rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 


Ehmedê Huseynî: Em neviyên têkçûnên pir mezin in


Hevpeyvîn: Şêxmûs Sefer

 


Şêxmûs.Sefer: Tu çima dinivîsînî?

Ehmed Huseynî: Da ku ez bi awayekî ji awayan hebûna xwe hest bikim, ji xwe nerevim, madê xwe ji xwe û ji derdorê û ji jiyanê nexelînim.
Her ku min gotinek dinivîsand, min li dahola cengekê dixist û min şerekî bêsûde bi xwe re, bi hevalên xwe re, bi xewnên xwe re, bi laşê xwe re dikir. Min dixwest û hê jî dixwazim ku hêdî hêdî rastiyê nas bikim, rût bikim û di nav destê xwe de biguvêşim û xwe ji tiştekî ku di navbera mirin û dînbûnê de diçe û tê biparêzim.
Dinivîsînim daku naveroka êşa xwe, bejna bindestiya xwe, sirûdên têkçûna xwe û birînên şikestina xwe bi xwe re û çarenûsa xwe jî bi tena serê wê li ber bayê felekê, wisa mit û mat û pepûkî, nehêlim.
Dinivîsînim da ku ji wan xelkên rêzdar ên ku dixwestin dîlok û lorîk û nehwirînên dayika min ji bîra min bibin û zimanê min jî jê bikin re bibêjim: “Bi kurdî dinivîsînim da ku her kêlîk ji we re biçesipînim ku ez hebûm û heme û dê hebim.”

Şêxmûs Sefer: Wek xwendevanekî we, di hin cihan de zimanê şiîra we bi min giran tê. Li gorî we di şiîrê de divê ziman çawa be? An jî bi kêmasî divê asta zimanê helbestê çawa be?

E. H: Alava bingehîn a derbirîna helbestvan ziman e. Da ku helbestvanek, kî be û çi be bila bibe, bikaribe şêwazên derbirîna xwe ya helbestî zeft bike û di çarçowe û naveroka wê derbirînê de, xwe jî wek bûnewerekî taybetmend, bi çêja xwe, bi rengê xwe, bi amaje û hêma û nîgaşên xwe biafirîne, pêwist e ku rola zimanê helbestê û rola xwe di hundirê wî zimanî de nas bike.
Zimanê helbestê ne hêsan e, çimkî zimanê kûrahiya mirov e. Zimanê hest û nest û giyan û wijdan û êşa mirov e. Bi kurtî, dema ku ziman bibe zimanê derûnan û birînan û çarenûsan, neçar e xwe ji asta xwe ya rojane û ji asta zimanê keriyan û kolanan rizgar bike.
Peyv, gotin, wîşe, ziman bi gelemperiya xwe, berî helbestê heye, erka herî serekî ya helbestê jî ew e ku wî zimanê heyî û naskirî ji asayiyê rût bike û bi xeyaleke cihêwaz avahiyên cihêwaz damezirîne.
Ez bi kurdî dinivîsînim, kurdiya ku pê dinivîsînim bi qasî ku zimanê kurdan e zimanê min e jî, lewra mafê min jî heye ku wekî xwe dan û stendinê pê re bikim. Bi kurtî, şêwazê dan û stendina min bi zimên re, wekî serencam, awayên têgihîştin û têramandin û bîr û boçûnên min derbarê min û derbarê derdorê û hemû kêşe û pirsgirêkan û di nav de jî zimanê nivîsandina helbestê, destnîşan dike.

Ş.S: Amûde… Welatê te yî bêdar û av… Lê di helbestên te de dar û daristan gelek caran derbas dibin. Ji bo çi?

E.H: Di helbestê de nêrîn û helwest û derbirîna derbarê bajaran de tê guhertin, ango ne pêwist e ku bajarê min ê di helbestê de û bajarê min ê di rastî û realîteyê de heman bajar bin.
Her wisa di helbestê de jî, di navbera du helbestvanan de der barê awayên danûstendina bi bajaran re nakokiyên mezin peyde dibin.

Yanî nêrînên Bodlêr (Beaudelaire) û yên Waytman (W.Wiltman) ne wekî hev in, ên Êlwar (Eluard) û Paz (O.Paz) jî ne wekî hev in. Her yekî ji wan di helbestên xwe de pirsgirêkên di navbera xwe û bajaran de bi şêwazekî, bi hêmayekê, bi zimanekî û bi hestekî der biriye.

Amûda ez wê dibêjim jî, ne ku bi tenê bajarê min e, bi gelekî wêdetir de ye, bi min re ye, ne wek jiyanê lê bêhtir nêzî û di çeşn û di çêja mirinê de ye.

Ş.S: Sînemeya Amûdê û şaîrekî ji Amûdê… Tu bikî nekî ev bûyer xwe di şiîra te de jî dide xuya kirin.Tesîra bûyerekê li ser şiîrê heta ku heye?

E.H: Di jiyana me de, di jiyana hemû mirovan de, di jiyana mirovatiyê de, di jiyana vê gerdûn û van bûneweran de, her dem û her gav bûyer hene, rûdan û diyarde hene. Hin ji wan xweş in û hin jî êşdar, şînîamêz û wêranker in. Qedera me wisa bû ku beşê duyem ji vê hevkêşê pare me ya bêhempa be.
Me gelek bûyerên tal û xemgîn jî di jiyana xwe de dîtin û bihîstin û em bi xwe govan û şahidên gelekan ji wan in.
Hin ji wan bûyerên kovandar takekesî û şexsî ne, hin ji wan jî gelemper û giştî ne.
Ji bo min, şewata Sînemeya Amûdê, him takekesî û him jî giştî bû. Bajarek dişewite û birayê min di wê şewatê de, wek hevalên xwe, dilê bajêr û dilê diya min bi xwe re dibe.
Ji wê kêlîkê û vir ve, li Amûdê, bi tenê şînî peyde dibe, reşgirêdan peyde dibe, goristana mezin dibe, jiyan kelê û tamsar dibe,


Ş.S: Toza Amûdê di helbesta we de wek hêmayekê pir xweş rûdinê. Ev hêza şaîr e yan jî hêza şiîrê ye?

E.H: Her helbestekê wêneyên xwe yên helbestî hene, her helbestvanekî/ê jî di wê çarçoweyê de xawen şêwazekî derbirînê ye, ango wêneyê helbestî, ji alî hest û amaje û hêrsa derûnî ve, derbirînê dewlemendtir dike, ji alî hunerî ve jî wateyên rût û bêwate watedar dike û wan nêzî hestê mirov dike.
Di helbestê de wisa ye, rola wêneya helbestî ew e ku derbasî kûrahiya tiştan bibe û rê bide me ku em wan tiştên nenaskirî bi awayekî din nas bikin.
Li vir, hêza heyî hêza bi çi awayî nivîsandina zimên e, hêza ku çawan ê helbestvan xwe dûrî wateyên naskirî yên peyvan bixîne û asoyên teze û wateyên nû li ber peyvê veke.
Bi kurtî, dema ez der barê toza Amûdê de tiştekî bibêjim, wek helbestvan, çimkî ew toz di helbestê de tê gotin, pêwîst e ez wê tozê ji çemk û wateyên wê yên xwezayî û berdest rizgar bikim û hêza xwe hetanî radeya dawîn bi kar bînim, da ku wê tozê nêzî bûnewerî û zindîbûnê bikim.


Ş.S: Em hinekî vegerin ser wêje û helbesta welêt. Hûn bi giştî şiîr û edebîyata kurdî di kîjan astê de dibinîn û bi taybetî li bakur hûn rewşê çawa dibînin?

E.H: Bawer nakim ku mirov dikare, li derveyî peyivîna der barê rewşa ziman û çanda kurdî bi giştî, der barê helbesta kurdî de bipeyive.
Di sedsala dawîn de, hebûna me û bûneweriya me ketine metirsî û velerzîneke mezin û hê jî rewş berdewam e.
Em neviyên têkçûnên pir mezin in. Her tişt ji me hate dizîn. Hişê me, hest û dilê me, raman û mêjiyê me bi sînoran û bi zimanên cihêreng ên serdestan hatin damezirandin. A niha em bêhtir bi lalî nêzî giyanên xwe dibin. Em li derveyî dîrokê hiştin û rê nedane me ku em jî li gorî hêza xwe beşdarî şaristaniya mirovatiyê bibin.
Lewra em aniha bêyî felsefe, bêyî pirtûkxane, bêyî raman û bêyî projeyeke şaristanî ya çalakdar beşdarî xwenasîn û nasname û dûwaroja xewna xwe dibin.
Helbesta kurdî jî yek ji qurbanên wê qonaxa zorbaz û dijwar e. Ango neynika zimanekî qedexe, binpêkirî, çewisandî û serencama perwerdehî û hînbûn û bişaftina di ziman û çand û kultura yê dîtir de ye.
Di destpêka sedsala 20ê de, çend gavên pir hêja di warê paristina reh û rîş û çêj û taybetmendiyên derbirînê û gurkirina hestdariya helbestî hatibûn avêtin, lê piştre êdî em rû bi rû li pêberî makîneyên asîmilasyonê radiwestin, da ku qonaxeke nû dest pê bike, qonaxa windakirina hestan û ziwabûna xeyalan û qonaxa di hembêza çandên biyan de hînbûna derbirînê.
Bi kurtî, pir bi kurtî, helbesta kurdî ya ku bi zaravayê kurmancî, îro ro, tê nivîsandin, li kijan parçeyî be bila bibe, di çerxa zimanê dibistanê de tevdigere, pir dubare dibe, helbestên helbestvanên her beşekî, gelekî, bi şêwazên derbirîna xwe, di çeşnê hev de ne û wekî hev in.
Alav, derfet, hêza pêşîn û ya dawîn a ku dikare me gişan ji vê çarenûsê rizgar bike ew e, ku em xwe vekolin, li îstegehên windayî yên giyan û hiş û bîra xwe bigerin, ji nû ve xwe di naveroka hestdariya zimanê xwe de perwerde bikin.
Li Bakur hin ezmûnên balkêş hene, hewldanên ji dil peyde dibin, bi tenê hewcedarî avdana hişê kurdewariyê ne, da ku raz û nepenî û sirên vî zimanî zeft bikin û xwe jî wek bûnewerên taybetmend derbibirin û biafirînin.

Ş.S: Hin kes dibêjin ku her kesê bi kurdî dixwîne a niha helbestê dinivîsîne jî, ger wisa be, gelo tevliheviyek di pirsa nivîsandin û asta helbestê de tune ye, tu çi dibêjî?

E.H: Em çima aciz dibin?
Xwezî aniha piştî vê asîmilasyona dijwar pênc milyon helbestvanên kurd hebana!
Çima tevlihevî ye? Bila her kes hewl bide helbestê binivîsîne, çimkî bi tenê di nivîsandina helbestê de em dikarin xwe ji nû ve di pîroziya hestkirina bi zimanê xwe de bibînin.
Di helbestê de çi rêbaz û zagon û yasayên taybetî nîn in, gelek caran tevliheviyên helbestê ji tevliheviyên din ên jiyana me xweşiktir in û tekûztir in.
Gelek tevliheviyên din ên ji tevliheviya helbestê mezintir, malkambaxtir û tirsnaktir hene, gerek em guh bidin wan.
Lê pirsa asta helbestê bê guman giring e.
Baweriya min wisa ye, bila her kes di vê qonaxa ku kuştina hestan û şûştina mêjiyan berdewam e, binivîsîne –xwezî her kesî binivîsanda- lê bila hemû aso li pêşberî pirsa rexneyê jî vekirî bimînin.
Ma kî dikare bibêje, ger rojekê ji rojan kurdan dest bi xwendina zimanê xwe kir û bi zimanê xwe perwerde bûn dê ev berhemên me bi kêrî wan û avakirina hest û mêjiyên wan werin?

Ş.S: Piştî sal 1990î jenerasyonek li Bakur çêbû. Ez bawer im tu gelekan ji wan nas dikî. Tu şiîra wan kesan çawa dibînî? Tahma kurdî çiqas ji wan tê?

E.H: Rast e. Lê wek min berî niha jî got, hewldanên balkêş, wêrekane û dilsoj dest pê dikin.
Şêwazên cihêreng û taybetmend, hêdî hêdî, di çarçoweya bidestxistina alavên derbirînê de berfireh dibin.
Ez ê dîsa vegerim pêwîstiya ku em giş, bi gavine jixwebawer, hest û mêjiyên xwe ji kultura serdestan rizgar bikin, erkên xwerizgarkirinê, ji kê neyê xwestin, di serî de û berî her kesî ji helbestvanê/a kurd tê xwestin. Çimkî pirsa bingehîn a jiyanê ji bo helbestvanê/a kurd zimanê kurdî ye. Îro pasvanê herî dilsoj ê vî zimanî, yê hişê vî zimanî, yê berdewamiya vî zimanî, çarenûs, mayîn û nemana vî zimanî, helbestvanê kurd e.

Ş.S: Ên ku te ji nêzik ve nas dikin dizanin ku te demeke dirêj dest ji şiîrê berdabû. Lê gava tu cara yekem hatî festîvala rojên edebîyatê bi vegerê pirtûkek te yî bi navê ‘Bajarê Dirinde’ hat çapkirin. Çi tesîr li ser te çêbû û te dîsa şiîr nivîsand?

E.H: Keçeke ciwan ji keçên Amedê, ji nişkê ve li pêşberî min rawestiya. Kirasekî peyrûzî, porekî dirêj û çavine ku bi tenê dixwestin Helebçeyên kurdan bibêjin.
Ji min re got: Mamoste! Dema min bihîst ku te dest ji nivîsandina helbestê berdaye, wek adetên kurdan, min kirasê xwe çirand û keziya xwe kur kir.
Deftereke bi cawekî reş pêçayî û di nav defterê de keziyeke hûnayî ber bi destên min ve anî û got: fermo!
Min defter û reşgirêdana dîrokî ya kurdan bi xwe re anîn Swêdê. Min xwest ku kezîkurkirina Gulîzerê wisa bê xwedî û bê bersîv nehêlim. Min xwest tiştekî ji Amedê re bibêjim, tiştekî hêjayî reşgirêdana wê be, tiştekî hêjayî agirê hinavê wê be.
Amed şewata herî rasteqîne ya welatê xewnan bû,
Amed ji bo hemû kesên ku aniha di paş çeperên bendeman û bêrîkirin û qonaxan de dinalin û bilind dibin, sirûda nemir a eşqa nemir e.

Ş. S: Te têkilî û danûstendinên di navbera nivîskar û şaîran de çawa dîtin û li gorî te divê çawa be?

E.H: Sosret û malkambaxiya ku bi serê ziman û çanda me û kesayetiya me ya newteyî hatiye û hê jî berdewam in, ne tiştine veşartî ne, ne diyardene hêsan û sivik û asan in. Pêwîst e em wan şîrove û analîz û rave, raman û felsefeyekê ji bo dûwaroj û çareseriyê biafirînin.
Asîmilasyona ji hesin a ku li cem we, kêlîk bi kêlîk, pêk tê û berfirehtir dibe, pêdiviyî têkoşînê, westan û bi xwebawerî û hişyarî û zanînê ye, pêdiviyî hişmendiyeke rewşenbîrane ye, da ku bandora wê, wêran û kavilkirina wê piçekî kêmtir bibe.
Barê Bakur ê wijdanî û berpirsiya wê cografyayê ya sincî-exlaqî û dîrokî jî pir giran û dijwar e. Di dîroka hinekî dûr û gelekî nêzik a tevgera azadîxwaz a gelê Kurd de, rewşenbîrên bakur qurbaniyên pir mezin pêşkêşî naverok û wateya têkoşîna rastîn a peyvê û nasnameyê kirine. Gelek ji wan şehîd ketine, gelekên din jî bi şêwazên çepelane û bi reşekujî hatine kuştin, girtin û îşkence kirin û sergom kirin.
Min dixwest bibêjim ku erkên pir giran hecwedarî rewşenbîrên pir giran in. Îro dema ku dîmen tê ber çavê min, dema ku peywendiyan û asta guftûgoyan bi bîr tînim, qet di gel erk û barê giran ên min di serî de gotibûn naguncin.
Ez nizanim ka têkilî gerek çawa bin, tişta ku dizanim ev e, projeya rewşenbîrî, şaristanî, çandî ya ku pêwîst e çarçoweyên xwe yên teorî û felsefî ava bike û hewl bide ku ber bi ronîkirina pirsgirên hebûna me ve here, bihingive pirsên ziman û nasnameyê, pirsên dagirkerî û dîrokê, pirsên sînoran û taybetmendiyan û pirsên giyanê vê trajediya kûr û berfireh, ev proje ji hest, raman, hêz, çalakî, ji mêjî û pênûsa rewşenbîrê bakur tê xwestin.
Çendîn hûn li van kêşeyan xwedî derkevin, ew qasî jî hûn ber bi zeftkirina wateya rastîn a nivîsandin, nivîskarî û helbestê ve diçin.

Ş.S: Demeke dirêj e tu li Swêdê dijî, min dixwest pirsa nivîskarên li derve ji te bikim, ka rewşa nivîsandina bi kurdî li wir çi ye?

E.H: Jiyana nivîskêr ger li derve be, yan li hundir be, nabe sedem ku em bibêjin ev nivîskarekî baş e, yan na. Bi gotineke din, cih û war û cografiya nivîskar nabe bahane ji bo behremendî û şarezayiya wî. Tişta ku li derve heye azadiya nivîsandinê ye û nivîskarên ku li derve ne, li bin sîwaneya wê azadiyê, dikarin her tiştî bêtirs binivîsînin, biweşînin û belav bikin.
Li derve jî wek hundir, gelek berhemên ku ne hêjayî xwendinê ne û li derveyî pîvanên afirandin û huner û wêjeyê ne û gelekên din ku dê şopa xwe di laş û giyanê kurmanciyê de bihêlin, hene.

Ş.S: Birêz Huseynî ez bi vê guftûgoyê pir kêfxweş bûm. Di dawiyê de tu yê ji xwendavanên Kovara W’yê re çi bibêjî?

E.H: Ji we hez dikim, çimkî hûn bi zimanê xwe dixwînin!


Ji Kovara W hatiye wergirtin














 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE