|
Tariq Hemo
Dewleta Sûrî ber bi guhertinê ve diçe. Ji guhertinê zêdetir jî
ihtîmala hilweşandina rejîma Bahs(1963) û rêvebiriya „Tevgera
Serrastkirinê“(1970) heye.
Ji dema „wergirtina serweriyê“ ya Assadê bav û heya hatina Beşar
Assadê law di sala 2000î de, dewleta Sûriyê di qonaxeke wisa hesas û
nazik de derbasnebûye.
Qonaxeke wisa ku ew yekser xwe li himberî tevahiya civaka navnetwî
bibîne, ev civaka ku bi hesanî dikarîbû 2 biryarên navnetewî ji
Konseya Ewlekariya Navnetewî(KEN) li dijî rejîma Sûriyê û Serokatiya
Beşar Assad derbixe: bêyî ku tu „dewletên mezin“ û „xwedî rol“
piştgirtiya Assasd bikin û ji bo xelasiya rejîma wî têkevin liv û
tevgerê..
Gelo çima Sûriya Assad ket vê rewşa xerab û çi gavên çewt hatin
avêtin da ku Assad rastî vê rewşa isolasiyon û tecrîtê werin?
Dema kurê diktatorê Sûriyê Hafîz Assad yê mezin Basil Assad jiyana
xwe di bûyereke trafîkê de ji dest da, yê ku bavê wî ew ji bo „wergirtina
desthilatdariyê“ amede dikir (Assad bi xwe nexweş bû û di salên 1981
an û vir ve tenduristiya wî gelekî xerab bûbû), Assadê bav yekser
bangî kurê xwe Beşar kir. Beşar wê demê li Inglîstanê pijîşkiya
çavan dixwend, tu haya wî nebû ku ewê rojekê bibe serokê Sûriyê, yan
jî dest ji karê pijîşkiyê berde û ber bi cîhana siyasetê ve biçe. Lê
tenê qederê û iradeya Hafîz Assad xwestin ku Beşar bibe serokê
Sûriyê û xwe bi lez ji bo wergirtina serweriyê amede bike...
Ji sala 1993 heya sala 2000î Beşar ket dewrana perwerdeyek dijwar,
wî bi lez hîndekariya eskerî dît, li ber destê bavê xwe hînî
siyasetê, dekûdolab û dateyên pirsgirêkên rojhilata navîn, yeko yeko,
bû. Tevî ku Assadê bav bi mirina kurê xwe yê mezin Basil xelîfetek
jîr û kêrhatî winda kiribû jî, lê wî ji kurê xwe yê din Beşar pêve
tu kes baştir nedît ku cihê wî bigire û „destkeftinên“ malbatî û
kêmolî yên malbata Assad û kêmola Elewiyên Sûriyê biparêze û „berdewamiyê“
misoger bike.
Beşar hêvî û omîda Gelên Sûriyê
Di dema perwede û hîndekariya ku 7 salan dom kir de, Beşar bi ser
ket ku cihekî xwe di dilê „welatiyên“ xwe de çêbike û xwe mîna
kesekî „modern“ ku ji Ragihandina Internet û Globalîzmê fehm dike û
dixwaze Sûriyê jî“bixe nava cîhana nû ya modern“ dûrî hemû siloganên
Partiya Bahs û netewperestiya ereb, pêşkêş bike…
Xalek din jî pir dihat dubarekirin, ew jî ev bû“ Beşar ciwanekî
nûhatî ye, destê wî bi xwîna tu kesê Sûrî ve nehatiye qirêjkirin û
lewitandin“ û ew mîna kesên li derdora bavê xwe“malê dewletê
nexwariye û li Bankên Ewropa bi navê xwe qeyd nekirîye“. Ev yek
gelek caran ji aliyê „zilamên Beşar“ ve dihate gotin…
Her weha ew ji aliyê gelek serokê welatan ve hat pêşwazîkirin, yek
ji wan Jack Chırac bû, ku wî bi xwe pêşwaziya Assad kir, bêyî ku tu
sîfetek wî ya resmî hîna hebe…
Assadê bav di 10/06/2000î de mir, li gorî her tiştê ku hatibû
amedekirin, parlemana Sûriyê bi „pêşniyaznameyekê“ temenê Serokê
dewletê ji 40 salî daxist 35 salan, da ku „qanûn“ li gorî bejina
Beşar were danîn an jî tengkirin…
Beşarê ku tevahiya dengên perlementerên Sûriyê bidest xist, yekser
dest bi rabûna kar û barê welat kir. Berî her tiştî soza guhertin û
veguhertinê da. Di xîtaba sondxwarinê ya li pêşiya Perlemana Sûriyê
de(10.06.2000) diyar kir, ku ewê „Reforman pêk bîne û derfetê bide
hemû Hêzên Muxalif, da ku nerîn û raya xwe bi azadî derbibirin“.
Atmosfêrek geş li welat peyda bû, her kesî bawer kir ku „êdî Sûriya
ket qonaxek nû“, ji bilî Taboya Assadê bav ku „pêwîst e tu kes bi
xerabî nêzîkî nirxên wî nebe“ û dest li rûpelên dîroka wî wernede,
gelê Sûriyê bawer kir ku êdî axaftin li her cihî û di her tiştî de
azad e.
Hêzên Muxalif, di nava wan de yên kurd jî, li ser „sozên“ Beşar dest
bi damezrandina Pelatforman, Çapkirina rojnameyên xwe, kirin. Bi
gotinek din, qonaxa“Buhara Şamê“ dest pê kir.
Beşar: Prosesa paşvexistinê û hêviyên şikestî!
Lê ev „qonaxa“ han tenê çend mehan dom kir, pişt re, hêzên
istixbaratan û grûpa bavê Beşar ya bi navê “Nobedarên Kevin“ ling
avêtin ber van „reforman“ û bi tirsa“jihevbelavbkirina welat“ hîştin
ku Beşar fermana rawestandina vê liv û tevgerê derbixe û dawiyê li „Buhara
Şamê“ bîne. Her weha çend sembolên vê „Buharê“ bigire û wan bavêje
Girtîgeha Edrayê(Dr.Prof Arîf Delîla yê ku di 09.09.2001 an de hat
girtin û bi 10 salan zindan hat cezakirin, her 2 Endamê Parlemana
Sûriyê yên hilbijartî Riyad Sêf û Mamûn Humsî, ev hemû hîna di
zindanê de ne), yanî her kesê ku di wan her 3 mehan de ceger kir û
axifî û behsa“Xêzên Sor“ yên girêdayî Partiya Bahs û hêzên
istixbaratan kir, ew avêtin zindanê…
Qonaxa reş ya hikumdariya Beşar dest pê kir, ji vir û pêve, Beşar
xwe tam sipart kesên statûparêz û paşverû û mafxwarên rejîmê. Wî
hemû „sozên“ xwe alast, gotinên kesên mîna Abdulhalîm Xedam, cîgirê
serokdewlet yên“reform wê Sûriyê têxe rewşek kaosê mîna ya lı
Cezayîrê“ pejirand û dubare kir. Li vir, xelkê Sûriyê destê xwe ji
rejîma Beşar şuşit û hêviyên wan têk çûn û hate bawerkirin ku rejîma
Beşar tenê „kopiyek yan jî berdewamiya rejîma Assadê bav e“..
Di astê siyaseta hundur de, rewş mîna berê ma û pîstir jî, her 14
hêzên(organên) istixbaratan zilim û zordariya li ser xelkê Sûriyê û
bi taybetî kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê domandin. Rewşa girtin,
êşkence û kuştinê û darezandina ne adilyan e ya li gorî biryarên „Dadgeha
Ewlekariya Bilind ya Dewletê“ hîna bi hêza xwe ya berê dom kir. Ev
rewşa hanê hîşt ku kîna xelkê Sûriyê li dijî Assadê law bêtir bibe.
Di navbera salên 2000-2005 an de, yanî heya roja îro, li Sûriya
Beşar Assad gelek bûyer û rûdan qewimîne, di asta hundur de, terora
dewletê li dijî hemwelatiyan, mîna me got, berdewam kir, li tevahiya
Sûriyê xelk hatine girtin û êşkencekirin. Li dijî kurdan û bi
taybetî piştî rizgarkirina Iraqê û derfetên bi destê kurdên başûr
ketin, terorek dijwar û hovîtiyek berberî hat meşandin. Di
Serhildana 12/03/2004 an de hêzên istixbaratên Sûriyê bi serkêşiya
birayê serok Mahîr Assad ( yek ji kesên ku niha bi kuştina
serokwezîrê Libanê yê berê Refîq Herîrî tê tewanbarkirin) komkujiyek
li dijî kurdên sivîl û destvala pêk anî. Dora 40 ciwanên kurdan kuşt
û 300 birîndar kir û 5000 jî girt. Di dema bûyerê de Beşar rûyê xwe
ji ber kuştina kurdan da aliyekî û berê xwe da Sûdî Arabistan ji bo
qaşo“serdanekê“. Her weha rejîma Assad, oldar û kesayetiya kurd ya
welatperwer Dr.Şêx Maşûqê Xeznewî bi hovîtiyekê revanid û di
01/06/2005 an de ew kuşt. Di heman demê de û di salvegera 21ê ya
pêngava 15 Tebaxê li bajarê Kobanî dest li şahiya kurdan werda û bi
dehan alîgir û endamên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD girtin û êrîşî
milk û malên xelkê kir..
Kiryarên weha hov û pilankirî di dema serokatiya Beşar de li dijî
kurdan pêk hatin, her weha li dijî Hêzên Ereb yên muxalif jî rewşa
girtinê domandin.
Destpêka dawiyê: Siyaseta nû ya li himberî DYA û Libnanê
Di asta siyaseta herêmî de, her wek ya hundirîn, Beşar ne xwedî
siyaseteke serkeftî bû, wî bi nezaniya xwe û baweriya bi kesên
derdora re, gelek çewtî kirin. Çewtiya yekem û ya herî tahlûke ew bû
ku li himberî desttêwerdnên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA li
Iraqê helwesta nerazîbûn û dijberî û dijminatiyê nîşan da. Bi
vegotina çend siloganên netewperstiyane, ku dixwest „raya giştî ya
ereb“ ber bi xwe ve bîne, Beşar DYA ya ku ji ber êrîşên 11.09.2001 ê
ve dîn û har bûbû û rêvibirya wê hêrs kir û rejîma xwe wek hedef ji
grûpa“New Konservativen“ ya li ser desthilatdariyê diyar kir.
Ya din jî, Sûriya û bi taybetî Efser û kesên nêzî Beşar yên ji „xeleka
herî teng“ sûdek mezin ji rewşa Iraqê ya di bin kontrola Sedam Husên
de werdigirtin. Her sal derdora milyar dolarî ji bazirganiya petrola
Iraqê dihat qezenckirin. Piştî azadkirina Iraqê di 09.04.2003 an de,
Sûriya rolek nû leyst, bi hezaran terorîst ji aliyê hêzên
istixbaratan yên Sûriyê ve ji bo şerê eskerên DYA yê û „CIHADA“ li
dijî „kafiran“ ji bo Iraqê hatin hinartin. Sûriyê sînorên xwe li
pêşiya terorîstên sûrî û ereb vekirin. Bi hezarên êrîşên çekdarî li
dijî hêzên Pentagonê û artêşa iraqî ya nû ji aliyê kesên ku
istixbaratên Sûriyê ew şandibûn hatin lidarxistin. Heya gefên Donald
Ramsfel wezîrê parastinê yê DYA yê li rejîma Beşar nehat xwarin, ev
siyaseta bi „agirlîstinê“ nehat rawestandin ( jixwe heya niha jî bi
temamî nehatiye rawestandin), loma Sûriyê her 2 kurê Sedam paşve
vegerandin û birayê wî Berzan Tekrîtî jî radestî artêşa DYA yê kir..
Sedema din û ya herî girîng ji rewşa Sûriya ya aktuel ew bû, ku
rejîma Beşar bi çavsorî destê xwe di kar û barê Libnanê de têwerdida.
Libnan bi dehên salan e ji Sûiryê re mîna „kaseyek peran“ an
jî“Bankek vekirî“ bû, ew û hemû imkanên xwe di bin kontrola Sûriyê
de bûn. Lê Asedê law guhertinên cîhanê baş fehm nekir, nikarîbû xwe
li gorî van guhertinan bi cih bike û şertên „lîstoka siyasî“ ya ku
nû li herêmê pêk tê, nemaze piştî hatina artêşa DYA yê û rûxandina
rejîma Sedam, baş têbigihe û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne.
Çewtiya Assad kir, ya ku sedema bingehîn bû ya rweşa wî ya niha, ew
bû, ku wî li dijberî hemû hêzên siyasî yên Libnanî û berevajî qanûna
Libanê maweya serokatiya Serokê Libnanê Emil Lehûd di 02.10.2004 an
3 salên din dirêj kir. Ev yeka rastî nerazîbûna civaka navnetewî di
serî de DYA û Ferensayê hat. Her weha Refîq Herîrîyê serokwezîr, ji
bo şermezarkirina vê gavê yekser istîfa kir û ji bo „valaderxistina“
vê siyasetê, dest bi pêwendiyan kir. Herîrî ne mirovekî normal bû,
ew yek ji maldartirîn kesên cîhanê bû, her weha bi sedhezaran kes li
Libnanê hezker û terefdarên wî hebûn. Ew di nava gel de xwedî rol û
rûmetek mezin bû, lê li aliyê din jî pêwendiyên wî yên derve gelekî
xurt bûn. Ew hevalbendê Malbata Saûd bû, qiralên Sûdî Arabistan, her
weha hevalê Serokê Fernsayê Jack Chîrac yê şexsî bû. Sûriya guman
dikir ku li ser liv û tevger û Doblomasiya Herîrî pêşniyaznameyek ji
Konseya Ewlekariya Navnetewî re hatibû pêşkêşkirinê ku“ hemû hêzên
li Libnanê dagirker in, pêwîst e bilez derkevin derveyî sînor û
destê xwe ji karê Libnanê bikişînin“ lewa biryara 1559 di 02.09.2004
an de derket holê.
Kuştina Herîrî û destên Muxaberatan yên bixwîn!
Ji ber zextên navnetewî, Sûriya neçar ma hêzên xwe ji Libnanê
vekişîne û li ser vê yekê, dest bi pîlankirina kuştina Herîrî hat
kirin. Di 14.02.2005 an de di encama teqîneke mezin de, Herîrî û 22
kes pê re, jiyana xwe ji dest dan.
Nîşanên pîlankirina bûyerê hemû ber bi Şamê ve diçûn. Jixwe jî li
gorî mentiqê rejîma Sûriyê „ji berjewendiyên me bû, ku Herîrî ji
holê bê rakirin“ û wek tolhildanê jî, rêjîma Sûriyê dixwest Herîrî
yê li dû derçûna biryara 1559 ji holê bê rakirin û“ cezayê“ xwe
bigire.
Di heman demê de, Sûriya pîlana kuştin û tesfiyekirina gelek kesên
li dij hebûna xwe ya li Libnanê da, mîna rojnamevanê Libnanî Semîr
Qesîr û Serokê Partiya Komunîst yê berê Georg Hawî û sipîkera LBC TV
Mey Şedyaq.
Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Kofî Anan di 07.04.2005 an de biriyar da,
ku komisiyonek ji bo ronîkirina bûyera kuştina Herîrî were
damezarandin. Ev komisiyon bi serokatiya dozgerekî Elman bi navê
Detlef Mehlis hat damezrandin û ji bo „destnîşankirina berpirsyarên
kuştina Herîrî“ xebatên xwe birêve bir.
Mehlis di 20.10.2005 an derket pêşberî cîhanê û Sûriya bi fermî di
rapora xwe de bi „kuştina Herîrî“ tewanbar kir. Rapora Mehlis her
weha ji Sûriyê xwest ku „6 efseran, di nava wan de Asif Şewket
berpirsê hêzên istixbaratan“ û zavê Beşar radestî komisiyona
navnetewî ya di bin serokatiya Mehlıs bike.
Li ser vê yekê KEN carek din civiya û di 02.11.2005 an de biriyara
1636 girt, ev biriyar Sûriyê bi „Ambargoyek aborî“ tehdîd kir, eger
„bi temamî xwestekên Mehlis qebûl neke û alîkariyek bê şert û merc
bi komisiyona vekolîna bûyera kuştina Herîrî re neke“.
Serokê Sûriyê û ji ber her 6 efserên mijara rapora Mehlîs hîmên
rejîmê ne, xwe vir de û wê de bir û anî. Bi taybetî zavê xwe Şewket,
Assad naxwaze tu kesî têxe nav lepê Mehlis, ew ditirse Mehlis dest
deyne ser wan, mîna çawa di 30.08.2005 an de dest danî ser her 4
efserên Libnanî. Her weha rejîm nikare her 6 efserên xwe mîna wezîrê
karê hundir Xazî Kanan( yê ku qaşo xwe di 12.10.2005an de kuşt)
bikuje, ji ber ku ne mumkin e ew bêje 6 kesan xwe kuştine!?.
Di heman demê de jî Assad ji mikurhatina van kesan ditirse, ew
ditirse ew bêjin, „ne em tenê bûn, dema me Herîrî kuşt“!.
Bi her hal, hîna perde ji ser dîmenê dawî nehatiye berdan, lê weha
xuya dike ku DYA û Frensa û hevbendên wan yên din, di mijara
kifşkirina qatilên Herîrî de bi israr in. Ev israr û iradeya wan,
dikare ji Sûiryê û gelên wê re bibe destpêkeke nû, ku ew ji rejîmek
hov û totalîter mîna rejîma Sûriyê ya Muxaberatan rizgar bibin….
------------------------------------
Ev gotar bo Azadiya Welat hatiye amadekirin (Nivîskar)
|