|
Bila çiya bipeyivin
û bahoz, peyvên wan bigihîne jor
daku ezman, kor û lal nemîne.
Bila lat û zinar bipeyivin
û peyvên wan bibin şikeft
û ew şikeft bibin devên ejdehan
û devên ejdehan
Xewnên gurên devxwînî
Daqirtînin.
Bila axa kurdistan
Bost bi bost
bibe jehr
bibe agir,
û goristanên bêbinî...
Bila hestiyên şehîdan,
Qiloçên pezkûviyan...
û pejên daran
bibin tîr û laşên serbazên hov
Bihejînin.
Bila çiya bipeyivin
Bila lat û zinar bipeyivin
Bila şikeft bipeyivin
Bila pezkûvî bipeyivin
Bila şehîd bipeyivin
Bila dar û mar bipeyivin...
û bila genêralên çavsor bizanibin ku,
Kurdistan.. hêzistan e
û ji xewnên wan re
tim û tim mirin
û zivistan e.
Bila çiya bipeyivin
Bila dilê kurdistanê bipeyive…
Bonn 24. 02. 2008
|