(………)
Ji rojê hez dikim
ji ber ku esman dike mîna çavên te.
Ezê ji Xweda bixwazim, bere bihêle bi roj biçirisim
yan ezê şevê bikujim.
Vê zivistana bêbext
Per û baskên çûkên bîranînan şewitandin
û tiştek ji havînê re nehişt.
Ija, çawa xewa ewran li binê gunehên vê zivistanê ewê bê
da ku bi dizî dakevim zemînê
û bejna stranên te yên koçerî
bost… bost biramûsim ?!!!..
Heyv û xwşkên min, biryara min pejirandin:
Yan ewê şevê rengê xwe bike şîn
yan emê ji wê bar kin.
* * *
Gîtar
Ji konên qereçiyan, ta dergûşa dûmahiyan, li başûrê xwedê min dest
bi ken û giriyê xwe kir
hîna "Lorka" nizanîbû bê qereçî kî ne û çi ne.
Şevê derî veke…
Li bin siya awazên min
dem û qûnax kurt dibin.
Evîndar hev hembêz dikin
Helbestvan dîn serxweş dibin
Birçî û birîndar radizin.
Li ser pelên nefel û şengebiyan
Şevnem şopa dastanên min nîgar dike.
Şevê derî veke…
Leylan bi xwe dikene
ku çawa bûye rêberê keriyên çivir, pezkovî û xezalan..?!
Leylan bi xwe dikeniya
û xwîna Siyamend û Xecê
Mem û Zîn di koka sîpan û damarên cizîra botanê de digiriya.
Li bakurê demsala stêrkan
kew derdiketine nêçîra hev.
Keçên avê, biskên xewnên xwe, bi agir dişon.
Keçên axê, li ewrekî boz siwar hatine
û awazên min, mîna tov, gijlok û pirsan
li ser şûv û çola şevêrkên bîrkirinê dibarînin.
Şevê derî veke…
Mêvanên buharê, ji havînê xeyidîne.
Havîna par û ya îsal, xêrnexwaz bû
çavnebar bû.
Ev sêhezar sal in, piştî kuştina dîrokê bi şiva şivanekî kurd
nema baweriya tirî û hejîran bi tîn û germa havînê tê.
Erêêêêêêê…..erê…
Hey jaro menal
evîndaro menal
birîndaro menal….
menal.
Di buhara bê de
ewê dîsa koçer vegerin zozanê giyanê te
û xwîna te, ji xwe re bikin kon.
Wê çaxê…
tê min hilgirî, û li ser têlên min pesnê çavên wan bidî.
Belkî dilên wan, vê carê, bi te bişewitin
û te bi xwe re bibin.
Şevê derî veke…
Xwedaya dil û nêrgizan dixwaze
derbasî helbesta şervanekî Mîdî bibe.
Pişta xwe daye Cûdî
û berê xwe daye bihna têkçûna Pênûs û gotinan.
Daristan û çem û lawir û firindeyan
li ser temenê wî, dîlok û hêsir dibarandin.
Şevê derî veke…
Ez nexweş im.
Nema karim têrî bîranînan biponijim.
Têrî dilan, binalim.
Têrî çavan, bikenim û bigirîm.
Têrî xewn û helbestan, bifirim.
Têrî şadiyê, govend û dîlanan bigerînim.
Şevê bibûre….
Min sar e…
Derî bigre.
* * *
(……….)
Ne mîna te…na.
Belkî mîna buharê
yan mîna bêdengiyê
hingî ji rengê şîn hez dikim
bi roj dimirim
û bi şev divejim.
Ne mîna te…
Belkî mîna xewnan
dilê min dibije koçeriyê
û rêwîtiyeke di gel baranê.
Tenê berbang dikare şopa min bibîne û bixwîne.
Tenê vedenga zingîna zingilan
dizane bizare vegera min bike.
Na…ne mîna te…
Belkî mîna tenahiyê
yan mîna şevê
yan mîna têkçûnê
Welat dizane, çawa xewnên min
di navbera min û xwe de par bike.
Ne mîna min…
Belkî mîna birînê
tu weke stêrkekê sêwî
di nav raman, dil û bîranînên min de xwe diçînî.
Lê, weke ez te dibînim
tu min nabînî.
Tu dibînî.. ???!!!