Selîm Biçûk
Bêguman e, şoreşa teknolojî dikare rolek mezin û pêwîst di pêşveçûna
çand û zimanê kurdî de, bilîze. Dikare bibe destekek bihêz û ber bi
zimanekî yekgirtî, asoyên nû li pêşberî kurdan veke. Lê mixabin dema
mirov li malperên internetê temaşe dike, berevajî vê yekê,
tevîheviyek mezin di vî warî de dibîne. Bi dehan malperên kurdî hene,
her yek bi şêweyekî dinivîse. Her nivîsa tê ber destên wan diweşînin.
Mirov nikare nivîsekê bibîne ku hest, raman û çêja wî têr bike.
Gelek nivîs, helbest û gotar didin xuyakirin ku nivîskarên wan
nizanin bi kurdî binivîsin. Li hêla din rêvebirên malperan bi awayê
ku ev nivîs tên, diweşînin. Wek ku xuya dike gelek ji wan jî baş di
kurdî de ne têgihîştî ne. Tenê di pirsên teknîkî de, jîr in û ev jî
ne bes e, ji ber ku ragihandin ne tenê aliyê teknîkî ye. Ragihandin,
beşekî zanistiyê bi serê xwe ye. Berpirsiyariyek mirovahî ye. Û di
serî de jî, berpirsiyariyek exlaqî ye. Ji bo ku ev malperên kurdî bi
rola xwe baş rabin pêwîst e van aliyan tev bidin ber çavên xwe.
Ezê di rêzenivîsekê de, hewl bidin ku malperên kurdî, di hêla
rêzimên û rastnivîsê de bişopînim û dîtin û pêşniyazên xwe pêşkêş
bikim.
Bi gerek sivik û kurt min îro çend mînak, ji çend malperan berçav
kirin. Tenê di aliyê rastnivîsê de ezê wan şîrove bikim:
(Ji ber ku roşenbîrî ne tenê hêsir ê
helbestin, an saz û
awazin, lew re min ev kurtegotar
amadekir...)
http://www.efrin.net/kurdi/nuce/2005/07/16.htm
Hêsir ê : Gelo mebest hêsirên yan ….
Çi?
Helbestin : helbest in, cuda tê nivîsandin û ev rêbazek cîgirtiye di
kurmancî de
Awazin : Awaz in cuda tê nivîsandin
(Ez kampanya malpera Netkurdê kampanyayeka
bi nirx û gelek girîng dibînim. Ez birêvebirên malperê pîroz dikim
ku dest bi kampanyayeka weha bi qîmet û rûmet kirine. Ez
hêvîdarim ku hemû weşanên kurdan ji vê
kampanyê siûd werbigrin û piştgiriya wê bikin û di pratîkê de ew
bixwe mijara kampanyê pêk bînin.)
http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=1387
Kamapanyayeka : kampayayek e
Hevîdarim : Hevîdar im
(Dema tu romana Mijabad ya nivîskarê
kurd Jan Dost dixwîne tu hin şikestinên
xwe û hin jî beşekî ji dîroka kurdî ya şikestî têde
dibîne
Jale belavkera rojnameya Jînê dilbera duyemîne, ya ko xweşikbûn ji
kesî re nehiştiye wek ko hatiye nivîsandin, jixwe diya wê xweşike û
ew di her tiştîde li diya xwe hatiye,)
http://www.tirej.net/index.2289.qadoserin.htm
tu dixwîne... dibîne: tu dixwînî, tu
dibînî û ew dixwîne, ew dibîne
xweşike: xweşik e
tiştîde: tiştî de, di .... de ( di her tiştî de)
(berî ku em rengê têkilîyan di navbera herdu alan de diyarbikin,
divê em herdu alan wek siyasetvan û rewşenbîr nasbikin. Gelo… ka ew
kîne...? çidikin,
çi ji wan tê xwestin, çima çirûska şerê sar di nav bera wan de her û
her gerim û geşe…? bi çi rengî
di Karin têkiliyan bi hev re avabikin,
çima roj bi roj, sal bi sal ne tenê rewşenbîr dûrî sazîyên siyasî
di Kevin, lê belê, millet bi rengekî
giştî ji partiyan di vecniqin û dûrî
wan di çin, di gelek delîvan de millet
di bîr û ramanên xwe de ketiye pêşiya wan sazî û rêxistinan, çima ta
îro gotara siyasî ya tevgera Kurdî li sûryê ne hevgirtî û
zelale…!?kî
berpirsyare di ber sistî û xaviya Tevnan çanda Kurdî li sûryê
de ye ...?)
http://www.peyamner.com/article.php?id=9181&lang=latin
Kîne: kî ne ( kî,
cînaveke pirsê ye û ne, lêkera bûn e ).
Çidikin: çi dikin (çi, cînaveke pirsê
ye û dikin, lêker e ).
Geşe: geş e
Di karin: dikarin
Di kevin: dikevin
Di vecniqin: vediciniqin
Di çin: diçin
Zelale: zelal e
Berpirsyare: berpirsiyar e
( Daçekên raweyî; di, ji bo nihok û
bi, ji bo dema tê û fermaniyê bi lêker
ve tên nivîsandin: Ez diçim, ez dê biçim … )
Çend paşgotin:
1- Lêkera bûn bi nav, cînav, rengdêran re:
Ez .... im: Ez im, ez awaz im, ez baş im
Tu ...î (yî): tu yî, tu awaz î, tu baş î
Ew ... e: ew e, ew awaz e, ew baş e
Em ... in: em in, em awaz in, em baş in
Hun ... in: hun in, hun awaz in, hun baş in
Ew ... in: ew in, ew awaz in, ew baş in
( im, e, î, in her dem cuda tên
nivîsandin)
Dema tîpa dawî ji nav, cînav û rengdêr tîpek dengdar be ( a, o, î,
û, ê, i, u, e) lêkera bûn weha tê bikaranîn:
Ez ... me: Ez kole me, ez hêja me, ez Leyla me
Tu ... Yî : Tu kole yî, tu hêja yî, tu Leyla yî
Ew ... ye : Ew kole ye, ew hêja ye, ew Leyla ye
Em ... ne : Em kole ne, em hêja ne, em Leyla ne
Hun ... ne
Ew ... ne
Dîsa me, yî, ye û
ne, cuda tên nivîsandin.
Vê rêbazê di kurdî de (kurmancî) cî girtiye û her kesê ku hindekî ji
zimên agahdar e vê yekê dizane. Tevî wê jî, şaşiya ku herî bêtir, di
malperên kurdî de dubare dibe ev e.
2- Ji bo ku malperên kurdî rolek baştir di yekgirtina ziman û
rastnivîsandina kurdî de bilîzin pêwîst e di her malperê de kesên ku
di van waran de jîr in hebin. Têkiliyek berdewam di nav malperan de
hebe û li ser dîtin û baweriyan guftûgoyan bikin, her weha di
rêbazên cîgirtî de wek hev binivîsin. (Mînakên ku li jor hatine
şîrovekirin)
3- Pêwîst e berpirsên malperan bê serrastkirin gotaran neweşînin.
4- Pêwîst e hewildanek baş bê kirin bo hevkarî di navbera malperan
de çêbibe.
5- Pêwîst e beşên kurdî di malperan de cihekî taybet bistînin.
6- Eger ji hemû malperên kurdî komek bo şopandina zimên bê avakirin
û ev kom bi pirsên rêziman û rastnivîsê re mijûl bibe wê ev malper
bikari bin rolek baştir bilîzin.