rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

birêveçûna gulê
Osman Mehmed


ji kavilê min
ji baweriya min
berxikên zarokatiyê
pê li hişê min kirin û çûn
zurçik li dil şîn hatibûn
dil –sorekavil-
li guherê


bi rê ve diçûn niha
şivanên li pêçekê hîn
-nobedarên her dem ên qesr û gulê


min ê birêveçûna xwe bidîta
ji sere memikê ta bi toza eşqê
ger li şiyariyê bûma
nola şivanekî
-ta bi şevan û şînan-
li erzêla lêvan


çiya ye hemû cîhan
çiya û çivîk in hemû sibeh
li ber serê gulekê
guleke ku nû dize
guleke ku bi rê ve dice
gulek e dikeve
çiya naheje


(xew gur e
giyan bê gor
li ber siyeke wek a gulê
xeniqand berxikê min
awirên tava heyvê
tagirtina şivên
dil berx e ax
hemû zarok li şînê!)


min gul maç dikir bi nobe
qesra ku yar lê duderî
gulê ez disotim bi bêçareyî
-deriyê qublet ji bo birîndarên gulê…


tu di deriyê bakur ve were ey sirra gulê!
ey gul! tu xencerê bi xwe re bîne
û di deriyê tarîxan ve were
bo kuştinê.
nobedariya qesrê bi pelê te ve xwîn e
yara li qesrê perî ye cin e!!


di qubaleyekê de
sûretê çavan
esîr
di yeke din de
kabên zarokatiyê
tarî


şîn e li hemû pirpirînekên mizgîniyê
cesed li ber roniya pencereyê


1.1.2000, Diyarbekir











 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE