Bi hemî ciwaniya xwe hat, bi hemî xemla xwe
hat, katijmêr bi ser dîdarê ketibû, bi tena
xwe li ber dîwarê mirinê rûniştî bû, çavên
wî di cihê xwe de dirawestiyan, dizanîbû ku
dê îro asîman perên xwe li erdê bişewitîne,
dizanîbû ku dê îro dilê wî di nava xwe de
bigirî, dizanîbû ku dê ew her bi tenê mêvanê
giriyê xwe be, hatibû ku jêre bibêjê…. Îro
nemire, dê rojên xweştir bihên, Dê bajarê me
sala bihê jî genim biçîne û sala bihê, dê
dîsan tûyên sor û reş reqisa veqetînê, bikin.
Lê nizanîbû ku ew dê îro reqisa xwe li ser
sêlên sor ên hezikirnê bikî. Bê hişê xwe
jêre got, bêdeng ma, rojên xwehiro mehiro
hemî di destê wî de kom bûn.
Hatibû ku xatir ji çavên wî bixwaze, hatibû
ku nimêja dawî li gel wî bibuhurîne, lewma
jî xatirxwestin bi qasî wan kêliyan reş, bi
qasî dîtinê xweş û bi qasî mirinê, mirin
belav dikirin.
Vê carê di hindirê şikestinên xwe de,
şikestina pevçûna gulan jî dît, vê carê di
nava xewnên birçîbûna xwe de rengekî dî ji
rengê kuştinên serwext li giyanê xwe kir.
Wê rojê hemî êş û xemên xwe ji torikê temenê
xwe derxistin, yek bi yek li ber xwe danîn,
ji xwe her şev; xwarin û vewarina wî êş û
şînî bûn, lewma jî vê carê dilê xwe kire
sifira mêvandariyê û li ber destên wê danî.
Wê rojê jiyan, hezkirin, ax, welat, sînor,
dar, gul, bihar û konê reş girêdanê; xwe li
stiwê wî dipêçan, dixeniqandin,
digindirandin nava newalên xatirxwestina
veqetînê.
Ma tu yê herî piştî vê kuştinê
Yan tu yê herî piştî vê nîv mirinê
Ger tu çûyî jî….
Ez ê her li ber têlên wî sînorî, hezkirina
te av bidim