|
*
Yekem car, min tu dîtî min hej te
kir.
* *
Dû car min vîya şêrekî liser te
binivîsim, yekî liser çavên te, yadî
liser dengê henasêt te
* * *
Sê car min vîya xwe gorî te bikem
dema te xwe gorî min kirî, dema te
xo qurbanî min kirî û dema te xo
heyranî min kirî
* * * *
Çiwar car min vîya te di nav xwe de
hunda bikem
Cara te gotî min tu divê
Cara te gotî te ez mest kirim
Cara te gotî te ez dîn kirim
Cara te gotî bixudî te ez şêt û pêt
kirim
* * * * *
Rojê pênc cara li dor te dizîvirim
Carekê da te hişîyar kem, carekê da
te maç kem, carekê da te av av di
nav tirîfe de winda kem, carekê da
te bikeme hîvînê şêreka xu û carekê
da te bikem pestek ji stirana xu
* * * * * *
Şeş stiran digel te min hejê kirin
Bulbulî balişkawî miriyem pur
Û dibwîne dû balindên bal şikestî
dihembêza jureka biheştê da
( lişan milîş xîrik) ji bilî te kê
hej min diket, ji bilî min kê hej te
diket?
Zoya û çavêt te yên kesk
Zekerîya (çon dillit dê) çewa dilê
te têt min naxêvî, çewa dilê te
dihêlît min sil key?
Ednan kerîm: Peçet lade bibînim rût
(di rumetêt te de ciwanîya te û
mezinîya xudê dibînim
* * * * * * *
Heft: Heft sefer min divîya digel te
bikem
Yekî bo nav ruha te
Yadî bo nav xîçikên destê te
Yadî bo nav firmîskên te
Yadî bo nav êkem baxçe tê de
rûniştîn.
Yadî bo êkem xanî boye mala me
Yadî bo êkem roman te nivîsî.
Yadî seferek bo êkem cada min û te
cigarên xu tê de vemirandîn
* * * * * * * *
Heşt: Heşt herfan ji rengê te
dibînim
X o ş e û î s t i m
* * * * * * * * * *
Neh gotina divîya bêjime te
Direwa dikem eger bêjim hej te nakem.
Direwa dikem eger bêjim wêneyêt te
dinav şirêt min de fena nabin
Dibêjim te: Dema mat dibim dibêjme
xu çewa hêşta pitir hez jê bikem?
Dibêjim te: Dema win dibim di ruha
xuda binêre dê min bihemiyê ve bînî
Pêt delêm: Eger bizirbûy le naw
rubarêkê mizirda binorre, le baweşî
masîyekda xot debînî ew e minim
êwareyekî sewzit bo denûsim
Pêt dellêm: Eger wîstit rexneyek
binûsî gileyan le perçemekanim bike
debine rêgir û çawekanit nabînim
Pêt dellêm: Eger wîstit romanêk
binûsî were ba nawî hemû şeqamekanî
jîyanit bidemê
Pêt dellêm: Eger wîstit kurêk bikey
were ba hemû pepûlekan, gulekan,
ballindekan û rengekan dewet kem.
Eger wîstit tabloyek çêkeyit were
leser pêlwî çawekanim wêneyek le aw
binexşêne
* * * * * * * * * *
Deh cara pitir hez ji te dikem
Hewlêr /7/2007 11
|