
Nezîr Silo
Rejîmên Rojhýlatanavîn mîna kevirên leystiak Domînoyê piþtî
ketina rejîma Saadam a Bassî, yek bi yek mehkumî ketinê ne. Ev
rastî her roj xwe bi awayakî ron û zelal nîþan dide. Pêvajoya
reforman a bêdeng ku bigiþtî rejîmên heremê ketine nav, vê yekê
eþkere dike.Rejîmên dewletên Kendavê bilez û bez nav
guherandinên jidil de ne, di asta ku rejîmek mîna rejîma Siudiya
Erbistanê þêwaz û bernama perwerdeya xwe da guhertin. Rejîma
Misr, care yekeme bo hilbijartina Serokdewleiyê zagonek nû
derxist. Lê ev guhertin bi taybetî ji aliyê çend rejîman ve tên
likumandin. Ew jî rejîmên Tirkiya, Suriya û Iran e.
Ezê di vê babetê de ser likumandina guhertinên ji aliyê rejîma
Surya ve tê kirin rawestim. Jiber ku ev rejîm îro di qonaxek
nazik re derbas dibe.
Þam xwedî cihekî navendî û stratîjiye di erdnîgariya siyasî a
Rojhilatanavîn de. Herdem di hemû hesabên siyasî de cihekî Þam ê
girîng heye. Jiber ku rola wê di hemû guherakariyên bibin û
dibin de balkêþe. Lewma divê ev xal ji pir aliyan ve bête
lêkolînkiriin û nirxandin û ev yeke mîna pêwîstiyekî derdikeve
pêþ me.
Piþtî têkçûna rejîma Saadam a Bassî li Iraqê, Surya mîna keleha
dawiyê a nasyonalîzma erebî li meydanê dimîne. A dinê rejîma
Surya tehlûka dawiyê ye ser berjewendiyên hêzên navnetewî û
ewlekariya Israil. Ji bo vê guherandinên li Surya bibin dê
bandora xwe li tevahî simayên herema me bike.Lewma guhertina
rejîma Surya yek ji xalên bingehîne piþtî hilweþîna rejîma
Saadam. Ev yek jî bilez ketiya di rojevê de û gav bi gav ji
aliyê Amrîka û ewropa ve tê meþandin.
Xala din a herî girîng û bibandor ser van rejîmên heremê bigiþtî,
rejîma Surya, Tirkiya û Iran bitaybetî, guhrankarî û pêþketinên
ku li Iraqa nû de çêdibin. Ev guhertin van rejîman bêgavî
nûjenkirina polîtîkayên xwe yên kevnar dike. Modela demokratîk û
hemdem a li Iraqê pêþdikeve û ava dibe, dawî li hîmên kevnar ên
ev rejîm ser avabûyîn di sedsala derbasbûyî de tîne. Lewma pêla
guherandinê van rejîman ji bingeh ve dihejîn, ku xwe neguherînin
wan dibe hilewþînê.
Ji ber van sedeman, di roja me ya îro de rejîma Surya û Tirkiya
di nav alozî û qeyraneke mezin de ne. Çarenûsa van rejîman îro
tê giftûgo kirin. Bi gotinek din ev rejîm îro bermberî
çaksaziyek nû ne, jiber ku destêwerdana wan ji derve û ji hundir
ve gihaya asta herî dawî.
Rejîma Bass a Suruya bi kêþandina hêzên xwe yên lêþkerî û
istixbaratî dibin çepisnadina Yekitiya Netewan de ji Libnanê,
sozdaîna Amerîka bo hevkariyê bo ewlekirina rewþa Iraqê, nikare
xwe xelas bike. ji ber ku rejîma Surya ji gelek aliyan ve di
roja me ya îro de bûye kelem û girêka kor a lidij çareserkirina
gelek keþeyên li heremê. Di serî de jî aþtî û demokratbûna
heremê.
Kêþa herî mezin a rejîma Surya demokratbûyîn û dest ji
kilaskîbûna diruþmeyên xwe yên kevnar berdan e. Ji ber ku bi
gavavêtinên demokratî re dê rejîma Bassî têk biçe û ev yek tirsa
wê ya herî mezine. Lewma rejîm hewqas liber xwe dide. Hin tiþtên
di van demên dawiyê de bûyîn mîna serbestberdana hin girtiyên
kurd û giftûgoyên tên kirin ser dana mafê hemwelatliyê- ew jî
hemwelatbûna erebî- ji kurdên bênasname re, naye wê wateyê ku ku
rejîm xwe diguherîne. Ev tiþtên bûyîn û dibin ji aliyekî ve bi
tekoþîna gelê kurd ve tên standin, ji aliyê din ve zora lê tê
kirin gelek bilind bûye, rejîm jî dixwaze bi hin van gavên han
cebha xwe ya hundir tekûz bike da ku xwe hîn baþtir lidij pêlên
guhertinê biparez e.
Di encamê de rejîma Bass a Surya bêgava ku
reformên mezin çêbike. Civaka Surya pêwîstiya xwe bi reformên
siyasî û aborî ên jidil û hemdem dibîne bo ku mîna civakên din
di astek mirovane de bijîn. Çav niha hemû ser kongra Partiya
Bass in, a ku dê di meha pêþ me de lidarbikeve. Lê gelo birastî
dê partiya Bass karibe xwe biguherîne û ji penca nobedarên kevn,
zihniyeta despot û antî demokrat rizgar bike û bikeve rêya
xweguherandinek rastteqîne??? Evan pirsan û bi sedan pirs li
bersivên xwe digerin.