Marwan Ohman
Di van rojên dawîn de, nexasim piştî vekêşana Israîl ji Xeza û bi
helkeftina civînên 60 saliya UN; dewletên ereban, bi gelemperî, berî
didin avakirina têkiliyên eşkere û legal bi Israîl re, li ser ku
bêhtirînê wan, ji berê de, xwedî têkiliyên veşartî û ne eşkere bûn,
wek Qeter, Behrên, Tunis û HTD û vegeryana têl û peywendiyên germ di
navbera dewletên ku berê peywendiyên fermî yên wan bi Israîl re
hebûn; wek Urdin û Mesir. Ev yek , bi rewanî derbas dibe, bê ku
guhdaneke ragihandinê berfireh , di media erebî de , li ser were
kirin. Wek ku guhdana li ser têkiliyên Pakistan bi Israîl re hate
kirin , li ser têkiliyên dewletên ereban yên nû bi Israîl re, ne
hate kirin !?
Ji Pakistan tê xwestin ku ji bo piştgiriya ereban hemberî israîl,
divê têkiliyan bi Israîl re veneke lê ereb ne xem e û gerek e, ji bo
berjeweniyên xwe û bo mana rêjîmên xwe yên dijmirov û dijdem ,
têkiliyan bi Israîl re avabikin û wan têkiliyan germ bikin. Divê
Pakistan û yên wek wê dijminê dijminê ereban bin, lê ne xem e ku
ereb dostên dijminên Pakistan bin, wek nimûne têkiliyên hemû
dewletên ereban yên fermî û gelêrî bi Hindistanê re, dijmina dîrokî
ya Pakistan
Gelo gava ji dewletek wek Pakistan, sebixwe, dûr û hêzdar, weha tê
xwestin ku bejewendiyên xwe bin pê bike ji bo biraderên xwe yên ereb
yên musilman , lê biraderê wê yên ereb û musilman ji mafê xwe
dibînin ku ew bi xwe têkiliyan bi kes û dewletên ku ji xeynî xwe
dixwazin avanekin avabikin.
Gelo ji miletekî ku hîn çarenûsa wî ne di dest wî de ye û di nav
lepên rêjîmên ereb yên dijmirov de dijî( gotina dijî di nav kevanan
de, ji ber ku tê qirkirin û tunekirin nayê jiyandin) mîna miletê
Kurd, da wê çi jê were xwestin ????
Gava ku Kurd yan hin ji berpirsên kurdan bi van peywendî û têkiliyan
bi Israîl re bana; sed di sedî de, wê bi dehên programên TV ên ereb
û sedên gotar û nivîsan bi hatine amadekirin , bo şermezarkirina van
têkiliyan û pirotestokirina wan û wê bihata gotin :“Ev kes dijminên
neteweya ereb in û kêr û xincer in di newqa neteweya erebî de ne.“
Ne ji mêj ve ye ku hin ji berpirsên Misrê ya ku peywendiyên wê yên
fermî bi Israîl re hene û ala dewleta Israîl li ser gelek devran ji
„Alqahîre“ hildayî ye digotin : Kurdistana Iraq a azad têkilî û
peywendiyan bi Israîl re avadike û Kurdisan bû ye cîgeh û buhira
ajansên Israîlî, di Iraqê de.
Ne ji mêj ve ye ku bi sedên gotaran, di alavên ragihandina erebî de,
hatin weşandin, li ser têkiliyên di navbera şorişên kurdî û Israîl
de.
Bi rastî tiştekî seyr û cihê matmayînê ye, ev helwestên berevajî yên
gelek kesayetiyên ereb yên siyasetmedar, rewşenbîr û ragihêner, ji
xeynî ereban dixwazin ku ereb bin ji ereban bêhtir.
Dema ku ez vê yekê dibêjim, ne ku ez doza avakirina têkiliyan, di
navbera Kurd û Israîl de dikim lê mebesta min ku ev hevdijiya di
navbera ewan hizr û bîrên ku ev helwest ji wan dertên bidim
xuyakirin. Li ser ku berjewendiyên neteweyî ew in ên ku dibin bingeh
û zemîn bo avakirin an ne avakirina têkiliyan, di her warî de, di
navbera du kesan an du hêzan an bi geleperî, di navbera du aliyan
de.
22/09/2005