|

Bahoza Aborînas Dr.
Uzunoglu Ewropa Navîn hejand
"Nasnameya kurd nas bikin!"
Gabar Çiyan
Berî niha li komara Çekê, li navenda PENê,
serokê Charta 77, prof. Janouch, nivîskara
pirtûkê Jana Kluskova, gelek nivîskar û
siyasetmedarên çekî, heval û dostên Dr. Yekta
Uzunoğlu gihiştibûn hevûdu. Armanc danasîna
pirtûkekî bû. Uzunoğlu nijad kurd e. Ew bi salan
li Çekê maye, ji bo wî welatî xebatên hêja
kiriye. Bi taybetî ji awira aboriyê ve şopên xwe
pir alî hiştiye û ji ber xebatên xwe rêzdariya
li hemberî wî bilindir bûye. Xebata Kluskova bi
navê ``Yekya `Monte` Uzunoglu- Kurdê ku serê wî
nayê tewandin`` li Çekê, rê ji niqaşên nû re
vekir. Ji ber ku Doktor Yekta li hemberî qencî û
fedekariyên xwe hatibû girtin. Zindanîkirin.
Spasiya ji bo xebatên wî hatibû jibîrkirin.
Rewşenbîr û nasdarên Çekî di kombûnê de ji
dewletê lêborînek fermî dixwestin. Piştî
kombûnê, berhema giranbûha ya Kluskova ne tenê
li nav çêkiyan û kurdan, lê li deverên din jî bû
sedama balkêşiyê.
Uzunoglu, ev demek e hewil dide ku nasnameya
kurd bi şêweyek fermî bide pejirandin. Ji bo
nasîna nasnameya kurd ji awira polîtîk û fermî
li Komara Çekê bi serê xwe bi birêvebirên wir e
gavek mezin avêt. Ji bo bidestxistina vê armancê
ev deh roj in li Komara Çekê ketiye rojiya
birçîbûnê. Bi sedan kesên navdar ji tevayê
cîhanê di birçîbûnê de ne û piştgiriya çalakiya
wî dikin. Tv, radîo û çapemenî qala wî dike. Bi
hezaran mesaj jê re tê şandin. Me xwe gihand Dr.
Yekta Uzunoglu û li ser armanca çalakiya wî pê
re hevpeyvînek kir.
- Doktor, em gelek spas dikin ji bo ku te wextê
xwe da me...
Ez jî spas dikim ji bo nêzîkbûna we.
- Li gorî em pê hisiyan li komara çekê we dest
çalakiyekê kir. Çi şêwe çalakî bû? Ji ber çi
sedeman û li çi cihî ev çalakî çêbû?
Di minasebeta şahiya 30. saliya avabûna sayiza
Charta 77 -ku di Çekoslovakya ya berê de şoreşa
qadife di sala 1989 de pêk anibû – seroke
Charta(Xarta te xwendin) 77 ulumdare herî
navdarê Komara Çekî Prof.Fratişek Janouch di
peyva xwe ya vekirina şevê de li ser şerê min a
bo abori, demokrasî û heqên mirovayetî sekinî û
dawî got ku ‘’ Dr.Yekta biryar da ku ewê bo
pekanîna reformên hiquqê di welatê me de , bo
nasîna nasnama Kurd û bo derxistina kesên bi
nifûse Tirk ku ser wan de şik heye û giredayiyê
mafia tirk in, we dest bi rojiya birçibûnê bike.
Ji ber ku gelek caran me ji hikûmetê xwest ku
van daxwazên Dr.Yekta pek bînin, neanîn cîh min
bi xwe wek şaxs biryar da ku ezê jî bi Dr.Yekta
re 24 seet rojiya birçîbûnê bigrim. Em ji
endamên Charta 77 ku li vir in hêvî dikin ku
piştivaniya vê çalakiyê bikin. Û buyer li pêş
mêvanan, diplomatên mêvana şevê, li ber V. Havel
û wezirên ku di dêrê de hazir bûn, hat îlan
kirin.
- Çend rojan domand?
Ev deh roje dom dike. Ez deh rojin di rojiyê de
me. Le hevalên din ku min tenê nehêlin timî 24
saet rojî digrin û dorê teslimê yen din dikin.
- Çi kesan piştgiriya we kir?
Ta nuha 120 kes ji tevekên dinê de beşdarî
rojiyê bû. Ji Emerîka ta Swêd, ji Fransa ta
Avusturalya yê. Ew tev jî navdartirîn şexsiyet
in di warê xwe de. Mînak wek Vaclav HAVEL –
serokkomare berê û navdartirîn şexsiyeta Çek di
dîroka gelê Çek de-, Zdenek SVERAK –filmçeker û
artîst, ku xwedanê xelata OSKAR ê, 8 şexsiyetên
ku xûdan şana şerefê ya dewlet, navdartirîn
senator J. Ştetina, serokê Komîta Helsînkî,
rektorê kevntirîn Zaningeha Ewrupa Navîn, du
dekan, çendan Profesor, ulumdar, rojnemevan,
şervanên heqên mirovayetî, parlamenter, dengbêj,
nivîskar, serokê PEN a Çek û rojnemevanên herî
navdar jî. Kem kes heye di Komara Çekî de ku
beşdarê vê rojiye nebûbe. Yên ku hinek navdar be
û hê beşdar nebûbe jî bê agahiye ye. Kesên
beşdar ev in. Her ku diçe ev hejmar zêde dibe:
Prof.František Janouch(Navdartirin ulumdare ve
welate ,seroke sayiza Charta 77), Markus
Pape(rojnemevane alman), PhDr.Libuše
Šilhánová(Seroke Komita Helsinky, xwedane Sana
Serefe ya dewlete), PhDr.Květa Jechová,
Svatopluk Karásek(Parlamenter, servane
demokrasiye navdar,berpirsiyare hikumete bo
heqen mirovayeti), Doc.Dr.Miloslav Kalab
(Kanada), Jan Rejžek( Navdartirin rojnemevan),
Martin Vadas( Filmcekere navdar), Václav
Marhoul, Táňa Fischerová(Parlamenter), Martin
Chramosil, Ivan Peschka, JUDr.Milan
Hulík(Navdartirin Avukat), Ing.Karel Jech( Heval
u hogire 40 salan a Dr.A.Qasemlu), prof.Dr.Pavel
Štěpánek,Ph.D., Jan Křivonožka, Tomáš Kramár,
Jan Beránek, Doc.Dr.Boris Krška, Josef Hrdinka,
Mgr.Radim Ucháč, Alena Abbrentová, Jaromír
Štětina, Monika Uzunoglu, Slávka Pešulová,
Mgr.Petr Nymburg, Dr.Pavel Gan (Almanya), Milan
a Zdeňka Bártovi, Jiří Stránský, RNDr.Gustav
Louženský, Věra Trakalová, Jiří Fojt, Pepa Nos,
Claudie Nikolajenková, Magdalena Šebestová,
Gabriela Červená, Doc.RNDr.Zdeněk
Kluiber,CSc.Ph.D., Jaroslav Kos, Jan Dus, Petra
Alexander (USA), Igor Linhart, Ivana a Milan
Bártovi, Ing.Karel Hegenbart, Jitka Žáková,
Martin Štumpf, Jan Šinágl, Karel Kramář, Věra
Roubalová, Pavla Hájková, prof.Dr.Jan Čermák,
Mgr.Karel Mrzílek, Jiří Jína, Philipp Janýr,
Ing.Hynek Bulíř, Petr Kotouček, Otakar Vojtěch,
Bc.Jana Mulačová, Ida Kaiserová, Emílie
Nečasová, Michal Dočekal, Dušan Dvořák,
Dobroslava Gabryšová, Daniel Vacek, Eva a
Jindřich Růžičkovi, Jiří Peňás,
prof.PhDr.Daniela Jarušková CSc., Ladislav Maria
Wagner, Božena Wagnerová, Barbara Issa
Wagnerová, Jaromír Vacek, Dana Križaničková,
Jozef Wagner, Dušan Mlynarčík, Alena Rusňáková,
prof.RNDr.Martin Černohorský,CSc., Martin
Maděra, Martin Reiner, Dr.Marta Chovancová,
Mgr.Tomáš Jurčík, Ing.Blanka Císařovská, David
Navara, Georg Warning (Almanya ),
Doc.PhDr.Zdeněk Pinc( Navdartirin FILOZOFE cek),
Mgr.Eliška Pincová, Bc.František Pinc, Vratislav
Pinc, Benedikt Pinc, Jindřich Pinc, Barbora
Pánová, Martina Rychlíková, president Václav
Havel, Břetislav Rychlík, Tomáš Cejp, Lubor
Veleba, Zuzana Schreiberová, Milan Hanyš, Alida
Horváthová, Jiří Vaněk (Sydney), Petr Pojar,
JUDr.Mgr.Jaroslav Grinc,Ph.D., Gerald Turner,
Milan Kozelka, Ing.Pavel Galle, Prokop Voskovec,
Vlasta Voskovcová (Paris), Klaus-Henning Rosen
(Almanya ,Seroke daira Willy Brandt ya bere ,
cigere seroke UNHCR ya yekitiya netewi ),
Vladimír Hučín, Ladislav Zikmund, Emanuel
Mandler, Andrea Lexová, Jaroslav Čarady,
Ing.Zora Rysová, Jiří Hrdina, Petr Borka, Milan
Hrabal, MUDr.Petr Kašpar
- Çapemeniya çek bûyera çalakiyê çawa dinirxîne?
Çapameniya çek ji rojname ta televizon û radyo
ciyekî bê hempa da vê bûyerê ji ber ku kes di
xewna xwe de jî bawer nedikir ku kesekî wek V.
Havel yan Z.Sverak beşdarê bûyerekî wusa bibin.
- Nêzîkayiya gelê çek çawa bû?
Rojê sedan e-mail, SMS û mesaj têne ji min re.
Tevde pîroz dikin, spasiyên xwe tînin zimên ku
min bûyerek e wusa bê hempa di dîroka vî welatî
bicîh anî. Wek tê zanîn hê di sala 1975 de ez,
Heci Ehmed, Memo Çalî û deh xwendekarên Kurd, me
xwe avêt sefereta Swedê li Prag û li wir dest bi
roji yê kir. Armanca wê rojiye protestokirina
siyaseta rejîma komûnîst hember gelê Kurd bû. Lê
weka gişti gelê çek tiştên wusa nizanin, nas
nakin.
- Hûn çiqasî gihiştin armanca xwe?
Wezire karên derva ji xwe piştivanê me ye.
Wezirê karên hundûr (vexwe) li ber kamerayên
televizyonê soz da ku tirkên ku şik serê wan de
heye ji vir derxe, hemkarên wan ên polîs ceza
bike û guhartinên bingehîn di wezaretê xwe de
pêk bîne. Wezirê adalatê dîsa wusa. Lê ev sozên
siyasetmedara ne. Ta ku dest bi icraatê nekin ez
dev ji vê aksionê bernadim. Îro serokê polisê
komara çek mecbûr ma îstifa bike. Ta ku em
neghêjin armancên xwe dev jê berdan nîn e.
- Di plana we de çalakiyên wisan hene an na?
Ne edetê min e ku ji berê de ez qala plan û
projeyan bikim. Min tu car nekir. Ve buyerê jî
tene min û serokê Charta 77 dizanîbû ta deqa
dawi. Lê ez wek istisnaye jiyanê bêjim, belê ez
dixwazim ku ev carkî din pêk were, lê îcar li
Brûkselê di nav Parlamentoya Ewrupa de ku
zêdetir deng bide, bala gelen Ewrupî giş de
bikşîne.
Roja 20.03 e mehê li vir, li Pragê şahiya
pirozahiya 50. saliya peymana Romê hebû. Ku ew
peyman bibû bingeha Yekitiya Ewrupî. Di senato
ya komara Çekî de pek hat. Ji seroke
parlamentoya Ewrupî ta dehan wezîren ewrupî
hatibûn. Ez jî beşdar bûm. Û di wê derê de ji ev
bûyer hat danasîne.
Dr. Yekta Uzunoğlu kî ye
1953 de li Farqînê hatiye dinyê. 1971 ji bo
xwendina bilind tê fransayê. Li wir zimanê
fransî dixwîne. 1973 de tê Pragê. Piştî xwendina
tendurustiyê, dibe doktor û di 1980 de di gel
hejmarek doktor li Kurdistanê dixebite. Piştre
tê Almanya. Li wir di avakirina enstituya kurdî
li Parîsê û entîtuya kurdî a Bonnê rolên
berbiçav hildigre ser milê xwe. Paşê vedigere
Pragê. Dr. Yekta di saxiya Şehîdê nemir hêja
Evdirehman Qasimlo de jê dersên aborî werdigirt.
Paşê li ser makro ekonomî xebitî, li ser
zaniyariya aboriyê kur bû. 1993 de li gel
Serekomarê Çekê Veclav Klaus û hejmarek
ekonomîstên wir, li ser bingeha berhema xwe bi
navê ``Perspektîvên Aboriya komara Çekî``
xebatên aboriyê dikin. Ji ber komployekê di sala
1994 de tê girtin. Ew di sala1997 de azad dibe.
Di sala 2006 de xelata Frantisek-Krigelê
wergirtiye. Dr. Yekta zewiciye, du zarokên wî
hene û li Komara Çekê dijî (Zarathustra News).
|