Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

29 November 2007 01:07

 

 

 

Erdoxan, evîndarê El-Qaîda!!!

Tariq Hemo

Siyaseta Dewleta Tirk wilo li iflasê ketiye, ku êdî siyasetmedar û berpirsên Enqere ye nizanin çi bikin û çi bêjin.

Di prosesa şerê qirêj li dijî kurdan de, hikûmetên tirkan her şêweyê siyasetê û komployan ji xwe re rewa dibînin. Ji bo pişta kurdan û Tevgera Azadiya Gelê Kurd bidin eredê her tiştî ji xwe re bikar tînin û çavsoriya xwe beloq nîşan didin…

Di dema ku kongreya DYA yê dixwaze komkujiya li dijî gelê Ermenî şermezar bike û wê mîna cinayetkarek li dijî mirovayetiyê li qelemê bide. Dewleta Tirk dest bi gefên ecêb dike. Ji bo ku vê biryarê asteng bikin, tirk behsa "komkujiya" li dijî Hindiyên Sor dikin. Ew dibêjin, emê civînekê lidarbixin û DYA bi kuştina bi sedhezaran Hindiyên Sor mehkûm bikin. Lê wilo ji bîr dikin, ku komkujiyên li dijî gelê hindî, beriya damezrandina komara Amerîkayê ya nûjin bû. Ew di dema koçberkirina ewropyan ya ji bo Amerîkayê bû. Jixwe wê demê hîna sîstema koledariyê li dar bû. Bi milyonan afrîkî ji bo karê zehmet û xebatê wek kole dihatin xebitandin û bi kar anîn.

Heman tişt tirkan ji bo Fernsayê jî gotin. Hikûmeta Tirk diyar kir, ku eger Parîs komkujiya ermeniyan qebûl bike û Osmaniyan mehkûm bibîne, ew jî dê "kiryarên Fernsa" li dijî gelê Cezayîrê lêkolîn bikin..

Beriya çend rojan Recep Tayip Erdoxan di axaftinek xwe de diyar kir, ku eger Ewropa şerê PKK neke ew jî dê milîtanên El-Qaîdayê wek "serhildêr" binasin. Ev mentiqê iflasê ye. Mintiqê ku dixwaze cîhan hemû şerê Kurdan ji dêvla Tirkan bike.

Erdoxan hema kê dibîne şerê li dijî PKK ji wan dixwaze. Ew weha bawer dike ku xelk xeşîme û dê siyaseta dewleta wî ya hovane li dijî gelê kurd pesend bikin.

Serokwezîrê Tirkan dibêje, hema ez diçim ku, ez daxwaza şerê PKK dikim. Bi gotina wî, ew şer datîne ser egnedyên xwe û mijarên pêşkeftina welatê xwe dike qurbaniya vî şerê qirêj. Ew weha siyaseta teslîmtiya li himberî eskeran nîşan dide û seferberlikê li dijî tevahiya gelê kurda ilan dike.

Erdoxan dibêje, ewê destekê bide El-Qaîdayê û terora wê wek "serhildêr" binrxîne. Baş e, ew weha dikare bibe alîgerê terora cîhanî û pîlanên kuştina welatiyên DYA û EU bi şêweyekî direct an jî indirect destek bike. Eger weha bibe jixwe berseva hêzên rojava jî dê amede be…

Dema DYA yê rejîma Sedam rûxand û sozên "demokratîzekirina Rojhilata Navîn" da, Tevgera Azadiya Gelê Kurd ev yek erênî dît.

Tevgera Azadiyê her weha amedekariya xwe ya ji bo lidijderketina Terora Navnetewî nîşan da. PKK got, ew ji bo şerê rêxistinên terora cîhanî amede ye…

Di dema ku PKK wilo digot de, AKP jî projeya Islama Siyasî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêş dixsit. Gel bi hestên dijayetiya DYA yê perwerde dikir. Niha jî gelê misilman yê li himberî DYA û siyaseta wî herî bi kîn û nifrete, gelê tirk e. Rêjeya dijminayetiya Amerîka li Tirkiyê ya herî bilinde, li tevahiya cîhanê…

Sedem jî siyaseta islama siyasî ya AKPê ye, ku serkêşyên wê, Recep Tayip Erdoxan û Abdulah Gul dikiin.

Niha jî Erdoxan dibêje ewê bibin evîndarê El-Qaîdayê. Baş e. Bila Erdoxan û projeya xwe ya "Islama Siyasî ya Modern" li DYA yê û projeya wê ya "Rojhilata Navîn ya Mezin" pîroz be…!!!


tariqhemo@hotmail.com





 

                                                      

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1