Tengezar Marînî
Karl Krolow11.avdar 1915 li Hannover ji dayîk bû, di 21. gulanê.
1999 li Darmstadt çû ser dilovaniya xwe û di 23.8.1999an de li
goristana Rhododendron-Friedhof li Hannover bi xakê hatespartin
„Cihê lixwenemukurhatin heye, helbest ên Karl Krolow dest pê dikin“
Kurt Drawert.
Karl Krolow wek helbestvanekî elmanî bi nav û deng e. wî di
helbestên xwe ên destpêkê de, regezên surrealî bi kar tanîn. di
helbestên xwe ên xurust di gelek ekolan de derbas bû, ji Klasîk ta
Expressionismus“ derbirînîsmus ê. Krolow nûnerê helbesta elmaniya
rojava dihate nasîn. Di dawiya jiyana xwe de dest bi nivîsîna
çîrokan jî kir.
Karl Krolow ji 1935-1942 xwendina romanistîk, germanistîk, Fîlosofî
û dîrok a Huner li Breslau û Göttingen bi dawî kir. Piştî xwendina
xwe bi dawî anî , wek nivîskarekî azad li Göttingen kar dikir.
Ji sala 1945an ve, gelek helbest, rexneya toreyî û bîrdozî li ser
pexşanê û her weha danasîna pirtûkan di kovaran de weşandin.
Sala 1951 dîsa vegeriya Hannover. Krolow di destpêka xwe de, ketibû
bin kartêkirina Oskar Loerke û Wilhelm Lehmann, bi taybetî di
helbestên xwe ên suruştî de û di pey re dest avête surrealîzma
ferensî, toreya romanî û hevdemên surrealîstên ferensiyan ên Ispan.
Wek nimûne bo wê hindê herdû dîwanên wî ên helbestî “Die Zeichen der
Welt=Nîşanên gerdûnê” (1952), û dîwana wî ya bi nav û deng
“Verlassene Küste=Kenarên destjêberdayî”, ku di wan de bi şêweyekî
Surrealîst helbestên xwe vehûnane.
Karl Krolow, gelek caran formên kevin bi kar anîne, helbestên bi kêş
û rêzbend û kîte kêşane, her weha efsanekirina helbestan û bi
karanîna Mêtaforên xurustî di berhemên wî de diyar in.
Dîwana Krolow “Wind und Zeit= Ba û dem” (1954) û “Tage und Nächte=
şev û roj” (1956) ew mîna helbestvanekî bi tiwana dane diyarkirin
Di sala 1956an de, xelata “Akademie der Sprache und Dichtung=
Akadîmiya ziman û helbestê “ ya bi navê Georg-Büchner, ku li
Elmaniya yek ji nirixdartirîn xelatên toreyî ye, ji Darmstadt tête
dan, wergirt. Ew jî wê demê li Darmstadt dijî.
Gelek pirtûkên wî yên helbestî hatine weşandin û ev jî ew in:
1. “Fremde Körper” = Gewdê bêgane (1959).
2. “Spanische Gedichte des 20. Jahrhunderts= Helbestên ispanî yên
sedsala 20an ” (1962), Wergerandin ji Ispanî.
3. “Die Barke Phantasie= Keleka fantaziyê” Wergerandin ji ispanî.
4. Alltägliche Gedichte= helbestên rojane” (1968).
5. Minuten-Aufzeichnungen= Deqeyên- kişandin” (1968).
6. Bürgerliche Gedichte=helbestên gelerî” (1970),
7.“Nichts weiter als Leben= Ji jiyanê pê ve ne tiştekî din ” (1970).
8. “Zeitvergehen= Dembuhurîn” (1972)
9. “Unsichtbare Hände= Destên nediyar.
10. “Der Einfachheit halbe=nîvê hêsaniyê” (1977).
Krolow yek ji wan helbestvanên xwediyê taybetmendiyên cuda bû ji
nifşê xwe. Ji wêje û helbest a biyanî agahdar bû, her weha pir
şêwenivîsîn û berhendiya wî ji Surrealîzmê, dada,î û helbestên
konkrêt bû. di dawiya temenê xwe de dest bi nivîsîna pexşanê kir.
Krolow çalakvanekî civakî bû û xwe bi siyaseta civatê jî mijûl dibû.
Krolow di komêntarên xwe de“Schönen Dank und vorüber =Spasiyek e
xweş û derbasbû” (1984) û “Als es soweit war= gava ku amadebûn bi
dawî hatibû” (1988), babeta mirinê tanî arayê.
Karlow di dawiya temenê xwe de dest bi nivîsîna kir û pexşaniyê kir:
1. Das andere Leben= Jiyan a din(1979).
2. Im Gehen= peyade” (1981)
3. “Melanie. Geschichte eines Namens= Melanie û çîroka navekî”
(1983).
Karlow di çîrokên xwe de li ser Deprêsiyon û tenêhiştinê dinivîsî,
herweha di pirtûka xwe ya pexşanê de ya bi navê "Nacht-Leben oder
Geschonte Kindheit= Şev"1985.
Xelat ên Karl Krolow ev in:
1. Xelat a Rilke 1975und
2. xelat a Hölderlin
Buhara Zû
Hîn giya şîn nehatiye,
daku li ser bistrênim
Zemîn bêhempa ye,
ji bo mirov.
Lingekî deyne ser lingekî.
Karê daneheva destan bû:
şîn
çêrandina pirça keçiknan bû.
Sîsbûn ji sîtavê
azad e
Azadiyek e nevehesî
ya nêrînê:
buhara zû.
Çilo
Comerdiya romanî ya ronahiyê ye
şewlî*( daçikî) dadikeve ser
depelka*(şenik) daristana pêramîdiyane.
Xelekên li ser ava şîn çêdibin,
dikevin ser piyên wê.
Li ser nêrdewanek e darînî
berbi ezmên ve hildikişe!
Ew jihevketî bendewar e,
lehiyek ji pêlan e, di bin de.
*şewlî:ber bi jêr
**depelk: xeta porê
Çiloyên hilpekî
Çiloyên hilpekî
çipika ciwaniyê.
Axaftin a belgeyên hestewer
di baraneke bêrawestandin de.
Diyardeyek e şêtane
mirov jî bi çav ên…
mecazî..
Di heyamek e kesk de
xew a zarok ên dêmbeş
Dev li ser dêv
di bin daran de.
Bîranîna avê
Bibîne,
bayê hênik
ew ê dilê avê..
dilivîne
lêdixe
ji bo pêşzanîna deryevan î
bi hilperkîna bircekî ronîdar
ji dûr ve
Li ser polekî seyr
delav çavên xwe vedike
bêhindayî bi ser
dadgeha deryevanan de ye.
ade di rûyê xwê ya deryayê ya spî de.
Kolan a avê
li berzexa deryayê digere
ya bi ponijînên MELVILLES
mijûl e.
Baran
Baran mîna hevokeke dirêj
di zimanekî mirî de,
latîniya Cicero.
Dem a gimgimokan.
Gewdeyên gerim
dest bi seqemgirtinê dike.
kesek xwe xûz dike
bi ser kaxezeke de,
li derdora cendekveşartin
ya roniyê bo nivîsînê.
Şop a pelîsankan e
hevgirtî mîna bîr a
mirovên kal di rojên berê de.