemû kenarên Kurdistanê
dûpatê li ser helwîstek zelal û nebez dike belê dîsan herdû
partiyên kurdî wek gelek caran bi serê xwe de dibin bê ku
hizrekê bo hest, bawerî û helwîstên kurdistaniyan bikin, bê ku
hest bi serkoneya wijdanê bikin.
Hindek caran xweristeyên seyr li ser xwe diafirînin, kesê
hevwelatî gumandar e, weha dizane ku li gor perwerdeya
dagêrkeran kar dikin, heryek ji wan dibêje ( ez) û paşî ( tu)
belê hêj kesê ji herdûyan negotiye ( em) herçende ku ( em) di
hemû baran de bêhtir di berjewendiya Kurd û Kurdistanê de ye.
Kurdistaniyan ne ji bo berpaliya damezrandina dewletek
kurdistanî deng dan ji ber ku dewlet Kurdistanî di acendaya
herdû partiyan de ( hemû partiyên kurdistanî de) nîne belê bi
kêmî ji bo bercestekirina fedraliyê lê, ka bergehên wê fedraliyê?
Ka perleman wek pêkhate û damezrîngeh da ku bi destûrek fermî
mafên neteweya kurd bivebirre evca li ser kêmneteweyên din
bisepîne?
Xemsariyê di derheq maf û buhayên neteweya kurd de ( bi kêmî li
başûr) dikin û di gêjengeya berjewendiyên taybet û berteng de
lêpirsîn û lêkolînên dûr û dirêj dikin.
Li ser mafê çarenivîsê başûr û awayê fedraliyê na sekinin belê
li ser pirsên sakar bi heyvan xwe ji bîr ve dikin:
Kî dê bibe serokê herêmê?
Kî dê bibe cêgirê serokê herêmê?
Bi rastî seyr e û hejî guman e!
Ma ew pirs ne kardariya perlemanê Kurditanê ye?
Derbarey pirsa serokatiya herêmê, ez weha dizanim ku birêz
Mesûdê Barzanî wek berbijar hatiye pesendkirin belê ez nizanim
mebest çî ye ji wê pesendkirinê.
Rast e ku birêz M. Barzanî şiyan û binema hene ku bibe serok
herêm belê aya kesayetiya kês e li cihek kês?
Aya bo dahatûyê wî wek dîrok cihek kês û erênî ye?
Ez guman dikim ji ber ku birêz M. Barzanî bi devê xwe gotiye ku
ew naxwaze û gotina wî payeyê wî bilindtir dike li bal
kurdistaniyan lê çima hindek kes û alî berbijariya wî pesend
dikin? Bi xurtî wî han didin û ez dibêjim kesê ku bixwaze rêzê
li cenabê wî bigire, hez jê bike, berbîniya dahatûyê Iraqê û
temenê nakokiyan bike hîngê qet pesend nake çunkî li cîhanê bi
giştî û li rojhelata naverastê bi taybetî, herweha li Iraqê û
Kurdistanê, serok û desthelatdar herdem bergazinde ne û mînak
pirr in.
Erê çima pirsa serok komarê herêmê bi çarenivîsê neteweya kurd
ve girêdidin? Ew pirs dikare di perlemanî de bihê serederkirin û
çareserkirin yan bi referandomek sertaserî li başûr ew jî dawî
pesendkirina perlemanê Kurdistanê helbet.
Sedemê direngbûna ragehandina damezrandina perlemanî û hemû
saziyên hukometê bêhtir ji pirsa serokê herêmê ye.
Ez dizanim ku birêz M. Barzanî ji gelek kes din bêhtir qurbanî
dane, belê ez bawer dikim ku ji bo kurd û kurdistanê bûn neku ji
bo ku ew bibe serok çunkî neteweya kurd hemûyê ew wek pêşmerge
nas kiriye û ew bi xwe jî vê yekê teqez dike.
Bê ku birêz Mesûd Barzanî bibe serokê herêmê jî ew dê her
pêşmerge û kesayetiyek payebilind û perwer bimîne belê eger hat
û bû serokê herêmê, tu bibêjî ku wek xwe bimîne? Ku fişar û
pêdawîstiyên ramyariya neteweyî, herêmî û navxweyî wî wek xwe
bihêlin?
Hêj civakê kurdistanî nebûye civakek sivîlane, ango civakê
damezrîngehan, lewra hêj biryardan takekesane ye, tinê bi
desthelatdaran ve peywendîdar e, û eger civak neberhev û harîkar
be, çi kes nikar despilînê bike çunkî ne zemanê hinêran e, ne
zemanê qehremanên dastan û efsaneyan.
Ramyarî ( siyaset) û hevsozî dû tiştên ji hev cuda ne, jêderê
siyasetê sewda û raman e, berjewendiyan dipîve, bergêrê dike,
biryaran distîne; biryara aştiyê, biryara cengê û htd.. , belê
jêderê hevsoziyê hest û dil e û têkiliya hevwelatiyê, şêweyê
serederiyê û alavên çareseriyê di hundir de dipîve, û di
destûdarê evro de ramarî û hevsozî li gel hev naguncînin.
Serarey dîroka birakujiyê di navbera partiyên kurdistanî de û
bêawart e, lê birêz M. Barzanî dimîne mirovek dilsoz, nazelîn,
hestyar, mend, aram, maqûl û nimûdar û ev saxletên wesa buhdar
zû bi zû li bal kesayetiya ramyar di ketwarê cîhanê de peyda
nabin belê tinê li qeraxên komara Eflatonî peyda dibin û kêr
dihên ji ber ku dorhêlê cîhanê yê îro dorhêlek reswa ye,
hetikber û şermizar e û ne herkes dikare serederiyê li gel bike
bi taybet kesê ku ew saxlet li bal wî hebin.
Ez bawer dikim ku ramyarî jî li bal me bûye kompilîmo û pesn, bi
cih û payeyê, bi hêz û desthelatê ve girêdyî ye, lewra hindek
kes û layen dixwazin hewadarî û tagiriya xwe bo birêz M. Barzanî
derbibirrin bi taybet dawî ku birêz mam Celal bûye serokê Iraqê
belê ez bawer dikim ku ew derbirrîn kêm e û nesaz e.
Wek hevwelatiyek kurdistanî, bê ku birêz M. Batzanî bibe serokê
herêmê jî, her dimîne cihê rêz û niwazişê ji ber ku qurbanî û
berxwedana wî hergîz nahên nikûlkirin, salgar dikare sazî û
dewlemendiya wan rûpelên pirr qurbanî û berxwedan biparêze belê,
kî dikare gerentiyê bide ku eger hat û birêz M. Barzanî bû
serokê herêmê wî çaxî peşêman nebe?
Ew jî wek rehmetiyê Mela Mistefayî rêber û baêv uhî bo neteweya
Kurd, dibêje ku ez cih û pileyan naxwazim ji ber ku dizanin ku
cihê wan di dil û wijdana neteweya Kurd de ye û ne li ser
kursiyên desthelatê, belê hindek kes û layen dixwazin û herdem
han didin, çima?
Herweha derbarey cêgirê serok herêmê.
Aliyek dixwaze ku hebe belê aliyek naxwaze.
Baş e, eger hat û serok herêm nesax bû, yan bi yaweriya şandek
fermî qesta welatek din kir, yan bêhnvedanek wergirt, yan ( wek
birayên mosilman dibêjn: xwedê neke, mir) baş e hîngê kî dê cihê
wî bigire? Kî dê berdewamiyê biparêze?
Li cîhanê hemûyê serokan cêgir hene belê tinê padişahan cêgir
tune ne.
Di vê rojgara bêbawer de, li gel van kawdanên hawêrde, ji herdû
partiyan dihê xwaztin ku pêgiriyê bi erkên xwe yên neteweyane
bikin û ka çawa li ser berjewendiyên kesayetî û hizbî ditirsin
eha wesa bila li ser berjewendiya neteweya kurd jî bitirsin, ne
kêmtir lê bila ne bêhtir jî be çunkî wî demî dê bibin partiyên
nimûne û partiya nimûne li seranser gerdûnê tune ye.
Bila nehêlin ku bar bigehe ser şaxên gayî. Bila carekê di dîroka
xwe de bibêjin ( Em) ji ber ku bi rastî ( Em ) em in û ne tinê
ez û tu ne.