Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

29 November 2007 01:23

 

 

 

Ez li wê derê me

Şengül Oğur


Ez li wê derê me li ser sînga wê birînê
kûr berdidim qurmên xwe
dar im diyar im di arê xwe de xwelî di xweliya xwe de aj didim her bihar
diteqim bişkov bi bişkov di tava rondikên xwe de keskesor im di awirên ewrên xwe de brûsk im vedidim!berq im diteqim!
ez li wê derê me! Li ser sînga wê birînê!
kevir im, lat im, zinar im zarên zemên dizingilim li bedana min mîx, stûn, birc, şkêr, şkeft diaxivin
ez li wê derê me! Li ser sînga wê birînê! Xwîna xwedayên serhildêr di perengên çêv de dikelin difûrin!
ez li wê derê me! Li ser sînga wê birînê! ku li gorî gotinên ji devê luleyên cemed di devê asmîn û laleyan de tê pifkirin,''ne tu der'' im
ez li wê derê me! Li ser sînga wê birînê! ku her êvar çira çîrokê lê tê vêxistin ku her êvar di stareya stêran de stran tên strîn bo starê bi hêviya dawî lêanîna ronoyan bi hêviya anîna roşengan rorengan
ez li wê derê me! Li ser sînga wê birînê! dibilim, dilorim, dilîlînim! lîr im dilîrim qîr
im diqîrim deng im diderizim
ji asoyan, siya çend çelengan ji cenga evînê re çak
hoooooo! Ez li wê derê me! Li ser sînga wê birînê!
 



 

                                                      

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1