|
Helbest:Jêrar
du Nêrval
Werger: Anahîta HEMO
Evîndarên me li ku ne?
Di goran de ne!
Kamîrantir in!
Di aramgeheke lewendtir de ne!
Nêzîkî firîşta ne.
Di kûrbûna rengê ezmanê şîn de
Ji dayika xwedayan re;
Lavijan dibêjin
Ey destgirtiya destsipî
Ey keça keçîndar,
ya bi navserkan pêçayî,
Dildarek hêlaştî
Şînê ew çilmisandî
Di çavên te de,
Wê zeredeken biba ;
Nemiriyek kûr,
Ta ku hûn, çirayên vemirî…
Di tevaya cîhanê de , vêxistî bihêlin…
|