Gelek
cara, bavê Loman jê re digot: kurê min li
min binere.. li rewşa min, li karê min, ev
karê ku ji sibehê ta bi êvarê serê min ji
erdê ranabe, ku ji ber çogerî bûme, û jê
pêve nikarim tu karê din bikim .. kurê min
tenê li min binere, îca tu çi dike bike, ya
giring ku tu binerî, lê tu çawa bibînî ne
xeme, tu çawa fêmbikî dîsa ne xeme, tenê
dema tu dixwînî bera wêneya min li ber çavê
te bî, ji bîrmeke ku bavê te çimkî bê
xwendine bi kêrî pîvazek tûj nayê, û çi
kesên nexwende jî wihane …"
Dêya wî jî her êvar berî ku razê li ber
balîfa wî rûdinişt, serê wî dipeland, destê
xwe di nav porê wî de dibir û tanî, enîya wî
maç dikir, digot: dêya te li dora te bigere,
qurbana serê Lomanê xwe bibim, tu ji
xwendinê westîyayî ye kurê min, xwendin zêrê
zere, xwedê bêje erê wê destê te zêr bibirre
law, tê bibe tiştek, tê bi nav û deng bibe,
û wê bira û ap û pismam û birazîyên te tevde
li ber destê te bigerin, de razê lawkê min
razê, xwedê keda te li erdê nexe kurê
min..".
Loman bi bêdengî peyva dê û bavê xwe
werdigirt , peyvên wan dixist serê xwe, lê
herdem li nav şagirtan ji ber hejarî û
xizanîya malbata xwe bi kêmbûna kesayetîya
xwe hestdibû, xwe kêm didît, gelek caran
xercîya wî tunebû, lê her êvar dema dêya wî
wilo li ber serê wî rûdinişt, bêhna wî bi
wan peyvan firehdibû, lê dima di hindirê xwe
de diqiçqiçî, dikizkizî, li ser xewna ku
bigihêje asta xwendinek bilind û pera di
pêrîka xwe de bibîne, di xew re diçû..
Nav û dengê Loman li herêmê tevî belav bûbû,
ku xortekî jîr û jêhatîye, di dibistanê de
yê yekem li ser hevalê xwe derdikeve,qonaxa
seretayî û ya navincî û deh û yazdeh bi vî
rengî derbaskir û niha di bakelorya de ye,
heyvek maye ji ezmûnê re, berî rok derkeve
radibe dixwîne ta se'et duwazdê nîvê şevê ,
bi kotekî dêya wî pertûkê ji dest digire, ta
ku razê..
Li gund xortekî din heye, ew jî bi Loman re
dixwîne, ji malbateke pirr zengîne, lê di
xwendina xwe de pirr qelse, her sal bi zorê
xwe derdixist, lê îsal li pêş ezmûneke
dijware, rok têt nîvro nuh ji xew şiyardibe,
porê xwe dişo, cêl dike, cilê xweşik li xwe
dike, û derdikeve nav gund tolazîyê xwe dike,
yan pertûka xwe dixe destê xwe û dikeve
kezeba rê de, tenê ji bo xelk bêjin va lawê
Evdî jî dixwîne, roj bi roj ezmûn nêzîkdibe,
dem jî wek çeme, li hevalê xwe napirse, û çi
gava Loman û Cemîl pêrgî hevdibin, her yek
ji yê din dipirse ka tu gihiştiye kûderê.
Loman bûye cara sisyan li pertûkan vedigere,
Cemîl qerfê xwe bi wî dike, û jê re dibêje
nizanim tê bibe çi loo, hahahaha.. qey tê li
bavê xwe derkeve .. tê jî bibe hostayê
lêkirinê..muhendis.. tiktiktik..hahahaha..
Loman serê xwe bera ber xwe dide û ji cem
dimeşe, di dilê xwe de dibêje "ezê bibim
endezyar û serê te û bavê te jî bişkînim".
Piştî Cemîl naskir ku Loman gelek cara
keresteyên xwe temamkiriye, hiş di serî de
nedima, tebatî nema dihate wî, wek yê ku
îsot têde be, nema dizane çi bike, û her
carê ji xwe re dibêje qet çênabe, ev siqilkê
ha, lawê sabûn bideyno, cil rizîyayo, kabok
kerimyo, têkeve pêşîya min, yan bibe tiştek,
û ez, ez lawê Evdî axa, yê xwedî pazdeh
hezar donim erd, û tirumbêl û terektor û
derase û bîrên Irtuwazî û koşk û dikan û nav..
divê ez xwe bijdînim.. yan hawakî bikim ta
ku nehêlim ev siqilk bi serkeve. Wilo gef li
Loman dixwar, nemaze piştî ew xewna giran ku
bi şev pêde nehiştibû çavê wî bê ser hev ku
xwe didît karkerekî piştxûz û li ber destê
endezyar Loman xizmet dikir.
Cemîl bi hemû karîn û hêza xwe diramîya, da
ku çareyekê ji bobelata ku bi serê wî ve
hatiye bibîne, ezmûn nêzîk dibe, di nav
gotinê pertûkê de, egala bavê xwe xwar
dibîne, payebûna dêya xwe li pêş jinên gund
birîndar dibîne, ruwê xwe li pêş keç û yarik
û dostên xwe reş dibîne, ditengije, ji xwe
re dibêje: niza ezê çi bikim ji vê xwendinê,
yan xwendin dê çi di min de biguhere, çi li
min zêde bike, û niza ji bo çi û di ber çi
de ez xwe wilo diêşînim..?. pêhna xwe li
pertûkê dixe, pênûsê dişkîne, tiştek ji
razanê xweştir nîne…
Lê ewê çawa razê, vitevit di nava wî deye,
lê herdem peyva ku bavê wî carekê jê re
gotibû, ber dilê wî xweşdike, ew soza pê re
kir ku bes bekelorya derxe dê wî derxîne
jidervî welêt ta ku nûjdarîyê bixwîne.
Ezmûn nêzîk dibe, xwendin bi Loman xweşdibe,
lê li ber çavê Cemîl reş bûye, ne tenê
xwendin, belê av û xwarin û danûstandina di
hindirê malê de jî, dêya Cemîl bi wî hest
bûye ku rewşa kurê wê ne siruştîye, Cemîl ne
yê berêye, ji keça xwe naskir ku Cemîl
tiştek nexwendiye.
Êvarî di nav nivînan de xwe ji Evdîyê xwe re
kir wek bûka yekşevî, sîng û pişt û nav
lingê wî tevda, serê wî xist nav çotê
memikên xwe, Evdî germ bû, damarê laş tev lê
rabûn, cara yekeme ku herdû xwe şilfî tazî
bi hev re dibînin, cara yekeme ku Fato xwe
bi vî rengî jê re amade dike, û doza livînê
lê dike, Çimkî Fato jê heznedikir, ji bêhna
wî direvîya, digel ku bûbû dêya bênc zarokan
jî, lê hîn hezkirina wêyî pêşîn ji dil
derneketibû, hezkirina ew xortê bejin zirav
yê taxa wan di dil û canê wê de dima, loma
her carê digot xwedê ji te nerazî be Evdî,
te bi perê xwe min kir jina xwe, bi perê xwe
te devê bavê min girêda..
Piştî ku Evdî baş germbû, xirpişî ser sînga
Fato, cara yekê ye herdû jin û mêr bi hev re
germ dibin, bi hev şêrîn dibin, bi cêja laşê
hev hest dibin.. tîna arezûyên xwe şikandin,
rabû fato jê re got: Evdî, kurê me roj bi
roj zirav dirêse, pertûkên xwe tevde
nexwendine, ezmûn jî nêzîk bûye, divê tu
çareyekê ji vî lawkî re bibîne ta ku
neseqite. Evdî jî soz da wê ku ezê bihêlim
wek firek av bekelorya derxîne, ma ev pere
ji bo çine Fato..
Fato jî serê sibehê rabû, laşê xwe ji bêhn û
girêza Evdî şuşt, lê dilê wê bi peyva Evdî
nerastbû, bangî keça xwe kir, û jê re li ser
jêhatîbûna Loman Axivî, pesnê jîrbûna wî da,
keç jî pirr kêfxweş dibû bi van peyvan, wek
ku jê re nîşaneya kesk vêkeve ta ku here
tîkilîyan bi wî re çêke, yek nekir dudo berê
xwe da mala Loman, bela xwe têve dida,
keçikê bi rastî jê hezdikir, bi se'eta li
ber bêhna wî dima, ta radeyekê dihişt ku bi
şev jî pêrgî wê bibe, di qozîkê xanîyan de,
di lodê kayê de, di xanîkê pez de, tu der li
gund nema û maç û tevdan û tazîbûna Loman û
Dilşa nedîtin, bêhna hezkirina wan li nav
xelkê gund belabû, dengê wan derket, bav û
dêya Loman jî pê dihisiyan ku kurê wan
ketiye tora çi keçê, û çi malê .. ji hev re
digotin: ev porkura ha, lawkê me ji rê bir,
ji serê çend rojan ve nema devê pertûkê
vedike..
Ezmûn niha li dare, Loman her ji keresteyekê
derdikeve, wek yê ku avjenîyê bike, cil û
laşê wî di xwêdanê de dimîne, pirsan dixwîne
wek tu caran pê nebîhistbe, li nav hev dixe,
gelek caran nizane çi dinivîsîne, navê Dilşa
pê re têt nivîsandin, mija evîna wê nahêle
ku tiştek bê bîra wî.. û Cemîl bê xem diçe
ser ezmûnê, xwe bi raçêta dixemilîne, bê xem
derdikeve, çavnêrên navindê tevde wî
nasdikin, gelek caran pertûk jê re
derbasdikin holê (qa'ê)..
Wiha ezmûn bi dawî bû, lê evîna Loman û
Dilşa pêtir deng dida, roj bi roj kûrtir
dibû, bêtir ji berê pêrgî hev dibûn, sê
salan li ser hev Loman bekelorya derdixist,
lê mixabin elametên wî hindik bûn, ne dibû
alîkar bo xwendina zankoyê, dawîyê xwe di
enstîtuya Erebî ya mamostayan de tomarkir,
lê ne bi dilê wî bû, ji alîkî dinê jî ber
dilê xwe xweşdikir, ku enstîtuyî nahêle ji
bajêr bi dûr keve, û perê bavê wî tuneye ku
li bajarên dûr bixwîne, her ew ê nêzîkî
Dilşa xwe be jî. Hêdî hêdî Loman ji xwendina
li enstîtuyê hezdikir, hema sala pêşîn yê
yekem li ser hevalê xwe derdiket.. dîsa nav
û dengê wî li nav mamostayan belav bûbû..
Loman nîşaneyên (elametên) xwe pêş bavê xwe
kirin, bav serê xwe hejand û di ber xwe de
got: "xwelî li serê te be, ew gemjeyê ha ,
yê ku tîp ji hev nasnedikirin wa bû textorê
diranan, û tu bi van nîşaneyan serê xwe
mezin dike.."
Di sala dudwan de ji xwendinê û berî ezmûn
destpêbike bi heftîkê, biryara berdana Loman
ji enstîtuyê derket, çuqasî Loman di berxwe
de da û xelk şandin ser kargêrê enstîtuyê lê
ew venegerandin, Loman bê çare ma, bê kar û
bê xwendin, jiyan tev li ber çavê wî reşbû,
dilsar mabû ji her tiştî, roj bi roj zirav
dirist, parîyê nên nema di qirika wî de diçû
xwarê, nema dilê wî dibijiya tiştekî. Dilşa
jî ew keça ku ji bo wê xwendina xwe li ser
kir, nema dixwest lê binere, gava xwazgînîyê
wê hatin û qelenê wê birrîn, li cem Loman
wek ku tiştek çênebûye, wek ku ne yara wî be,
ne ew keça ku gelek caran di tarîyê de laşê
wê li laşê wî banîyabû, ku bêhna wan tevlaşî
hev bûbûn, wek ku wê nas nake, lê her kêlîkê
dehê cara di hindirê xwe de digiriya, dikir
qêrîn, diponijî, xwezîya xwe dicût, poşmanî
bi destarê neçarîyê dihêra, payîzê xwe
berdida valahiya derûna wî, û bêhêvîyê li
kembera xewnên wî xwe dipêça, her ku wê
kelpîçek bida destê bavê xwe jê re digot:
aniha ev lêkirin ji bo çi ye ..? ! welatê ku
mirov ji xwendinê bêpar dikin, welatê ku
xewnê yekî têde naçe serî, welatê ku parîyê
nên di devê mirov de dike quzelqurt, bi
xwedêke ev çi avakirine tu têde dike, û xelk
çawa dilê wan heye ku xanîyan ava bikin, her
kelpîçek dida destê bavê xwe, diramiya ku
xwe di xênî de werke, û ji vî welatê ha yê
ku roj bi roj wî pûç dike xwe felat bike .