rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 


Kujerên bêjeyeyên Kurdî

Mihemed Elî-Efrîn

 


Danûstandin bi zimanê Kurdî re wek danûstandina rêvebirekî bi saziyekê re ye, heke ew li ser bingehekê tevahiya saziyê birêve nebe, dê geremol û tevlehevî têkeve wê saziyê û dernexûn bibe. Nivîskarên Kurd jî, ez nabêjim giş, lê hinek ji wan heman karê rêvebir dikin. Her roj an jî di her deq û nivîsarekê de, bi teşeyekî bi zimanê kurdî re didin û distînin, çi di warê peyv û bêjeyan de û çi di warê rastnivîsîn û rêzimanî de.
Sipas ji xwedê re, bi saya têknolojiyê îro bi hezaran malperên kurdî vedibin û rojname û kovar derdiçin; lê hezar mixabin ta roja îro du malper an jî rojname li ser bingeh û rêbazekê di warê bêje, rastnivîsîn û rêzimanî de nagihêjin hev, ne tenê wisa, lê bi sedan û belkê bi hezaran çewtî û şaşî di warê bikaranîna peyvan, rastnivîsîn û rêzimanî de jî hene.
Di vê movikê de, em bala xwe bidin bikaranîna peyvan. Her nivîskarek peyvekê li gorî mêd û nêrîna xwe bi kar tîne! Baş e, ciyawazî û zêdebûna peyvan nîşana dewlemendiya zimanê me ye, lê carik din hezar mixabin, ji sedî 80’ê ji van peyvan biyanî ne.
Filan nivîskar dibêje îhtîmal heye û nabêje eger heye an jî gengaz e, ewê din jî dibêje edebiyat û nabêje wêje, tore. Hinek quncik di malper û rojnameyan de kirê kirine, lê tew nabêjin taybetmendiya an jî ged û şana rêzimana Kurdî ! lê xisusiyeta gramêra Kurdî. Nivîskarekî din, wêrek, nebez, zat, dike cêsûr, serjimar û amar dike statistics. Ên li Ewrûpa jî niştecî, bertek û berkar dikin rêaksyion (ma pêdivî ye ez zimanê xwe bi rêya zimanên biyanî nas bikim? An jî bavê min î reben dê çiqas bi vê bêjeyê biponije ku zanibe wateyên navborî dide) Heya hinek TV jî danezanî dikin declaration!!, û bidê û medê...
Rêzdar Zana Farqînî di xebatên xwe de pir jêhatî ye û di dilê me de rûmeteke bêhempa digire, xwedê hêz û behreya wî dehbare bike û canekî sax bidiyê... Rêzdar Farqînî- heke ez ne şaş bim- bûye pêşeng ji pir kesên ku zimanê kurdî hem di qada nîgaşî û hem jî di ketwarî de dişopînin. Lê mixabin ew min (me) hinekî bi peyvên biyanî û ne guncav zivêr dike û dibe ho û sedem ku em jî wan bi kar bînin, wek çawa rêberên me ên siyasî bûne pêşengên rêveçûna (asîmîlasiyonê), birêz Farqînî jî, heke wisa pêde biçe dê bibe rêberê pişaftina zimanê kurdî û wendabûna peyvên resen. Bi rastî dema ev camêr peyvên biyanî û ne bikêr di cihê peyvên kurdî de bi kar tîne, ez matmayî dimînim! Gelo bo çi zanyar û zimanzanekî kurd xwe wisa davêje van peyvên biyanî?! Ma wî hay ji xwebêjên wan ên kurdî nîn e, lê ew xwe nawestîne ku peyvên resen sorax bike û di cihê wan de bi kar bîne? Birêz Farqînî ji herêmeke Kurdistanê ye ku di bin bandora erebî de maye, ligel ku ew li ser pergala hînbûnê ya tirkî fêr bûye, lewma ew bi van herdu zimanan hatiye stirandin û di nivîsarên wî de ev bîna hevîrê navborî tê. Ez pir bi ser girêkên rêzimanî de naçim, û bila min bibexşîne ew mamosteyê me ye, lê ez ê hinekî li ser arezûya wî a bikaranîna peyvên biyanî bisekinim. Mebesta min peyva tercîh e, digel ku piraniya nivîskarên me vê peyvê bi kar tînin, lê der barê kesekî wek rêzdar Farqînî, ew tew nabe, ew sererastkarê zimên e, ew berpirsiyarê vedîtina çewtiyan û agahîkirina mirov e ku şaş nenivîse, lê heke bibe û ew bi xwe van şaşiyan bike, bi baweriya min, ev girîfteke nebêj e!
Wek min gotiye birêz Farqînî di bin bandora erebî û tirkî de maye û bikaranîna peyva tercîh bêguman vê yekê dupat dike. Jixwe ev peyv bi erebî ye û tê wateya prefer bi ingilîzî, lê tirkan wek bi hezaran ji peyvên erebî ew jî xistine nav zimanê xwe û bêjeyên razber û beste di zimanê xwe de perçifandine. Lê ev nayê wê wateyê ku em jî wek tirkan bikin, ango em ji zimanê xelkê hin bêjeyan bistînin û wan bikin sedem ku bibin kujerên xwebêjeyên kurdî, ne wisa ye?
Xwebêje û hevwateya vê Tercîh’ê di kurdî de û li gorî danyarê ferhenga Kurdî-Erebî mamoste Elî Seydo goranî( xwedê bi dilovaniya xwe bipêçe), ê ku bêje ji ferhengî mehabad( kîyo mokriyanî, Hewlêrê 1961) girtiye, bêjeya HEVYAZ e. Wek tê xuya bîna Kurdî ji vê bêjeyê tê û hinekî dilê mirov jî rihet dike û dihêle ew ji zimanê xwe mitmane be. Bila birêz Farqînî hosan nebe, ez ê ji niha û pê ve nivîsarên wî yeko yeko bişopînim û bibînim ka ew bêjeyên biyanî li şûn ên kurdî bi kar tîne lê na û postekê li pey postekê jê re bişînim ta ez qutîka posta wî bi xwîngiraniya xwe mişt bikim. Belê ev tişt ji bo hemû kesên ku niha wek pêşeng ji xwedevanên kurd re tên dîtin jî gengaz û dupat e, îca hay ji xwe hebin...
Heke ez bi van nimûne û şanekan de pir biçim, ez bawer im xwendevan dê bêhnteng bibe û negihêje dawiya gotarê, bi rastî min dixwast ku ez pêşekekê ji van bêjeyên biyanî ên bi kar tên binivîsim û xwebêjên Kurdî li ber wan dînim, ne ji bo wan nivîskaran hay bikin, lê ji bo xwendevanan ên ku ez bawer im, bedbîn û bêcoş dibin, dema ewqas bêjeyên biyanî di zimanê xwe de dibînin, heya pir jî baweriya xwe bi kurdî wenda dikin, vêça ez ê xwe rasterê bavêjim movika din û çêr endîşeyeke din bikim. Li vir ez ê derbarê ew kesên ku peyvên biyanî kêm bi kar tînin, lê mixabin, ew di korta şaşnivîsînê wer dibin, biaxifim. Hinek ji van dinivîsin, bihar, ên din jî, dikin, buhar, bohar, bûhar, Gelo ew kîjan rast e?. Hinek dibêjin, hûn, ên din jî dikin hun, şerekî dijwar derbarî ku û ko ve heye, xwedê me biparêze dibe mirî û birîndar jî hebin. Kovarek dibêje derûn, lê a din dibêje deron, em dibêjin azadiya rexneyê, dibêjin na, azadîya rexneyê – em dibêjin di stûyê we de ye, dibêjin na, di stûyê we da ye. (Ji devoka xwe derkevin) Em hêj di gengeşiya xwe de ne, nivîskarek dê bê û bêje, ez tinê rast im, em dibêjin na bira ne tu tenê, pir vê yekê dizanin, dibêje na na ez tinê, em ji nîzîk ve dibînin, lê ew qet ji nêzîk va nabînin. Em di vê çarçoweyê de, na bisekinin, di vê çarçoveyê de, dixwazin nivîsên nemirên xwe bibîr bînin, rastî, çewtî û şaşî li cem wan di rastnivîssînê de hene, lê li gor alav û têkiliyên wê demê peydabûn û beramberî çewtiyên ku em îro bi kar tînin, gerek em bejna xwe ji çewtiyên wan re bitewînin,( bala xwe bidî wan re ne wan ra ).
Gelo lome ji van kesên ku bi ciyawazî dinivîsin dibe lê na?, ez dibêjin na, çimkî tu dîrak û stûnên ku em xwe bispêrinê û bêjin wî/wê bingeh û rêziman şikandiye nîn in, lewma her kes û heya dawiyê dê bêje ez rast im û tu şaş î...












 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE