|
Ramanên Morîs Mêtirlîngî
Sebrî
Silêvanî
silevanis@yahoo.com
12.09.2006
Morîs Mêtirlîng
Morîs
Mêtirlîng, bi regez ji welatê Beljîka bû. Li
sala 1860-ê, li wîlayeta Filamandî, li Firansa,
ji dayîk bû. Zimanê firansî û almanî bi awayek
baş dizanî û despilîn dikir û di dibistanê de
karî zimanê latînî jî wek axavtin, xwandin û
nivîsîn bigire.
Kolîja yasazaniyê bi dawî dihîne û dibe parêzer
û li Beljîka kar dike. Belê, ji ber ku hez ji
keçek bedew dike û keçkê hayî jê nîne; lewra wek
berkar ( reyakson) parêzeriyê dihêle û yêdî dest
bi karê nîvîsînê dike û hêdî hêdî xwe fêrî
zimanê îngilîzî jî dike çunkî dizanî ku zimanê
îngilîzî zimanek internasyonal e û dikarî bikêr
bihê.
Morîs Mêtirlîngî, gelek berhem hene. Belê yekem
berhem bi navê " Şanoya balefirê şîn" bû, ku
sala li 1911-yê xelatê Nobelê li ser wergirtî.
Berî ku bibe fîlosof, nivîskarek jêhatî bû. Bi
nivîsarên xwe, bi raman û awayên derbirînê, karî
cihek taybet bo xwe bike.
Paşî hêdî hêdî dûrî şanoyê dikeve û ber bi
felsefe û ramanê diçe, berhemên giring û buhadar
diafirîne û bi pirtûkên xwe, pirtûkxaneya cîhana
felsefeyê dewlemendtir dike.
Hinek ji berhemên wî:
1-
Perestgeha vîrayê
2-
Mirin
3-
Bermaykên şerî
4-
Cadeya li nav çiyan
5-
Raza mezin
6-
Yasaya mezin
7-
Derwazeya mezin.
8-
Gencîneya hejaran.
Û gelek pirtûkên din yên raman û felsefeyê.
Birgson, derbarê Mêtirlîng dibêje:" Eger em
bibêjin ku Mêtirlîng Sukratê zimanê me ye, wî
çaxî guman nîne ku pileya Sukratî bilind dibe û
ya Mêtirlîngî nizim dibe!".
Aniştayîn jî dibêje:"Dibe ku heta çend sed salên
din jî nivîskarek wek Mêtirlîngî li vê cîhanê
dubare nebe!".
Hejî bîrhanîne ku her yek ji pirtûkên Mêtirlingî;
li welatê Firansa, bêhtir ji sedûpêncî caran
hatiye çapkirin. Herwehan, li welatê Elmaniya jî,
berî serdemê Hitlerî, her pirtûkek bêhtir ji çil
caran hatiye çapkirin.
Navê wî ketiye di nav ansîklopîdiya cîhanî ya
felsefeyê de, wek fîlosofek bi rûmet.
Mêtirlîng berdewam dibe û afirandina xwe di warê
raman û felsefeyê de didomîne heya ku çirayê
jiyana wî li sala 1940-ê vedimire.
Hindek ji ramanên M. Mêtirlîngî:
"Ez nabêjim"

Ez nabêjim ku ev cîhan e cîhanek ne baş e,
nabêjim jî ku xwedawend bi meziniya xwe ve,
cîhanek bêkêmasî çêkiriye çunkî ne beraqil e ku
Xwedayek wesan mezin, cîhenek mezin, bêkêmasî
çêbike. Problema mezin ew e ku Xwedawend, bûye
eger ku hestê hizr û ramanê bide te û min, ji bo
çi? Ji bo ku em bikarin qencî û xirabiyê ji hev
cuda bikin û biwêrin rexneyê li karên wî bigirin…
Eger karîna hizr û raman û lêkdanê, ne daba me,
helbet me jî nedikarî em rexneyê ava bikin û
pasî hertişt: qenc û xirab, ciwan û kirêt, sar û
germ hemû wê li bal me wek hev bin.
Lewra jî, çi car nebêje ku ez bi kêr rexneyê
nahêm bi taybet li karên Xwedawendî çunkî eger
xwedawendî viyaba, da biryarek din bide, belê wî
biryar daye ku tu bihizrînî, biramînî, rexneyê
çêbikî û tiştan ji hev cuda bikî.
"Kevok"

Biraderekê min, hindek kevok ji min re kirin
diyarî. Du ji wan kevokan bûn cot û ji bo xwe
hêlînek ava kirin û paşî hêk kirin. Hêkek pûç
derket, lê piştî heyamekê hêka din bo têjik belê
çi pê neçû ew têjik jî mir. Herdu kevok li cihek
nû geriyan ji bo ku hêlînek din ji xwe re ava
bikin, wek ku çi ne qewimî be.
Kevok jî beranber mirinê û hêza mirinê li ber
xwe didin her çende berxwedan li hember mirinê
bêhûde ye jî. Vêca, tu û ez û hemû kes, çima em
çav li kevokan nekin û wek wan, serederiyê li
gel mirinê nekin herçend e ku mirin beşek e ji
hebûn û berdewamiya me?!
Şêt

" Ji min re dibîjin: xuya ye ku tu jî mîna
fîlosofan, heya ku şêt nebî, ranawestî, dawiya
te her şêtbûn e!".
Dibe rast be, ku ez ber bi şêtbûnê diçim. Belê,
eger ku tu aqil û jîr bî, te çi heye ji min re
bibêjî?!
Dem

Xwarin dem e, vexwarin dem e, xwîna ku di nav
demarên me de diherike dem e. Dilê te bi şev û
roj di bizavê de ye. Laşê me hemûyan beşek e ji
dem î û kêlîkekê ranaweste, tenê li mirinê. Lê,
demê ku em dimirin û ji nav diçin, dîsan dem û
zeman dest pê dikin ji bo bidawîhanîna bermayên
me!
Nebûn

Hindek kes dibêjin ku afirandin, xuliqandin,
ango tu tiştekê ji nebûnê durist bikî. Lê, ez
dibêjim afirandin ew e ku tu tiştekê ji hebûnê
durist bikî, çunkî wekî din emê nebûnê gelek
mezin bikin.
|