Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, kongreya xwe
ya diduyan bi navê Kongireya Şexê Şehîdan Şex Meeşûqê
Xiznewî di 7ê meha 10ê de li bajarê Bad Salzuflena Elmanyayê
li dar dixîne.
Weku tê zanîn, HRKRD bi mebesta ku dezgehekê ji bo
rewşenbîrên kurdên Rojava yên li derveyî welêt ava bike, di
8ê meha 10ê ya sala 2004ê de li Sandvikena Swêdê hate
damezirandin.
HRKRD piştî vê damezirandinê tûşî gelek asteng û keleman
hat, êrîşên cihêreng li dijî wê hatin bi kar anîn û
hewldanên dijwar ji boyî têkbirina wê li dar ketin û hejî
berdewam in.
Hindek rewşenbîran di bin bandora helwestên xwe yên siyasî
de xwestin ku HRKRD jî heman helwestan werbigire û li dijî
vê yan jî wê rexistin û siyasetê tevbigere û vê dezgeha
rewşenbîrî jî ji naveroka wê ya berfireh vala bikin û
daxînin asta realîteya alîgiriya rexistinî û gerîneka
jihevketin û dijberiya siyasî ya ku îro sîma û nîşana herî
balkeş e li Rojavayê Kurdistanê.
Hindekên din jî, wek serencama bîr û boçûnên xwe yên teng û
sade, bêyî têgihiştina karê dezgehî û parastina
berjewendiyên giştî yên realiteya piştî 12ê adarê, di cih
de, bi navê rexnekirina ku ji bêbextî û derew û dijûnan pêk
dihat, dest bi êrîşeke tund û dijwar kirin û hewl dan ku ji
destpêkê ve HRKRD yê wek dezgeh ji holê rakin bi
hişmendiyeke ku li dijî nirxên bajarvanî û rewşenbîrî û
mayîna li welatên cur bi cur ên Rojava ne, girêk û
pirdirêkên xwe yên derûnî û takekesane li dijî vê dezgehê,
bi şewazekî dijminane bi kar anîn û tînin,
Komîteya kargêr a HRKRDyê di civîn û guftûgoyên xwe de, bi
hûrgilî û bi helwesteke berpirsiyane li hemberî van kêşe û
asteng û li pêşberî vê realîteya rewşenbîrî rawestiya û
gihişte serencama ku revend û civata rewşenbîrên kurdên
Rojava yên li derve ji hemî deman bêtir îro roj pêdiviyî
karê hevbeş û dezgehî ye, lewra xwe danexist astên nizim ên
êrîşên piştî konireya yekemîn, berevajî wê, hewl da, ku
ramana karê dezgehî li ser piyan bihêle û rehên dezgehê di
çarçeweya geşkirina gotara rewşenbîrî û xwedîderketina li
nirxên dewlemend ên çand û nasname û bûyer û rûdanên
çarenûsane yên kurdan û rûtkirin, şermezarkirin û
riswakirina rejîma Sûriyê , kûrtir bike.
HRKRD bi kongreya xwe ya diwmîn hêza pêwîstiya
berdewamkirina xwe li qelem dide û girêdana xwe bi rêbaza
xwe ya hundirîn eşkere dike û dibîne ku, di vê qonaxa tenik
û hestdar de hemî rewşenbîrên kurdên Rojava vexwendî ne ku
li vê dezgeha xwe xwedî derkevin û di bin vê sîwaneyê de, ji
derveyî helwestên xwe yên takekesane û baweriyên xwe yên
siyasî yên azad, li hev bicivin û bi cegerdarî beşdarî
guftûgoyên derbarê kêşe û pirsên nasnameya xwe ya rewşenbîrî
bibin.
HRKRD di dawiya vê daxuyaniyê de banga xwe aresteyî hemî
rewşenbîran dike ku xwe hêjayî têgihiştina qonaxa nû ya
pirsa kurdên Rojava û serencamên serîhildana 12ê Avdarê
bibînin û bi helwesteke berpirs û dîrokane beşdarî vê
kongireyê bibin.
Bijî Kongireya Şêxê Şehîdan.
Bijî Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava
Şermezarî bo hemî hewldanên grûpavakirinê, jihevxistin û
lawazkirina deng û helwesta hevbeş a rewşenbîran.
Komîteya Kargêr
21.9.2005
Dem: roja înê 7.10.2005 û roja yekşemê 9.10.2005 katjimêr
11:00
Cih: Gelbe schule, Martin-Luther str 2, 32105 Bad Salzuflen,
Bad Salzuflen, Elmanya
Ttêbînî:
1- Rewşenbîrê ku beşdarî konireyê bibe, kiriya çûn û hatina
xwe ji bêrîka xwe dide.
2- Roja pêşî ji dema vekirina Kongireya Diduyan ta
hilbijartina Dîwana Rêvebirina ji bo amadebûna hemî mêvanan
û dezgehên ragihandinê û nûnerên komele û rexistinan vekirî
ye.
3- Ji boyî agahiyên berfirehtir fermo têkiliyan bi vir re
bikin:
Mail: rojava@rojava.net
tell: 00 49 (0) 176 26 22 70 40
NAVNÎŞAN:
Gelbe schule
Martin-Luther str 2
32105 Bad Salzuflen