Dewleta
Tirk gelek caran li ber xwe dide ku
zordestiye xwe li ser gelê kurd wek şerê li
dijî terorê nîşan dide. Ew di vî warî de
propagandeke xurt dike. Dema pirsa kurdî tê
meydanê berpirsyarên Tirk dibêjin:“ Pirseke
hanê tune. Di welatê me de teroristî heye
şerê me dikin,dewlet jî mecbûr e şerê wan
bike…
Ev bi sede salan ne ku welatê kurdan
(Kurdistan) di bin destê Tirkan de ye, û
kurd ji bo wan koletiyê dike hênjî Tirk ji
kurdan ditirsin, ji çêbûne dewleteke kurdî
li der û dorên wan çêbibe ditirese. Ev yek
diyare; naxwe lawên Yenî çerî(leşkerên Tirk)
li ser sînor çi dikin!?...Daxwaze wan
windakirine şervanên Pkk ê ne ..?! Ev cara
24-25 an ku şer ê dijwar bi Pkk ê re dike û
di wan şeran de, bi ser neketiye.
Tirk dixwazin ku bi kevirekî du çivîkan
bikujin! Bi rastî ev çend salin ku Tirk vê
siyasetê dimeşîne(bi kevirekî du çivîk)
hekumeta Tirk ji bo dewleteke kurd ketiye
tirs û xofeke mezin. Ew tu car naxwaze, û ku
jê were nahêle jî hekumeteke kurd,
perlamenekî kurd yan jî Îraqeke fedral
çêbibe. Ew heya ji nave kurdî ditirse!..
Ew ji kurdên başûr re dibêjin ku Pkk e li ba
we ye û şervanên wan ji ba we tên me dikujin,
pêwîste hûn şerê vê partiye terrorist bikin!..
Bi hatine leşkerê xwe (Tirk) nameyekê dide
kurdên başûr bi weta ku ew nahêla ku Kerkûk,
Şingal…uhw bi Kurdistanê bête grêdan ,yan
bêjin ku xala 140 nahêlin pêk were, …uhw.
Siyastmedar dibêjin ku hatine leşkerên Tirk
li ser Sînorê Kurdistana başûr sedemê vê
yekê xala 140 ye.
Li dijî Kurdan lîstikên dewlete Tirk pirr in
, Ji dema osmaniyan de Tirk li ber xwe dide
ku tevgera Kurdî parçe bike, ji bo vê yekê
dek û dolaban digerîne. Di destpêkê de
Tirkan Kurdên Êzidî bi destê eşîrên kurdan
dane kuştin. Paşê xwest ku kurdên Elewî û
sunî berde hev. Piştî salên 1960 dema ku
hêzên çep tevgera karker û xebatkaran xurt
bû, dema ku tevgera gelê kurd ji bo azadiyê
xurt bû, dewleta Tirk gelek kar û xebat
nîşan de ku di navbera wan û Misilmanên bi
bîr û bawer da şer derxe. Dewleta Tirk bi
van planên wisa û lîstikên yen çerî xwest rê
li pêş tevgera kurdan bigire. Heger em bi
rastî bêjin zerarên mezin dane tevgera
pêşverû û azadîxwaz..
Ev bi sedê salaye ku Tirk,Ereb û Faris gelê
kurd bi ola Misilmaniyê dixapînin.
Di dema osmaniyan de, bi taybetî di dema
sultan Selîm yê ku bavê xwe ji ser text
danîbû xwarê û li ser text rûnştibû xwe
danîbû Padîşahê Osmaniyan. Ji bo ku ciyê xwe
misûker bike, dunzdeh(12) birayên xwe
kuştibûn…
Sultan Selîm hezriya şerekî mezin dikir, bi
Şah Ismaîl al-Safawî yê ku gihîştibû sînorê
dewleta Osmaniyan Amed(Diyarbekir) Mêrdîn û
Maraş kiribû bin destê xwe. Belê piraniya
erdê kurdistanê di bin hêza Şah Îsmail de bû.
Bi şêwira mewlane melle Idrîs ê Bedlîsî
şîretvanê Sultan Selîm yê taybet bû. Bi
şêwira Bedlîsî sultan Selîm soz û peymanekê
bi mîrên Kurdan re mor bike ta ku şerê bi
Şah Ismail re bi serkeve. Ew êdî dizanin ku
ne bi arîkariye kurdan be di çiyayê
Kurdistanê de bi leşkerê Ismail Şah
nikarin.Êdî sultan Selîm bi şêwirdariye
Idrîs ê Bedlîsî yê ku bi aslê xwe kurd û bi
arîkariye şervanên Kurdan Sultan Selim bû
xwediyê Kurdistana rengîn.Ango Kurdistan ji
Şah Ismail stand. Bi sandine Kurdistanê re
nîv sal derbas nebûbû Sultanê Tirkan yek bi
yek mîrên kurdan yên serbixwe serjêkirin. Tê
gotin ku di şahiye Amaziyê de ya bi munasebe
serkeftine Sultan Selîm û dûr kirine Şah
Ismail ji Kurdistanê, bi biryare Sultan
Selîm di Amaziyê de 27 mîrên kurdan hatin
serjêkirin.
Ev êş û dolabên Tirkan berdewam dikin, heger
bête bîra we ku Çîler ê şerê kurdan bi
kurdan dikir kurdên azadxwaz û kurdên Qoricî
her weha kurd û hizbulla.
Hizbulla, Alfedîla…Akp… , ji Çîler ê
,Erbakan , Demiral Ordoxan….tev navên cudene
lê di mesele kurdî de bi yek weta ne.
Karbidestên Tirk gave didîtin ku
xebatkar,azadxwaz(gelê Kurd) hişiyar dibin
doza dîmokratîyê heq û hiqûq (mafê Kurdî)
dikirin, di sendika û partiyan de rêz
dibin,hinge zor dane komelên kevneperest, yê
bi navê dîn têne saz kirin,wekî
Qoriciyan,Eşîran, hizbulla, bi wan hatiye
famkirin ku kurdên azadxwaz bê dîn û îman
in. Kardariye ola îslamê datînin ser milên
kurdan!!... Dewleta Tirk bi van plan û
leystikan dixwaze pêşî li tevgera kurdan
bigire. Pêşiya dewleta kurd bigire. Îro roj
jî karbestên Tirk yê ku xwedê giravî
Misilmanin dibêjin: Di Tirkiya de millet tev
wek hev in tev Islamin, lewma jî piraniya
kurdên Misilman dengê xwe dan Akp ê ,Akp ê
ok ê ji vî gelî girtiye ta ku şerê terorê
bike!.... Gelo ev axaftin çiqasî raste!?...
Bi rastî jî heya qûnaxekê raste, helbet bi
navê Misilmanê ew kurdê ku okê daye Akp ê ,
tê xapandin.
“Heta kengî ev nezanî!?...” Ma gelo kurd
nabînin(kurdên xapandî) ku her roj dewleta
Islamî “Îran” berê topên xwe daye gundên
Kurdistana başûr, her wisa jî Tirk û Sûriya
jî şer vî perçê dewleta kurd dikin. Tirk,
Ereb, Faris gava şer û zordestiyê li gelê
kurd dikin, qet nayê bîra wan ku Kurd jî
Misilman in. Ew har û hoviyeke ne dîtî li
kurdan dikin û xwîna Misilmanên kurd wek
lehiyan dirjînin.
Div ê cîhana me de dewlet û zordest, dîn (ol)
jî di nav da hertiştî gor mafê xwe bi kar
tînin. Binêrin dewleta Tirk qetil-ama Kurdan
dike, gundê kurdan vala dike, bênamûsuyên
mezin bi kar tîne û nabêje kurd jî Misilman
in. Xwedê giravê dewleta wî Misilman in!..
Ma nezan û ehmeqê diniyayê em kurd in ?!...
Divê em jî menfeeta miletê û welatê xwe
nebînin û neparêzin?
Divê hemû Kurd di vî warî de hişyar bin,ji
dîrokê dersê bistînin. Plan û leyîstikên
dewleta Tirk gelek in. Ev ne cara pêşin e ku
dewleta Tirk van tiştan dike.
Em çend hevokan li ser Yenî çerî ye leşkerê
Tirk lêkin.
Yenî Çerî
Di bin vî navî de dikarin leşeker Tirk û
heya Tirka jî baş binasin. Leşkerên Yen Çerî
bi sedhezaran bûn. Tirkên Osmanî ji
berhevkirina Yenî Çeriyan re “Devşirme usulu”
digot. Ango “Rêzanê berhevkirina kurên
Xiristan.”
Ji bo berhevkirina kurên Xirstan,her sal bi
hezaran leşkerên Tirk êrîş dikir bajar û
gundên Bulgar, Sirb, Yewnan…uhw. Zarokên
10-12 salî bi zor û stemkerî didan hev, ji
himbêz û pêsîrên dê û bavan cuda dikirin û
mina keriyên terşan didan ber xwe û dibirin
Istanbolê. Ew zarok li leşkergehan bi cî
dikrin. Berî her tiştî sunetçî ew zarok
sunet dikirn û ola Îslamî di guhê wan de
dixwendin. Ew zarok bûn Yenî Çerî û çûn! Ew
êdî ne wekî me insanein!...Ew êdî insanetî,
dilovanî mihrrivaniyê nizanin! Ew êdî
leşkerê Tirk in! Ji bo talankirin, kuştin û
şewtandinê re hoste ne. Ew in yê ku “Cîhad”
û “Xezû” dikin “Xenîmet” Ew bûne Yen çerî,
bûn eskerên Tirk!!...