|
Gundê Tozê
Mesûd Xelef
Ji şovekî sor…. Sor
Ava lehiya salan diherikî
Gundiyan kirasê xwe diqetandin
Kevokên çengokirî, baskokirî.
Xweziyên xwe bi sala pêrar tanîn
Hîna tu jî ji dayik nebûye
Di sala bûna te de…
Pezê gundiyan virinî zan
Ji gotina…
Ji hêviya..
Ji hezkirinê… ji axê em biyanî bûn
Li ber dîwaran..
Pîrên me dam dikirin
Û bayê payizê pifî hişê wan dikir
Bêhemda xwe dikenîn
Bêhemda xwe digirîn
Û tenê li ber cadan … nava kolanan
Silavên reşikên pîç dijmartin
"Selam û aleykum…. Aleykum el selam"
Kesî nedigot çima darê tiwa bi tenê ne
Kesî nedigot çima darê hinara beravêtîne
Axayên me jî
Di dawa reşikên çolan de
Zarokên xwe sinet dikirin
Xûlamên wan jî
Li ber deriya
Pêlav û şekalê sîxûran rêz dikirin
Duh ji me bûn
Îro ji wan
Û sibe qedeha şerab û meya xwe li serê şehîdên
me dixin
Axayên me bejin bilind bûn
Wekî çiyayê Qasiyon bûn
Û cîranê wan em bûn…
Çiyayê Cudî û Bêxêr bûn
Di dawetên me de hespên boz bûn
Di şêniyên miriyên me de şêx doz bûn
Û axa me, erdê me
Di yek kêliyê de
Kirin zindana hestiyên me yên ji ber kenê wan
rizyayî
Gundekî malwêran bû gundê me
Mirovan seg bi dest dixeniqandin
Û li hawîrdor ava sabûnê ew zindan dikir
Xewn tê de bê armanc bûn
Êvaran asîman dibû şerîteke dirêj
Xem bi êvarî re ji bîr dikirin
Bi hilatina rojê re gavên xwe dûbare dikirin
Di nava xwe de li şopa xwe digeriyan
Aso firek av bû di kolanên teng de
Sibihên wan jî serjêkirî bûn
Lewma bi hêviya sererastkirineke dîrokî bûn
Û her dimeşîn û dimeşîn
|