(1)
Goka li ber lingên herdu Îraqan
Teqînên ku di 14.08.07an de, bi 4 terembêlên
bombekirî, li „Girê Izêr“ û „Sîba Şêx-Xidrê“(ku
hejmara nişteciyên wan digihe dora 15000 Kurdên
Êzîdî), yên Şingalî û girêdayî navçeya „Elbihac“(450
km ji Bexdayê dûr e, û dikeve Bakurê Rojavayê wê),
ev teqînên terorane, li gorî hovîtiya mirinê û
zirarên ku di serencama wan de, rû dan, hem li
ser asta ragihandina Îraqê, û hem jî ya dunyayê,
wek „mezintirîn û xeternaktirîn“ bûyerên
terorane, ji dema rûxandina „Îraqa Saddam Hisên“
û vir de(09:04:03), hatin liqelemdanê.
Herçiqasî ku hejmareke fêrmî û durist, ji kuştî
û birîndaran re, hîn ne diyar e, lê çavkaniyên
curbecur didin xwiyakirin, ku birîndar bi sedan
e û hejmara kuştiyan jî, heta aneha, 500 derbas
kirine.
14ê Tebaxê, roja çinîna mirina mezin bû, ku
Şingal ji Îraqê mezintir, giriya.
Paş teqînên „sêşema mirinê“, ku di rojnameya
„New Yowrk Teims“ de, li ser zimanê evserekî
Îraqî, wek „derbeyeke atomî“, hate binavikirinê,
gelek beyanname û daxwiyaniyên „şermezarkirin
rotînî“, ji DYA, UNO, hin partî û saziyên Kurdî
û Erebî, û ji berpirsên bilind(Serokê Îraqê mam
Calela Telebanî, serokê Herêma Kurdistanê kak
Mesûd Berzanî, Serokwezîrê Îraqê Edana Elmalikî)
yên herdu Îraqan: Îraqa bi Kurdî/ Kurdistana
Îraqê û Îraqa Erebî, hatin ragihandinê.
Lê pirsa ku paş vê „mirina sêşema mezin“, û
giriyê beyanname û şermezarnameyên mezin,
dikarin werin hildanê, ev in:
Serokên herdu Îraqan, yên mezin, aya berî Şingal
wisa mezin here merinê, we çi, konkrêt, pêşkêşî
wê û xelkên wê kir, daku ew wisa, hesan û mezin,
nemirin?
We kengî destên „Bexdayê“ û „Hewlêrê“ dirêjî „Şingalê“
kirin, daku ew vê sêşemê, wisa „tikî tenê“,
mezin û hesan, di nemirê de, neyê xwarê?
We çend „defterên kesk“, ji berîkên hûtên herdu
paytextên xwe, yên „zikmezin“, kêm kirin, daku
Şingal wisa, „tikî tenê“, neçe perîşanî û
birçîbûnê?
Paş gullebarankirina her 24 karkerên
Êzîdî(22.04.07), bi 2 rojan, „Dewleta Îraqa
Islamî“(ku baskê rêxistina Elqayîdê ye, li îraqê),
di beyannameyekê de(26.04.07), bûyer hilgirt ser
xwe, û tê de ferman û fetweya „helalkirina“
kuştin û qirkirina hemî Êzîdiyan da.
Serokên paytextên herdu Îraqan, yên „mezin“,
gelo paş van „gefên mezin“, ku terorîstên
Islamîst, li Êzîdiyan xwarin, we çend biryar û
çend tedbîrên cidî û bi rêkûpêk standin, daku
Êzîdiyên qurbeser, di wan gefxwarinên di rê de,
kêmtir û hindiktir herin mirinê?
Ya rast, Êzîdî li vir( li Hewlêrê) xwelîser bûn,
û li wir(li Bexdayê) qurbeser bûn.
Paş terora Şêxanê, ku li ser destên „Allah-û-ekberçiyên“
bi Kurdî, di 15.02.07an de, rû da, Êzîdî, roj bo
rojê, bi „kuştina pilankirî“ û bi terorê re, rû
bi rû, man.
Paş kampanyayên kuştin û qirkirina Êzîdiyan, ku
li ser destên „mîrên tariyê“(leşkerên Allah),
yên „Zerqawî, dan destpêkirinê, çarenûsa
Êzîdiyan, li „Îraqa mirinê“ derbasî qonaxeke din
ji „mirina tevayî“, ya xeternaktir bû.
Paş herdu teroran; terora Şêxana 15ê Sebatê û
terora Mûsila 22ê Nîsanê, Êzîdî li jêr „şûrê
madeya 140î“, di navbera du agiran de man:
Ew, li Îraqa bi Kurdî(Kurdistana Şêxanê), bi
Kurdî, çûn nîv-fermanê, çimkî Êzîdî bûn, û li
Îraqa bi Erebî, bi heman Erebîtiyê(zimanê
pirtûka Allah), ew çûn ji fermanê û wêdetir, ji
ber ku ew hem Kurd û hem jî, Êzîdî bûn.
Babê Şêx, serokê rûhanî, yê tevaya Êzîdiyên
cîhanê, carekê weha hawara xwe, bi Kurdî,
gihande ber dergehên „Xwedayê razayî“:
„Li ba Kurdan, ku pirraniya wan Misilman in, em
wek Êzîdî tên tawanbarkirinê, û li ba Ereban jî,
em bi Kurdan, tên gunehbarnkirinê, em çi
bikin...tenê ancix Xwedê dergehekî xêrê li me
vebike“.
Êzîdî, wisa, di û navbera herdu Îraqan de, bi
terorê re, rû bi rû û „bê gez û bê pihîn“, man.
Êzîdiyên „bê pihîn“, wisa, mîna „goka qurbanê“,
li ber lingên herdu Îraqan, çûn.
Şingal, wisa, bû meydana çalakkirin û xurtkirina
ajandayên terorê, û ew mirin û mirin, li ber
teqînên „bombeyên Allah“ û şêx û muftiyên wî, di
navbera lingên herdu Îraqan de, çû.
Şingal, wisa, li ber lingên mirina mezin, çû.
Tilî û laperûşkên mirinê, wisa, di laşê Şingala
şewitî de, çikizîn.
Şingal, wisa, bi tenê, ji mirinê re, ma.
Mirin, wisa, ji ber Şingalê, nema.
(2)
Qedera darên hejîran
Yek ji diyardeyên bi Kurdî, ku paş rûxandina
„komara tirsê“, li Şingalê rû da, PDK-ekirin
û YNK-ekirina Şingalê bû.
Herdu partiyên sereke, ku kurdistan ji
„A-Z“, li jêr hukumraniya wan, ya „fêftî-fêftî“
çûye parvekirin û dabeşkirinê, li şûna ku
berê Şingalê bidin Kurdistanê, qerargehên
wan hemî hewlên xwe kirin, daku berê Şingalê,
bi dest û darê „bertîl û kurtêlan“, bidin „Hewlêristan“
û „Silêmanîstanê“.
Her partiyekê, ji hêla xwe de, hewl da, ku „berîkên
xwe“, yên partîperestane û nîv-istixbaratî,
bi rêya serokeşîr, serokêl, „serokxirqe“, „serokkulk“,
„serokduwa“, û „serokriyên“ Êzîdiyan, di
laşê Şingalê de, biçînin.
Lewma, wek ku biryara „partiyatîkirina“
Şingalê hatibû standin, di demeke pirr kin
de, liq, malbend û qerargehên PDK-eyî û
YNK-eyî, herêm dan ber fermanên ajandayên
bîroyên xwe, yên hizbî û berteng.
Weha, Êzîdiyên Şingalê, ku ji dek û dolabên
îdyolojî û partiyan bêrî bûn, ber bi nimêja
„şêxên siyasî“ yên „Hewlêristan“ û „Silêmanîstanê“
ve, li şûna Kurdistanê, hatin ajotinê.
Leşkerên „Liq û malbendan“, li şûna ku hewl
bidin, „Kurdistana jidestçûyî“, li bîra
Şingalê û xelkên wê bînin, daku destên wan,
pirrtir, ji hev hez bikin, û mezintir,
bêriya hev bikin, wan „Kurdistana di destan
de“ jî, bi destên wan, yên mayîn, dan
jibîrkirinê.
Şingaliyên, ku di „Îraqa Saddam Hisên“ de,
bi yek Kurdbûn û yek Kurdistanê, dihatin
tawanbarkirin, dersînorkirin, êşkincekirin û
bidarvekirinê, di Îraqa paş Saddam(bi
taybetî Îraqa Kurdan) de, ber bi „gelek
Kurdbûn“, „gelek Kurd“ û „gelek Kurdistanên
jihevnexweş“ ve, hatin dehfdan û
qedaxekirinê.
Kînên dîrokî, yên ku zêdetir ji 4 dehsalan
ve, di navbera PDKê û YNKê de, li dar in, û
nikarîbûn ji ber hindek helûmercên li „Kurdistanên
yekgirtî“(Hewlêr+Silêmanî), li jêr parleman
û hikûmeta wê, „yên yekgirtî“, rû bidin, li
Şingalê, rê ji bo derfetên mezin hatin
xweşkirin, daku serpêhatiyên wê „dîroka
kîndar“, bi şêweyên curbecur, herin pêkanîn
û rêyalîzekirinê.
Weha, Şingal bû „gelek Şingal“ û weha jî
xelkên wê bûn „gelek Kurd, gelek Şingalî û
gelek alî“: şingaliyên PDK-eyî, şingaliyên
YNK-eyî, şingaliyên „şingalistanî“,
şingaliyên ne ev û ne ew...htd.
Vê rewşa partîperestane, ku her partiyekê
hewl da ku Şingalê, li gorî berjewendiyên
xwe, yên nêzîk û berteng, di „filtera“ xwe,
ya siyasî re, derbasî Kurdistan û Kurdbûnê
bike, şingalî, roj bo rojê, ber bi
tevlîheviyeke siyasî ve birin, û Şingal bi
parçebûn û rikberiyê re, rû bi rû kirin.
Siyasetên desthilatdariya Kurdistanê, yên
çewt, ku Şingal û şingaliyên wê, li jêr
destên PDK-eyî û YNK-eyîyan, ber bi dek û
dolabên wan ve, hatin serbijêrkirin û
qedaxekirinê, rê li ber valahiyeke siyasî a
xeternak û mezin, vekirin.
Paş şikestina baweriyê di navbera „şêxên“
desthilata Kurdistanê û Şingalê de, „ajandeyên
xerîb“ li herêmê, destêwerdanên mezin, di
Şingalê de kirin, û hino hino, rê li ber „bazdana
mezin“ a Şingalê ji Kurdbûn û Kurdistanê,
hatin vekirin û xweşkirinê.
Wan siyasetên „êl û partîperwer“, ne tenê bi
bin keftin û nikarîbûn Şingalê, Kurd û Kurd,
bibin Kurdistanê, belê wan dergehên Şingalê,
li ber „Erebistan“, „Islamistan“, „Teroristan“
û hemî ajandeyên deverê jî, bê kontrol, bê
xwedî û xwedan, bê Kurdistan, li tanê piştê,
vekirî, hiştin.
Siyastên serûser, bi Kurdî, şaş, û ne li rê,
ku liq û malbendên herdu partiyên
desthilatdariya „kurtêlxwer“, li devera
Şingala Êzîdiyan, dan rêyalîzekirinê, ne
tenê Şingal ji Kurdistanê derxistin, belê ew
„mift û belaş“ jî, radestî „antî-Kurdan“ û „antî-Kurdistanperestan“
kirin.
Wisa, Şingal di navbera Kurdistan û „Ne-Kurdistanê“,
Îraqa bi Kurdî û Îraqa bi Erebî, û „Şingalistan/Êzîdistan“,
„Hewlêristan“ û Silêmanîstanê“ de, tevlîhev,
bê serûber, bê ajandeyên diyarkirî û eşkere,
li ber „şek û pekan“, û winda çû.
Dibe ku wek her carê, hindek „xemxwer“ û „malxwêyên“
desthilatdariya bi Kurdî, vê dîtinê, wek
dîtinek „bêinsaf“, tundrew, „radîkal“, û „dij
bi ajandeyên Kurdistanê“, li qelem bidin!
Lê bi qasî xwendina min ji Şingala Îraqa paş
09.04.03an re, ez wisa dibînim, ku sedema
herî sereke, ya ku nehişt ne Şingal bi Kurdî,
biçe Kurdistanê, û ne jî Kurdistan, bi Kurdî,
li Şingal û Şingaliyên xwe, xwedî derbikeve,
siyasetên fêftî-fêtî, gunehbar û „analfabêt“,
yên PDKê û YNKê bûn.
Eger na, bila Şêxên liq û malbendan, „cerdname“
û „hisabnameyên“ xwe, bi Kurdî, ji Şingalê
re, vebikin û bibêjn:
Gelo wan heta aneha, ku şingalî tên „holokostkirinê“,
ji xeynî vekirina bîroyên „PDK-ekirin“ û „YNK-ekirinê“,
çi ji Kurdistana „Hewlêr“ û „Silêmaniyê“,
birine „Kurdistana Şingalê“?
Aya wan çend projeyên bi Kurdî, ji bo
derbaskirina Şingalê bo Kurdistanê, heta
aneha, ji şingaliyan re, daku wisa wek „pezka
qurbanê“, zû û hesan neçin kuştinê û zûtir
beşdarî Kurdistanê bibin, amade û pêşkêş
kirine?
Li derveyî „şabaş, bertîl û mehaşên“, ku ji
liq û malbendan, li ser mirîdan tên
belavkirinê, gelo çend destên alîkarî û
xwedîlêderketinê, li ser navê „Kurdistana
fêrmî“, dirêjî Şingala şewitî, hatin kirinê?
„Îraqa madeye 140î“, li gorî desthilatdariya
Kurdî, astenga herî mezin e, li pêşiya
Kurdistana fêrmî, ku nikare, aktîv û dîrekt,
beşdarî „arîşeyên Şingalê“ û deverên din yên
Kurdî, ku li jêr qedera madeya 140î ne, bibe.
Lê siyasetên desthilatdariya Kurdî, ku
çarçav, li „Kerkûkê“ dinerin, û „çarguh“, bi
ser lêdana dilê wê de, pêl dibin, û „çaralî“,
destên xwe dirêjî ser û binê wê, erd û
asmanê wê, çep û rastê, çûwîn û hatina wê,
dikin, ne wisa, lê tam tiştekî din dibêjin.
Li gorî madeya 140î, Şingal jî mîna Kerkûkê
û deverên din e, yên ku ji hêla îdarî û
fermî ve, ne girêdayî Kurdistanê ne.
Referenduma ku gereke li gorî destûra Îraqa
fedral, di dawiya vê salê de, li wan deverên
ku ciyê „nelihevkirinê“ ne, pêk were, dê
biryara çarenûsa wan, di navbera herdu
Îraqan(Hewlêr û Bexdayê) de, bide.
Her çiqasî ku Şingal jî mîna Kerkûkê û her
deverên din yên li jêr banê madeya 140î,
hatiye erebkirin, dersînorkirin, kuştin û
jiholêrakirinê, lê wek ku diyar e, Şingal û
deverên din ji „Kurdistana desthilatdar“ re,
ne mîna Kerkûkê ne.
Kerkûk, ji Kurdistanê û siyasetên wê re,
rojê „25 seetan“, „dilê Kurdistanê“, „Quds,
qiblename û nimêja Kurdistanê“ ye.
PDK û YNK di siyaseta xwe ya di Kerkûkê de,
beramberî ajandeyên deverê û derve, eşkere
ne: Kerkûk, di siyasetên wan de, ne tenê
Kurdistan e, belê ew ji Kurdistanê jî
mezintir e.
Desthilatdariya Kurdî di Kerkûkê de, eşkere
dibêje, ku „Kurdistan bê Kerkûkê temam û
kamil nabe“.
Kerkûk, rêya Kurdistanê ye.
Kerkûk, siberoj, paş û pêşê Kurdistanê ye.
Kerkûk hemî kurdistan e.
Bê guman, tê famkirin û qebûlkirin jî, ku
çima gereke Kerkûk wek „Qudsa Kurdistanê û
dilê wê“, bi Kurdî, here siyasetê.
Lê ya ku tê famkirin lê bi Kurdî, nayê
qebûlkirinê, ew e, ku çima gereke „Kerkûk ji
Kurdistanê mezintir be“, lê Şingal û deverên
din, egar hat û „neçûn Kurdistan“ jî, wê „ne
xem“ be?
Çima bi Kurdî, hewqas „milyonên dolarên bi
dizî“ ji bo bertîlkirin, razîkirin û
kiryariya Kerkûkê, lê ji bo deverên din, ne
tiştek, ne eşkere, ne jî bi dizî?
Çima hewqas xwekuştina bi Kurdî li ser „Kerkûka
dil“, û çima hewqas temaşekirina bi Kurdî li
kuştina Şingalê, mîna ku ne „tiliyek jî, ji
tiliyên Kurdistanê“ be?
Xwedî û malxwêyên Kurdistanê, amade ne(eger
hat xwestin û qewimî), ku ji bo Kerkûkê,
herin „Diyarbekirê“ û „şerrê Tirkiyeyê“(ku
diwemîn hêza NATO ye) û hemî destên ku
dirêjî wê dibin, bikin, aya ew wisa bi Kurdî,
ji bo Şingalê jî amade ne, ku herin „Qamişlo,
Efrîn û Kobanê“ û „şerrê Sûriyeyê“ bikin, ku
ew îro eşkere, destên xwe dirêjî kuştin û
jiholêrakirina wî aliyê Kurdistanê dike,
daku Kurd, desthilatdar, neçin „cîrantiya“
wê?
Rast e, Kerkûk Patrol, sermiyan û mewdan e.
Rast e, Şingal çiyayekî serhihşk, çend darên
hejîran, çend stiran, çend destên ber bi
rojê ve, û qefdek asman e.
Lê xwîna, ku bi Kurdî, mezin tê kuştin, wisa
dibêje:
L i vir Kurd e, û li wir Kurd e.
Li vir ez im, û li wir tu ye.
Li vir Şingal e, û li wir Kerkûk e.
Û „vir“ bi qasî „wir“, ne kêm ne jî zêde, ji
Kurdistan heta bi Kurdistan e.
(3)
73 Mirin Şingal
Herçiqasî ku mirin, aliyekî dîtir, ji aliyên
dinyayê ye, ku dijî, lê bi qasî ku pirtûka
mirinê dibêje, diyar e, ku hindek giyanber,
hindek dar û ber hindek kesk û dest, hindek
ax û av, hindek çiya û best, hindek bajar,
hindek dîrok û ciyografî, hindek nimêj û
hindek Xwedê, ji yên din bihtir û hesantir,
dikarin mirin û mirin, werin çinînê.
Yê ku „pirtûka Şingalê“; pirtûka çiyayê
serhişk; „pirtûka xirqe“, destên ku haha
diçin rojê, stiran û hejîrên wê, xwendiye,
dizane, ku mirin, li wir, çende fereh û
dirêj e.
Erê, yê ku „mirina hejîran“ xwendibe, teqez
dizane, ku Şingal çende dirêj e, ku dimire,
û herweha mirin jî, çende fereh e, ku ji
Şingalê heta bi Şingalê ye.
Yê ku „dîroka mirinê“ xwendibe, dizane ku
navê mirina Şingalê, heta berî „sêşema
mirina dawî“(14.08.07), „72“ bû.
Heta berî „sêşemê“, bi mirinekê, ku goristan
li ser destên Şingalê, hişyar kirin, Şingal
„72“ mirinan, dirêj, dihate li-dîrok-danê.
Paş „sêşema mirina mezin“, Şingal li
mirineke din zêde bû; mirin „Şingaleke“ din,
çiyayekî din, darhejîreke din, lavijeke din,
destekî din û stiraneke din, wêdetir çû.
Paş „mirina sêşemê“,
jiyê Şingalê mirineke din jî, dirêj bû.
Paş „hejîrên sêşemê“,
Şingal, mirineke din jî, şêrîn bû.
Paş „xwîna sêşemê“,
çiya, mirineke din jî, bilind bû.
Paş „seferberkirina sêşemê“,
navê Şingalê, mirineke din jî, dubare bû.
Paş „Kurdistana sêşemê“,
destên Şingalê, mirineke din jî, kesk bû.
„Bi pirsê mirov digihe Qudsê“, Kurdên di
guhên duh de, wisa digotin.
Îro jî,
bi „Bexdayê“ mirov digihe, „koseyên siyaseta
serê pirê“.
Bi „bazara Kerkûkê“ mirov digihe „dilê
Kurdistanê“.
Bi „bijî serok“, destên dirêj digihin „berîkên
Kurdistanê“.
Û bi „sêşema dirêj“ jî, mirov digihe
73-yemîn mirina çiyayê Şingalê.
Şingal, bi Kurdî, wisa bû „sêşem“.
Şingal, bi Kurdî, wisa wek “pezka qurbanê”,
li ser mirinê geriya.
Mirin, bi Kurdî, wisa li serê Şingalê geriya.
Şingal, bi Kurdî, wisa hesan bû 73 mirin.
Çiroka mirinê, hîn bi dawî nehatiye.
Dawiya mirinê, hîn Şingal negotiye.
Şingala dawiyê, hîn ji mirinê peyanebûye.
Şingal, hîn peya, şipiya, dimire.
Mirin, hîn li Şingalê ye.
(4)
Mirovên kêlîka mezin
Paş Şingala „Sêşema mezin“, ku destên „teror-dirêj“,
zêdetir ji 800 xwînên bêrî(li gel bi sedan
xwînên birîndar), mezin, radestî bextê
mirinê, kirin, têgeha „Kurdên resen= Êzîdî“
û „Şingal Kurdistan e“, derbasî hestyartirîn
û dijwartirîn kêlîkên xwe, yên rastteqîne,
bû.
Şingal, çiqasî bi Kurdî, dikare bibe „Îraq“,
û çiqasî, bi Erebî?
Şingalî, çiqasî bi Kurdî, dikarin bimînin
çiya, û çiqasî bi Erebî?
Êzîdî, çiqasî bi Kurdî, dikarin herin herdu
Îraqan(Îraqa Kurdan=Kurdistan, û Îraqa
Ereban), û çiqasî bi Erebî?
Êzîdî, van „Îraqên tevlîhev“, çiqasî dikarin
bimînin yên Kurdistanê, û çiqasî dikarin
birevin „Êzîdistanê“?
Ev pirs û pirr pirsên din, li ser asta
paşeroj û çarenûsa mafên Êzîdiyan, di herdu
Îraqan de, çi ji hêla Kurdan û Ne-Kurdan ve,
çi jî ji hêla Êzîdî û Ne-Êzîdiyan ve, bi
helkeftina destpêka „holokosta Şingalê“, bi
awayekî aktîv, hatin lidarxistin û
gengeşekirinê.
Wek her carê, bi qasî ku helwest „reş“ û bi
„nîvê piyala vala“, bi Kurdî, çûn „bêhêvîtiyê“,
hewqasî jî, helwest hebûn, ku „sipî“ û bi „nîvê
piyala dagirtî“, hêvî û sozên „mezin“, li
siberojê û li xewnan dan.
Ne tenê „reş û nîv-vala“, ne jî tenê „sipî û
nîv-dagirtî“, belê di navbera wan de jî,
geleke helwestên xwelîrengî, „reşe-sipî“, „sipî-reş“
û „reşebelek“ jî, çûn gengeşekirin, yan
propagandakirin, yan jî provokekirinê.
Lewre, her kesekî ku bi şêweyekî ji şêweyan
Şingal nêzîkî pêjn û bîra destên xwe, yan jî
destên xwe nêzîkî pêjn û bîra Şingalê dîtin,
helwestek, yan helbestek; hestek yan jî
destek, çi eşkere, çi jî bi dizî, nîşan, yan
jî li qelem da.
Bi vî awayî, yan bi awayekî din, wek her
dema xwîn û kêlîkên mezin, hindek Şingal û
Şingal, giriyan; hindek bariyan; hindek
qîriyan; hindek raperiyan; hindek meşiyan;
hindek beziyan; hindek rawestiyan; hindek
tefiyan; hindek hejiyan; û hindek jî, nuh bi
„mirina nêzîk“, hisiyan.
Hindekan dest dan; hindekan gav dan;
hindekan zend û hindekan jî simbêl badan;
hindekan ling radan; hindekan pirtûk li
helwestê dan; hindekan xwîn dan; hindekan
kîn dan; hindekan şîn dan; hindeka nimêja
kesk û dîn dan; hindekan baran dan; hindekan
hêsir û hawar dan; hindekan awir dan;
hindekan ferman dan; hindekan biryar dan;
hindekan behane û berpalk dan; hindekan
şabaş û miz dan; hindekan agirê fitnê dadan;
û hindekan jî soz û qerarên „zirmezin“, ji
paş bîroyên „xundkariya mezin“, dan.
Weha, Şingala „xwîna hazir“, berbelav û
tarûmar bû; weha, alî û sînor li serê
Şingalê û şingaliyên wê, geriyan û hişyar
bûn: Hindek çûn „Liqistanê“, yan „Malbendistanê“(liq
û malbend; wek du navên siyasî ji „şax“ re,
di edebiyatên PDK-ê YNK-ê de, tên hildanê);
hindek çûn Kurdistanê; hindek çûn Îraqistanê;
hindek çûn Êzîdistanê; hindek çûn „Xerbistanê“(welatên
Rojavayî); û hindek jî çûn „Şabaşistan“ û „Gendelistanê“.
Lê ligel hevqase berbelavbûn, ku destên
Şingalê di qedera wê de, werbûn, hate
diyarkirin(wek ku dîrok tim dibêje), ku „sêşema
mirinê“, wek „dîrokek mezin“, bê kêlîkên ji
pêjna mirovên mezin, derbas nebû.
„Ayaz Yûnis Eyûb“, xortê Kurd, ku ji
nimêjê(nimêja herdu aliyan, nimêja
Şingalê+Duhokê) û wêdetir çû, yek ji navên
herî mezin, yên wê kêlîka mezin bû.
Ayazê 20-salî, di 18.08.07an de, li welatekî
ji welatên berfê(Siwêd), li ser „dilketin“ û
hezkirina Şingalê, li ser destên hin „şûfikên“
Ereban, bo kêrên „xezeba kor“ û kêlîkên
mirina hov, hate radestkirinê.
Wê rojê(02.09.07), Duhok çiqasî mezin dibû,
Ayaz can.
Tu, wê goristanê, çiqasî hesan, li bîra
Duhokê, dihatî.
Duhok, wê rojê, çende xweşik û hesan bû,
wexta ku dayîk û bavên te, li tenişta kulik,
xirqe û „darên zergwîzê“, yên „Lalişî“,
bangî hesreta dilê te, yê xort û hesan,
dikirin.
Duhok, wê stirana ji êşa Şingalî, çende
hêjayî xortaniya navê te bû, wexta ku „Bavê
Çawîş“, „Bavê Gavan“, „Pêşîmam“, ligel
rûsipiyên Êzîdiyan, qefdên giyakê sêvan û
silavan ji destên „Lalişê“, diyarî koça dawî,
ya destên te, yên dawî, dikirin.
Duhok, wê darbestê, ku navê te, yê wê kêlîka
petî, ser dilê xwe ezber kiribû, çende şêrîn,
digiriya.
Duhok, aneha, çende bêriya gavên te dike.
Laliş, aneha, çende basa bihna destên te
dike.
Ayaz, kêlîka herî bi Kurdî, mezin û
rastteqîne bû, ku ferehtirîn û xweşiktirîn
kêlîkên xortaniya dilê xwe, li aliyekî, ji
aliyên herî xweşik, yên van „welatên sipî“ û
xweşik, radestî „sêşema kuştina Şingalê“,
kir.
Ayaz, kêlîka herî bi Kurdî, bilind bû, ku
destên xwe, mîna du darên hejîran, di destên
çiyayê Şingalê, kirin.
Ayaz, destê herî bi Kurdî, dirêj, di navbera
hejîrên Şingala fermanan û sibehên Duhoka
Dasiniyan de bû.
Ayaz, destê herî bi Kurdî, hişîn, yê ji
„Kurdistana Şingalê“ heta bi Şingala
Kurudistanê bû.
Ayaz, navê kêlîka xwîna, bi Kurdî, dirêj bû.
Ayaz, li seranserî „sêşemê“, ku Şingal bû û
li seranserî Şingalê ku „sêşem“ bû, navê
dostê kêlîka herî mezin, li welatê mezin bû.
Ayaz, te welat, mezin kir, gava Şingal ji
destên te, çû Duhokê.
Ayaz, te şehîd, bilind kir, wexta te xwîna
bi Kurdî, ji nimêja bi tenê, ferehtir kir.
Ayaz, te mirin xweşik kir, wexta te ji
dûûûûr, „welatê baranê“, bajar bi bajar,
kolan bi kolan, pencere bi pencere, dest di
destan de, haşt û ji hev nêzîk kir.
hoshengbroka@hotmail.com