Di felsefa ravekirina helbestiyane de û
di têrmênolojiyên ciwaniyê de, sê tayên
pêdivî hene, ku me bighînin encameke
nêzîkî xwedîtina di deq de, ew jî ev in:
1. Hingivtin û têgehîştina deq.
2. Ravekirin di rêya eyqon, nîşan û
şiferyên deq de.
3. Bikaranîna simbolên, ku di deq de
peyda dibin.
„Têrma “zarawe„ ASO û watedariya wê,
dibe bingeh di Hermeneutika Felsefî,
toreyî û mêjûyî de, ji ber ku ev
babetekî cuda, di serboriyên, kevin û nû
de ye, her weha serboreyekî ciwaniyê ye,
di kêlîka asoyên bendewariyê de, yên ji
xwendina her berhemekî toreyî re, ji
hêla xwênerekî dema nû û ya dahatû ve,
tête afirandin“
( Belaxet Al Xîtab û Ilm al Nes. Dr.
Selah Fedil „Alem almarîfe 164).
Ji ber ku ev kêşa INTERTEXTULITE=hevheyber=hevdeq
e, ku beramber heyîna erkên deq
radiweste.
Helbest, Ziman e, çavî ye dipeqê, qêrîn
e, nasnameya veşartî ye, nîgaşa
helbestvan e, serpêhatî û ramanên wî ne.
Pêdivî ye ji bîr nebê, ku her ziman
alavên wî, boşeya wî, wijdaniya wî, û
şêweyê derbirîna wî, taybet pê ye,
zimanekî din dubare nakê, ne jî dikarê
alavên zimanekî din bi kar bîne.
Nivîsandin, jivandina regezên hêzên
nepenî ye û derxistina wan e, xwendin jî
wergirtina wan peyvan e, wek birûskekê
di hundurê leylan, tem û mijê de, xwêner
tu yî, ewê ku bîranînên te, di hundurê
hestekî derbasbûyî de, dibin bihitîbûna
pêşerojê, bê destûr şevê derbasî nav
xemên rojê bikî. Hêjayî gotinê ye, ku
helbest her û her genc e, dest pê nakê,
livek e, sermedî ye, bi dilxweşî di
azadiya bêsînor de dilerize, li dijî
hemî qeyd û yasayan e, hilma xwe ya dawî
dikêşe, bo dest bi ya pêşî bike.
Piştî vê pêşgotina dirêj, ku me ji bo
babeta xwe ya vê carê kire dergeh, da
bibe zevî û meydana guftûgoyê, ew ya ku
me hemiyan pêdvî pê heye, bo qada
nirixandina pirtûkan jî bixemilê û ji
têbînî û rexneyan, ji hev sûde û mefa
werbigirin, qene bîrozdozî jî, pê bi pê
di gel dahênanê bikeve refê nivîsîna
kurdî de, çimkî bê têgehiştina teyorî (Bîrdozî),
dê berhemên me seqet bimînin û dê zeviyê
nivîsînê, ji zîwan û qûciran mişt be. Bi
hêvî me, ku ne tenê rexne bête avakirin,
belê her weha rexna li ser rexneyê jî
cihê xwe bigire.
Em dê vê carê ji tûrikê xwe, pertûka
hêja Selîm Biçûk ya helbestî, ya bi navê
XEWNÊN REVOK, der bixin û dê xwendineke
sivik lê bikin, bi hêviya ku bişên çend
çirûskên xilmaş ji xewê hişiyar bikin û
di dawiyê de, xwênerên me, ji xwe re
pirtûkê peyda bikin û bi hûrbînî
bixwînin û her yekî çêjekê bi şêweyê xwe
jê werbigirê.
Ev pirtûk ya helbestvanê me Selîm Biçûk,
di sala 2003an de, hate weşandin, bi
bergekî rengîn, ji rengê reş û goşeyeke
zer di jêr qapê de û li jor, rengê tem û
moranê ye.
Li parçê diwem ji qapa pirtûkê, wêneyê
wî, di gel kurtebiographiyekê û parçeyek
ji helbesta wî, ku têkiliyên peyvên wê
bi rengên qapa pirtûkê ve hene, şev,
xewn û nehtorîya xeman, di gora helbestê
de, xwe dixemilênin.
Ev pirtûk ji hêla weşanxaneya Angela
Hackbarth Verlag, St. George hatiye
weşandin.
Navnîşan û amajeyên wê:
Eger, em, bi hûrbînî navnîşana pertûkê
bixwênin, dê bigihin encamekê, ku
helbestvan ta radeyeke bilind xewnên xwe
şopandine, lê havîbûn û bêganetiyê
kartêkirineke xwe ya mezin li jiyana wî
kirine, her weha şikestinên jiyana
rojane jî, xwe bêpar ne hiştiye, lewra
Selîm bê rezamendiya xwe, ew rengê sor î
tarî û rengê temê aniye ser qapa pirtûka
xwe.
Li vê deverê naxwazim, bibêjim çima û çi
girêdan di navbera navnîşana pirtûkê û
xewnên şikestî û bîranînên wî yên tehel
de hene, çunkî, dê li ser van xalan,
dema bême pêwendiyên navbera navîşanên
hundur û deqên wan, binivîsim.
Helbet Xewnên Revok, ji kela wî
derketiye û wek di helbestên wî de jî
diyar dibe, ku li gorepana windabûnê ev
xewn ekincî bûne û mêrg û çîmenên
nepeniyê sirûdên xwe didirûn.
Sernav û nîşanên deqan:
Helbestvanê me, gelek zo di sernavan de
bi kar anîne, sernavên10 helbestên wî zo
ne, wek nimûne ( Ez û TU, Ken û girî,
hat û çû, dojeha bihiştî, Ez û şev...).
Li vir tê diyarkirin, ka ta çi radeyê
kartêkirina ramana Zerdeştî û Êzdayetiyê
li Selîm heye, her weha bandora
çeprewiyê ji bîr nabê ( Felsefa Marksî
). Di van zoyan de, du pol li hember hev
radiwestin, yek qels û bê hêz e, ew jî
ew e, hêza din yê din/ ya din e, ku bi
hêz e û helbestvanê me ji diltenikiya
xwe, xwe kêm dike, lewra jî hêza kêm,
yan jî bi wateya felsefî Ahrîman bi ser
dikeve û Ahora Mazda di xem û azariyên
xwe de dikele, lewra hêviyê dike. .
Nimûne:
( Serxweş neke serpêhatiya min!
ku hilkişiyam ser sêdarê û ben
avêtin stoyê min
bikene!
Da bişewite sêdar bikene bila
bibihîse mirin kenê te)
Rûpel: 100-101.
Li vir diyar dibe, ka çendî ya din bi
hêz dibîne, behwer dike, ku di mirinê de
jî ew dikarê alîkariya wî bike û wî ne
ji mirinê rizgar bikê, çunkî ew miriye û
çû, lê di mirinê de bibihîse, ku ew lê
dipirsê. Eve bi xwe tirajîdiya
helbestvanê kurd e, ku di bin bandorên
civak, sîstema netêgehîştina derdoran di
wî de ye.
Selîm, hêvî û daxwazên xwe bes nakê,
belkî carekê ya din / yê din, diltenik
bibe û ji ya xwe were xwar û rehim û
dilovaniyê li Selîm bikê û maweyekî di
nav dilê wî de, bimîne, diyar e Selîm ji
desthilanîn ketiye, ta bi dilê wî nema
yê wî ye, weha dibêje:
şev baş!
şev baş melaka min!
Bimîne bi xêr û xweşî!
Li nav dilê min
….
Çav ranazin
Li hêviya
şev baş”
Rûpel “87”
Destpêkên helbestan :
Her ji peyva yekem, di helbesta yekem
de, di pirtûkê de, Selîm qîr, hêvî,
daxwaz û lavlavê dikê û dengê xwe ber bi
asoyekî vekirî ve dibe û deng lêvenagerê.
Tevî ku babetên hêvî, qêrîn û lavlavan
cuda ne jî, lê dimîne, ku ew ji qîran
nawestê. Li vir nekû ewî hêviyek bi
vegera wan kesan, wan xewnan, wan omîdan
heye, bi tenê diqîrê û kela dilê xwe
hînik dike, çunkî tu sermiyan di dest de
nemaye, ji bilî van qîr û hawaran.
“ Were!
Ji destpêkê
Vebêjin çîroka
xwe
Çi bû? Çi nebû?
Rûpel “5”
Vemale reşiya şevê( EZ û Tu R.9 )/ Ax,
hêdî bese (kanî, R. 11)/Di reşika çavên
te de (Sisê R. 19) /..Li nav dilê kederê
( Bablîsok .R. 105)
Helbestvanê me di bêhêviya xwe de jî
dest ji girêdanên xwe bernadê, Eger
Selîm di rengên Carl Gustav Jung de,
rengê şîn werdigirê, di hundurê xwe de
Sor e û sorekî tarî ye, çimkî li
şikestinên xwe temaşe nakê û dibêje: -wê
dem ji min biçê, eger bêm, wan
şikestinan bixemilênim û sûde ji wan
werbigirim, dem wê bê, lê piştî ku ez
silavekê ji yara xwe/ ya din/ yê din
werbigirim.
Bîranîn û Serborî:
JI ber wan xewn û xeyalên, ku Selîm bo
xwe ava dikê û li ber çavên wî diroxin,
dest bi hizir, bîr û bîranînan dike, li
nav wan digere û hewl dide,çirûskên ku
mayîn bide hev û pê kela dilê xwe ya
tarî ronî bike û hînik bike, lewra jî ew
qîr, hawar û lavlav in, lewra jî,
xweavêtina vî bextî û wan deman e.
Hoy xewna min!
Rastiya derewîn!
Heşt salan li pey te
Bê aram digerim
Derew ya min bû
Xewn ya bû
Xeyal ya min bû
Min ji xwe bawer kir
Û ketin şopê“ Rûpel 95
Her li vir diyar dibe, ka çendî wî bi
xwe ji xeyala xwe bawerkir û hîn jî
dixwaze bawer bike, çimkî ew bi tenê
çekê wî maye, ku bişê ji derya xeyalan
rizgar bibe û şikestinên xwe bi çavê
serê xwe bibînê. Di gel vê hindê jî,
Selîm dibêje :
Baskek li nav dilê te
Li ba dibe
Yek li agirê dojehê
Diqijile
Û çavên..
Çav li dûriya hêviyê
Zîz dibe” Rupel (95)
Selîm dixwazê wan xeyalan winda neke, di
tariyê de bimîne û kes jê nepirse.
Were
.....
Dawiyê em vegerînin serî
Lê nepirse ji min
Çima berevajî digere xweza
Sînor tev hev dibin” R. ( 5 )
Huneriya Helbestan:
Di vê pirtûkê de, diyar dibe, ku Selîm
hewl daye ji çîrokbêjiyê, Folklor û
zimanê xwe yê gundîtî û herêmî sûdeyekê
webigirê û hemî bixe xizmeta avakirina
stûnên huneriya helbesta xwe de. Wek
nimûne em bibêjin, her di destpêkê de,
dibêje:
Were!
Ji destêkê
Vêbêjin çîroka
xwe
Çi bû? Çi nebû?
R.5
Kurd dema di odeyan de, di şevên
zivistanê de, çîrok digotin, digotin: -
Hebû, nebû ji xwedê mezintir nebû, rehme
li dê û bavê guhdêr û hazira bû…
Ji hêla din ve, lêkdanên xwe ( Sytax) bi
şêweyekî carcaran ne li gor hevoksaziya
kurdî avakirine, ev ne ji netêgehîştina
wî tê, lê ewî bi mebest ev xijqandinên
rêzimanî peyda kirine wek ku Jean Kohen,
dibêje: “nixumand serpêhatiya min bi
siya poşmaniyê/ Te gerim nake hêlîna
min? / Digerînim kurmê bedena xwe li
çolên penaberiyê / Bila bibhîse mirin
kenê te…” Ji van şêwe hevokan pir bi kar
tîne, eger em li gor rêzimana kurdî
biçin, pêdiviye lêker li dawî bê, ango
hevok weha bibin
“Serpêhatiya min bi siya poşmaniyê
nuxumand/ hêlîna min te gerim nake /
kurmên bedena xwe li çolên penaberiyê
digerînim / Bila mirin kenê te bibhîse..”
di hin cihan de, xijiqandin, dirêj e û
di hinan de, kin e. Ev çi sûdeyê dide
helbestê?
Bêguman dema helbest di şêweyê axaftina
xewza de bêt, dê her kes bişê bibe
helbestvan, lê nayê wê wateyê jî her
mirovek zimanê xwe xweher bike û peyvê
deynê şûna peyvê wê bibe helbestvan. Ev
şêweguherîn eger bi zanebûn bêt hêzekê
dide wateyê û asoyên watedarî li ber
xwêner vedikê û ya diwan, rengekî ji
rengên aheng û terazûya hundurîn di deq
de pêktîne. Selîm ta radeyekê hêlaye ez
wek xwêner bi çêjeke cude hest bikim, lê
di cihên din de jî, hewl daye, ku ji
rêzbend û kêşê dûr bikevê ( Wezin û
Qafiye ),. Ev li ser xwêner dimîne, ka
çawa, dikarê di gel biguncê yan na. Ez
bi xwe dibêjim, ev fêlbaziya zimanewanî
encameke posîtîv li nik min neda, di
hêla terazû û ahenga hundurîn de, lê di
hêla dengê kesayetiya wî de babeteke din
e, dûr û dirêj e, pêdivî bingehên
Sosiyo-psyşolojî ye, û ev e jî ne cihê
wê ye û belkî têgehîştina min tê de kême,
herweha analîza Freudî dişê van xewn,
xeyal, şikestin, lavlav û hêviyan, bixe
bin çarçeweke tirsa ji olê, ji
nepeydabûna evînek rast, hezker û
berdewam, yan jî tirsa ji civakê..?! ez
nizanim!?.
Ji hêla wêneyên helbestî yên Selîm bi
kar tîne bêhtirîn ji wan li derdor xewn
û xeyalan in, çimkî şikestinên xwe bi
hêvî û lavlavan derman dikê.
Hêvî dibin lêlan / xwezî dibin
xeyal/ tu sibe hêviya daleqandî 7 bi
te bi dawî tê mizgîna mirinê /
Carcaran, ji peyvên dijwate wêneyên xwe
ava dike,
Hat û çû/ keniya giriya/ jiyan
mirin/Bihişt dojeh/ ronî tarî/ tu ez.
Li vir pêdivî peyvê ye, ku wêneyên di
pirtûkê de hene, ne xwe, ne jî wateya di
hundurê çivakê de, derbas kirine, lewra
ahenga dirûnî di nav awazên xormalî yan
jî stranên duqolî de dihêlin, û nagihin
radeya simfoniyekê, ku ji dengê dilê
dildar bête der..
Babet
Babetên ku Selîm di Pirtûka xwe ya
helbestî de, anîne, diyar in, xwêner
nawestînin Ev babet li ser Bîranînên wî
di gel çend hevalên wî yên ezîz in, ku
jiyana xwe qurbana welatê xwe kirin, ew
ên Selîm di gel wan salên xwe yên
xortanî û germiya bûyeran derbas kiri bû,
hevalên wî bûn, lawên gund û bajarê wî
bûn, mamoste û şagirtên wî bûn ( Naifê
Haco, Xebat, Nezîr, Sebrî..).
Babeta diwan, evîndarî ye, vêca ev
evîndarî ya welat, jinê, dê, bavê ku
nedîtî ye? Hemî têkel dibin û di hundurê
bîran, hêsir, xem, xewn, lavlav û
hêviyan têne der û dîlana xwe di cihekî
nenas de, di demeke nenas de, digerêne.
Di dawî de, ez, dibêjim ev qurtek bû, ji
tişta ez têgehîştim, lê bi hêviya
xwênerên din bi hûrbînî bixwînin û
têbîniyên xwe li ser binivîsin, bo em
hemî pêk ve, bikaribin karekî baş ji
çand û toreya xwe ya giranbiha re bikin,
bo em xizmeta zimanê xwe yê eve bi çendê
salan ji çarçewa mala dernektiye û
dijminan oksêjên jê birîn, tevî wê jî li
ber xwe daye, di rêya folklor û çîrok û
çîvanokên me re.
Careke din dibêjin, her xwendinek,
avakirinek e û pirtûka Selîm çu pêdivî
bi ferhengan nîne.