rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

Gera bi Kurdî,
di navbera du Xwedayan de

 




Hoşeng Broka


Di van çend rojên xwe, yên internetî û bi kurdî, derbasbûyî de, xwendina min pêrgî hewldana lidarxistina gengeşeyeke bi Kurdî, di derbareyê çûyîn û hatinên Xwedayekî bi kurdî de, ku di çend kolanên „Kurdên Xwedê“, yên internet û internet de, li weşanê hatibû danê, hat.

„Bi-Kurdî-gengeşekirina“ rabûn û rûniştinên Xwedê û dengûbasên ji wexta navê wî yê bi Kurdî, li ser asta rewşenbîrî û nivîskariya bi Kurdî, heta vê internetê jî, hîn dergehekî bi kurdî, piştguhkirî û kêmqutandî ye.
Rêzdar Receb Dildar ku min pirê caran, ew wek navekî helbest û helbest, li xwendinê daye, van rojan wek destpêşkerekî bi Kurdî, hewl daye ku dergehên vî Xwedayê bi kurdî, bi çend pirsên kurt û Kurmancî, biqutîne.
Dildar, di wê hewldana xwe ya bi Kurdî de, bi qasî ku „mereq dike“, weha jî, ew bangî Kurdên xwe dike ku beşdarî gengeşeyeke bi Kurdî, di pirsa Xwedayê bi Kurdî, ola bi Kurdî, nimêja bi Kurdî, aliyê bi Kurdî, mîtolojiya bi Kurdî, dîroka bi Kurdî, ciyografiya bi Kurdî û Kurdên wan yên bi kurdî, bibin.

Rêzdar Dildar, di derbareyê vê gera bi Kurdî ya di navbera du Xwedayan de, weha diçe:
„- Dînê kurdan ê kevn Êzdîyatî ye.
- Êzdîyatiyê bi Şêx Adî dest pê nekiriye, kokên wê di destpêka însaniyetiyê de ne.
- Baweriya Zerdeşt di nava kurdan de belav nebûye.
- Zerdeştî di nava farisan de belav bûye û wek dînê wan hatiye naskirin.
- Êzdîyatî û Zerdeştî du dînên ji hev cûda ne. Êzdîyatî ne berdewamiya Zerdeştiyê ye.“ (Receb Dildar: ÊZDÎYATÎ, ZERDEŞTÎ, MED, KAWA Û NEWROZ: http://www.amidakurd.com/modules.phpname=Niviskar&op=viewarticle&artid=207
Dildar, di serencama gera xwe ya bi Kurdî de, ji Xwedayê „avestiyane“/“zeredeştiyane“ bihtir, ew Xwedayê „êzîdiyane“, wek „dêrîntirîn“, „resentirîn“ û „eşkeretirîn“ Xwedayê bi Kurdî, li qelem dide.

Rêzdar Can Şeker jî, wek bersiva rêzdar Dildar, di nivîsên xwe yên di derbareyê heman gera bi Kurdî ya di navbera heman Xwedyan de,
http://www.amidakurd.com/modules.phpname=Niviskar&op=viewarticle&artid=205

http://www.amidakurd.com/modules.phpname=Niviskar&op=viewarticle&artid=237 
Êzîdiyan, ji Êzîdiyan bihtir wek zeredeştiyan û Xwedayên wan jî, ji „Êzî, Tawisî Melek, Şêşims...htd“ bihtir wek „Ahoramazda“ yê dij be „Ehrêman/Angramanyo“, dixwîne.
Kurt û Kurmancî, ew li gora xwendina xwe ji „wêneyên Zeredeşt“ re, ku di „hin koşeyên malên êzîdiyan de, çûne daleqandinê“, êzîdiyan bi zeredeştiyan û Êzdiyatiyê jî bi Zeredeştiyatiyê, dixwîne.

Em pirsa Xwedê û Xwedawendiyê, wek têgeheke felsefî(Xwedê ji kuderê heta bi kuderê, ji çi heta bi çi û ji kê heta bi kê ye?), ku jixwe nebûye mijara gengeşekirina herdu gerên bi Kurdî yên li jor destnîşankirî, li aliyekî bihêlin.

Di herdu gerên bi Kurdî de(gera Dildar û gera Şeker), ji çûyneke felsefî bihtir, çûyînek ber bi gengeşekirina dîrok û ciyografiya Xwedayekî bi kurdî berdest ve ye.
Di serencama herdu geran de, di wexta ku rêzdar Dildar dîrok û ciyografiya Xwedayekî bi Kurdî, ji Zeredeştiyatiyê, ji Zeredeşt û ji „Avesta“ wî û wêdetir, di Êzdiyatiyê û „pirtûka“ „Êzî“ û „Şêşims“ên wê de, dixwîne, rêzdar Şeker, bi pêçewanî wî, heman dîrok û heman ciyografiya heman Xwedayê bi kurdî, di Zeredeştiyatiyê û „êzîdiyên zeredeştîkirî“ de, li nasînê dide.

Di navbera herdu geran de, pir pirsên ku dikarin ji nuh ve, werin li-gengeşê-danê, hene. Lê ez dê hewl bidim, ku di navbera pirs û boçûnên herdu gerên bi Kurdî û Xwedayên wan yên „bi Kurdî“ de, pirseke „pir“, arasteyî „zihniyeta“ rewşenbîrî û nivîskariya bi Kurdî, wek kêşeyeke „giştî“, bikim.
Ew zihniyeta ku pir caran, ji mentiqê pirsê bihtir mentiqê bersivê, ji mentiqê gerê bihtir mentiqê sekinandinê, ji mentiqê rêyalîteyê bihtir mentiqê hêvî û daxwazê û ji mentiqê belgeyan bihtir mentiqê biryarê, dide pêş.

Jixwe ev pirsa gera bi Kurdî ya di navbera Xwedayê „zeredeştiyane“ û Xwedayê „êzîdiyane“ de, li seranserî rewşenbîrî, nivîskarî, komelayetî û sazîbûyîna bi Kurdî, ya êzîdiyane, pirsa berî 10-15 salan, ya herî krîtîkiyane, problematîkiyane û ciyê serêşan, pirtûk-êşan û komel-êşanê bû.
Berî çend salan, çi wek nivîsandin, çi jî wek gengeşelidarxistin, di „Zanîngeha MED“ û çend bernameyên din de, li ser ekranên „MEDYA- tv“ê, ez bi berferehî, li gora belge, dîrok û ciyografiya di vê derbareyê de, berdest, çûm xwendin û gera bi Kurdî ya di navbera herdu Xwedayan de.

Ji-nuh-ve-lidarxistina vî Xwedayî û xwedawendiya wî ya bi Kurdî û ji-nuh-ve-rûdana pirsên (çi biçûk, çi jî mezin) dorûberên Kurdên wî, diyar dikin ku ev pirsên bi Kurdî ku rê ji wan diçe gera li Xwedayê bi Kurdî û Kurdên wî, bi qasî ku berê, germ, çûn gengeşekirinê, îro jî dikarin wek pirsine germ, taze û pir, herin ji-nu-ve-pirsyarkirin û guftûgokirinê.
Lewr e, min pêwîstî dît ku ez vê Interneta bi Kurdî jî, wek berî çend salan, dîsa beşdarî pirsa heman Xwedayê bi Kurdî, heman Kurdiyê û heman Kurdên wî yên bi Kurdî, bibim.

Li gora xwendina xwe ya di navbera herdu geran de, ez dikarim sîmayên Xwedayê ku rêzdar Dildar çûye binavkirina Kurdbûna wî, wek Xwedayekî bi Kurdî, beraqiltir, eşkeretir, berîmkantir, berbelgetir û rêyalîsttir, bixwînim.
Wate Xwedayê êzîdiyane yê ku rêzdar Dlidar ew wek „Xwedayekî bi Kurdîtir“, ji „Xwedayê zeredeştiyane“, li xwendinê daye, li gora belgeyên berdest, li ser asta hevtêkiliyê bi Kurdbûnê re, Xwedayekî bi Kurdî, nêzîktir, eşkeretir û „netewperesttir“ e.
Ew Xwedayekî bi gengazî, bê „qal û qîl“, bê „belkî“, „dibe, ku…“, „texmîn yan jî guman dikim,..“ û bê „nerînên bi zorê“, ji Kurdî heta bi Kurdî û ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye.
Kurt û Kurmancî, ew Xwedayekî esih û yekser bi kurdî, î bê guman e.

Bi ya Xwendina min, gera li ciyografî û dîroka Xwedê(çi bi Kurdî, çi jî bi ne-Kurdî), wek xwendineke ademîzadane, li erdê (ne li asîmanan), gereke belge û belge, di ciyogarfî û dîroka „bûyî“ ya ji „bûyîna“ Xwedayê wan de ye. Ew gereke bê layan li wî Xwedayê „bûyî“, di ciyografî û dîrokeke „bûyî“ de ye. Ew gereke „li ser erdê“ ye, li wî yê „heyî“ li navê wî, li jor û jêrê wî û li kes û karên wî, wek ku hene, bûwine û rû dane, ne wek ku „gereke bibin, bibûna, bibana“ û tên hêvîkirin yan jî daxwazkirinê ku „weha“ yan jî „wekî din“, bibin/hebin.

Herwekî çawa ku pirtûkek, qehfikek, çiyayek, darek, yan jî çemek bi „darê zorê“, bi „darê xwendinê“ yan jî bi „darê nivîsandinê“, naçe Kurdîkirin yan jî „ne-Kurdîkirinê“, weha jî Xwedayek, pêxemberek yan jî aliyek bi heman darî û heman zordariyê, bi heman hêvî-xwendin, hêvî-nivîsandin û bîrdozandinê, ne dikare biçe navekî „kurt û Kurmancî“ û ne jî dikare biçe navekî „kin/dirêj, biçûk/mezin, zirav/stûr û ne-Kurmancî“.

Nerînên „bi zorê“, zorê dadimezirînin: Xwedayê bi zorê, pêxemberê bi zorê, pirtûka bi zorê, ola bi zorê, zimanê bi zorê, berê bi zorê, dîrok û ciyografiya bi zorê û xelkên wan yên bi zorê….htd.

Lewre, ji hêla xwendina min de, wek proseseke lêkolînane,
ku Êzdiyatî berî zeredeştiyatiyê be, yan jî na;
ku êzîdî zeredeştî bin yan jî na;
ku Xwedayê êzîdiyane, ji Xwedayê zeredeştiyane, kurdtir be, yan jî na, ev pirs û gelekên din yên di derbareyê vê gera bi Kurdî ya di navbera herdu Xwedayan de, pêwîst e ku wek pirsine azadane, li derveyî „zora“ xwendin û nivîsandinê, li bersivê, werin dayînê.

Bi qasî ku ji xwendina min ve dixwiye, pirsa gera li Xwedayekî kurt û Kurmancî: Xwedê wek peyveke bi Kurdî, stiraneke bi kurdî, pirtûkeke bi Kurdî, aliyekî bi Kurdî, maleke bi Kurdî û êşeke bi kurdî….htd., li ser asta rewşenbîrî û nivîskariya bi kurdî, bi qasî ku ew pirseke marjînalkirî û piştguhkirî ye, ew weha jî pirseke serkutkirî ye.

Li ser asta binavkirina vî Xwedayê bi Kurdî, mirov dikare rewşenbîrî û nivîskariya bi kurdî, wek rewşenbîrî û nivîskariya ji „şewitandina qonaxan“ heta bi „şewitandina qonaxan“, li qelem bide.
Wek kêşeyeke giştî, çi li ser ekranên televîzyonên bi Kurdî, çi di konferans û kongireyên bi Kurdî de, çi jî di wexta nivîsandin û xwendinên li vir û li dera han de, her ku Kurdên wan diçin binavkirina nav û dengê Xwedayê bi Kurdî, mirov di çûwîna wan de, yekser xweçenkirineke „bi zorê“, di „bayî“ de, ku serencam „Xwedayekî bi zorê“, „Kurdiyeke bi zorê“ û „Kurdbûneke bi zorê“ ye, dixwîne.
Di van çûyînên „bi zorê“ de, Kurdên wan çep û rast lê dixin û di ser Xwedayekî bi Kurdî re ku hîn hin Kurdên wan bi Kurdî, berzûrî navê wî yê bi Kurdî, dengûbasên wî yên bi Kurdî, dîrok û ciyografiya wî yên bi Kurdî, dibin, xwe „bi zorê“ çen dikin meznahiya navê Xwedayekî din, ku „belkî“, „dibe“, yan jî „divê“ ku bi Kurdî be.

Di Irannasiyê de ku çalaktirîn zanist e, di xwendina Zeredeşt, Zeredeştiyatî û Avesta wî de, hîn pirsa Kurdîbûyînê di vê derbareyê de, ji çespandin, belgekirin, teqezekirin û esihkirinê bihtir, ciyê gumanpêkirin, belkokirin û erê-nakirinê ye.
Jixwe wek berztirîn nîşana vê „erê-nayîyê“ jî, ciyografî û dîroka Zeredeştiyatiyê û zeredeştiyên wê yên berdest in.

Jixwe mebesta min li vir, ne lidarxistina dabiranekê ye, ne di navbera Zeredeştiyatî û Kurdiyatiyê de û ne jî di navbera Êzdiyatî û Zeredeştiyatiyê de.
Di ciyografî û dîrokekê de ku Kurd hebûn ku Êzdiyatî û Zeredeştiyatî hebûn, bê guman e ku dê lidarxistina dabiranekê di navbera wan de, ne aliyê rastiyeke lêkolînane be.
Îndo-îranîbûyîn ya ku aliyê navê Kurd, ziman, dîrok û ciyografiya wî ye, di heman katî de, ew aliyê navê Zeredeştiyatî û Êzdiyatiyê û dîrok, ciyografî û zimanê Xwedayên wan e jî.

Li ser asta hevtêkiliya di navbera Xwedayê êzîdiyane û Xwedayê zeredeştiyane de jî, rast e, rêya hindek nav, element, gerdiş, karûbar û sîmbolên ku di Zeredeştiyatiyê de, pîroz, li dar in (roj, agir, ax, ba, av, girêvan, rengê sipî, berê agir û rojê wek berê nimêjê, pîranî, sed û hed, Sadro û goştî/Xirqe û Mehak, Nahîd/Anahîta, Aşva/Memê şivan…..htd.), di Êzdiyatiyê re, derbas dibe.
Û rast e jî, ku Zeredeştiyatî(li gel Mîtraperestiyê) yek ji eşkeretirîn dînên aryanî ye ku mirov dikare wê, li seranserî Êzdiyatiyê, bixwîne, lê ev „hevkultûrî“, „hevbandorî“ û „di-hev-re-derbasbûn“, yên ku ji Êzdiyatiyê heta bi Zeredeştiyatiyê ne, têra ne êzdîkirina Zeredeştiyatiyê û ne jî zeredeştîkirina Êzdiyatiyê, dikin

Lêbelê wek serencama gera bi Kurdî ya di navbera Xwedayê êzîdiyane û Xwedayê zeredeştiyane de, ez dikarim çend xalên berbelge, bibim liqelemdanê:
1. Di wexta ku Xwedê û zimanê wî di „Avesta“ de, hîn bi Kurdî di „erê-nayê“ de ye, yan hindekî bi Kurdî, yan jî „belkî“ bi Kurdî ye, mirov dikare, bê dudilî û bê „belkî“, „dibe“ yan jî „gelo“, Xwedê, zimanê wî û dengûbasên wî, di Êzdiyatiyê de(duwa, dirûze, qewl, beyt, payîzok, xerîbok, rabûn û rûniştin, ….htd), esih bi Kurdî û kurt û Kurmancî, bibe binavkirinê.
2. Di wexta ku Xwedê di „Avesta“ de, dikare Xwedayekî aryanî(hin Farisî, hin Hindî, hin Efganî hin Kurdî….htd) be, Xwedê, di aliyê Êzdiyatiyê de, dikare tenê kurt û Kurmancî, biçe pesindanê.
3. Di wexta ku warê/mala Xwedê di Zeredeştiyatiyê de, ji „Mîdya“ heta bi „Lîdya“ bû, mala Xwedayê êzîdiyanê, tenê ji Kurdistanê heta bi kurdistanê ye.
4. Di wexta ku Zeredeştiyatî, paş rêyeke dûr û dirêj ji belgeyan(eger hat û bûn), dikare bi Kurdî, Kurdek „di dîrokê de“ û „ji boyî dîrokê“ be, Êzdiyatî, ku hîn bi Kurdî dijî, dikare Kurdekî bi Kurdî „bûyî“ û „pir“ be: Wate ew Kurdekî bi Kurdî „bûyî“ û „pir“, di dîrok, ciyografî, civak, kultûr û zimanekî bi Kurdî „bûyî“ de, belgebidest û selimandî ye.

Şahidên bi Kurdî, li ser van xalên li jor destnîşankirî, yên bi „xwîn û goşt“ jî, mirov dikare, di her stiraneke „Çiyayê Şingalê“ de, di her „duwa“, „dirûze“ û „payîzokekê“ de, di libakirina her aleke „Şerfedîn“ de, di keskê her mirineke „Xerîboyî“ de, di xwîna her „çeqeltoyekî Lalişane“ de û di serdana her miriyekî çarşembeyî de, bo zindiyên wî, bixwîne.

Lê li vir pirsa herî mezin û pir ku raberî rewşenbîrî û nivîskariya bi kurdî, radibe, ev e:
Aya çawa, çima, ji bo çi, heta kîjan Xwedayî, kîjan Kurdiyê, kîjan Kurdistanê û kîjan Kurdên wan, ev Xwedayê „êzîdî“, yê çarşemb û çarşemb ku hîn esih bi Kurdî diçe navê xwe, esih bi Kurdî diçe Kurdê xwe, esih bi Kurdî dijî û esih bi kurdî ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye, dê di Xwedayê „avestiyane“ de ku hîn „belkî“ bi Kurdî, yan jî „hindekî“ bi Kurdî ye, were kurt û puxtkirinê???

Amaje: Bê guman e, ku pirsa gera di navbera Xwedayê êzîdiyane û Xwedayê zeredeştiyane de, pirseke „pir“ e. Lewre, mirov dikare di paşerojê de(eger hat û were xwestin), sekoyekî ji gengeşekirina vê pirsê, belge û belge, di çend rêzegotarên piralî de, li dar bixîne


hoshengbroka@hotmail.com



















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE