Asîmanekî di sereçûyî,
ji bêrîkirinan.
ber bi tîbûn,
û tazîbûnên te ve,
diherike.
barkirî, biveşartinan,
û zelaliyên xwe,
yên riswabûyî
di kûraniya
lepên xwedayetiyê.
di sipêre,
kore riyên sînga
xwe guvaştî,
nelivandinên xwe yî,
sitimî,valabûnin,deqandî
bi sersariyê.
guheztine,şevbuhêrkên
sergêjiya we,
çîrokê qerax,
û cihine,
kavilbûyî li ber
deng,
û bînayiya mijûliyê..
lorandiye,
li ser zendê,
tevizî bi xilmaşiya,
pêçayî bi veciniqandinan..
di pijiqe,
cendekê rewaniyê..
li ser wan dilbijandinan....
tu fûriye,
kela,
keskahiya xwe.
tu çandine,
di bin awirên,
hêviyin,
xwe şuştî bi tava,
hilweşiyayî,
li ber dengvedana,
wê xweşiyê...
jibîrnabe,
dilopên,noşandina te yî
raxistî,
bûrinek tir.
qewartîne,
tê şêlana demkokin,
bi mêtina,hejîna wî,
di pelînin sîwankirina
wê şîniyê..
tu ziwa bû,
ji girnijînên
wê barînê...
li ser rûdêmê wê,
sariyê....
ma valaye,xweda...?
ji bicîkirina kesmê te re
di henteşa tenêtiya xwe de.
û.. li malzaroktiya te,
bi weşîne henasên xwe,
ji bo bergirtina..,
wê rûmetiyê...??