|
Piştî serkeftina şoreşa pîşesaziyê li rojava .
pêwîstiya gelek sîstemên dagirker bi bi vekirina
bazarên nû çêbûn . ji bo bi destxistina
heyberên xam . petrol û jibo mal û berhemên xwe
yên zêde li wan welatan bifroşin û xêr û bêrên
wan talan bikin . amêrên teknolojî bi petrolê
dixebitin . lê li rojava petrol kême lewma
aloziyên dijwar çêbûn ya kû rê li ber derketina
şerên cîhanê yekem û diwemîn vekir . di peymana
Sayks Pîko 1916an û peymana Bilfor di sala 1917
an de . nexşeya rojhilata navîn li gor hêzên
emperyalîst hat xîzik kirin bê guman Kurdistan
jî bû quranê wan dek û dolaban , bi taybet
Kerkuk rû bi rûyê van hesaban ma . heya roja îro
jî hêzên nehênî û eşkere hesaban li ser Kerkûkê
dikin .
Gelek caran di televizyona Turkmen.Eli de tê
gotin : ( Kerkûk bajarekî turkmenî bû û wê
bajarekî turkmenî be) . hinek hêzên Ereb û kesên
din jî siyaseta bi vê awayî dikin . gelo ev
rêxistinên turkmen vê hêzê ji ku derê digrin ?
ew hêzên veşartî û eşkere piştgirya van dikin
kîne ?
Ji
kevnareya dîrokê heya îro siyasetek çawa li ser
Turkmen û Kerkûkê bi rêve dibin ? dîroka
Turkmenan li Kurdistan û Iraqê kengî derket holê
û bi hêz bûn ? Bê guman dema em bersivên van
pirsan rast bidin berf wê bihile û gelek rastî
zelal bibin .
Dîrok ji bo tu van pirsgirêkan zelal bike
nêrînên te derbare dîroka Kurd û Turkmenan bi
kurtayî çine ? tu çi dibêje ?
-Di sala 674-z de cara yekem 4000 çekdarên
Turkmen bi xelîfê îslamî re hatin îraqê .
-waliyê
xoresan Abdullah Bin Tahir 2000 çekdarên Turkmen
şandin Iraqê ji bo parastina berjewendiyên wan
bikin
-Di sala 836.z de Mûtesem artêşek taybet ji
Turkmenan sazkir û li gelek deverên Iraqê belav
kirin .
-Di qonaxa Harun EL Reşîd de Turkmenan rola
hêşedariyê ji bo xurtkirina sîstema EL Reşîd
girtin. -Cara yekem Turkmen hebûna xwe di
qonaxa Buweyhiyan de di sed sala 10 an de
misoger kirin.
-Gelek
caran Şah Îsmaîl bi hêzên Turkmenên Şîî êrîş
dibirin ser eşîrtên kurdan .
-
Di sala 1908 an de komala Îtîhad EL Tereqî gelek
piştgiryên siyasî, abûrî û h.w.d dan Turkmenan û
ew dişandin Îstanbolê ji bo xwendina xwe li
zankoyên Îstanbolê berdewam bikin û ji bo
pêşerojek siyasî wan amede bikin .
-li
pêş şerê cîhanê ya yekemîn împaratoriya Osmaniya
gelek erk dan Turkmenan û alîkariya wan ji hêla
abûrî ,siyasî ,çandî û perwerdeyî kir , di
encama vê de çînek arostrqat ji Turkmenan derket
holê ,. bi taybet Osmaniyan girîngiyek mezin dan
perwerdekirina Turkmenan û gelek dibîstan ji wan
re vekirin . Mînak : di sala 1870an de dibîstana
pêşesaziyê ji wan re li Kerkûkê vekirin , ew
dibistan ya sêhemîn bû li ser asta Îraqê ,Osmaniyan
girîngî dan çapemeniya Turkmen û gelek rojname
bi zimanê Turkmenî dan derxistin .
-Piştî
têkçûna Osmaniya hêzên xwe ji Îraqê vekişandin û
li paş xwe çînek arostoqrat ji Turkmenan li ser
xeta (Til Efer ,Givîn, Mexmûr, Altun Kopru,
Daquq, Tuzhormatu, Xaniqîn, Mendelî Çeyzanî û
h.w.d ) hîştin , bi dirêjiya demê re Turkmenan
desthilatdariya xwe bi her awayî bi hêzkirin .
-Ev
siyaseta Turkan berdewam kir , bi taybet piştî
şerê kendavê di sala 1991 an de dewleta Turkiyê
êdî bi şêwazekî vekirî piştgiriya rêxistinên
Turkmen kir û li gor berjewendiyên xwe bi kar
anîn îro jî van rêxistinan wek kaxwazek fişar li
hemberî dijberên xwe bi kar tîne , lewra her roj
pirsgirêkên Turkmenan dike rojave .
Bê guman ev senaryo yên Kevin heya roja îro
berdewam dike kû wêrekbûnê dide Turkmenan kû
bêjin :(Kerkûk bajarekî Turkmenîye ) . Dema kû
hukûmeta herêma Kurdistan û piştgirya rêxistinên
Kurdistanî ji Kurdên Kerkûkê re çêdibin
rêxistinên Turkmen jê ne rihet dibin û gazincên
xwe li asayîşên Turkiyê dikin .
Belê xwendevanên bi rûmet !!! Ka em binêrin
dîrok çi li ser dîroka Kurdên Kerkûkê dibêje ?
Hinek çavkaniyên dîrokî dibêjin peyva Kerkûk ji
dû peyvan pêk tê : kar =kar û kûk = resen .
mezin = Kerkûk = karê mezin . Hinek çavkanî jî
dibêjin navê Kerkûk ya kevin (Yelanê û Erefa ye
) wateya Yelanê û Erefa ew kû bajarê (
xwedawendane) .
-Bajarê
Kerkûkê ji aliyê Lolobî û Mîtaniya ve di sala
3000 b.z hatiye damezirandin , di nav bera wan
de têkîliyên şaristanî bi hêz û resen hebûn , bê
guman Lolobî û Hurî li Kurdistanê yên herî
kevnarin û Hurî wek bapîrên Kurdan tên dîtin û
naskirin .
-Huriyan
girîngiyek mezin dabûn kar û barên ( siyasî ,
olî ,çandî , civakî ….. û h.w.d ) . paytexta
Huriyan Urkêş bû = Amûdê ya niha û heya herêma
Efrîn = Kurddaxê jî şaristaniya Huriyan belav
bibû heya roja îro jî goristan pêximber
Hurî(Nebî Hurî) li herêma Efrînê ye.
-
Nuzî : bajarekî Huryan ya kevnare , her wiha
Hurmatu jî bajarê Huryan bû , Hurmatu bi zimanê
Akadiyan tê wateya hur= Hur û matu = bajar
= bajarê Huriyan . Lê mixabin piştî hêzên
dagirker di dîrokê de Kurdistan dagirkirin gelek
navên gundan . navçeyan û bajaran li gor zimanê
xwe guhertin .
Împaratoriya Osmaniyan nave Hurmatu kirin
Tûzhurmatu gelek navên din jî guhertin .
Xwendevanên rastî xwaz!!!
Me çend rastiyên dîrokî anîn ziman , eger em li
ser firehiya dîroka kurdistanê bisekinin emê
bibînin kû Kurdan di şefaqa dîrokê de pêşengiya
afrandina şaristaniya Mezopotamiya kirine û bûne
afrênerên dîrokek zêrîn .
Bê guman dema em van rastiyan dibêjin em gelên
Turkmen ,Ereb ,Aşûr, Keldanî û Ermenî biçûk
nakin ne, biçûkkirin ne ewe kû mirov rastiyên
dîrokî bîne ziman , biçûkirin ewe kû mirov
kerasan li gor xwe li dîrokê bike û dîrokê çewt
bike , lewra pêwîst nake kû hinek siyasetmedar û
bazirgan bi rastiyên dîrokê bileyizin ji ber kû
:
-Berî
Ereb ji nîv girava Erebistanê werin Kurdistanê
Kerkûk sembûla Kurdan bû.
-
Berî hatina Turkan ji navîna Asiya ber bi
Anadolê Kerkûk ya Kurdan bû .
-
Berî pêkanîna siyaseta Erebkirinê nasnameya
Kerkûkê bi Kurdan şahnaz bû .
·
Xwendevanên rastî
xwaz !!!
·
Kesên dîrok
afrandine natirsin kû rastiyên dîrokî bînin
ziman , lê kesên li ser fêkiyên dîrokê xwe didin
jiyan kirin her rastiên dîrokî çewt dikin û bin
ax dikin .
Email: (hmz-555@yahoo.com)
|